Amêdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Lînkên → Girêdanên
ArthurBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.6.3) (robot serzêde kirin: cs:Amádíja
Rêz 126: Rêz 126:
[[ca:Amadiya]]
[[ca:Amadiya]]
[[ckb:ئامێدی]]
[[ckb:ئامێدی]]
[[cs:Amádíja]]
[[da:Amediye]]
[[da:Amediye]]
[[de:Amediye]]
[[de:Amediye]]

Guhartoya 15:22, 20 çiriya paşîn 2011

Amêdî
Amedi
Amêdî li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Amêdî
Amêdî
Amêdî (Iraq)
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Îraq
Parêzgeh Duhok
Serbajar Amêdî
Demografî
Gelhe 6.000 kes (2008)
Erdnîgarî
Bilindayî ~ 1.190
Koordînat 37°05′33″Bk 43°29′14″Rh / 37.09250°Bk 43.48722°Rh / 37.09250; 43.48722
Nexşe
Wêne:Parêzgeha Dihokê ku.PNG
Wêne
Bajarê Amêdiyê

Amêdî (ji tîpên erebî guhêzkirî: Amedi) li devera Badînanê qeza û bajarekî biçûk e. Di serdema Mîrîtiya Badînan de paytextî kiriye.

Amêdî bajêrkekê Kurdistana başûr e û dikevîte di nav sinûrê Badînan da. Daniştiyên vî bajêrkî nêzîkî 6.000 kesan e. Di serdemê mîrnişîna Badînan da Amêdî paytextê vê mîrnişînê bû. Li vê deverê peymangeheka teknîkî bi navê peymangeha teknîkî ya amêdiyê heye.

Dîrok

Bajêrkê Amêdiyê dikevîte bakurê rojihelatê senterê Parêzgeha Dihokê bi duriya (70) km. Bajêr yê ava kiriye li ser keliheka siroşt ku ruberê wê digehîtih (17 , 5) kim2 û bilindahiya wê ji dewrû bera (1000) pêne vî bajêrk dîrokeka kevnar û pir rudan heye ku dizivirît bo Embiraturiya Aşur, zanayên şînwaran dibêjin Amêdiyê bajêrê (Amat) e yê ku di belgenamên Aşuriyada li serdemê Şems Addê pêncê (823 -810) ber bunê û nivîsînên Adedinîrar siyê (804 -782) berî bunê û behsê (Amat) di nivîsînên çerxê Babilyê nu da hatiye û paş rewşa wê hatiye guhirîn û kefitiye jêr desithelata dewleta Îslamî Yaqut Alhemewî derbare Amêdiyê dibêjît ewê avakirî dibêjnê (Mad Aldîn Zeng sala (537) mişextî, belê Hemdalle Alimstufa Alqzwînî bo wê çendê diçît ku ewê Amat nukirî dibêjnê (Madaldule Aldilîmî ewê li sala 0338 ê mişextî mirî û wî Amêdiyê binavê xwe nav kiriye.

Dîruk nas (Ibin elesîr) çendîn caran navê Amêdiyê înaye ev bajêre toşî ne aramiyê bûye heta ku mîrên mîrgeha Sêvdîna kurdî kiriye paytextê desthelatê xwe li nêzîk sala (740) mişextî û libin desthelata wan ev cihe pêş kefit û berdewam ma paytextê mîrgeha Behdîna heta sala (1842) zayinî demê jilayê (Mihmid Ance Beyireqdar) ve hatiye dagîr kirin paşî sultanê osmanî Mihmudê dûyê) sîstemê nawendî yê raste û xwe li wîlayetên Osmanî li ser sepand û bi êk car dest bi ser Mîrgehên kurdî da girt û bi wîlayeta Cule Mêrgê paşî wîlayeta mîsil ve hate girîdan.

Li ser demê Birîtaniya sala (1918) zayinî desthelatdarekê Birîtanî liser hate sepandin û digel pêkhatina dewleta Êraqê Amêdiyê bu Qezayek ser bi lîwa mîsil ve û êkemîn Qayimqam li sala 1924 zayinî lê hate damezirandin. Amêdiyê bi cwaniya xwe û çem û bîstanên û cihê xwe yên guzarî navdare nexasim Sîlavê û Sincê ku berdewam kesikatî û ava kaniya lê heye û siruştekê ciwan û sermesit heye, û geliyê sîlavê bi çendîn corên fêqî navdare weku: (Hijîr–Giwîz-Hulîk–Sêv). Herçende biyavê erdê çandinê yê kême lê cihekê qelew û xudan berheme, pêtiriya dar û barên Amêdiyê bi ava kaniya dihête avdan, ev bajêre bi sazkariyên millî navdare weku Guskên Axê û çendîn karên dî yên destî di hên çêkirin nexasme li gundê Dirignê hindek taybetmendî bi sazkariyên axê hene! dibêjin ev cihe Qutabxaneka ser bixwe û avabu jibilî van karan jî xelkê vê deverê yan ku Amêdiyê karê çandin û xwedîkirina teriş û kewalî û karên bazirganiyê diken. Bajêr bixwe bi bazarekê bazirganî dihîte niyasîn li deverê aşikiraye ku Amêdiyê hemî muzexaneke çendîn cih û avahiyên Kelitur û şînewar lê hene û heta nuke di beriz û aşikirane çîruka berebabên êk li dîv êk vediguhêzin û rêveberiya |Şînwara li Dihukê 34) cihên şînwara lê tumarkirîne:

  1. Dergehê Rojihelatê bi dergehê Zêbarê dihête niyasîn li sala 1938 z di demê gehandina riya tirombêlê da hatiye herifandin .
  2. Dergehê Rojava: Dibêjnê dergehê Mîsil û (Seqafa) çiwar wêne li ser hene ji mirovê siruştî biçuktirin behira pêtir ew wêne dizivirine serdemê (Ferisiyan ji sala (148) berî bunê-heta sala 226 z, di hêt hizirkirin ew wêne yên hindek Şahên Ferisiya bin ewên şerê romaniya di kir, dergeh bixwe gelek yê mezine û hemî ji berê helanî yan ku bazî hatiye çêkirin .
  3. Minara mizgefta Amêdiyê: Bilindahiya wê digehîjih ‌ 30m û ji 102 dereçka pêk dihêt ku digehine bilindahiya Minarê lê dîrukê hindek ji ruyê wê biriye, behira pêtir ya li ser demê (Sultan Hisên welî dinavbera salên 940 -981 mişextî da ji parçên berê helanê sipî hatiye avakirin bi destên peykersazên şareza , herparçeka berî ji wan sêkara diket berê serkeftina mirovane û senterê serê Minarê ye û dîwarê wê yê der ve ye, li serê Minarê Qupeka mezin û berçav heye li ser şengstekê heşt qulî yê mezin ji kevirê hişik hatiye çêkirin.
  4. Cihê Mîrgehê: Dikevîte layê joriyê Rojihelata bajêrî bi şêwazê çiwar guşe û bi dûqata pêk dihêt lê bitinê dergeh jê maye û diruişmê mîrgehê lisere ku balinidê Enqai û libin pêt wî du marin, evejî belgeye liser şarezaya desthelatê û xemxuriya wê liser çavdêriya xelkê xwe.
  5. Gurstana Mîra: Dikevîte layê Rojihelata bajêrî û gurên hemî mîrên Amêdiyê li wêrêne lê bitinê du Qupe jê mayine, bi şarezayî û hunerekê ciwan hatîne çêkirin êk jiwan gurê (Sultan Hisîn welî ye dibêjin heta nuke têdaye gur ji sindirîkeka darê mêwê dirust kiriye ji ber hindê heta nukemaye û xirab nebûye! li ser layê derve yê gurî nivîsiye (kulu şeyiîn halikun îla wechehu) sultanê mezin û adil sultan Hisîn beg li meha Şeibana sala 981 mişextî wexerkiriye Qupa Dwê ya li ser gurê Rewşen xana kiça Îsmaîl paşay hatiye avakirin û liser nivîsiye (Rewşen kiça Îsmaîl paşay wexekirin 1202 z .
  6. Xwandingeha Qubehan: Dikevîte rubarê Amêdiyê bixwe, xwandingeheka ayînî ya dêrîn û kevnare li ser demê mîrên Badîna geşe kiriye û gelek xelkê pertukên xwe bo kirîne diyarî heta bûye xudan pertukxaneka dêrîn û navdar li cîhana Îslamî, zêdebarî terxankirina dahatên mezin ji bo mezaxtiyên mela û karê xwandinê heta salên bîsta lisedê burî berdewam bo, eve ji bilî bi dehan cihên wê yên keliturî û şînwara weku (Sêrîc–Îç qela–Pira Îsê dela li rubarî .

Ruberê qeza yê 93km², hijmara gudên rex û durên wê (15) gund bon hem hatîne wêran kirin

Lê piştî damezirandina hikumeta herêmê pêtiriya gundan hatine avakirin .

Nahiyeyên Amêdiyê

Nahiya Sersinkê

Dikevîte ser rêka serekî ewa ji senterê parêzgehê diçîte qeza Amêdiyê û (41) km ji bajêrê Dihukê dure û (1046) metran ya bilinde ji astê deryayê û bilindtirîn pila germatiyê li havînê digehe (‌24) pila û dihate hijmartin ji xweştirîn û beriniyastirîn havîngehên herêma Kurdistanê ji ber keş û hiwayê wê yê tena û hîn û ava wê ya mişeye, ramana peyiva wê ji (sîngê Çiya hatiye ji ber ku di kevîte sîngê Çiyayê Garey dîsan buçoneka dî heye dibêjît : Ser û Sinik yan ku serê Sinkî ku cihê çêbuna kêza Sinkî û li van salên dîmahiyê aşikira bo ku kêza Sink qesta serê Garey diket ji bo zêdebun û veşartina hêka xwe li Payîz û Zivistana.

Daristaneka siroşt ya berfireh li sinurê nahiyê heye mifa ji dar û barê wê dihîte wergirtin ji bo xwedî kirina teriş û kewal lê li van salên dîmahiyê ji ber durpêçên aborî û nebuna sutemeniyê ziyanên mezin geheştîne dar û barê wê, xelkê nahiyê bara pêtir jiyara wan li ser çandina derametê Zivistanê ye weku Genim ,Ceh, Nuk, Nîsk û bo çandinê jî mifa ji deşta sipney di hête werigirtin zêdebarî çandina derametê havînê weku Birinc, Bacanik û Kesikatî û Pîvaz û Tutin ku devera Berêgarey ya beriniyase bi çandina Tutinê herwesa gelek bîstanên Fêqî weku Sêv û Xux û Hurmîk û Hulîk û Mêwên Tirî lê hene zêdebar Giwîz û Bahîv û Hijîr û Spîndar û Mazî û Guhîşik, ji giringtrîn û beriniyastirîn Çiyayên wê Çiyayê Gareye ewê dikevîte naverasta erdê nahiyê, dîsan Çiyayê Metîna ewê dibîte sinurê nahiyê digel nahiya Kanî Masê û ji giringtirîn Ruîbarên wê Rubarê Sipney yê Rojava ewê ji gundê Eredina dizêt û diçîte Berbankê û Dawdiyê û Hemza û Dukerê heta digehîte Xabîrî.

Li nahiya Sersinkê gelek cihên şînwara hene û Rêveberiya şînwara li Dihukê (14) cih tumarkirîne diser hindîra ku çi lêgeriyanên hur bu nehatîne kirin ji wan Keliha Aşewa ewa gelek navê wê dinav pertukên (Kilidaniya) da hatî zêdebarî şînwarên (Amêdîka xirab).

Ji beriniyastirîn Havîngehên wê zêdebarî senterê nahiyê, Siyaretîka, Aşewa , geregu , zêdebarî çendîn gund û cihên dî li devera Berê Garey ku ji ciwantirîn deveraye bo burandina demên xweş li Havînê.

Dîsan ji bo xwe hulîsandina ser Befirê cihên xweş hene eger destê avakirinê û gehandina rêka bigehîtê!! herçende serê Garey û Aşewa hatibune avakirin ji layê rijêma beis ya gur bigur ve lê careka dî boyinene havîngeh û xelkê geşt û guzar demên xweş lê di burînin.

Ruberê nahiyê (918) kim2 û hejmara gundên wê (35) gundin hemo li hewa Enfalên reş hatibune wêrankirin bitinê senterê nahiyê û kumelgeha Qedşê ya bixurtî çêkirî mabune ava, lê paş Serhildana pîroz û damezirandina Hikumeta Herêmê pêtiriya gundên wê hatine avakirin.

Nahiya Kanî Masê

Senterê wê li bajêrkê Kanî Masê ye mirov dişêt bi rêka Zaxo deşta Sindiya û Bêguva ra diçîte Kanî Masê, dîsan rêka duyê ji Bamerinê bu Kanî Belavê û nêzîk gundê Birîfka digehîte rêka ji zaxove dihêt dîsan nuke rêkeka dî ji serê Amêdiyê buserê Amêdiyê û hêsê ji layê Hikumeta Herêmê ve hatiye vekirin, ramana navê wê ji (Kaniya Masiya) hatiye, jiyar û jiyana xelkê deverê li ser çandina Sêvaye ku ji baştirîn curên Sêvên cîhanê livê deverê dihête çandin, lê li hewên Enfalên reş hemî bîstanên wê digel gunda hatibune sutin û bi kerestê Kîmyawî hatibu reşandin û hemî hişik bibun, paş damezirandina Hikumeta Herêmê careka dî xelkê deverê bîstanên xwe yên Sêva şîn kirin ve, herwesa çendîn derametên dî yên havînî dihêne çandin weku Birinc-Bacanik-Maş-Pîvaz-Lubîk û hemî curên Kesikatiyê û dihêne avdan bi ava Kaniya û rubarên biçuk weku:

  1. Rubarkê Ure–Bêduhê–Mayê–Kanî Masê–Yatê–Tirwaniş–Baluka–Ziyê mezin.
  2. Rubarkê Sereru–Bêqulkê–Cidîdkê-ٍSeferiya–Nihnîk-Xabîr .
  3. Ruîbarkê gabnêrk–Şîlaza-Xankê–Girêsur–Mîska–Nihnîk–Xabîr

Zêdebarî mifa wergirtin ji rubarê Zêyê mezin û Xabîr, Kanî Masê yaberiniyase bi dar û barê Giwîza û Bahîva û Kezana û Maziya û Hurmîka û Guhîşka, ji giringtirîn çiyaên wê Çiyayê Metîna ye ku sinurê Başurî ye digel nahiya Sersinkê û Bamerinê herwesa gelek Çiyaên dî hene weku çiyaên Serzêrî û Hirurê û Gabnêrk, gelek cihên şînwara lê hene di ser hindê ra ku ji ruyê şînwarave nehatiye mesih kirin hindek ji wan di aşikirane weku dipertukên (bilidaniya) hatîye weku Keliha Hirurê yan Keliha Qumiriyê û Keliha Baluka û Baruxê , Bêtenîrê û Keliha Mîrsêvdîna û Keliha Şêxu û Pira Bilbil ewa li serdemê Îmareta Badîna hatiye çêkirin û devera kanî Masê bi devera Nêrwe Rêkan ve girêddet, zêdebarî dêra Mar gurgîs û Mar Qumaya li gundê dêrê.

Ruberê nahiyê (608) kim2 û hejmara gundên wê (87) gundin hemî hatibune wêrankirin ji layê rijêma Beis ya gur bi gur ve û xelkê wan li Kumelgehên bixurtî çêkiriyên Bêguva û Qedişê û Derkarê û Hîzava û Bêrisivê hatibune akincîkirin lê piştî Serhildanê û damezirandina Hikumeta Herêmê pêtiriya gundên deverê hatine avakirin zêdebarî çendîn pirojên xizmetguzarî û avakirina gundên hevçerx weku gundê Birîfka û Tirwaniş û Bêduhê ku ji hemê pêdiviyên jiyanê pêkdihêt.

Nahiya Dêreluk

 Gotara bingehîn: Dêrelûk
Bajarê Dêrelûk

Li demê damezirandinê senterê nahiyê li gundê (Bêbu) bu lê hate veguhastin bu Kumelgeha Dêrelukê ewa bixurtî xelkê deverê lê hatiye xirivekirin piştî hewiyên kavil kirin û wîçirankirina deverê, nahiya Dêreluk dikevîte Bikurê Rojihelatê parêzgehê, cihê wê yê kure û pêtiriya gundên wê rêka Tirumbêlê nîne ji bilî rêka Amêdiyê–Dêreluk–Şêladzê–Balnda-Çem cî, piştî Serhldana pîroz û damezirandina Hikumeta Herêma Kurdistanê pêtiriya gundên wê rêka Tirumbêlê bu hatiye vekirin, jiyan û jiyara xelkê vê deverê li ser çindina herdu rengên derametê havînê û zivistanê ye weku Genim û Ceh û Gars û Birinc û Kesikatî bu avdana van derameta mifa ji ava Kaniya û Rubarên biçuk dihête wergirtin dîsa li devera nahiya Dêreluk gelek Giwîz û Bahîv û Mazî û Kezan û Kengiruk hene, ji rubarên deverê:

  1. Rubarkê Ava Mark ku ji van jêderan dihêt: Kiniyaniş–Zêwa sîtuy –Gamêşka–Dukera Mazî –Çem Cî – Pêperxa–Geliyê Balinda –Ruyêşîn — Şiruk–Ariş-Curmenda–Ure .
  2. Rubarkê Bêbu ku ji dw ta pêk dihêt: Bêbu–Spiyê–Serinê –Şîviyê–Zere–Zêy -Zêwa Serî ––Başê.
  3. Dutaza-Nêrwa Jêrî–Kanî Sarkê- Kare–Zêy.

Eve û zêdebarî Rubarê Zêyê Mezin ewê dikevîte sinurê Rojava digel devera Berwarî Bala dîsan Rubarê Şemdînan (Ruyê Şîn) ewê dibîte sinurê Rojihelatê digel devera Barzan û Mizîrî Joriya.

Heta nuke ji ruyê şînwarave çi lêgeriyan nehatîne kirin ji ber hindê heta nuke çi cihên şînwara ku dizurin weku Keliha Nêrwe–Pira Keliya ewa dikevîte ser Rubarê Zêyê Mezin nêzîk gundê Reşava ku devera Amêdiyê bi nahiya Dêreluk ve girêddet zêdebarî pira Bilbil ewa devera Berwar bala bi devera Nêrwe û Rêkan ve girêddet û êk ji şînwarên Îmareta Behdîna ye zêdebarî çendîn Kelih û cihên dî yên kevnar li gundên Zêwa Şkan û Sigêrê.

Ruberê nahiyê (1007) km² û hejmara gundên wê (162) gundin hemî li hewên kavil kirin û wêrankirina Kuridistanê ji layê rijêma Beisa gur bi gur ve hatiye wêrankirin û xelkê wan gunda li Kumelgehên (Sîriyê-Şêladzê–Dêrelukê–Kiwanê) û hjmarek li Kumelgeha Qedşê hatine Akincîkirin, lê piştî Serhildanê Hikumeta Herêmê destê avedaniyê gehandiye hejmareka gundên deverê lê pêtiriya wan hêşta ji ber kawdanên ne aram yên deverê kavlin û nehatîne avakirin.

Nahiya Bamerinê

 Gotara bingehîn: Bamernê

Gundê Bamerinê dikevîte binarê Çiyayê Metîna û Firokexana Bamerinê ya beriniyas nêzîkî wê ye dîsan dikuvîte nêzîk gundê Eredina yê guzarî, livê dîmahiyê pêşkeftineka mezin ya avedaniyê bixweve dîtiye, nahiya Bamerinê cihê huzanivan û ٍSufî û şêxa bûye sufiyatî Qutabxaneka ayinî bu û gelek zanayên ayinî û zimanî û şarezaya Tture û Edebî qesta werê di kir ev nahiye ji nu hatiye damezirandin bi fermana kargêriya hejmar (1197) li 19/02/2000 bi daxaziya Nêçîrvan Ehmed parêzgarê Dihukê yê wî çaxî, u ji ber pêdiviyên giring yên deverê bu berfirehbuna avedaniyê çendîn Fermangehên Hikumetê lê hatine danan evejî harîkar bu ji bu başibuna barê aburî û peydakirina delîvên karî.

Nahiya Çemankê

Ev nahiye bi fermana kargêrî ya hejmar (1182) li 19/02/2000 piştî wî demî parêzgarî bi ferî dîtî ku nahiyek li wêrê bihête damezirandin daku sinurek bu mişext buna ji gunda Bihête danan û xelk bihête handan bu qest kirina gunda, piştî damezirandina wê çendîn dezgayên Hikumeta Herêmê lê hatine danan, li Çemankê kumelgeheka akincîkirinê ya hevçerx hatiye avakirin û hemî pêdiviyên jiyanê ji pirojên xizmetkarî têda hatîne bicih înan û mirov dişêt bêjît çi cudahî dinavbera wê bajêrî da nînin.

Galerî

Çavkanî

Girêdanên derve