Çewlîg

(Ji Çewlig hat beralîkirin)
Navçeya Çewlîgê
Çolîg
Bingöl
Dîmenek ji Çewligê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Bîngol (parêzgeh)
Serbajar Çewlîg

Hejmara nahiyan 4 nahiye
Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 88 gund

Gelhe (2008) 131.666[1] kes
Rûerd 1.790 km2
Berbelavî 73,6 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 86.113 kes
Koordînat 38°53′5″Bk 40°29′45″Rh / 38.88472°Bk 40.49583°Rh / 38.88472; 40.49583
Bilindayî 1.155 m
Koda postayê 12xxx
Koda telefonê (+90) 426
Çewlîg li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Çewlîg
Çewlîg
Çewlîg (Tirkiye)
Çewlîg li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Çewlîg
Çewlîg
Çewlîg (Bakurê Kurdistanê)

Çewlîg, Çolîg an Çebexçûr (bi tirkî, Bingöl) bajarekî li parêzgeha Bîngolê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê herî kevn ê bajêr "Srmanc" e ku di çavkaniyên ermeniyan û ereban de ev nav derbas dibe. Navekî din ê bajêr jî Çebexçûr e, di Încîlê de maneya wî tê "ava paqij" yan jî ava cennetê. Nahrî jî navekî din ê bajêr e. Çewlîg û Bîngol jî navên wî yên vê demê ne.

Tarîx[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kronolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî zayînê:

  • 200 dema aramiyan
  • 800 dema asûriyan
  • 200 dema hukumdarî ya arasiyan
  • 38 dema romayiyan

Piştî zayînê:

  • 395 dema bîzansiyan
  • 636 dema ereban
  • 1230 dema selçûqiyan
  • 1243 dema moxolan
  • 1515 dema osmaniyan

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav parelelên 41° 20´ û 39° 54´ bakûr û merîdyenên 38° 27´ û 40° 27´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakur bi Erzirom û Erzînganê re, li rojava bi Dêrsim û Mezrayê re, li başûr bi Amedê re û li rojhilat jî bi Mûşê ve tê giradan.

Taybetiyên erda bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvana erda herêmê 8.319 km² ye, ji vê erdê ji % 83,3'yê wê ji çiyayan,ji % 2,3 ji deştan,ji % 2,7 ji zozanan û ji % 11, 7'ê wê jî ji platoyan pêk tê. Ji van erdan ji % 50,7'ê wê ji bo çandiniyê bikêrhatî ye. Tene û garis li herêmê tên çandin.

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji behrê pir bilindtir e, loma jî avhewayeke reşahî û sar li herêmê derbas dibe. Zivistanan sar, dirêj û bi berf, havînan jî hênik derbas dibe.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Karîr (2.373 m), Şeytan (2.906 m), Çavreş (2.246 m), Serçelîk (2.900 m), Cotela (2.940 m)

Deşt û zozanên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku herêm bi piranî çiya ye, deşt û zozan kêm in li herêmê. Bilindbûna zozanan digihîje heta 1.500 m yî, zozanên herî naskirî, wekî Bazirgan, Qandîl, Mirgemir û Masla ne. Deştên herî naskirî jî, deşta Darehênê (60 km²) û deşta Bîngolê (80 km²) ye.

Çem û gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê herî mezin Çemê Miradê ye. Çemê Perî jî çemekî din ê herêmê ye. Li herêmê pir golên biçûk jî li ser çiyayan hene. Bajar navê "Bîngol (hezargol)" ê ji van golan digire. Hinek ji van ev in: Golbehrî, Zirlir, Gola Sar, Haren û hwd.

Serjimarî û Navçeyên Bajêr (2013)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevayiya serjimarî herêmê (tevî gundan) 265.514 e.

Babetên meywanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî nêçira heywanan ve pir dewlemend e. Heywanên wekî kuze, darbir (semasî), rovî, kîvroşk û kew û qaz ên herî pir in ku li herêmê peyde dibin. Herêm ji alî heywanên kedî ve jî dewlemend e. Piraniya gel bi xwedîkirina heywanan mijûl dibe.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Çewligê maden kêm in tenê li Gêncê hesin û li Kanî Reşê jî lînyît peyde dibe.

Ciyên turîstîk û gerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî tarîx ve ne pir dewlemend e, li ji alî tebîatê ve çiyên gerê û turîstîk pir in. wek; Mendo, Soğuksu, li Kox, Temaşekirina Rojê tema. Li çiyayên herêmê îmkanên sporên zivistanê jî hene.

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ol û civak:[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya gel misilman e. Elewî û sunnî civaka misilmanan teşkîl dike. Piraniya nifusê ji zaza û kurmancan pêk tê.

Xwarinên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nan li herêmê ji genim, lê carinan jî ji garis çêdibe. Gel bi piranî "nanê sêlê" dixwe. Li gundan bi piranî dew, mast, şorbe, bilxur û toraq tê xwarin. "Avsîrk" û "keşkeh" xwarinên naskirî yên herêmê ne.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gundan jin, şalwarek gulgulî li xwe dikin û bi serde jî kefiyek sipî lê girêdidin. Bi ser şalwar de îşlik û êlek li xwe dikin. Kitanên bi gulan nexşkirî û sipî jî didin serê xwe. Li hinek deveran jî jin "kofî" (ku bi perên hesin xemilkirî ne)" didin serê xwe. Qondere û gorên ji hirî, yên rengîn li nigê xwe dikin.

Zilamên herêmê şalwarên reş li xwe dikin û bi serde jî kefiyên rengin girê didin. Îşlik û çakêt jî bi serde li xwe dikin. Şewqe, kum yan jî kefî didin serê xwe, gorên ji hirî û qondere dikin nigê xwe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]