Elewîtî
Elewîtî (bi erebî: علوی) navê baweriyeke olî li Kurdistan, Anatoliya û Rojhilata Navîn e. Ji navê pismamê pêxemberê ola îslamê Muhemmed ji Elî navê xwe digire.
Piştî wefata Muhemmed, ji bo xelîfetiya olî hinde nakokî derdikevin. Herwekî mezheb, kom û ber derdikevin. Eva dibe sedem ku di nava ola îslamê de him ji aliyê feylesofî, him jî ji aliyê tevgerî têkoşîna beran pêk were. Bawermendên ku xelîfetiya Elî dilxwaz dikirin, piştî kuştina wî li mizgeftê, nerazîbûnên xwe nîşanî serokatiya dewleta îslamê didin. Li Kerbelayê zarokên Elî û îmamên pêşeng tên êşkencekirin û qetilkirin. Nakokî êdî riya sunî û şiîtiyê zexm dike. Sunî parêzvaniya xîlafeta heyî dikin, şîa jî li dijî têdikoşin.
Bingeha elewîtiyê wiha dest pê dike. Mixabin elewî ne şîa ne û pirranî bi şaşî wisa tên zanîn. Wekî tê zanîn îslam dema ku li dinyayê belav dibe li cihê ku çûye, gelek ol û kultur hene. Îslam kêm zêde bi wan kultur û olên herêmî re digemûşe. Dema îslam li Kurdistanê belav dibe, hin kurd bi 100 % dipejirînin, hinek wekî êzîdiyan ji zerdeştîtî û îslamê gemûşek diafirînin hwd. Kurdên ku li wargehên bilind ku xweparastina wan hêsan e dijîn, nîvenîn îslamê dipejirînin. Helbet eva kurtiya derketine mezheb û baweriyên cuda li Kurdistanê ye. Bo mirov baş têbigihêje, divê mirov dîroka olan û civakan analîz bike, bizanibe.
Elewî baweriyeke taybet e. Ji zerdeştîtiyê, şamanîzmê (bo mînak elewîtiya berên tirkên koçber) û îslamê sûdwergirtiye, gemûşiye. Elewîtî ji Kurdistanê belav nava berên tirk, ereb, çerkez hwd dibe.
Elewîtî li Kurdistanê baweriyeke girîng e. Ji wan re li Tirkiyeyê "qizilbaş" jî dibêjin. Bawermendên elewî gelek zil û zordariyê ji sazûmaniyên sunî (wekî osmanî, emewî, komara Tirkiyê hwd) dibînin û hêj jî wisa ye.
Îro li Tirkiyeyê naskirina fermî ya dewletê ya elewîtiyê nîne. Şowenîzma îdeolojiya fermî ya tirk-îslamê ya li dijî bawerî û nasnameyên din didome.