Îdir
Îdir Reşqelas Iğdır | |
![]() Wergirtinek navenda bajêr
| |
Navçe | |
Dûgel | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Parêzgeh | Îdir (parêzgeh) |
Serbajar | Îdir |
Hejmara bajarokan | 4 bajarok |
Hejmara gundan | 40 gund |
Gelhe (2009) | 122.780[1] kes |
Rûerd | 1.431 km2 |
Berbelavî | 85,8 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2009) | 76.950 kes |
Koordînat | 39°55′12″Bk 44°2′37″Rh / 39.92000°Bk 44.04361°Rh |
Bilindayî | 860 m |
Koda postayê | 76500 |
Koda telefonê | (+90) 476 |
Îdir an jî Reşqelas[2] (bi tirkî: Iğdır) bajarekî li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ye.
Beriya Serhildanên Agiriyê girêdayî bajarê Agirî bû, piştî têk çûyîna kurdên Agirî, Îdir bi Qersê ve hate girêdan. Heya 1991ê navçeya Qersê bû. Pîvana erdê navçeyê 2.424 km û û rûber, 1.650 ye. Hejmara nifûsa wê nêzîkî 75.927 e.
Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pîvana erdê navçeyê 2.424 km û û rûber, 1.650 ye. Hejmara nifûsa wê nêzîkî 75.927 e. Di Bakurê Kurdistanê de deşta mezintirîn û kûrtirîn li vir e. Hewa Îdirê gelekî xweş e. Ji ber ku cihê vî bajarî çal e, him germ e û him jî gelek fêkî lê hêşîn dibin. Bajar rasterast li pêşiya Çiyayê Agiriyê çêbûye.
Navê deşta Îdirê yê berê Rewan e. Lê belkê ji wê ye, deşta ku îro beşeke wê li para Ermenistanê ketiye, li ser axa wê ye. Ango ji vê deştê gişkî re Deşta Rewanê hatiye gotin. Xelkê bajêr pêz xwedî dikin û çandiniyê re mijûl dibin. Her weha ji ber ku li ser sînor e, bazirganî jî pir pêşda çûye. Ev deh-panzdeh sal in bajarê Îdirê ji hêla aboriyê ve pir pêşta çûye. Kurdên li vî bajarî piranî ji eşîrên Celalî û Redkî ne. Lê kêm bin jî eşîrên din jî hene. Niştecihên bajêr ji kurd û azeriyan pêk dihên. Her weha hinekî jî ermenî li vê herêmê dijîn.
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
![]() |
Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
![]() |
Pêşketina nifûsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pêşketina niştecihan | ||||||||||||||||||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Sal | 1955 | 1960 | 1970 | 1980 | 1985 | 1990 | 1997 | 2000 | 2007 | |||||||||||||||
Niştecih | 17.585 | 14.670 | 29.542 | 24.352 | 29.460 | 35.858 | 45.941 | 59.880 | 75.927 |
Dîmenên Îdirê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-
Dîmenek ji Îdirê
-
Deşta Îdirê
-
Kêlkeyê gorrê bi qloçê beran li Îdirê
-
Wergirtinek Îdirê ji Çiyayê Araratê
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ TÜİK, 2009
- ↑ İbrahim Sediyani (2009). "Adını Arayan Coğrafya", Özedönüş Yayınevi, İstanbul. ISBN 9786054296002
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

- (bi tirkî û kurdî) Girêdana arşîvê 2007-02-05 li ser Wayback Machine
- Malpera fermî ya bajêr
- Malpera nûçeyan a Îdirê Girêdana arşîvê 2008-05-11 li ser Wayback Machine