Hewramî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hewramanî hat beralîkirin)
Hewramî
Welatên lê tê axaftin  Îran
 Îraq
Herêm  Kurdistan
Axiverên zimanê zikmakî 500.000
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3 hac

Nexşeya zaravayên kurdî

Hewramî yek ji zaravayê Kurdiya Goranî ye.[1] Kesên hewramî ji zarê xwe re dibêjin: oramî, maçû an jî maço. Navê axiftvanên vî zimanî hewraman e.

Li ser hewramî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hewramî ji zaravayek goranî ye û ji sedsala 16. heta 21. an li Kurdistana Bakur û Rojhilat wek zimanek wêjeyî tê ber çavan. Li gor Muhemmed Emîn Hewramanî: Kurdiya Hewramanî zimanek berê ye (di sala koçî 132) û ne tenê dema Begê Erdelanê Baban, diçe demên berê û zimanê ol û wêjeyî ye. Hinek berhemên li ser Kurdiya Hewramanên nîşan didin û digihîjin demên 880 sal berê.

Herwiha, Hewramî zaraveyekî zimanê kurdî ye, li navendî Kurdistanê bi pirî ji êlen kurdên yarsan, ên ku ji zimanê xwe re maçû dibêjin, tê axavtin. Lê belê li Bahdînan jî êlen Şebek, Bacilan û Sarlî hewramî diaxivin. Hewramî lêkçûnekî zaf ligel zazakî û zaravêyen goranî heye. Pêtir ji % 30 yên wişeyên hewramî ligel zimanê avestayî yekin û bi zazakî, lekî û bacalanî ve, li gorî zimannasên kurd Malmîsanij û M. Izady tipekî, bi nave pehlevenkî di nav zimane kurdî de pêk tîne.

Zaravê hewramî demekî, li navendî Kurdistanê zimanê fermî bû, hetanî serê 1900 li herêma Mîren Erdelanê zimanê fermî bû, paşê şûna xwe da soranî. Îro kese ku hewramî diaxivin qasî 300.000 - 500.000 merivan ketine.

Destnivîsara ya helbestan goranî li British Library, Or. 6444 (1197–8 PH/1782–4 PZ)

Or. 6444, folio 11 recto
Or. 6444, folio 55 recto

Devokên hewramî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hewramî ligel zaravayên kurdî yên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hewramî Soranî Lekî Kirmaşanî Kurmancî Zazakî Kelhurî Bacalanî
Emin, Min Min Min Min Ez, Min Ez Mi Min, Emin
To, Etû, Tû To Tu Tu, te Ti, To Ti Ti, To
Emin/Min mekerû Min dekem Min mekem Min kem Ez dikim Ez kenan Mi kem Min mekere
Min milû Min deçim Min Meçim Min çim Ez diçim Ez şonan Mi çim Min melû
Zor/fira Zor Fira Fere, Ziyad Pir, Gelek, Zaf Zaf Fire fire
Wat/vat Got/Wit Wat/vit Wit Got Vat Wet Wet
îse Êsta, êste Îske/Îse Îse, Îrenge Niha, Vêsta, Nika Nika Îrênge êste
ame- Hat- Het- Hat- Hat- ame- Hat- ame-
Deng Deng, Bang Hena Deng Deng Veng Hena Deng
Gore Gewre Kel´n Gewre, Qeü Gewre, Gir, Mezin Pîl Kel´n Gewre
Va/Wa Ba Wa/va Wa Ba Va Wa Va
Waran Baran Waran/varan Waran Baran Varan Waran Baran
Xirab Xirap Gen/xiraw Xeraw, Gen Xirab/genî Xirab Gen xirab

Pirtûken hewramî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hata serê 1900î de, 38 pirtûk bi zimanê kurdî hatibun nivîsandin, ji wan 18 hev bi zaravayê hewramî bûn, 10 hev bi soranî û 10 hev jî kurmancî. Lê belê ji wî virda hewramî rolla xwe ya zimanê edebî wenda kir û kem pirtûk bi zaravêye hewramî hatin nivîsandin.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dengnasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Alfabe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyvnasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mînakên hevokan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wêjeya hewramî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtukên bi hewramî yên dirokî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wêje[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yên dirokî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]