Ûrmiye: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Betalkirî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Betalkirî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 22: Rêz 22:
}}
}}
[[Wêne:Urmia uni central library.jpg|thumb|Pirtûkxaneya Zanîngeha Ûrmiyeyê]]
[[Wêne:Urmia uni central library.jpg|thumb|Pirtûkxaneya Zanîngeha Ûrmiyeyê]]
'''Ûrmiye'''<ref>Ronayî Onen û Samî Tan (2009). Hînker. Asta sêyemîn [sic]. Enstîtuya Kurdî, Stembol.</ref>, '''Wirmê'''<ref>Ebdulla Xafor (1996). Cografyay Kurdistan. APEC</ref> an '''Urmê'''<ref>Gîwî Mukriyanî (1999/2010). Ferhengî Kurdistan. Kurdî-kurdî. Enstituya Kurdî ya Amedê</ref> ({{bi-fa|اورمیه}}), bajarê didu ya herî mezin ê [[rojhilatê Kurdistanê]] paş bajarê [[Kirmaşan]] ê ye. Nifûsa bajarê Ûrmiyê li derdora 970.000 xeleqe [[azerî]] dipeyivin. Bajar ji çend herêmên cuda ên kurdnişîn û azernişîn pêk tê:
'''Ûrmiye'''<ref>Ronayî Onen û Samî Tan (2009). Hînker. Asta sêyemîn [sic]. Enstîtuya Kurdî, Stembol.</ref>, '''Wirmê'''<ref>Ebdulla Xafor (1996). APEC</ref> an '''Urmê'''<ref>Gîwî Mukriyanî (1999/2010). FerEnstituya Kurdî ya Amedê</ref> ({{bi-fa|اورمیه}}), bajarê didu ya herî mezin ê [[Azerbaijan]] paş bajarê [[Kirmaşan]] ê ye. Nifûsa bajarê Ûrmiyê li derdora 970.000 xeleqe [[azerî]] dipeyivin. Bajar ji çend herêmên cuda ên kurdnişîn û azernişîn pêk tê:


== Peyvnasî ==
== Peyvnasî ==

Guhartoya 09:23, 10 hezîran 2023

Ji bo maneyên din li Ûrmiye (cudakirin) binêre.
Ûrmiye
ارومیه
Ûrmiye li ser nexşeya Îran nîşan dide
Ûrmiye
Ûrmiye
Ûrmiye (Îran)
Kargêrî
Dûgel  Îran
Parêzgeh Ûrmiye
Navçe Ûrmiye
Nahiye Navend
Demografî
Navê nîştecihan ûrmiyeyî
Gelhe 963.738 (2011)
Erdnîgarî
Bilindayî 1.355
Koordînat 37°32′55″Bk 45°04′03″Rh / 37.5486°Bk 45.0675°Rh / 37.5486; 45.0675
Wêne
Wêne ya Ûrmiyeyê ji esmanê
Pirtûkxaneya Zanîngeha Ûrmiyeyê

Ûrmiye[1], Wirmê[2] an Urmê[3] (bi farisî: اورمیه‎), bajarê didu ya herî mezin ê Azerbaijan paş bajarê Kirmaşan ê ye. Nifûsa bajarê Ûrmiyê li derdora 970.000 xeleqe azerî dipeyivin. Bajar ji çend herêmên cuda ên kurdnişîn û azernişîn pêk tê:

Peyvnasî

Heta niha gelek niqaş li ser vî navî hatine kirin. Hraç Martirosiyan (Hrach Martirosyan) di pirtûka xwe bi navê Studies in Armenian Etymology di rûpela 681 de dibêje Ormî di zimanê Ermenî de wate divarê derûdora bajêr. Paşê dibêje ormi digel ὅρμος / hormos a Yewnanî bi wateya liman ya iskile, yek kok heye ku erdnîgarê jî vê peyt dike.

Ûrmiyê dîrokekî pir kevin heye. Pêşniyarê dîn ji bo koka navê Ûrmiyê ev in: Pourdavoud, Ûr- (bajerekî mîna di bêjeya Ûrşelîm, bajarê Silêman) û -miye (av); di zimanê Aramî de wate bajarê avan[çavkanî hewce ye]. Samuel Noah dibê ku orum digel ho-ru-um a di navê horumkoraka ya Sumêrê ku navê çiyayekî di Efsaneya loqalbanda padişahê Sumerê ye hevkok be[çavkanî hewce ye]. Minorsky, ji ber ku di hin nivîstekyên Sûryanî de ku li pal gola Ûrmiyê hatine dîtin navê Armaitî Urmaitî hatiye dibe ku ev nav Sûryanî be[çavkanî hewce ye]. Navê berê yê Ûrmiyê di serdema şah de Rizayiye bû ku ji navê Riza Şahê Pehlevî girtÎ bûn. Navê Ûrmiyê yê kevin di serdema Sasaniyan de Çîçist bû ye ku di nivîsteka Avestayê de jî hatiyê ku zadîgeha Pêxembera Zêrdeşt bû ye. Niha jî li kêlega Ûrmiyeyê gundek bi navê Çîçist heye.

Erdnîgar

Ji aliyê erdnîgariyê de, bajarê Ûrmiyeyê ji aliyê rojhilat ve digehe gola Ûrmiyê û ji aliyê rojava ve digehe bakurê Kurdistanê û ji bakur ve digehe bajarê Selmasê û ji aliyê başûr ve digehe bajarên Nexede û Şino yê.

Ûrmiye navenda parezgeha Azerbaycana Rojava(bi kurdî parêzgeha Ûrmiye) yê, ku ji bajarên Mehabad, Xoy, Selmas, Makû, Çaldiran, Miyanduav, Bokan, Nexede, Şino, Pîranşar û Serdeştê pêk tê. "Menda-Avdî"

Dabeşkirina bexşê

 Gotara bingehîn: Ûrmiye (bexş)

Gundistanên bexşê:

  • Merkezî (navend) (lمرکزی), gundistanên vê bexşê ev in:
    • Berandiz (باراندوز)
    • Berandizçaya Serî (باراندوزچای شمالی)
    • Berandizçaya Binî (باراندوزچای جنوبی)
    • Turkeman (ترکمان)
    • Bekşlûçay (بکشلوچای)
    • Dol (دول)
    • Nazlûya Binî (نازلوی جنوبی)
    • Başqela (باش قلعه)
    • Rozeçay (روضه چای)
Şaristana Ûrmiyeyê

Dîrok

Di vî bajarî de yek ji pêşengên tevgera Kurdayetiyê Dr. Qasimlo hatiye dinê.

Demografî

Li herêmê êlên Begzade, Celalî, Dirî, Hinare, Herkî , Kirmanc, Kore Sunî, Seyîd û Evdoyî û Kardarî dijîn.

Çavkanî

  1. ^ Ronayî Onen û Samî Tan (2009). Hînker. Asta sêyemîn [sic]. Enstîtuya Kurdî, Stembol.
  2. ^ Ebdulla Xafor (1996). APEC
  3. ^ Gîwî Mukriyanî (1999/2010). FerEnstituya Kurdî ya Amedê

Girêdanên derve