Sînemilî (devok)
Devoka Sînemilî | ||
---|---|---|
Kurmoncî | ||
Welatên lê tê axaftin | Kurdistan | |
Herêm | Gurgum, Qeyserî, Meledî, Adiyeman, Edene, Sêwas | |
Axiverên zimanê zikmakî | − | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Awayên kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | – |
Devoka êla Sînemilî yek ji devokên kurmancî yên jêrzaravaya rojava ya ku li rojavayê Kurdistanê, ango li parêzgehên wek Dêrsim, Sêwas, Ezirgan, Riha, Xetay, Dîlok, Efrîn, Gurgum, Adiyeman, Xarpêt û li Anatoliya Navîn û Pontûsê tê axavtin e. Bi vê zaravayê ne tenê Sînemilî, herwiha kurdên elewî yên li Kurecikê, Darendeyê, Melediyê, Girînê, Çêlikanê, Sarizê, Avşînê hwd. jî pê diaxivin.
Deng
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev devok ji aliyê fonetîka xwe û veguhêrînên dengî de gelekî balkêş e. Hemû deng di kurmanciya botanî de tê de hebin jî, vana di telafuzê de tênê guherandin. Herwiha dengê [e] dibe [a] an [æ] (ez -> az). Dîsa bi kêmî [o] dibe [ê], [ê] dibe [î] (navê te -> novî ta) û [a] dibe [û]. Dengê [b] yê di kurmanciya botanî dibe [v] an carnan [w], gerçî ev mêla veguhêrandina dengê b -> v di devoka Serhedê de jî heye.[1] Dîftonga [xw] carnan dihele ser [x]ê ye (bixa <- bixwe). Avahiya fonetîkî ya vê devokê gelekî nêzîkê zaravayên kurdî yên başur e (Soranî, Kelhûrî, Lekî).[2]
Ferheng
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ferhengoka devoka Sînemîlî jorejêr bi ya jêrzaravaya kurmancî ya rojava re yek e. Lewma ku veguhêrandinên dengî yên di vê devokê de xeynî çend vejartan di kurmancî rojavayî de jî xuyayî ne.
Sînemilî | Kurmanciya nûjen |
---|---|
weska, wesda | niha (Soranî: esta, Lekî: eskê) |
dengkirin | axaftin |
delik | zarok |
dol | dawet |
apa | met |
atê | dayik |
bêtin | gotin |
bilem | gelo |
bozik | hermî |
birbang | sive |
çirr, çirg | ça, çawa |
dangiz | derya |
tirçî, Tirçiye | tirkî (romî), Tirkiye |
meyr | lêzim, meriv |
ancan | (di) dawî de |
ax | ax, xwêlî |
banu | benîşt |
bürün | birîn |
ogir | agir |
nov | nav |
Hejmar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1 yak
- 2 dudu
- 3 sesê
- 4 çar
- 5 panc
- 6 şaş
- 7 hawt
- 8 hayşt
- 9 nah
- 10 dah
- 11 dah û yak
- 12 dah û dudu
- 13 dah û sesê
- 14 dah û çar
- 15 dah û panc
- 16 dah û şaş
- 17 dah û hawt
- 18 dah û hayşt
- 19 dah û nah
- 20 bîst
- 30 Sî
- 40 çell
- 50 pîynce
- 60 şêst
- 70 hawtê
- 80 hayştê
- 90 nod
- 100 sad
- 1000 hazar
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Sinemilli Sivesi (9.06.2012), ji orîjînalê di 29 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 hezîran 2012
- ^ Westmundart, Kurdica (09.06.2012)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |