Êlih
Êlih | |
---|---|
Bajar | |
Batman | |
Koordînat: 37°53′0″Bk 41°7′40″Rh / 37.88333°Bk 41.12778°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Batman |
Serbajar | Êlih |
Hejmara bajarokan | 5 bajarok |
Hejmara taxan | 136 tax |
Hejmara gundan | 283 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 564 km2 (218 sq mi) |
Bilindahî | 575 m (1886 ft) |
Nifûs (2022) | 634.491[1] |
• Berbelavî | 575,2/km2 (1490/sq mi) |
• Serbajar (2022) | 487.000 [2] |
Koda postayê | 72000 |
Koda telefonê | (+90) 488 |
biguhêre |
Êlih anku Êliḧ (bi tirkî: Batman) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û navenda rêveberiya parêzgeha Batmanê ye. Bajêr li nêzîkê tevlêhevbûna Çemê Dîcleyê û Çemê Êlihê û li ser deşteke ku ji asta deryayê 540 mêtre bilind e hatiye avakirin. Li gorî daneyên sala 2021ê nifûsa bajêr 452.157 kes e.
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajêr navê xwe berê ku bibe navçe û bajarê Êlihê ji gundê Êlihê wergirtiye.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîroka kevnar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajêr li herêma Çemê Dîcleyê ya stratejîk û li kêleka erdên berhemdar û girên zinarîn hene ku gelek şikeftan vedihewîne hatiye avakirin. Ji ber vê yekê li gorî delîlên arkeolojîk îhtîmalek heye ku herêm ji serdema neolîtîk (paleolîtîk) ve bûye nişteciha mirovan. Yekem delîlên bibelgekirî yên niştecihbûna li herêma bajêr vedigere sedsala 7ê berî zayînê. Li herêma herî ya bajêr "giravek" çêkirî ku wekî elekhan tê zanîn hatiye çêkirin ku ji sala 546ê berî zayînê heya êrîşa Îskenderê Mezin ya sala 352ê berî zayînê de 194 salan serbixwe maye. Herêma bajêr di sedsalên 4an û 6an de navendek dînî ya xiristiyanî bû ku demeke demdirêj bûye beşek ji Împeratoriya Bîzansê.[2][3]
Dîroka nûjen
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajêr di sala 1957an de navçeyeke parêzgeha Sêrtê bû. Piştî ku parêzgeha Batmanê di gulana sala 1990an de hatiye damezrandin bajêr dibe navenda rêveberiya parêzgeha Batmanê. Bajar di sala 1944an de bi rêya trênê bi Amedê re hatiye girêdan. Heya sala 1950an dema ku otoban hêdî hêdî girîngtir dibin rêya hesinî ji bo veguhestina bajêr rêyeke sereke. Bajêr heta salên 1950î gundekî bi navê Êlihê nû û nifûsa gund bi qassî 3000 kesan bû.[4] Di wê demê Êlih yek ji gundên bi ser parêzgeha Sêrtê bû.
Di 2ê îlona sala 1957an de Êlih dibe navendek navçe û di 16ê gulana sala 1990am de parêzgeha Batmanê hatiye damezrandin û Êlih dibe navenda rêveberiya parêzgeha.[3]
Di salên 1930î de li herêmê petrol hatiye dîtin û parzûngeha (refîner) herî kevn a Bakurê Kurdistanê di sala 1955an de ji bo hilanîna nefta xam a li herêma Raman û Xerzanê hatiye çêkirin. Parzûngeha ku ji aliyê pargîdaniya Tüpraşê ve tê xebitandin salane 1,1 milyon ton û bi kapasîteya depokirinê jî 253 milyar m³ (330,000 milyon mûtrekûp) petrola xam hildiberîne.[5][6]
Di salên dawî ji ber pîşesaziyên derxistina neftê û bi dîtina qadên petrolên li derveyî bajêr, Êlih di destpêka salên 1950an de bi awayekê bilez mezin dibe û pêşveçûneke berbiçav bidest dixe.
Kronolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berî zayînê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 800 - 612 dema asûriyan
- 612 - 550 Împeratoriya medan
Piştî zayînê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 350 Dema mekedoniyan
- 700 Dema ereban
- 927 Dema bîzansiyan
- 1107 Dema selçukiyan
- 1243 dema mogolan
- 1514 Dema osmaniyan
- 1894 Serhildana Sasonê li dijî osmaniyan
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cihên erdnîgarî û sînorên bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdiyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Bidlîs û Mûşê, li rojhilat bi Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê û li rojava jî bi Amedê hatiye dorpêçkirin.
Taybetiyên erda bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Erda herêmê ji 75,7% ji çiyayan pêk tê. Zozan û deşt ji 24,3% e. Ji wî erdî ji 91,7% ê wî ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Li herêmê bi tenê nîsk, genim, tûtin, pembo, tirî û zebeş, pîvaz tên çandin. Gwîz, berrû, incaz, beîv, hîjîr û wez jî li wêre tên şitlandin.
Çiyayên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sason (2.973 m), Zupser (2.044 m), Raman (1.263 m)
Deşt û zozanên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Deşta Batmanê (10.000 ha), Deşta Qubînê (dirêjahî 15–20 km, firehî 2–3 km ye).
Geliyê Çemê Batmanê û qismek ji geliyê Çemê Dîcle, geliyên herî mezinên li herêmê ne.
Çem û gol
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gol li herêmê tune ne. Çemê Batmanê û Dicleyê yên herî mezin in ên ku li herêmê diherikin. Çemê Xerzan jî dikeve nav sînorên bajêr.
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Êlih xwedan avhewa Deryaya Navîn e (Köppen: Csa, Trewartha: Cs) ku di mehên havînan de germ e û di mehên zivistanê de jî hênik derbas dibe. Bajêr yek ji bajarên herî germ ê Bakurê Kurdistanê ye ku di meha tîrmehê de bi navînî 30,9 °C germ çêdibe. Di mehên zivistanê bi şev sar û bi roj jî hênik û bi baran derbas dibe.
Li bajêr hinek caran di mehên kanûn û adarê de berf dibare.
Li bajêr germahiya herî bilind a tomarkirî di tîrmeha sala 1962an de çêbûye ku li bajêr bi pileye 48,8 °C ê germ çêbûye.
Germahiya herî nizm a tomarkirî di 1ê çileya sala 2007an çêbûye ku pileya -24,0 °C ê sermahî hatiye tomarkirin.[7]
Germahî û barîna nîvekî ya mehane yê Êlihê
Çavkanî: Statîstîkên avhewaya Êlihê
|
Cureyên heywanan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xwedîkirina heywanên kedî mijûliyeteke mezin e li herêmê. Li herêmê heywanên kovî, wekî rovî, kew, kîvroşk û gur jî peyde dibin.
Binerdên bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Qubînê, li Çiyayê Ramanê petrol derdikeve. Wekî din li herêmê xwê, krom, asfalt û sifir jî ji bin erdê derdikeve.
Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kela Hezoyê û bajarê berê yê Heskîfê ciyên gerê yên ji bo turîstan e.
Çand û huner
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ol û civak
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piranîya serjimarê ji misilmanan pêk tê. Li gundên li derûdora Qubînê êzîdî gelheyeke mezin dinimînin. Xiristiyan pir kêm li herêmê peyde dibin. Piranîya gelheyê ji kurdan pêk tê. Van salên dawî bi saya Rafînera Petrolê tirk jî li herêmê bi cih bûne. Ereb û suryanî jî civakên din ên herêmê ne.
Xwarênên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Keşkek, biryan, kifta bi mast û "Kitel" xwarinên herî naskirîne ku li herêmê tên xwarin.
Kincên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şelwar ji alî zilaman ve tê li xwe kirin. Bi ser de îşligek ku milê wî dirêj û nexş kirî (celehu) tê li xwe kirin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî û pêlavên ku jê re dibêjin "reşik" hene.
Jinên herêmê fîstanên hevreşim yên rengîn ku dibiriqîn li xwe dikin. Şelwarek fireh û gorên ji hirî li xwe dikin. Kefî yan jî puşî jî didin serê xwe. Pêlavên lastîk yan jî çarox ji li nigên xwe dikin.
Li heremê kincên modern ji, bi taybetî wan salên dawî tên li xwe kirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ [1]
- ^ "GAP | Batman". web.archive.org. 10 adar 2011. Ji orîjînalê di 10 adar 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
- ^ a b "Dîroka Êlihê". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 kanûna pêşîn 2011. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Batmanpostasigazetesi.com - batman haberleri, batman hakkinda haberler, güncel haber, batman haber, internet haber, spor haber [ Yazar : Şehmus Ustabaşı ]". web.archive.org. 10 çiriya pêşîn 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 çiriya pêşîn 2010. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Parzûnên petrola Êlihê". web.archive.org. 14 hezîran 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 14 hezîran 2016. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Agahiyên giştî ya Êlihê". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 kanûna pêşîn 2011. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Statîstîkên avhewaya Êlihê".