Bazincan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bazincan navê eşîreke kurdan a dîrokî ye. Navê vê eşîrên di çavkaniyên îslamî û di şahnameyê de derbas dibe. Gorî Mesûdî (di sala 943an d) û Îştaxrî (951î de) êv eşîr li herêma Îsfehanê hatibû bicîhkirin. Firdewsî di şahnameyê de îdia dike ku kurd ji pênc eşîran Ciloya (Kuhgîlu an Celalî), Sîwan, Lawalîcan, Kariyan û Bazincan û 500.000 nefêran pêkhatibûn e. Di eynî çavkaniyê de tê gotin ku kurd hemû di şerrên hember artêşên îslamê ve hatibûne qirkirin, xeynî yekê bi navê Alak, ê ku bibû misilman û xwedî zuret bû[1]. Bi guman ev eşîr bi piraniya xwe asîmîle bûye û îroyî bi farisî diaxive. Navê vê eşîrê bi dawî di lîsteya Mardux Kurdistanî ya êl û eşîrên kurdan de derbas dibe[2].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Minorsky, V.: Kurden. EI1
  2. ^ Iranica: Kurdish Tribes