Here naverokê

Herkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hêrkî hat beralîkirin)

Hêrkî êleke kurdan a mezin e. Bi taybetî li navenda Kurdistanê dijîn. Herkî kurmancîaxêv û misilman in. Bingeha eşîra Herkiyan digehe gundê Bêdew û Herkî, Şemzînan belavî Kurdistanê bûne. Bi dûçûna gotina mezinên Herkiyan, bi navê Babekir kesek hebû û xwedî sê kur bû. Mendo, Sîdan û Serhatî. Ji van kuran belav bûne û bi navê van her sê kuran, sê eşîr hene. Li Tirkiya, Îraq û Îranê dijîn.

Şêwaza jiyana wan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herkiyan di kevn de koçber bûn. Ji binyê çiyên Kurdistanê bi azadî koç dikirin, lê ev jiyana azad piştî Peymana Sêvrê ya sala 1920’an têk çû. Bi avabûna dewletên Tirkiyê, Îraqê, Sûriyê û Îranê û xêzkirina sînorên wan, li ber wan asteng çêbû û wan neçar kir ku di yek ji van dewletên nû-avabûyî de bicih bibin. Di destpêkê de Herkiyan ev sînor qebûl nedikirin û herwiha di hatûçûyê de bûn, lê bi sedema êrîşên Tirk û astengên wan, ku gelek ji wan hatin kuştin, neçar man ku li wan gundan ku zivistanan lê dimînin, bicih bibin.

Pêşketina van sînorên jiyana Herkiyan û hemû hûzên din ên Kurd têk da; bi awayekî wan nikaribû wek bav û bapîrên xwe bi azadî koç bikin û sînorên dewletan û cihên karê wan tengtir bûn. Ji ber vê yekê em dibînin ku Herkiyan li her çar parçeyên Kurdistanê hene û her yek nasnameyek cuda digirin, lê di bingehê de ew yek hûz û yek malbat in û heta îro girêdanên xêzaniyê û civakî yên wan bi hev re hêzdar in.

Îro Herkiyan li Kurdistana Îranê li Berandz û Şemlan, li bajarê Urmiyê, li Deştêbil (Şino), Tergêwer û Mergêwer dijîn. Herkiyên Kurdistana Îraqê jî li navbera qezaya Xebatê û nahiyeya Bestora, Korrê, Kesnezan, Mela Omer, Sêbîran û Topzawa, li Bahirkê û Kanî Qirjêla dijîn; navenda eşîreta Herkî gundê Dirêş e li Hewlêrê. Herwiha li bajarên Akrê û Dihokê, li nahiyeya Gerdêsîn û rojhilata Mûsilê jî bicih in. Li Tirkiyê, Herkiyan li Herk, Bêdaw û Geverê ya Şemzînan dijîn. Hin jî li gundê Şorê ya li binyê Çiyayê Helgûrdê nêzîkî 200 salan e dijîn; herwiha li derdorê Gola Wanê û Agirîyê jî bicih bûne.

Herkiyan bi azayî û cewanmêrîya xwe navdar bûn, bi taybetî piştî ku bi zorê bicih kirin û bûn metirsî ji bo hemû hukûmetên Îraqê, Tirkiyê û Îranê. Ji ber vê yekê, bi awayekî taybet ji aliyê dijminên Kurdan ve Herkiyan bi hesab hatine kirin.

Dabeşkirina eşîrê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi dûfçuna rûspîyên Herkiyan, demara Herkiyan digehe kesekê bi navê Babekir. Babekir 4 kur hebûne; Mendo, Sîdo, Serhad û Mamşer. Ji her sê kurên li pêşîyê me nivîsî sê eşîr çêbûne

  1. Mendo
  2. Sîdo
  3. Serhad
  • C.Sandreczki, Reise nach Mosul und durch Kurdistan nach Urmia(Stutgart, 1857)