Şebek (eşîr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şebek (eşîret) hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Şebek binêre.
Êla Şebek
Agahiyên gelemperî
Hoz Gergerî/Şikak
Harirî
Mûsilî
Esil Kurd
Ziman Hewramî (Şebekî)
Herêmên dîrokî Behdînan
Belavbûn Mûsil
Topzawa
Deşta Xoşarê
Zara Xatûn
Eski Kalak
Elîreş
Demografî
Gelhe 100.000
Bawerî
Dîn Şebektî û Sûnî

Şebek êleke û terîqeteke xûlatî li herêma Behdînan e. Zaravayê wan a ku wek Şebekî bi nav dibe, gelek nêzîke zaravaya Hewramî ye. Êla Şebek oleke taybetmendî ya ku navê xwe ji vê êlê girtiye dihabîne. Şebek xwe misilman fembikin jî kurdnas wan yek ji terîqetên xûlatî di nava kurdan de dijimerin.[1] Şebek li Iraqê bi fermî wek gelekî kêmjimar têne naskirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdên behdînan ên cîranên şebekan an kurmancî an jî soranî diaxivin. Belê paralel di navbera zaravayên şebekan û cîranên wan de hebin jî, zaravayê şebekî bi rastî ne kurmancî ne jî soranî ye. Beyan e ku zaravayê şebekan di cografiya zaravayên kurdî de zêdeyî nêzîkê kurdiya hewramî, ya ku li navenda Kurdistan belavî ye. Hinek kes diyar dikin ku pêwist e ku pêwendiyek wanan bi hewramîaxivan re hebe. Şebek bi xwe bawer dikin ku di sedsala 17an de ji Îranê koçberê Mûsilê bûne.
Neyê be zanîn jî şebek çi wextê û çawa hatine warê xwe yê îroyî, di derheqê bicîhbûna şebekan li deşta Xosarê û eslê wan ve çend teoriyên cûda, yên ku balê dikişînin ser şûna nasnameya şebekî ya olî û etno-lenguîstî, hene. Koka navê Şebekan di zimanê erebî de ye. Şebekî bi erebî tê wateya "lihevxistin".[2] . Îbadet û diayên şebekan di formeke tevlihevxistî ya,bi gelekî jêgirtiyên farisî, kurdî û erebî, de tên afirandin.

Çand[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Şebektî

Şebek bingehîn hemî endamên oleke taybetmend bin jî, di van salên dawîn de gelekî ji wan bûne misilman.[3] Ola şebekan a bingehîn dikare wek senkretizmî bêye binavkirin, ji ber ku tê de hêmanên olên îslamê, elewîtî, êzîdîtî, yarsantî û xiristiyanî hene.

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Between assimilation and deportation: history of the shabak and kakais in northern Iraq, M. Leezenberg

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Michiel Leezenberg: The Shabak and the Kakais: Dynamics of Ethnicity in Iraqi Kurdistan, ILLC - Department of Humanities, University of Amsterdam[Girêdan daimî miriye]
  2. ^ EO: Shabak, ji orîjînalê di 6 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 24 gulan 2012
  3. ^ EO: Shabak, Religion, ji orîjînalê di 16 tîrmeh 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 gulan 2012