Hecbanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hecbanî, Hecebanî, Hacvanî an Hezbanî (belkî ji Hacevend, ) êleke kurdan a dîrokî ye.

Dîrok[biguherîne]

Koka vê êlê ji aliyê Mûsilê, ji herêma Bahdînan bû ye, û gorê Ensîklopediya Îslamê ev êl di sedsala 11'mîn de li herêma Şino, li Rojhilata Kurdistan a îro jî dima. Sedema vê ciguhirînê dubendiyek bi hikûmdarê Hemdaniyan Evdilê bîn Hemdan rê di sedsala 10'mîn de bûye[1]. Şaxekeke Hecbaniyan ji Şîno koçberiyê Qefkasiyayê bû ye. Sê dewletê Kurdan a Rewendî (Şikakî?), Şedadî û paşê jî Eyûbî, çimkî Eyûbî digijiyan Şedadiyan, bi eslê xwe Hecbanî bûn e. Tê zanîn ku Rewendî ên pêşiyên Şedadiyan, çi qas navê wan Erebî be jî, ezbeteke Hecbaniyan bûn. Her wiha malbata Eyûbiyan xwedî du nisbeyên (pêşnav) El-Hecbanî an jî Er-Reve(n)dî bû ye[2].

Navê Hecbanî îroj[biguherîne]

Li Kurdistanê û diyaspora Kurdan de çend eşîrên piçûk an jî ezbetên eşîran bi navên Hecbanî hene. Li parêzgehên Tirkiyên Yozqatê û Qeyseriyê eşîreke (beşî asîmîle bûne) piçûk bi vî navê heye. Genzgaze kû ev di bingeha xwe de ezbeteke êla Reşvend be. Li Xoresanê jî ezbeteke êla Zaferanlû bi navê Hecbanî (an jî Hezbanlû) heye.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Minorsky: Kurds. EI1
  2. Guest, Rhuvon: Life and works of Ibn er Rûmî, 'Ali ibn el 'Abbâs, Abû el Hasan. Luzac & co., 1944, rp. 124