Zîlan (êl)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zîlan navê konfederasyona eşîran e.

Eşîra zîlî (redkî) jî di bin banê konfederasyona zîlan de, eşîreke ku navê xwe daye konfederasyonê. Gelek kurd eşîra zîlî û konfederasyona zîlan tevlihev dikin, hew dizanin herdu yek in. Eşîra zîlî li Farqînê li gundê Kelê bi leşkerên Mîrê Merwan re şer dikin, wan red dikin (xelas dikin) û ji wî şerî bi şûn de ji vê eşîrê redkî ango yên ku xelas dikin, red dikin dibêjin.

Îro jî redkî xwe him wek zîlî û him jî redkî didine nasandin. Ji bo konfederasyona zîlan, temen mezinên Serhedê dibêjin "serkaniya zîlan ê, redkî ye" serkanî ango çavkanî. Ev bûyera li Farqînê, li gundê Kelê di silsileta eşîra redkî ya li ser çermê xezalê nivîsar de hatiye nivîsandinê. Îro jî li gundê Kelê ew cihê ku şer lê qewimiye re gelê herêmê Girê Seriya dibêje.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Burhan Kocadağ, Doğuda aşiretler: Kürtler ve Aleviler, 1992.