Alxasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Alxas navê hozeke kurdên elewîyan û sunîyan (henîfî) e ku bi piranî di Albistanê de û di Sêwregê de dijî. Ew bi kurmancî û/yan bi dimilkî deyn dikin. Devoka kurmancîya Alxasan û devoka kurdên Sînemilî pir nêzik in (Sînemilî (devok)). Devoka dimilkîya Alxasan devoka başûr e.

Navendên Alxasan di Albistanê de û di Sêwregê de ne, lê çend gundên Alxasî li tam Kurdistanê hene:

  • Mereş
    • Albistan [1]: Sevdilli, Yalıntaş (Aktil), Yoğunsöğüt, Yalak (Yalax), Toprakhisar (Torpaxsar), Beştepe, Büyükköy (Digır), Dere Topallı (Topalli), Yazı Topallı, Kösolar (Aksakal), Yapılıpınar (Biragani), Gölpinar (Golpinar), Han (Xan), Pasolar, Karakuyu; Mezre: (Karakuyu), (Gölpinar), Kalanzöran (Dengolar), (Pasolar), Kamolar, Kocapinar, Tahtali (Taxtali), Serçekuyusu, Şerefli, Maltoplar, (Han (Xan)), (Yazıtopallı)
    • Avşîn: Çomudüz: li vî gundî kesên Alxasan, Sînemilîyan, Kurecikan û Kürneliyan tevlihev in.
  • Meletî
  • Sêwas:
  • Qeyserî
  • Riha
  • Xorasan: Alkhas Qal'eh [7]
  • Azerbaycan

Derheq kokên kesên Alxasî çend bîrûbawerî hene:

  1. Li gora pirsiyarkirinên nivîskarî Mehmet Teker, eslên aşiretî "Alxas" Şadiyan in; rojekê Alxas çûn Sêwregê û Amedê; li wir doza xwîndariyê hebû; paşê pir Alxas hatin Albistanê û Dêrsimê, hinek li Sêwregê mayîn; li Dêrsimê Alxas bûn Xormekan; paşê hinek çûn Gimgimê. Li Albistanê Alxasan Kurmancî bellî kir. [8][9][10][11]
  2. Dibe ku eslên Alxasan Berazî bûn û ji Sêwregê rov Albistanê rê kêmzêde 150-200 berê sal bi cîh bûn. [12] Lê Alxasan li Sêwregê dibêjin ku ev ne bi Berazan girêdayî bûn, lê bi Bucakan.
  3. Bi dîtina Nûrî Dêrsimî se aşiret "Alxas", "Sînemilî" û "Atmî" bihevra "Atmî" konfederasyon pêkan; ew berê li Dêrsimê mayîn. [13]

Girêdanên derve[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)