Alîşerwanî
Eşîra Alîşerwanî | |
Agahiyên gelemperî | |
Hoz | Hiyarwendî Darawendî Seferwendî Çeraxwendî |
Esil | Kurd (Feylî)[1] |
Ziman | Kelhûrî (Beyreyî) |
Herêmên dîrokî | Piştî Kûh |
Belavbûn | Bedre Mendelî Darehşar Îlam |
Bawerî | |
Dîn | Îslam (Şiîtî) |
biguhêre ![]() |
Alîşerwanî an Beyreyî navê eşîreke mezin a kurdên feylî ye.
Gorî dîroka devkî ya alîşerwaniyan pêşiyên wan yekê bi navê Alîşerwan ji êla Sencabî, ya li parêzgeha Kirmaşanê biwar e, bû ye. Warê kevneşopî yê eşîra Alîşerwan herêma trîbal ya Piştî Kûh e. Ev eşîr heta destpêka sedsala 20'emîn bi gelekî eşîrên kurdan ên din ve li ser sînorên Îraq û Îranê wek nîvkoçer jiyaye. Piştî ku li nasmaneyên fermî li Îraqên têne belavkirin, pirraniya vê eşîrê dibe welatiyê Îraqê û li wî welatê têne akincîhkirin. Alîşerwanî zûda dest ji eşîrtî berdane. Pirraniya wan ji aliyê dîktatorê Îraqê Sedam Huseyn ve ji warê xwe hatine dûrketin. Niha li Bexdayê dijîn.