Sipkî
Êlên Sipkî | |
Agahiyên gelemperî | |
Hoz | Xelesinî Birîmî Masekî Torûnî Şemsîka Manikî Sturkî Rojkanî(Rojkî) Isedizî Mîxayîlî Ûtî Kilêrî Kasorî Mamzêdî Hesinî Derecekî Belî Çilî Kaşaxa Kareyî Pîvazî Recevî Sahanîya Şanezera Bilkî |
Esil | Êzidî |
Ziman | Serhedî (Kurmancî) |
Herêmên dîrokî | Serhed |
Belavbûn | Agirî Qers Îdir Wan Mûş Erzirom Bedlîs Êrîvan Tbîlîsî |
Bawerî | |
Dîn | Îslam Êzidîtî(Şerfedin) |
biguherîne ![]() |
Sipkî an jî Sipkan, yek ji konfederasyona eşîrên Kurdan e. Yek ji eşîrên mezin ên Kurdistanê ye. Eslê xwe êzîdî ne û di sedsala 18em de ji ber komkujiyê ji herêma Şingalê hatine cihên xwe yên niha. Bi taybetî li bajarê Agirî, Dîxor, Erdîş, Milazgir, Elcewaz, Xinûs, Tatos û li Qers, Erzirom, Wan, Îdir, Bedlîs û Mûşê dijîn. Ên ku li van deran dijîn bûne Misilman. Hinek jî li Ermenistan û Gurcistanê dijîn û Êzdî ne. Helbet li Kurdistan, Qefqasya, Tirkiye û Ewropayê jî belav bûne.
Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ji aliyê Yavûz Siltan Selîm ve di sala 1514an de eşîr ji herêma xwe hate derxistin û ji bo ewleyiya sînorên Împeratoriya Osmanî nêzikê sînorên Rûsya û Îranê re hat bicihkirin.
Di sala 1639an de bi Peymana Qesr-î Şîrînê ku di navbera tirk û farisan de hat çêkirin re Sipkî bitevayî ji rêveberiya Osmaniyê re hatin hêlan.
Di navbera salên 1829, 1854 û 1877an de şerên ku di navbera tirk û rûsan de derketin Sipkî ji aliyê rûsan bûn û şer kirin. Eşîra Sipkî bi eşîra Heyderî ve rehet nedane Dewleta Osmanî.
Gundên Sipkî yên li Amedê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Farqîn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Pasûr[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gundên Sipkî yên li Ermenistanê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Асланлу(Eslanlû), Асиблах(Asîblax), Зор(Zor), Аличалу(Alîçalû), Карахтин(Qerextîn), Аставлу, или Гунде Шеха(Astavlû), Кырблах(Qirbilax), Басинак(Basînek), Сойблах(Saybilax), Коджбаши(Qocbaşî), Ташушан(Taşûşan), Тярмашев(Germaşiv), Дамысхан(Demisxan), Хрбе сор(Xirbê Sor), Куч(Qûç), Хане(Xane), Гогырмас(Gogirmes), Карако(Qerequ), Гунде Ашо-Хусейн(Gundê Eşo Hisên), Бандамурад(Bendemûrad), Ташкорпи(Taşkorpî), Карахесар(Qerehesar), Чарсала(Çarsale), Омбла(Ombla), Дутах(Dutax).
Cihên Sipkî yên li Gurcistanê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Tbîlîsî, Gûrya, Rustavî, Kutaisi, Telavî, Gardabani û Kobuletî. Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem ji Ermenistanê koç kirine.
Axa û Begên eşîra Sipkî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Abdulmecîd Begê Sipkî, Serokeşîr (gora wî li Meterê ye)
- Mîrza Axayê Sipkî
- Hacî Yûsiv Paşa
- Yûsiv Beg
- Emer Beg
- Polat Beg
- Elî Axa
- Şikoyê Şemdîn Axa
- Şîlan Axa
- Hesen Axa
- Rizayê Kakê (rêberê ên ku çûn ermenistanê)
[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Şêx Salihî Sipkî
- Mele Resûlê Sipkî (mirin;1829, gora wî li Mûşê ye)
[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Yek ji Pêşmergeyên sereke yên serhildana Agiriyê kurê Abdulmecîd Begê, Xalis Begê Sipkî ji vê êlê ye.
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Girêdanên Derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Abdullah Varlı, Dîwan û jînewariya Ehmedê Xanî, Sipan Yayınları
- Mele Mahmûdê Bazîdî
- Heciyê Cindî, Hewarî