Here naverokê

Rûsya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Russia hat beralîkirin)
Российская Федерация Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûsya
Россия Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: Reveal your own Russia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: State Anthem of the Russian Federation, Patrioticheskaya Pesnya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûsya li ser nexşeyê
Map
Paytext

66°25'Bk, 94°15'Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
  • zimanê rûsî (census, 137.494.893, 2010)
  • Church Slavonic
  • Hill Mari
  • Khalkha Mongolian
  • Meadow Mari Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêveberî super-presidential republic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn (2012 Russian presidential election, 2018 Russian presidential election, 2024 Russian presidential election, Serokdewletê Rusyayê, 2012–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Michail Mišustin (Siyasetmedara/ê serbixwe, 2020–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 25 kanûna pêşîn 1991 (official name change, dissolution of the Soviet Union, dissolution of the Soviet Union) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 17.075.400 ±1 kîlometre çargoşe (2014) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 145.975.300 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
Hatûçûna ajotinê
  • right Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê +7
Malper
http://gov.ru/, http://gov.ru/index_en.html Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Rûsya an jî Federasyona Rûsyayê (bi rusî: Россия Rossija an jî bi fermî: Российская Федерация Rossijskaja Federatsija, welatekî Ewropaya Rojhilat e û Bakurê Asyayê ye ku ji aliyê erdnîgarî ve welatê herî mezin ê cîhanê ye ku di yazdeh deverên demjimêr de dirêj dibe û bi çardeh welatan re sinorên bejahiyê parve dike. Rûsya nehemîn welatê herî qelebalix ê cîhanê û welatê herî qerebalix ê Ewropayê ye. Rûsya welateke ku nifûsa welêt herî zêde bajarî ne ku li welêt 16 navendên ku nifûsa wan ji milyonek zêdetir e hene. Paytext û bajarê herî mezin bajarê Moskowê ye. Saint Petersburg duyem bajarê herî mezin ê Rûsyayê ye û paytexta welêt ya çandî ye.

Slavên Rojhilat di navbera sedsalên 3em û 8em ên p.z. de wekê komeke naskirî li Ewropayê derketine holê. Yekem dewleta Slaviya Rojhilat, Kievan a Rusî' di sedsala 9an de derket holê û di sala 988an de jî Xirîstiyaniya Ortodoks a Împeratoriya Bîzansê ji aliyê wan ve hatiye qebûl kirin. Di dawiyê de Kievan a Rûs ji hev belav bûye û Dûkîtiya Mezin a Moskowê rêberiya yekbûna erdên Rûsyayê dike ku di sala 1547an de dibe sedema ragihandina Tsardoma Rûsyayê. Di destpêka sedsala 18an de Rûsya bi desteserkirin, pêvekirin û bi hewildanên kefişvan ên rûsî pir berfireh bûye ku di nav Împeratoriya Rûsyayê de pêş ketiye ku di dîrokê de wekê sêyem împeratoriya herî mezin dimîne. Lêbelê bi Şoreşa Rûsyayê di sala 1917an de desthilatdariya padîşahî ya Rûsyayê hatiye hilweşandin û di dawiyê de SFSR-ya Rûsyayê ku dewleta yekem a makezagonî ya sosyalîst a cîhanê bû hatiye cihê padişahîya rûsî.

Piştî Şerê Navxweyî ya Rûsyayê, SFSR ya Rûsyayê bi sê komarên din ên Sovyetê re Yekîtiya Sovyetê ava kiriye ku pêkhateyên herî mezin û sereke yê Yekîtiya Sovyetê bû. Di sala 1930an de Yekîtiya Sovyetê ku bibû sedema berdêla bi milyon jiyanan di pêşketina pîşesaziyeke bilez de bû. Piştre di Şerê Cîhanê yê Duyem de bi pêşengiya hewildanên mezin li Eniya Rojhilat roleke diyarker ji bo hevalbendan lîstiye. Bi destpêkirina Şerê Sar re ji bo serdestiya îdeolojîk û bandora navneteweyî bi Dewletên Yekbûyî re dikeve nav hewlên hevberî yê. Serdema Sovyetê ya sedsala 20an hinek biserketinên teknolojîk ên Rûsyayê yên herî girîng têne dîtin ku di nav de yekem satelayta ku ji hêla mirovan ve hatiye çêkirin û yekem sefera mirovî ya li fezayê hatiye pêk anîn.

Di sala 1991ê de SFSR ya Rûsyayê bi rûxandina Yekîtiya Sovyetê re wekî Federasyona Rûsyayê hatiye damezrandin. Ji aliyê Federasyona Rusyayê ve destûreke nû hatiye qebûlkirin ku sîstema nîv-serokatiyê federal hatiye ava kirin. Ji destpêka sedsalê ve pergala siyasî ya Rûsyayê di bin serweriya Vladîmîr Pûtîn de ye ku welat di bin serweriya wî de paşveçûneke demokratîk werdigire û bûye dîktatoriyeke otorîter. Rûsya bi awayekî leşkerî tevlî gelek pevçûnên li hemberê dewletên sovyeta berê û welatên din bûye. Tevî şerê bi Gurcistanê ya sala 2008an de û şerê bi Ûkraynayê re ku ji sala 2014an de tevî Kirimê ku di sala 2014an de hatiye desteserkirin û çar herêmên din ên ku di sala 2022an de ji aliyê Rûsya ve hatiye dagirkirin şerê leşkerê berdewam dike.

Rûsya endamê daîmî yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, endamê G20, SCO, BRICS, APEC, OSCE û WTO û dewleta endamê pêşeng a rêxistinên Post-Sovyet ên wekî CIS, CSTO û EAEU/EEU ye.

Sînorên wêyê bi dewlet û deryayan re

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nexşeya topografî

Sînorên Rûsyayê bi dewletên Norwêc (196 km) û Fînlenda (1.340km), Deryaya Sîbîryaya Rojhilat, welatên Baltîkên Estonya (294 km) û Letonya (217 km), li başûr Belarûs (959 km) û Ûkraynayê (1.576 km) re hene.

Deryaya Reş sînorên Rûsyayê Asya û Ewropa ji hev vediqtîne. Li Qefqasyayê sînorên xwe bi Gurcistan (723 km) û Azerbaycan (284 km) re hene. Sînorê xwe bi Deryaya Mazenderan û Qazaxistanê re didom in. (6.846 km).

Li rojhilat sînorê wê bi (nêzî 40 km) Çîn û Mongolyaê (3.485km) re hene. Pê Mongolistanê re sînorê dorî (3.605 km) bi ÇÎnê re hene. Li Rojhilata Dûr jî sînorê xwe bi Koreya Başûr (19 km) re hene. Li wê wêde jî sînorê xwe bi beravên Deryaya Japon, Deryaya Oxotskê , Okyanûsa Pasîfîk û Tengava Berîng re hene. Ew bi tengiyekê dorê 85 km û kûrahîyekê dorê 30 m de heta 50 m bi Tengava Berîngê ji Alaskayê vediqete.

Ew li bakur bi beravên xweyên li ber Okyanûsa Arktîk tê sînor kirin. Li wir hin giravên Rûsyayê hene. Sînorên wêyê bi dewletên din ve dorê 20.017 km, beravên wê jî dorê 37.653 km.

Derve axên navendî, perçeyeka Rûsyayê dervayiyê ko pê ve girêdayî bi navê Oblast Kaliningrad di navbera Polonya û Lîtvanyayê de dimê. Sînorên wê bi Lîtvanya (227 km) û Polonyayê (206 km) re hene.

Çemê Newa li Sankt Petersburgê

Çemekî Rûsyayê girîngî ko li ser axên wêyê Ewropayê diherike Volga ye. Ew çemê herî dirêjê Ewropayêye û bi dirêjahiyê xweyê dorê 3.534 km pê herikîna xweyê ser Rûsyayê bi dawî tala Deryaya Mazenderan dibe. Çemekî dinî girîng jî Dnepr e. Ew ji nêzikên Moskowê dizê û pê herikînê ser Rûsyaya Spî Ûkraynayê re tala Deryaya Reş dibe. Ew li ser Kanala Dnepr-Bug re bi çemê Polonî Bug û Wisla û Memel ve tê girêdan.

Hin çemên girîngên ko tala Deryaya Mazenderan dibin wiha ne: Volga, Kama (1.805 km yek ji milên Volga), Wyatka (1.314 km), Oka (1.480 km, yek ji milên Volga), Ûral.

Hin çemên tala Okyanûsa Atlantîk dibin wiha ne: Newa, Volxov, Duna, Pregel, Memel, Don, Kuban

Hin çemên ko tala Okyanûsa Arktîk dibin: Petşora, Ob, Çulim, Irtiş, Tobol, Yenîsey, Angara, Selenga, Lena, Indîgîrka.

Hin çemên ko tala Okyanûsa Pasîfîk dibin: Amur, Usûrî, Seya.

Hin çiyayên Rûsyayê girîng wiha ne: Altay, Baykal, Şîbînen, Qefqas, Kolîma, Putorana, Sayan, Stanowoy, Tannu-ola, Çekerskî, Ural, Werxoyansker.

Çiyayê Rûsyayê yê herî bilind Elbrûs (5.642 m) li ser Qefqasan dimê.

Li Rûsyayê gelheya 13 bajaran ji 1 mîlyon mirovî dibuhure:

  1. Moskowa (paytextê Federasyona Rûsyayê) - 11 612 943 mirov;
  2. Sankt Petersburg (berê, Leningrad) - 4 953 219 mirov;
  3. Novosîbîrsk – 1 498 921 mirov;
  4. Yêkaterînbûrg (berê Sverdlovsk) - 1 377 738 mirov;
  5. Nîjnî Novgorod (berê Gorkî) - 1 254 592 mirov);
  6. Samara — 1 169 184 mirov;
  7. Kazan — 1 161 308 mirov;
  8. Omsk — 1 156 583 mirov;
  9. Çêlabînsk — 1 143 458 mirov;
  10. Rostov-na-Donû — 1 096 448 mirov;
  11. Ûfa — 1 072 291 mirov;
  12. Volgograd (berê Stalîngrad) — 1 018 739 mirov;
  13. Perm — 1 000 672 mirov.

Demên/Saetên li Rûsyayê UTC+2 û UTC+3 û UTC+4 û UTC+5 û UTC+6 û UTC+7 û UTC+8 û UTC+9 û UTC+10 UTC+11 UTC+12 her kantonek bi demekiye.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]