Cemaldînî (eşîr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Cemaldînî hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search

Cemaldînî an Cemdanî eşîreke Kurdên li Serhedê û Wêranşarê ye. Cemaldînî li Serhedê xwe li ser êla Zîlan dijmerin. Niha li Erzîromê, Mûşê, Qersê, Erdêxanê û Agirî biwar in. Li Wêranşarê wek Cemdanî jî têne binavkirin û yek ji eşîrên mezin ên herêmê ne. Şaxeke Cemaldînên a biçûk li devera Colemêrg bi cîhe. Gorî dîroka devkî koka Cemaldînînên û Celaliyan yek e. Tê gotin ku Cemal û Celal du bira bûne, yek ji wanan bapîrê êla Celaliyan yek jî yê eşîra Cemaldînî ye. Belê dibe ku navê wan herdu koman piştî belavbûna Îslamê li termînolojiya wê hatibe lêanîn. Li Colemêrgê Cemdanî navê şarekî qirikan e. Di derheqê navê Celaliyan de çend tezê din jî hene, belê tê xuyandin ku Celalî navekî kevn di nava êlên Kurdên de ye. Dibe ku pêwendiyeke etîmolojî ya vî navê bi navê wek Gîlû, Celalawenî, Gelalî ( li Hewlêrê ) hebe. Cemaldînan her çiqasî li hemu deverên Kurdistanê belav bûbe ji bi pirani li herema serhedê dijin. Civata wan a li heremê ji 5 şaxan pêk tê. Silêmanka,Serqotka,Dêlbioka,Nefoya u Kirdasiyan. Ev şaxa dawin ( Kirdasiyan) li gor saloxdanan ji bo kesên paşê bunê endamê vê eşirê ne.Niştecîh buyîna wan a li herema serhedê teqez nayê zanîn. Di Çend berhemên ji dîroka Osmaniyan mayînê de behsa wan bêne kirinê jî.Ev berhem ne pir kevnarin.Li gor dîroka gelerî Rewan,Qers u hawirdora wê niştimana wan a bingehîn bû ye. Deşta Çiyayê Elegezê wek zozana bikardanîn û navçeyên din jî wek germiyana.Piştî Şerê Cîhanê Yekemîn ewan ji wek endamên vê cografyaya dîroka wê bi êş, elem u kocberiyê hatiyê avakirin dikevin rêya cîh u waran kes ji nizanê ev kocberiya wan a dawîn ya çendîn e.Ev bûyer li heremê wek 'Çaxa Rev u Bezê tê binavkirin u li pey xwe tu bîranîneke xweş a hejayî gotinê nehîştiye.

Berekên (bav) eşîra Cemaldînî[biguherîne]

Kirdasî,

Serqotkî,

Mûska,

Temoya,

Ebasya,

Delbihokî,

Osika,

Ezemya,

Heydoya,

Hesenya,

Guriya,

Silêmankî,

Bille,

Siwêdî,

Nefoya,

Eloya,

Heydoya, [1]

Kîjan berek li kuderê dijîn[biguherîne]

Berekên Kirdasî, Silêmankî, Bille, Mûskî û Delbihokî li Serhedê, yên din herêmên li jêrê li devdora Amed û Rihayê dijîn. [2]

Cemaldîniyan çima Rewan terikand?[biguherîne]

Ermeniyên ku ji kumkujiya romiyan xelas bûn û hatine Rewanê, heyfa xwe ji kurdên misilman ên herêmê hildidan. Şevê di ser çend gundan de digirtin û ew dikuştin. Di sala 1918an de eşîra Rewanê a herî mezin Redkî biryara koçê da û derbasî vî aliyê çemê Erez bû. Bi dû wan re hemû kurdên misilman ji herêmê koç kirin. Dema ku Cemaldîna li Rewanê bûn Hesoyê Kirdasî serokatiya êlê dikir. [3]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)
  1. [1][Cemaldini Aşireti Kolları ve Kısa Tarihi]
  2. [2][Cemaldini Aşireti Kolları ve Kısa Tarihi]
  3. [3][Cemaldini Aşireti Kolları ve Kısa Tarihi]