Hemawend

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hemevend hat beralîkirin)
Êla Hemewend
Agahiyên gelemperî
Esil Kurd
Ziman Kelhûrî (Hemewendî), Soranî
Herêmên dîrokî Kirmaşan
Belavbûn Bazyan
Kerkûk
Bawerî
Dîn Misilman

Hemawend an Hemewend an Hemewenî niştecihên navçeya Çemçemalin bi taybetî jî li herêma Bazyan in. Her wisa li Rojhilatê Kurdistanê jî dijîn. Di sedsala 19ê de ev eşîr gelek caran dibû sedema şerê Osmaniyan û Îraniyan. Wî wextî serokê vê eşîrê Ciwanmîr Axa bû. Her wisa wek Cewamîr, Jwamêr jî dihate nasîn. Hêjayî gotinê ye ku Şêx Mehmûd Berzencî li gel vê eşîrê xizmanî kiribû û di gelek şeran de alîkariya Şêx Mehmûd kirine.[1]

Her wisa binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Aktör, Müttefik, Şaki Kürt Aşiretleri, Weşanên İletişimê, Tuncay Şur&Yalçın Çakmak, r:80