Heyderî (eşîr)
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in.(tîrmeh 2024) |
Heyderî heyderan, hayderî, hayderan | |
Agahiyên gelemperî | |
Êl | Heyderî |
Esil | Kurd |
Ziman | Kurmancî, kirmanckî |
Herêmên dîrokî | Serhed, Dêrsim, Semsûr |
Navdar | |
Bawerî | |
Dîn | Îslam (sûnî û elewî) |
Ocax | Babamansûr |
biguhêre |
Heyderî yan jî Heyderan navê êl û eşîreke kurd e. Bi vî navî niha du hev eşîr ên meşhûr li Kurdistanê mewcûd in. Yek ji wan li Serhedê[1] (Wan, Qers, Agirî, Erzirom) ye, yek a din ji li Dêrsimê ye.
Heyderî li Serhedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heyderiyên li Serhedê hem li aliyê Bakurê Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Kurdistanê dijîn. Li alîyê Rojhilata Kurdistanê cîranên êla celalî û mîlan in. Navên wan a sîyasî di dewrên berê de Milazgir bûye, lê li hêlên din jî komên heydaran mewcûd bûn. Eşîra heyderan bixwe niha li Bakûrê Kurdistanê li Erdîşê û Elcewazê dimîne, lê komên wan ê tarixî li her aliyên Serhedê belav ne.
Komên heyderî ên Serhedê ev in: Ademan, Şêxhesenan, Hamdikî, Marhorî, Dertoyî, Akobî, Xelikî, Ji wan Xelikî û Ademan (Atemankî) li heremên din di nav êl û eşîrên din de jî raste meriv tên.
Heyderî li Dêrsimê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Eşîre heyderan li Dêrsimê li navçeya Mêzgirê bi war e. Heyderî yek ji eşîrên bi nav û deng in li vê derê. Zaravayê wan kirmanckî ye û mezhebê wan elewîtî ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Bozkurt, Ibrahim (2021). Aşiretler Tarihi [Tarîxa Eşîran]. Nûbihar. r. 525.
Ev gotara ji bo eşîrekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |