Xelîkan (eşîr)
Xelîkan eşîreke kurdan e ku zimanê kurdî, zaravayê kurmanciya reşî (ango, kurmanciya serhedkî, amedî, botî û badînî) diaxivin. Ji ber ku kurdî bi salan li Xelîkan qedexe bû, kurmanciya Xelîkan pêş nediket.
Eşîra Xelîkan, yek jî eşîrên Reşwan e. Ji hêla Semsûr: Bêsnî hatine Qonyeyê. Di sala 1870î de li herêmê bi cî bûne. Firehiya erdê Xelîkanê 100 km² û bilindahî ji rûyê avê 1140 m ye. Gundekî nûjen, xwendekar e. Li herêmê rewşa hewayê ya Kurdên Anatoliyaya Navîn xuya dibe. Havînan germahî heya 32°C û zivistanên jî kêm heya -4°C ye.
Her wekî Xelîkan navê gundekî bi Kuluyê ve girêdayî ye. Navê wê bi tirkî Karacadağ ye. Xwedî şaredarî ye. Serjimara wê li derûdora 5.000î ye; 100% kurd in. 12 km li dûrî Kuluyê dikeve.
Eşîra Xelîkan, ji berê elewîtî, îroja sunî ola ne[çavkanî pêwîst e].
Gundên ku bi eşîra Xelîkan ve girêdayî ne[biguherîne]
- Semsûr, Bêsnî
- Meledî, Xalîkan
- Qonye, Cihanbeyli
- Qonye, Kulu
- Efrîn, Xelîlaka
- Efrîn, Atmana
- Efrîn, Xilalka
- Efrîn, Holîlê
- Efrîn, Xelîlê Kalko
- Efrîn, Çolaqa
- Efrîn, Hec Xelîl