Cumûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Cûmur hat beralîkirin)

Cumûr an Cumur an Cumîr, eşîreke li parêzgehên Hamedan û Kirmaşan û Luristanê ye. Gorî Ensîklopediya Îslamê ev eşîr şaxeke êla Bacelan a ji Mûsilê bû ye. Tê gotin ku 200-300 sal berê koçberê rojavayê Hamedanê bûye[1]. Heta îro jî qebîleke Bacelanî bi navê Cûmur heye. Belê hin etnolog jî diyar dikin ku Cûmurên ku îro di nava Bacelanan de dijîn bi esle xwe Lek in û ji Lekistan koçberê herêma Bacelanan bû ne[2]. Cûmurên li Hamedan û Luristanê xwe Lek dizanin, belê kurdî, kelhûrî diaxivin û şiî ne[3].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Minorsky, V.: LAK, EI1
  2. ^ Iranica: Bajalan
  3. ^ Oberling, P.:Jomur, EIr