Cumûr
Xuyakirin
(Ji Comûr hat beralîkirin)
Cumûr an Cumur an Cumîr, eşîreke li parêzgehên Hamedan û Kirmaşan û Luristanê ye. Gorî Ensîklopediya Îslamê ev eşîr şaxeke êla Bacelan a ji Mûsilê bû ye. Tê gotin ku 200-300 sal berê koçberê rojavayê Hamedanê bûye[1]. Heta îro jî qebîleke Bacelanî bi navê Cûmur heye. Belê hin etnolog jî diyar dikin ku Cûmurên ku îro di nava Bacelanan de dijîn bi esle xwe Lek in û ji Lekistan koçberê herêma Bacelanan bû ne[2]. Cûmurên li Hamedan û Luristanê xwe Lek dizanin, belê kurdî, kelhûrî diaxivin û şiî ne[3].
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Minorsky, V.: LAK, EI1
- ^ Iranica: Bajalan
- ^ Oberling, P.:Jomur, EIr
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |