Herodot (nêzîkî 484 b.z — nêzîkî 425 b.z.), gelek caran wek "bavê dîrokê" tê nasîn
Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Selarî, Xanedana Selariyan jî eşîra Selariyan dewletek ava kirin e û di (Navşerê Arî/Navdema Arî) nav sedsalên duyem û dehemê de hikmê welatên Teron, Semîran Deylem û Azerbaycan, Arran û Ermenistanê dikirin, ku bi eslê xwe kurdên deylemî bûn (Gotarê bixwîne...)
Textê Cemşîd (bi farisî: تخت جمشید, lat.Taxt-e Jamšid, ji navê "Cemşîd") an jî Parsa (bi farsiya kevn: 𐎱𐎠𐎼𐎿, Pārsa) an bi latînî: Persepolis (bi yewnaniya kevn: Περσέπολις, lat.Persépolis "bajarê Farisan") (hezarsetûn, çil menar) ku li bakûrê şaristana Mervdeştê ya li bakûrê Fars (parêzgeh) cih digire. Di navbera vî mekanê turîstî û navendê ostanê 50 kîlometre hene. Ev der bajêreke kevnar yê Îranê ye. (Gotarê bixwîne...)
Image 5
Sîrtîr, xwûdayeke jin dema Sumerîyan a. Navê wê, heta dema babiliyan, akadîyan maya. Sîrtîr, weke xwûdaya Meh(min) a, tê tefsîr kirin. Di kêvalbarên ku hatina xwandin de, hin şîroveyên wê hatina kifşkirin. Bi Nînsun re bûya yek. (Gotarê bixwîne...)
Lahmu, weke yekî bi Pirç û parastvan û baş tê ziman. Zaroya Tîamat û Apsu ya. Bi Lahamu re bûya. Lahamu, dayika Anşar û Kîşar a. Lahmu, di hanîna wî ya ser ziman ya di kêvalbaran de weke yekî bi Reh a.
Tê ser ziman ku Lahmu, li Erîdû parastgaha Enkî û Abzu diparêzê. Bi wan re tê ser ziman ku Azman "bav" a û ard jî "dê" ya. Anşar, bav û kîşar jî dayikê têna ser ziman. Lê di dema ku Lahmu tê ser ziman de, Ga weke sembolaka bi wî re tê ser ziman jê tê xûyakirin. Ga, weke ku tê zanîn, bavê Îştar, di dema ku dibe xwûdayê serek, yê wî ya û Îştar, di destana Gilgamêş de, wî ji bavê xwe dixwezê ku ji bo ku bide hêrîşkirin li ser Gilgamêş û Enkîdû (Gotarê bixwîne...)
Image 8
Kosova (bi albanî: Kosova an Kosovë, serbî: Косово, Kosovo) dewleteke li başûr rojhelata Ewropayê ko xwe wek dewleteke serbixwe daye zanîn. Di 17ê şibatê 2008an de meclîsa Kosovayê serxwebûna xwe ji Serbistanê da zanîn. Ji wê demê ve ji aliyê 101 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ve weke dewleteke serbixwe hatiye naskirin.
Sînorên wêyê bi Serbistan, Montenegro, Albanya û Makedonyaya Bakur re hene. Ew nifûsekê ser du milyonan re yê ko bi piranî ji albanan pêk tê dihewirîne. Paytexta wê û bajarê wê yî herî mezin Priştîna ye. Piraniya navenda Kosovayê ji aliyê deşt û zeviyên berfireh ên Dukagjini û Kosovayê ve serdest e. Çiyayên Lanet û Šar li başûrrojava û başûrrojhilat bilind dibin. (Gotarê bixwîne...)
Image 9
Împeratorên pîroz ên Romayê an jî împeratorên pîroz ên romî û alman(bi latînî: Romanorum Imperator), ji împeratorên romî û alman ên ji aliyê olî ve bi payeya pîroziyê hatine binavkirin re tê gotin. Li ser navan mîsogerî nîne lewra demekê dirêj hin keyên alman ku ji aliyê dêrê ve wekî pîroz hatibîn binavkirin, payeyên wan nehatine pejirandin. (Gotarê bixwîne...)
Image 10
Aşîra Dorika (Dorikan, Dorekan, Dorek) yek ji eşîrên herî kevin û mezin e di Kurdistanê de. Nevîyên Mir Dorik Xanê Bedlîsê ne. Mîr Dorek, mezinekî rojkiyan bû, û apê Şeraf Xanê Bedlîsê bû. Serokê Aşira Dorika, Malbata Abbas in, li Gundê Dugirê ne. Bêtir ji 140 Gundên Aşîra Dorika di herçar parçên Kurdistanê de hene. Herêm û Gundên Aşîra Dorika li Bakure Kurdistanê li Hasan Kêfê, Midyadê, Mêrdînê, Batmanê, Nisêbînê, Diyarbekirê û Mêrsînê; li Rojava (cizîrê); li Başur (Mouzul û Şengale) û le Rojalat (le Mehabate û li çiyayê Zagrosê ) hene. (Gotarê bixwîne...)
Image 11
Pax Romana (27 BZ - 180 PZ) bi latînî tê wateya Aşitiya Romê. Ew ji bo serdema aramî ya dirêj a împeratoriya Romê tê bikaranîn. Ev gotin ji hevahengiya carinan hişk a serokên serhildêr û dewletên ku di navbera wan de di bin serweriya erî û zagonên Romî de şer dike de derket. Augustus Caesar, serokê li Romayê yê ku "Pax Romana" peyda kir. (Gotarê bixwîne...)
Image 12
Di bihara sala 1991an de li hemerî rejîma Îraqê ku di şerê kendavê de têk çûbû Kurd û Şîiyan serî hildan. Kesên pêşî serî hildan xelkên bajarê Ranyayê bûn. Di sala 1991an de rejîma Îraqê ku li hemberî Amerîka û hevalbendên wê kete nav şerekî dijwar, nema dikaribû kontrola xwe ya li ser başûrê Kurdistanê berdewam bike. Bi sistbûna kontrola rejîma Îraqê re, nîşanên serhildanê jî xwe li hin deveran dane xuyakirin. Radyo û rojnameyên li Başûrê Kurdistanê bang dikirin ji bo ku gel serî hilde. Çirûskên pêşiyên serhildana bihara sala 1991an di 5ê adarê de li Ranyayê ronî dan.Serhildana li bajarê Ranyayê roj bi roj berfirehtir bû û 3 heftiyan berdewam kir û di şeva Newrozê de bi dest danîna ser bajarê Kerkukê re serhildan gihîşt qonaxeke nû û girîng. Tevî vêyekê, gel ne xwedî pêşengiyeke xurt bû. Di vê navberê de Amerîkayê hin îşaret dan rejîma Îraqê ji bo ku serhildanên kurd û şiiyan biperçiqîne. Li ser vê yekê rejîma Îraqê pêşî serhildana şiiyan perçiqand, di pey re jî di meha nîsanê de berê xwe da kurda.Partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê nekarîn li hemberî êrîşên rejîma Îraqê hêzeke berxwedanê bi rêxistin bikin û li ser vê rewşê kurdên li herêmê ber bi sînorên Tirkiyê û Îranê ve dest bi koçberiyê kirin. Bi milyonan kurd di wan şert û mercên xerab û dijwar de tevî zarûzêçên xwe ketin ser rêyan. Li gorî çavkaniyên başûrê Kurdistanê, di vê reva ber bi sînoran ya piştî serhildana bihara 1991an de zêdetirî 50 hezar Kurdistaniyî jiyana xwe ji dest da. (Gotarê bixwîne...)
Image 13
Harûn Reşîd (bi erebî: هارون الرشيد, lat.Harûn er Reşîd; bû 763 li Rey; mir 809 li Tus) yek ji xelîfe û kargerên Ebasiyan bû û navbera 786an de heta 809 xelifetî kirî bû. Harun zarokiya xwe li bajarê Belh derbaz kir û di zarokiya xwe de bandora mezin ji Barmakiyan dît.
Harûn Reşîd zarokê El Mehdî û gorî rîwayatan jî birayê Behl ûl Danan bû. Di dema wî de Ebasiyan di aborî çendayî û peşarî dema xweya herî rind dîtî bû. Di wan deman de bi siya wan wezîrên ji malbata Barmakiyan xelifetîye peşarî gelek dihat karger kirin. Harûn Reşîd hîn ku 13 salî bû, bû xelîfe. Pê bû xelîfe re wî di 796an de Reqa kira paytext û kargera xwe bira wê der e. (Gotarê bixwîne...)
Wexta ku Zhu Yuanzhang hate rû dînê, Çîn di bin rêvebirîya Xanedana Yuan ,ya ku ji alîyê Mongolan hatîye damezrandin, da bû. Di nîvê sedsala 14an de, dema ku serhildanên gundewarî li seranserê Çînê çêdibû, Zhu Yuanzhang xanedana Yuan bi dawî kir. Paytexta xanedana Yuan Khanbaliq (Beijing a îro) bi dest xist û xwe wek tianming îlan kir. Xanedana Ming damezrand. Tênê bawerîya wî bi malbata wî ra hebû û kurên xwe wek prens lî bakûr û newala Yangtsê belav kir. Piştî mirina wî, neviyê wî, Jianwen, derket ser text. (Gotarê bixwîne...)
Mîr Tehsîn kurê Seîd Beg kurê Husên Bege, diya wî Xoxê keça Nayif Begê kurê Hesen Beg kurê Husên Beg e. Li 15 gilavêj a sala 1933an li Baedreyê ser bi qeza Şêxan li Başurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Piştî koça mirina bavê wî, di dawiya meha tîrmeha 1944an di temenê 11 saliyê de ji bû postê mîratî a kurdên êzidî dihê berbijarkirin. Ji wê demê pê de 75 salan dibe mîrê êzidî yên Kurdistan û cîhanê. Di serdema ku ew sinêle de Meyan xatûn serperiştiya karûbarên mîratîyê dike heta ew dibe 18 sal. Di 18 saliya xwe de dest kir bi cîbicîkirina êrkên mîratiya hemû kurdên êzidî jî serokatiya karûbarên dinyewî heta nûnerîkirina êzidiyan li hemû kombîn û kor û peywendî ên bi welatan û pêkhateyên Mîr Tehsîn Beg di nîsana 1959an de di dema bizava Ebdulah Şewaf de li Mûsilê hate zîndanîkirin, di destpêka sala 1960î de û ta tebaxa 1961ê ji bo Amara, Bexda û Dîwaniyê hate sirgûnkirin. Di dema destpêkirina Şoreşa Îlonê di sala 1961ê de, hat zîndanîkirin û bo Dadgeha Urfî ya Mûsilê hate veguhastin. Di sala 1970î de pêwendî bi Şoreşa Îlonê re kir û li Nawpirdan li nêzîkî baregaha Barzaniyê Nemir niştecih bû, piştî têkçûyîna şoreşê li sala 1975an koçberî Îranê dibe, paşî di heman salê de berê xwe dide Brîtanya heta sala 1981ê ango 7 salan li Londonê dimîne. (Gotarê bixwîne...)
1986 – Piştî teqîna bombeyekê ku di balafira rêwitiyê (Flight UL512) de diteqe li balafirgeha Colombo li Sri Lankayê bîst û yek kes hatin kuştin û çil û yek kes jî birîndar bûn.