Nisêbîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 37: Rêz 37:
== Di dîrokê de Nisêbîn ==
== Di dîrokê de Nisêbîn ==


Her gelî, her qewmî li gora xwe û di serdema xwe de navek li vî bajarî kirine. Di nav xalkê de weke "welatê Şahmaran" ji hatiya bi nav kirin. Çanda [[Şahmaran]] têde mazin bicih e. [[Sumerî|Sumeriyan]] gotine ''Nirbo'', [[Babîlî|Babîliyan]] gotiye ''Aramîs-Nîsîbîs'', [[Hûrî]]-[[Mîtanî|Mîtaniyan]] jê re gotine ''Nabila-Kengê'' an jî ''Nas û bîna'', [[Asûrî|Aşûriyan]] gotine ''Meppîn-Suba'', [[Suryanî|Suryaniyan]] gotine ''Nasibîna-Sarbo'', [[Sasanî|Sasaniyan]] gotine ''Ahvaz'', [[Ereb]]an nav lê kirine ''Nasîbeyn'' û Osmaniyan jî gotine Nisêbîn.
Her gelî, her qewmî li gora xwe û di serdema xwe de navek li vî bajarî kirine. Di nav xelkê de weke "welatê Şahmaran" hatiye bi nav kirin. Çanda [[Şahmaran]] têde mezin bicih e. [[Sumerî|Sumeriyan]] gotine ''Nirbo'', [[Babîlî|Babîliyan]] gotine ''Aramîs-Nîsîbîs'', [[Hûrî]]-[[Mîtanî|Mîtaniyan]] jê re gotine ''Nabila-Kengê'' an jî ''Nas û bîna'', [[Asûrî|Aşûriyan]] gotine ''Meppîn-Suba'', [[Suryanî|Suryaniyan]] gotine ''Nasibîna-Sarbo'', [[Sasanî|Sasaniyan]] gotine ''Ahvaz'', [[Ereb]]an nav lê kirine ''Nasîbeyn'' û Osmaniyan jî gotine Nisêbîn.


Nisêbîn şahidê dîrokeke kevnar e. Gelek şêx, siltan û serleşkerên navdar tê re derbas bûne û şopên xwe lê hiştine. Nimuneyek ji dîroka Nisêbînê ya kevnar, [[Girnewas]] e. Di encama kolanên demdirêj de arkeologan li Girnewas, xwe gihandine bermayiyên dîroka berî zayînê bi heft hezar salan. Di roja me de jî gelek nexweş ji bo saxbûnê xwe davêjin ber dergeha Girnewas û paçên xwe yên rengo rengo li dara serê gir girê didin. Yê ku paçekî bi darê ve girê bide dikare paçekî jî jê veke û li destê xwe girê bide da ku xwe ji [[qeda û bela|qeda û belayê]] biparêze.
Nisêbîn şahidê dîrokeke kevnar e. Gelek şêx, siltan û serleşkerên navdar tê re derbas bûne û şopên xwe lê hiştine. Nimûneyek ji dîroka Nisêbînê ya kevnar, [[Girnewas]] e. Di encama kolanên demdirêj de arkeologan li Girnewas, xwe gihandine bermayiyên dîroka berî zayînê bi heft hezar salan. Di roja me de jî gelek nexweş ji bo saxbûnê xwe davêjin ber dergeha Girnewas û paçên xwe yên rengo rengo li dara serê gir girê didin. Yê ku paçekî bi darê ve girê bide dikare paçekî jî jê veke û li destê xwe girê bide da ku xwe ji [[qeda û bela|qeda û belayê]] biparêze.
Gelek gerokên navdar û alimên mezin bûne mêvanên Nisêbînê û di nivîsên xwe de pesnê bajêr û bereketa deşta Mêrdînê dane.
Gelek gerrokên navdar û alimên mezin bûne mêvanên Nisêbînê û di nivîsên xwe de pesnê bajêr û bereketa deşta Mêrdînê dane.


Yek ji van aliman [[Ibn Cubeyr]] e ku di sala 1148 an de çûye serdana Nisêbînê û piştre di geştnameya xwe de ev gotinên jêrîn li ser Nisêbînê nivîsîne: “Bajar ji derve ve ciwan, ji hundir ve kevnar e, xwediyê dîmenekî bedew e. Hêja ye ku mirov bibêje paşî û pêşiya bajêr bi keskayîyeke zumrutî û gul û kulîlkan xemiliye. Bax û bostan û fêkî lê pir e, cihekî xweşe ji bo kêf û seyranê“.
Yek ji van aliman [[Ibn Cubeyr]] e ku di sala 1148 an de çûye serdana Nisêbînê û piştre di geştnameya xwe de ev gotinên jêrîn li ser Nisêbînê nivîsîne: “Bajar ji derve ve ciwan, ji hundir ve kevnar e, xwediyê dîmenekî bedew e. Hêja ye ku mirov bibêje paşî û pêşiya bajêr bi keskayîyeke zumrutî û gul û kulîlkan xemiliye. Bax û bostan û fêkî lê pir e, cihekî xweş e ji bo kêf û seyranê“.


== Dibistana Nisêbînê ==
== Dibistana Nisêbînê ==

Guhartoya 01:21, 27 adar 2020

Nisêbîn
Nusaybin
Bajarê Nisêbînê
Nisêbîn li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Nisêbîn
Nisêbîn
Koordînat: 37°4′35″Bk 41°13′3″Rh / 37.07639°Bk 41.21750°Rh / 37.07639; 41.21750
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMêrdîn (parêzgeh)
SerbajarNisêbîn
Hejmara nahiyeyan3 nahiye
Hejmara bajarokan4 bajarok
Hejmara gundan66 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.170 km2 (450 sq mi)
Bilindahî
470 m (1540 ft)
Nifûs
 (2008)
113.007[1]
 • Berbelavî96,6/km2 (250/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
84.372
Koda postayê
47300
Koda telefonê(+90) 482 415
Map
biguhêreBelge

Nisêbîn (ji yewnanî: Νίσιβις, Nísivis, Nísibis) navçeyeke bajarê Mêrdînê ye. Navçeya Nisêbînê li başûrê bajarê Mêrdînê ye û li kêleka sînorê Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye. Navçe li ser Riya Hevrîşm e ku ji Edenê tê û ber bi Başûrê Kurdistanê ve diçe. Gelê navçeyê bi piranî debara xwe bi çandiniya genim, nîsk, nok, ceh û pembû dike. Hebûna riya hevrîşm jî ji bo gelê navçeyê hatineke aborî tîne. Hemû kamyonên ku dê derbasî Başûrê Kurdistanê û Îraqê bibin di Nisêbînê re derbas dibin û ev yek ji bo gelê bajêr hatineke aborî ye.

Navçeya Nisêbînê di dîrokê de bi sed salan serbixwe maye û ji aliyê mîrên kurdan ve hatiye parastin.

Di dîrokê de Nisêbîn

Her gelî, her qewmî li gora xwe û di serdema xwe de navek li vî bajarî kirine. Di nav xelkê de weke "welatê Şahmaran" jî hatiye bi nav kirin. Çanda Şahmaran têde mezin bicih e. Sumeriyan gotine Nirbo, Babîliyan gotine Aramîs-Nîsîbîs, Hûrî-Mîtaniyan jê re gotine Nabila-Kengê an jî Nas û bîna, Aşûriyan gotine Meppîn-Suba, Suryaniyan gotine Nasibîna-Sarbo, Sasaniyan gotine Ahvaz, Ereban nav lê kirine Nasîbeyn û Osmaniyan jî gotine Nisêbîn.

Nisêbîn şahidê dîrokeke kevnar e. Gelek şêx, siltan û serleşkerên navdar tê re derbas bûne û şopên xwe lê hiştine. Nimûneyek ji dîroka Nisêbînê ya kevnar, Girnewas e. Di encama kolanên demdirêj de arkeologan li Girnewas, xwe gihandine bermayiyên dîroka berî zayînê bi heft hezar salan. Di roja me de jî gelek nexweş ji bo saxbûnê xwe davêjin ber dergeha Girnewas û paçên xwe yên rengo rengo li dara serê gir girê didin. Yê ku paçekî bi darê ve girê bide dikare paçekî jî jê veke û li destê xwe girê bide da ku xwe ji qeda û belayê biparêze.

Gelek gerrokên navdar û alimên mezin bûne mêvanên Nisêbînê û di nivîsên xwe de pesnê bajêr û bereketa deşta Mêrdînê dane.

Yek ji van aliman Ibn Cubeyr e ku di sala 1148 an de çûye serdana Nisêbînê û piştre di geştnameya xwe de ev gotinên jêrîn li ser Nisêbînê nivîsîne: “Bajar ji derve ve ciwan, ji hundir ve kevnar e, xwediyê dîmenekî bedew e. Hêja ye ku mirov bibêje paşî û pêşiya bajêr bi keskayîyeke zumrutî û gul û kulîlkan xemiliye. Bax û bostan û fêkî lê pir e, cihekî xweş e ji bo kêf û seyranê“.

Dibistana Nisêbînê

Piştî belavbûna ola xiristiyaniyê li bajêr zanîngeheke ku hemû zanistên wê demê fêr dikirin hate damezirandin (326'an ji aliyê Mar Yaqûb û şagirdê wî Mar Efram ve). Li gor belgeyên dîrokî di dibistana Nisêbînê de 2000 xwendekarî dixwend û destûr û rêziknameyeke dibistanê jî hebû.

Taybetmendiyên bajêr

Jinên deqandî, bi kiras û xeftanên xwe yên rengîn vî bajarê deştê dixemilînin. Ew bi qasî dîroka bajêr xemgîn, serbilind û bi bereket in.

Pira herî navdar ya bajêr Pira Eleman e, ku li ser çemê Nisêbînê an Cexcex (bi tirkî: Çağ-Çağ) di destpêka salên 1900î de ji aliyê Elmanan ve hatiye çêkirin û navê wê maye “pira Eleman“.

Her wiha meqamê Salmanê Farisî, keleh û xirbeyên Marînê, keşîşxaneyên Mar Yaqûb, Mar Bobî, Mar Abraham, Qesra Belek, Xerabê Baba, Qijleya Nisêbînê, Tirbeya Pîr Kemal û Ziyareta Noka çendek ji cihên kevnar yên bajêr û derdora bajêr in û hêjayî dîtinê ne.

Deverên Bajêr


Gundên Nisêbînê

 Gotara bingehîn: Lîsteya Gundên Nisêbînê

Navdarên Bajêr

Gotinên li ser Nisêbînê

Binere jî

Çavkanî