Muhemmed Emînê Heyderî
Muhemmed Emînê Heyderî | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 1927 |
| Mirin | 22 yê gulan 2003 |
| Hevwelatî | Kurdistan |
| Pîşe | Alimê Îslamê (Qur'an, tefsîr, hadîs û fiqih) |
| Dîn | Îslam |
| Dê û bav |
|
| biguhêre | |
Muhemmed Emînê Heyderî[1] di sala 1927a de rojek duşemê li banga limêja sibehê li gundê Kelehê ya Nisêbînê hatiye dinê. Gundê Kelehê li navçeya Bunisran bi av, rez û baxçeyên xwe navdar e.
Bavê wî alim û şaîrê bi nav Mele Ehmedê Heyderî ye. Mele Ehmedê Heyderî bi xwe ji hêla Wan û Bazîdê ji eşîra Asiyan e. Li gor kesên ku di dema wî de jîyane, Mele Ehmed di edebiyat û ilmê tasawufê da û di ş’ir a diwanê da alimekî şareza ye. Mele Ehmed xwedî berhemên bi kurmancî, wek Dîwana Qasîde, Dîwana Aqîde-î Îman, Dîwana Munacata Heyderî û Pirtukek li ser astrolojî "feylosofî" psîkolojî ye. Mele Ehmed piştî şerê cîhanî yê yekemîn, bi Sediqa ya keça seyda yê xwe Mele Eliyê Koçerê Hevêdî re dizewice û ji vê zewacê Seydayê Muhemmed Emîn El-Heyderî tê dinê.
Seyda dersên xwe yên ilmî cara pêşîn ji bavê xwe digre û di 7 saliya xwe de Quranê xitm dike. Piştî bavê wî di sala 1937’a da wefat dike diya wî ew dişîne medreseya Şêx Ehmedê Xeznewî. Li ba Şex Ehmedê Xeznewî û li medreseyên din ilmên dînî û tasawufê dixwîne. Şêx Mahsumê Xeznewi, Şêx Aladinê Xeznewi, Şêx Abdulrezak ê Helêla û Şêx Abdulletif ê Dâlini çend ji seydayên wî ne. Destûra xwe ya ilmî ji xelîfê Şêx Ehmedê Xeznewi, Şêx Abdurezak ê Helêla digre.
Medreseya Şêx Ehmedê Xeznewî di jiyana seyda da cihek girîng digre. Piştî temamkirina xwendina xwe ji li wir dimîne û muderîsî dike. Bi vî awayî bi riya hevdudîtinên bi alimên hemdemê xwe ra xe pêşve dibe û ji her tiştî girîngtir dibe xwedî dîtineke mutassawuf. Ev dîtina mutassawuf di hemî jiyana wî da jê re bûye wek rêber.
Ji bilî xebatên xwe yên li medresa Şêx Ehmedê Xeznewi, Seyda li gundên wek Kelehê, Bawernê, Tinatê, Qestelunê, Salika, Girbeşkê mellatî kiriye. Ji sala 1982a ta wefata xwe (2003) li gundê Bereketê yê Farqînê runiştî ye.
Li gundên ku lê meletî kiriye her medresê û feqîyên seyda hebûne. Ji 15 saliya xwe ta wefata xwe Seyda tu car bê feqî û şagirt nemaye û ew qet navber nedaye hînbûn û hînkirinê. Bi deh hezaran şagirt di ber tedrîsa wî de derbas bûne.
Di ilmên mutasawuf da gelek alim perwerde kiriye û gelek alim destûra xwe (îcaze) ji ewî girtine. Seyda di hemû jîyana xwe da dev ji irşad, teblix, niqaş û şêwrê bernedaye.
Seyda pisporê ilmên Îslamî yên wek tefsîr, hadîs, fiqih, eqaîd, sîyer, tecwîd, serf-nehûw, beyan, mentiq, munazara, belaxat, tesewûf, menaqib, rical, dirokê bu û di van ilman de wek otorîtek serta dihat naskirin. Ji bavê xwe felekiyet û aritmetikê hîn bûbû. Ji bilî kurmancî ku zimanê wî yê dayikê bû bi erebî, farisî û tirkî ji pir baş zanîbû.
Seyda di xebatên xwe yî di riya Xwedê û gel de her di nav gelê xwe de maye. Tevî ku gelek caran lê teklîfên karên wek muftîtî, Waîzî û rayedariya dibistanên Quranê jî hatine kirin, ew yek ji wan qebûl nekiriye û evan karan wek astengî di riya xebatên xwe de dîtiye û xebatên xwe yên îrşadê her di nav gel, şagirt û murîd ên xwe de domandiye. Her weha bi hezaran kes li ber destên wî hidayet bune û çareserî ya derdên xwe yên manewî û dinyewî li ba wî dîtine. Seyda her di nav gel da bûye û bi riya irşadê xwestiye ilm, aqil û exlaqê îslamî ji mirovên dora xwe re bike murşîd û rêber.
Jiyana wî ya têr û tije bi zehmetî û tevger di 22ê gulana 2003a da bi dawî bûye û Seyda gihîştiye heqiya Xwedê.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Mewlûda Nebî (Ş’ir bi kurmancî)
- Eqîde-î Îman, (Ş’ir bi kurmancî)
- Werd-ûl Etfal, (Ş’ir bi kurmancî)
- Mewlûda Nebî, (Ş’ir bi erebî)
- Diwan a qesîdan (ji 400 qesîdên bi kurmanci pêk tê)