Kurdikî (eşîr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kurdikan hat beralîkirin)

Kurdikan, Kurdkî, Kurdikî, Girdî ango Girdiyan, navê eşîreke Kurdan e. Kurdikan bi zedêyî li Amed, Behdînan, Xerzan, Riha û Serhedê dijîn.

Wekî di Şerefname de jî derbas dibe, tê gotin ku Kurdikan di koka xwe de digîjin Mîlan. Dema ku Şerefname hatiye nivîsandin de, Mîr Mihemed, Mîrê Kurdikan bi eşîra xwe ve li nêzîkî Xîzanê dima.

Jicihrakirina eşîrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sedsala 17'an de Osmaniyan xelkê Kurdikan koçberî Serhedê kirine. Ji ber wê yekê îro gelek xelkên ji vê eşîrê li Qereyaziyê, Xursînê, Avnîkê, Kaxizmanê, Erdêxanê, Qersê, Wanê, Mêrdînê (Emrûd)ê û Agiriyê dimînin. Di Qereyaziya Erziromê de gundekî bi navê eşîra Kurdika heye.

Kurdikan ji nav bi dehan eşîrên kurdan de, eşîreke ku peyva kurd di navê xwe de dihewîne. Li gorî hin kesan ev eşîr binemala xwe êzîdî bûne û dîroka gelê kurd de cihekî girîng digirin[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, Ji orîjînalê di 6 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 6 hezîran 2012{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)