Serhedî (devok)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Devoka Serhedê, serhedî
Kurmancî
Welatên lê tê axaftin Tirkiye
Îran
Ermenistan
Gurcistan
Rûsya
Herêm Serhed
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3

Devoka Serhedê, serhedî, an diyalektal serhedkî yek ji devokên kurmancî yên ji tîpa devokan a botanî (botî) ye. Ev devok ji aliyê kurdên li herêma Serhedê û kurdên rewanê têye axaftin û di cografiya devokên kurmancî pir nêzîkê devoka navendî ya ku derdora Amedê tê axavtin û qerejdaxî ye.

Agahiyên gelemperî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Serhedê hemû reng û dengên Kurdistanê li rastê hev hatine. Eşîrên kurdan ji hemû herêm û deveran Kurdistanê hatine li vê derê bicîhbûne. Ji Hêrikan (ji Behdînan, niha li Qereçobanê dijîn) heta Berazan (ji Riha û Kobanê, niha li Dutaxê û Qereyaziyê dijîn) û Motikan (ji Bedlîsê, niha gelek deverên Serhedê dijîn) li vê herêmê li hev qelibîne û di aliyê ziman de encama vê de devokeke cihêreng hatiye hole.

Veguheriyên dengî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devoka Serhedê bi aksan û ferhengoka xwe ve xwedî çend xwemaliyên balkêş e. Yek ji vanan, ya ku mirov bikari be tengî di konteksta diyalektojiyê de wek îzoglosa vê devokê binav bike, dengê -v- ê ku di navbera du dengdaran de ye. Di devokên kurmancî yên din de ev deng di vê derewayê de heliya ye û bûye -b-. Mînak: dibêjim, dibînim hwd., devoka Serhedê de: divêjim, divînim. Dîsa dîftonga xw'yê di devoka serhedî de bi tevayî nebe jî dihele ser dengê x. Herwiha cînavka refleksîv xwe wek xu tê bilevkirin.

Zayend[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sedema wê çibe jî zayenda navdêrî di devoka serhedê de kêm e, heya li hin deveran qet tune ye. Mînakî di vê devokeyê de cînavkên ezafeyî ji bo zayendên nêr û mê tenê ye. , cinavka zayenda mê nayê bikaranîn. Dîsa cînavkên nîşankerî , ji bo zayenda nêr, û , ji bo zayenda mê, di bûyerên awarteyî de tên bikaranîn.

Jimara rêzimanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ferhengok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sercînavkên kesî yên kesa yekem ez di bûyera rêk ya bêtewinî de wek e (e terim = ez diçim, belê ezê herim) tê kurtkirin, çewtê de jî min wek mi (mi xar = min xwar, belê ya min e). Bi rastî cûdayiyên giring di navbera devoka Serhedê û devokên kurmancî yên din de zêdeyî ferhengokî ne. Xeynî peyvên jêgirtî ji ermenî, tirkî û ji zaravayên kurdî yên din (kirmanckî) serhedkî gelekî xwemaliyên ferhengî jî êwirine.

Devoka Serhedê Kurmanciya nûjen
qisekirin axaftin, peyivîn
xêjtir xeynî
fenanî wek
gi hemû
sanim! nizanim!
rind baş
çek cil
cil kîlîm
çerr çawa
sol pêlav

Bandora tirkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nava devokên kurmancî yên bakur de, ev devoka pêyê devokên rojavayî yên ku li rojavayê Bakurê Kurdistanê tên axavtin, herî zêde di bin bandora zimanê tirkî de maye. Bandora tirkî ya li ser vê devoka kurdî, dikare li du kategoriyan bê cudakirin.

Yekem tesîra kevin ya ji osmanî û tirkomanî (azerî). Ji zimanê osmanî û tirkomanî hin peyv ketine devoka serhedê û mirov ji vanan re dikare rasterast "jêgirtî" bibêje, ji ber ku ev di ferhengoka devokî de kok dane û ketine wêjeya devkî, kilamên dengbêjî û stran û çîrokên kurdî. Piraniya wan navdar in, lêker û rengdar kêm hatine girtin: bi mînakî gozel (< ji tirkî: güzel), orte (< orta), sax (< sağ), anor (bi rêya tirkî: onur < ji latînî: honor), sobe (bi rêya tirkî: soba < ji almaniya navîn "stuba") hwd...

Kategoriya duyem ya balkêş e. Di van salan davîn de xeynî ji peyvên teknolojîk, ên bi xwe etîmolojîkî ne tirkî ne, belê bi rêya tirkî ketine kurdî (mînak televizyon di tirkî de ji fransî télévision hatiye girtin), gelek lêker û rengdar ji tirkî ketine ferhengoka vê devoke. Sedema vê fenomen a bandora enflasiyoner di pirewateyiya hin peyvan ên di vê devoke de ne. Mînak peyva rind di devoka serhedê de heye xwedî deh wateya ye. Çend wateyên peyva rind: baş, xweş, bedew, sax, pak hwd.. Hinek ji wanan bi jêgirtiyên ji tirkî ve hatine guherandin. Cîhe rindbûnê (mînakî filitandina ji nexweşîyekî) de îyleşbûn. Girtin (hildan, girtin, dadan hwd.) jî yek ji van pêyvên pirewateyî ye. Hin wateye wê, mînakî "girtin" bi jêgirtiyeke ji tirkî ve, kapat-, kapatkirin kapatmîşkirin hatiye guherandin. Hemû pêyvên ji tirkî di vê devoka kurdî de bi paşgireke taybet, bi -mîş ve têne qedandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Soane, E. B. (1909). "Notes on a Kurdish Dialect, the Shadi Branch of Kermanji". Journal of the Royal Asiatic Society of Great Britain and Ireland (bi îngilîzî): 895–921. ISSN 0035-869X.