Wan

Ji Wîkîpediya

(Hat ragihandin ji Van)
Wan
Van
Heye? Heye?
Ala bajêr Mertalê bajêr
Dûgel Kurdistan - Tirkiye
Parêzgeh Wan
Serbajar Wan
Rûerd km²
Rûniştvan (2007)
Berbelavî kes/km²
Malper Malpera bajarvaniya Wanê [1]
Bajarê Wanê
Parêzgeha Wanê
Parêzgeha Wanê
Qela Wan
Qela Wan
Pisîka Wanê
Pisîka Wanê
Gola Wanê
Gola Wanê
Kîlîmeke herêma Wanê
Kîlîmeke herêma Wanê
Nivîsen dema Ûrartiyan
Nivîsen dema Ûrartiyan
Keçikeke kurd li ber perê Behra Wanê
Keçikeke kurd li ber perê Behra Wanê

Wan (bi tirkî, Van; bi ermenî, Վան) navê herêm, qeza û bajarekî Bakurê Kurdistanê ye.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Wûçaniya cografî û tixub

Ew di nav parelelên 37° 43´ û 39° 26´ bakur û merîdyenên 42° 40´ û 44° 30´ rojhilat de ye. Hidûdên bajêr li bakur bi Agiriyê ve, li rojava bi Bedlîsê ve, li başûr bi Colemêrgê ve û li rojhilat jî bi Mako ve tê girêdan.

[biguherîne] Taybetiyên erdê bajêr

Pivana erdê wî 19.069 km² ye . Ji wî erdî % 53,4 wî ji çiyan, % 13,7 ji deştan û % 32,9 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê dexil û kixsên şekir tên çandin.

[biguherîne] Klîma (av û hewa)

Li herêmê klîmayek reşayî serdest e. Lê ji ber ava gola Wanê herêm wek bajarên cîranê xwe yên din, zivistanan pir sar derbas nabe. Havînan jî hênik e.

[biguherîne] Nifus û navçe (2000)

Tevayiya nifûsa herêmê (tevî gundan) 877.524 e.

[biguherîne] Çiyayên wî

Bilindahiya erdê herêmê nakeve bin 1.500 m'yî. Bajar bi çiyayên volkanîk hatiye dorpêçkirin. Çiyayê bilindtirîn Îspîriz e (3.668 m), Tendûrek (3.542 m), Pîraşît (3.200 m), Şevlî (2.900 m), Norkuh (2.800 m), Başêtê Mihenda, Artos...

[biguherîne] Deşt, zozan û gelî

Zozanên herêmê di navbera çiyayan de bicihbûne. Bilindbûna wan digihîjin heta 2.450 m yî.

Geliyê Bendêmahî; li dora Çemê bandêmahî, Çemêreş, Memedik û Xoşabê ye.

Deşta Çaldiran: li navçeya Çaldiranê ye. Mezinbûna wî 314 km² û bilindbûna wî jî ji behrê 2.000 m - 2.100 m ye.

Deşta Bargirî: li cihê ku çemê Bendêmahî diherike gola Wanê ye. Mezinbûna wî 112 km² ye.

Deştên din yê herêmê: Tarhanî (50km²), Noşar (80 km²), Xoşab (180 km²), Hawesor (190 km²), Wan (150 km²), Ercûş (150 km²).

[biguherîne] Çem û gol

Çemê Bendêmahî ji çiyayê Tendurek dertê. Çemê herî mezin yê herêmê ye. Diherêke gola Wanê. Çemê Xoşabê, Mamedik û Çemê Zîlan jî çemên din yê herêmê ne.

Gola Wanê an jî Behra Wanê, gola herî mezin ya Kurdistanê ye (3.713 km²). Golê din yê herêmê Erçek, Qazgol, Sorgol, Siphan, Keşîş û Xidirmenteş in. Serwetên bin erdê.

Li herêmê perlît, kevirê ponz, lînyît, jîps û hesin ji bin erdê dertên.

[biguherîne] Babetên Heywanan

Li herêmê heywanên wek kewroşk, bizinên ser çiya, gur, û beraz, teyrên kovî jî wek qertel, baz û werdek hene. Pisîka Wanê li dinyayê bi nav û deng e. Çavên pisîkê yek şîn, yê din jî kesk in.

[biguherîne] Ol û civak

Li vir ola Îslamê tê hebandin. Lê belê li herêmê xiristiyan jî dijîn. Nifûsa bajar bi xwe ji Kurdan pêk tê, hindik Ecem (Azerî an jî Turkmen) hene.

Li navçeyên bajar (xeynî li navçeya Erdîş) bi tevayî Kurd dijîn. Pişti gundvalakirinên ji hêla hêzen artêşa Tirk, pirraniya gundên girêdayî navçeyan bivê nevê man kû koç bikin bajarê Wanê.

Di encama vê pêvajoyê de ji destpêka salen 90'i û vir ve ji aliyekê ve bajar li gorî hejmartina fermî ya sala 1997'an 289.081 runiştvanan dihejmêre û ji alîyê din vê jî bûye yek ji bajaren navendî.

[biguherîne] Nav û kronolojî

Navê kevn yê bajar di dema Ûrartiyan de "Tûşpa" bû. Piştre Ûrartiyan navê herêmê "Bîanî (Waînî)", Asûriyan jî "Naîrî" kirin. Navê Wanê ji gotina Waînî tê. Li gorî gotinek din jî navê bajar ji kesekê bi navê Wan tê, yê ku li gorî vê gotinê bajar ava kiriye.

Berî Îsa (zayîn)

Piştî Îsa (zayîn)

[biguherîne] Cihên turîstîk, dîrokî û seyranê

Wan û der û dora xwe ji bo turîzmê wek gencîneyek ne kolayî ye. Gola Wanê an jî wek Wanî dibêjin behra Wanê ji bo turîzm, masivanî û avjeniyê navdar e. Girava Axtamar bi dêra xwe, sîpelên Bendimahî û Miradiye´yê jî cihên ger û seyranê ne. Kelên Xoseb û Wanê wek mizgeftên herêmê jî ji hêla turîstên hemwelat û ji derveyî welat ve tên seradan.

Germavên herêmê jî dengdar in.

[biguherîne] Çavkanî

Ebdulla Xefur (2001). Kurdistan - Rûpêw u jimarey danîştuwan. Stokholm.


 
Bajarên Kurdistanê
Ala Kurdistanê

Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Banê | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîre | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hesîçe | Hewlêr | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meletî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Zaxo



 
Bajarên Komara Tirkiyê
Nexşeya bajarên Komara Tirkiyê

Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Enqere | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bidlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | Stenbol | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dêrsîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce

Ji "http://ku.wikipedia.org/wiki/Wan" hatiye standin.