Efrîn

(Ji Afrîn hat beralîkirin)
Efrîn
عفرين, Afrīn
Bajarê Efrînê
Efrîn li ser nexşeya Sûrî nîşan dide
Efrîn
Efrîn
Efrîn (Sûrî)
Efrîn li ser nexşeya Rojavaya Kurdistanê nîşan dide
Efrîn
Efrîn
Efrîn (Rojavaya Kurdistanê)
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Welat Başûrê Rojavaya Kurdistanê
Dûgel Sûrî
Parêzgeh Heleb
Demografî
Gelhe 130.000 (2015)
Erdnîgarî
Bilindayî 240
Koordînat 36°30′36″Bk 36°52′04″Rh / 36.51000°Bk 36.86778°Rh / 36.51000; 36.86778

Efrîn, Afrîn an jî Avarîn[çavkanî hewce ye] (bi erebî: عفرين‎, lat. Afrīn) herêm û bajarek e li Başûrê Rojavaya Kurdistanê (Sûriye).

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Efrîn hin caran li ba kurdên Rihayê Arfîn yan Erfîn[1] û bi zimanên ewropayî Afrin, navê deverekê ye li Çiyayê Kurmênc‎, îro bi wîlayeta Helebê ve girêdayî ye. Afrîn navê bajarê navendiya eyn deverê ye jî.

Taxên bajarê Efrînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) beşê herî rojava ji Başurê Biçûk e. Ew li rojhilatê Çiyayê Gewr (Amanos) yanê senceqa Îskenderûnê (Xetay) dikeve. Ferehiya vê herêmê ji rojhilat heya rojava dora 55 km e û ji bakur heya başur dora 75 km e. Xeta trênê, ku ji Stembolê diçe Helebê, di vir re derbas dibe.

Firehiya devera Afrînê bi tev 366 gundên xwe ve dighîne 2.033 km çarkoşe ye. Di bajarê Efrînê de nezîkî 80.000 niştîvan dijîn. Li devera Efrînê bi giştî nizîkî 490.000 kesan dijîn. Bi navenda Efrînê ya fermî ve heft deverok yan nahiyên din girêdayî ne: Efrîn (navend), Cindirês, Mabeta, Reco, Şiyê, Bilbilê û Şera.

Wateya peyva Efrînê (afirandin, afirîn) cihê çêbûna pîrozî ye[çavkanî hewce ye]. Di 20ê tîrmeha 2012an de gelê kurd, ev bajarê kurd bi bajarê dî ê kurd bi Cindirêsê re kira destê xwe de.

Çiyayê herî bilind li vê herêmê, Çiyayê Hawarê ye, ku 1200 m ji rûyê deryayê bilind e. Ew li bakur e; û ji rojhilat ber bi rojava ve dirêj dibe. Di bakur û rojavayê vî çiyayî re sînorê navbera Bakurê Kurdistanê û Başurê Biçûk derbas dibe. Çiyayê Hawarê, ber bi başur ve, herku diçe nizim dibe. Ew li rojhilat digihîne bilindcihên Şikakan û li rojava digihîne Çiyayên Amkan û Xastiyan. Li hembera van hersiyan, li başurê vê herêmê, Çiyayê Lêlûn (Bêlus) rawestiyaye. Çiyayê Lêlûn jî, ji rojhilat ber bi rojava ve diçe û, li der û piştên vî çiyayî, axa Kurdan digihîne axa Ereban. Di navbera Çiyayê Lêlûn û Çiyayê Xastiyan de, Deşta Cûmê heye. Deşta Cûme gelek bi xêr û bêr e. Ew li rojava digihîne Deşta Hemqê û li rojhilat, li ber bajarê Efrîn, ber bi bakur ve diçe û teng dibe. Ew, bi vî awayî, navçeya Şikakan ji Çiyayê Xastiyan cuda dike. Çemê Efrîn, ku ji Bakurê Kurdistanê, ji navbera Meraşê û Dilokê (Entabê) hildavêje, li nêziya Kela Horî dikeve herêma Çiyayê Kurmênc. Çem, di navçeya Şikakan re, tê heya ber bajarê Efrîn û di Deşta Cûmê re derbas dibe û diçe Deşta Hemqê, ku ew tevî Çemê Asê û Çemê Reş dibe; û gişt bi hevre, li nêziya Entekê (Hetayê) dikevin Derya Sipî.

Çandinî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji aliyê Çandiniyê ve, gelek dewlemend e. Ev herêm, berî her tiştî, bi zeytûnên xwe gelek bi nav û deng e. Bi milyonan darên zeytûnan li vir hene û hema tu kûda binêrî her zeytûn xuyadikin. Darên zeytûnan, ku hatine rêzkirin, axa vê herêmê pir rind û xweşik xemilandine. Kurd ji zeytûnan zeytê derdixin û difiroşin, yan jî zeytûnan wisa difiroşin. Zeytûn ji bo zeytê ne, yan jî ew tên şêrînkirin û xwarin. Meywên tirî, berê li vê herêmê, ji niha bêtir bûn, lê dîsan jî, li gelek navçeyan hên tirî pir heye. Li bajarê Efrîn hên mîrxana ereqê jî heye. Darên fêkiyan li vir gelek hene; wek: Henar, sêv, hulûk, kerez (gîlaz) ciftele, mişmiş (qeysî) hejîr, , hirmî û bihûk. Li hin navçeyan gûz û behîv (badem) jî pir in. Ji bilî van, genim, ceh, şofan, garis, kuncî, berbero, nîsk, nok, çolban, titûn û bembi jî pir tê çandin. Li hêla din, zebeş (şûtî) qawîn, şimam, behcan sor (firingî) behcan reş, pîvaz, sîr, kundir, tirûzî (xetî) xeyar (aro) encûr, qernebît, îsot, tirp (tivir) bamî, fasîle, lopik û hwd. Gelek peyda dibin. Hin berhemên siruştî wek simaq, zehter û ridar, ji berê de, ji Çiyayê Kurmênc dertên.

Xwedîkirina lawiran (heywanan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berê, li vê herêmê, pezê gewr û pezê reş jî gelek dihat xwedîkirin, lê niha tenê li hin deveran heye; û bi taybetî, ji bo hewcedariya malê. Her wisa jî mirîşk, qaz û ordek hene. Hesp, bergîr, qantir, ker, çêl û camûs jî, li hin cihan, peyda dibin. Xwedîkirina mêşên hinguv jî berê pir hebû.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayê Kurmênc[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê vê herêmê, ji berê û paşê de, bi navê Kurdan ve girêdayî ye. Hên di dema Yûnaniyan û Romaniyan de jêre hin caran KARDIYA û hin caran jî KURDÎKA hatiye gotin. Ereban jêre gotine: Cebel-ûl Ekrad; û Osmaniyan jî jêre gotine: Kürd-Dağ (yanê dîsa Çiyayê Kurdan). Kurdan jî hergav gotine: Çiyayê Kurmênc. Herêma Çiyayê Kurmênc beşek e ji herêma Mîrîtiya Kurdan ya Kilisê. Ji Mîrîtiya Kilisê re, li gor mîrên vê herêmê, Mîrgeha Mend yan jî Mîrîtiya Canpolatan hatiye gotin. Lê belê, ev mîrîtiya Kurdan, di dema geşbûna xwe de, ji herêma Çiyayê Kurmênc gelek firehtir bû. Di dema mîrê mezin de, Mîrê Mend, ji bakurê bajarê Hemayê heyanî bi başurê Meraşê; û ji Derya Sipî heya bi rojhilatê Kilisê û Ezazê axa vê mîrîtiyê bû. Mîrê Mand, di dema şerê Xaçeperestan(Selîbiyan) de, arîkariya Kurdên Eyûbî kiribû û wan jî, wek spasî, herêma Qusêrê diyarî dabûn wî.

Di dema malbata Canbolat de, kursiya serdariyê ji bajarê Kilisê çûbû bajarê Helebê; û mîrên Canpolatî li Helebê jî serdarî dikirin. Di sala 1606an de, ku Mîr Husênê Canpolatî nexwestibû bi Osmaniyan re biçe şerê Eceman, Sedir El-Ehzem Qiwîcî Mûrad Paşa Mîr Husên vexwend ba xwe û ew bi xinizî(îxanetî) kuşt. Ji lewre, birayê wî Mîr Elî Canpolat, li dijî dewleta Osmanî, serhildan pêkanî. Wî, ji bilî mîrîtiya xwe, heya nêzîkî Şamê û Libnanê jî xiste bin destê xwe û serxwebûna xwe ji Dewleta Osmanî diyarkir. Mîr Elî Canpolat pêwendiyên dîplomatîk li gel Mîrîtiya Toskana ya îtalî (Mîr Fêrdînand) li darxistin. Wî, pere jî li ser navê xwe çapkirin û, di mizgeftan de, bi navê wî xutbe hate xwendin.

Dewleta Osmanî ji vê yekê gelek enirî (tore bû) û leşker kişand ser Mîr Elî Canpolat. Ji bilî leşkerê osmanî 40.000 Kurdên Zulqadirî jî, bi serdariya Zûlfiqar Paşa, ji herêma Albistanê(Elbistan) bi ser Mîr Elî de hatin. Mîr Elî 20.000 siwar û 20.000 peya amade kiribûn û li Deşta Orûcê bi wan re ket şer. Di vî şerê newekhev de, nîvê leşkerê Mîr Elî Canpolat hate kuştin û nema karîbû li Helebê jî raweste. Bi vî awayî, ev mîrîtiya dewlemend, mîrîtiya Mîrê Mand û Canpolatan bi dawî bû, perdeya reş bi ser de hate berdan; û ew kete bin serdariya waliyên osmanî ya yekser(dîrekt). Mîr Elî Canpolat di şer de nemir, wî xwe da aliyekî û piştî demekê, ew çû ba Siltan Ehmedê Yekemîn û baxşandina xwe(yanê efûkirina xwe) ji wî xwast. Siltan Ehmed ew pejirand, ew kir Beglerbeg û şande Romaniya, ku bibe waliyê bajarê Tîmîşwara. Birayê wî, yê biçûk jî xiste Dibistana Siltaniyê. Mîr Elî ji Stenbolê bi rê ket û gihîşt bajarê Bêlgirad (paytextê Sirbiya). Lê Sedir El-Ehzem Qiwîcî Mûrad Paşa kîna xwe ji bîr nekiribû. Wî, bi nehînî (bi dizî) peyayên xwe li pey Mîr Elî şandin, û wan, li bajarê Bêlgirad, di Kela Kalîmêkdan de, bi îxanetî, Mîr Elî Canpolat kuşt. Di vê navberê de, divêt bête gotin, ku ew malbata niha li Libnanê, li Çiyayê Şûf, bi navê Cumbilat Kemal Canpolat , kurê wî Welîd Canpolat , pêşengiya Durizan dike, ji nifşên malbata mîrên Canpolat in.

Navend û navçeyên Çiyayê Kurmênc[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî şerê cîhanê yî yekemîn û avakirina Dewleta Sûriyê, herêma Îskenderûnê (Hetayê) û herêma Çiyayê Kurmênc li aliyê Sûriyê man. Lê belê bajarê Kilisê, ku serdariya Çiyayê Kurmênc ji wir de dihate kirin, li aliyê bakur ma. Ji lewre, serdarî (yanê hukûmet) di destpêkê de hat gundê Mabetan. Piştî demekê, ku bajarê Efrîn nû hatibû avakirin, serdarî (hukûmet) çû bajarê Efrîn. Bi awayekî fermî Efrîn bû herêm (qeza) û sê navçeyên wê hatin çespandin (tesbît kirin). Ew navçe jî ev bûn: Hemam, Bilbil û Reco. Lê belê, sala 1938an, Frensa wilayeta Îskenderûnê (Hetayê) diyarî da Tirkiyê, daku ew piştgiriya Almaniya di şerê cîhanê yî duwemîn de neke. Bi vê dozê re bajarê Hemamê bi xêza(xeta) sînor hate perçekirin. Ji bona vê yekê, navçe (wek nawend) ji Hemamê hat gundê Cindirêsê. Cindirês êdî bû navçe (nahiye). Di salên 60î de, sê navçeyên din, bi awayekî fermî, hatin çespandin. Ew jî ev in: Mabetan, Şeran û Şiyê. Ji ber wilo, niha navçeyên Efrînê şeş in (Cindirês, Bilbil, Reco, Mabetan, Şeran û Şiyê). Herêma Çiyayê Kurmênc bi giştî ji 366 gund û nawendan pêktê û hema hemî jî Kurd in. Di destpêka salên 60î de, ku dewletê rêforma axê pêkanî (belavkirina erdê axan li ser cotkaran) bi vê sedemê, hin erd dan Ereban jî. Lê hejmara wan gelek kêm e û heya ew jî hînî zimanê kurdî bûne.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êl û eşîrên Çiyayê Kurmênc[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di rastiyê de, êlîtî êdî li vê herêmê namye û heya pir kes jî hene, ku nizanin ka ew ji kîjan êlê ne. Lê dîsan jî, emê êl û eşîrên Çiyayê Kurmênc bidin naskirin. Êlên li vê herêmê ev in:

  • Amkan (Amkî): Ji Bilbilê heya Reco û Şiyê belav dibin.
  • Biyan (Biyî): Bi taybetî li aliyê navçeya Bilbilê ne.
  • Şêxiyan (Şêxî): Li aliyê Bilbil, Reco û heya Çiyayê Xastiyan belav dibin.
  • Xastiyan (Xastî): Li Çiyayê Xastiyan dimînin (navçeya Mabetan).
  • Cûmiyan (Cûmî): Li Deşta Cûmê dimînin (navçeya Cindirêsê).

Ev pênc êlên pêşîn niştecihên vê herêmê ne, yanê ew ji berê de li vir in. Bi taybetî êlên Amkan û Cûmiyan, ku navê wan di heyamên kevnare de jî derbas dibe. Ji bilî van ev êlên din jî hene, ku dibe ew paşê hatibin vê herêmê. Ew jî ev in:

  • Şikakên (Şikakî): Li aliyê rojhilat dimînin (navçeya Şêrane). Dibe ku ev êl, di demekê de, ji Şikakên rojhilata Kurdistanê veqetiyabe û hatibe vê herêmê.
  • Robaran (Robarî): Li rojhilatê Çiyayê Lêlûn dimînin.
  • Şêrewan (Şêrewî): Li rojavayê Robaran, li Çiyayê Lêlûn û kuntarên wî de dimînin.
  • Heyştiyan (Heyştî): Li kuntara Çiyayê Xastiyan, li ber Deşta Cûmê dimînin.

Hinek ji êla Rojkî, ku warê wan ê bingehîn li herêma Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ye, li gundê Şêxorzê û derûdorên wî hene. Hin kes jî, bi taybetî ji gundên Coqê û Maratê û hin gundên din dibêjin, ku ew Çeqelî ne (êla Çeqeliyan). Hin malbat ji êlên herêmên Kurdistanê yên din jî li Çiyayê Kurmênc peyda dibin wek: Dinî, Hevêdî(Hevêrkî) Zagî û hwd.. Gundên bi navê Xerzan, Xaltan, Dimilîyên û Behdînan xweş didin xuyakirin, ku pêwendiya wan bi kîjan êl û herêmên Kurdistanê re heye.

Ol û mezheb[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya kurdên vê herêmê misilman in û mezhebê wan henefî ye (ne şafiî ye mîna piraniya kurdên din). Êzîdî berê li vê herêmê gelek bûn, lê niha ew ne ewqas pir in. Bi tenê çend gund mane, ku bi giştî hên êzîdî ne. Li hin gundên din ew nîve-nîv in. Li vê herêmê bi tenê gundê Mabetan elewî ne.

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Folklor û çanda gelêrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cilên folklorî yên herêma Çiyayê Kurmênc, yên mêran, mîna cilên Partên kevnare ne (kumê sipî, şehra bi rêşî, eba bi surme û şelwerê qezmîrî yê devlingteng). Govend û semayên folklorî yên vê herêmê gelek navdar in û komikên vir yên folklorî, pir caran, li ser tenga Sûriyayê, xelatên pêşîn wergirtine. Ji berku vê herêmê zimanê xwe parastiye, wisa jî, çand û folklora gelêrî jî, bi taybetiyên xwe ve, li vir hatiye parastin. Pir dengbêjên navdar yên vê herêmê, ku navê wan hatiye naskirin, hene; wek: Hemûş Korik, Ibramê Bêsnî (Îbramê Tirko) Cemîlê Kerê, Cemîl Horo, Omerê Cemlo, Evdê Şehrê, Hesnazî, Reşîdê Memcûcanê, Adîk Necar, Beytaz, Eliyê Kabê, Elî Tico û hwd.

Tûrîzm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Seyrangehên Çiyayê Kurmênc[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêma Çiyayê Kurmênc ji aliyê arxêyologî û torîstîkî ve jî herêmeke gelek xweş e. Wek hemû aliyên Kurdistanê, di bin axa vê herêmê de jî, li her cihekî şopa çand û civakên kevnar heye. Lê tenê hin tişt ji wan li ber çavan tên xuyakirin. Li Çiyayê Lêlûn gelek avahiyên kevnar aşkere û diyar in. Li vî çiyayî, ya here bi nav û deng Kela Semanê ye, ku ewropayî jêre „San Sîmon“ dibêjin. Her sal, bi lekan û qeflan torîst tên li vê kelayê temaşe û mêze dikin. Li bakurê-rojhilatê herêma Efrîn Kela Nebî Hurî heye, ku ji wê re ewropayî „Sîrûs“ dibêjin. Li nêziya vê kelayê, Pira Kevnare heye. Pire li ser Çemê Efrîn hatiye avakirin û hên jî tê bikaranîn. Li Deşta Cûmê, ji aliyê Hemqê de heya Kela Horî, gelek girên kevnare yên avakirî hene. Her girek ji wan, ji her aliyekî ve, ji du girên din ve tê xuyakirin. Gava van giran dikolin, gelek tiştên bi nirx ji wan derdikevin. Girê Endarê jî cihek pêwist e.

Ji aliyê din ve, seyrangeh û cihên bihinvedanê jî gelek hene. Ewên bi nav û deng ev in: Kefircenê: Bi av, dar û berên xwe tê naskirin. Li vir gelek aşxane û cihên şahiyan hene, ku ew her roj dagirtî ne. Basûtê: Bi darên henaran û kaniya xwe navdar e. Dibêjin ku xwarina aşxana vir bê kêmasî ye. Meydankê û Gemrûkê bi sîlavên avê tên naskirin. Ava Sarisabûnê, li binaniya Kela Horî, gelek seyrangeran ber bi xwe ve dikişîne û wisa jî Kitix û Tislor. Kaniya Batmanê jî wek seyrangeh li ber Ava Reş e, lê ji ber ku ew li ber sînor e, pir mirov naçin wir.

Warên pîroz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelê vê herêmê, bi taybetî hin cihan, wek warên pîroz nasdike: Kela Horî, Ziyareta Henên, Ziyareta Abdurehmên, Şêx-Berkat, Ziyareta Çêlxanê û her wisa jî Menan û Deyan. Dibêjin ku Kaniya Turindê û Golbehîr jî ji avên pîroz in. Li Ziyareta Henên niştimanperwerê mezin NÛRÎ DÊRSIMÎ hatiye veşartin.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kargeh û pîşyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya kurdên vê herêmê bi çandinî û xwedîkirina lawiran xerîk in. Bi awyekî giştî, êdî cot bi tiraktoran tê ajotin. Cotê bi dewêr gelek kêm maye. Lê ji bilî çandiniyê, gelek kar û pîşeyên din jî hene. Berê hemû aş bi avê dihatin gerandin û mehserên zeytûnan jî bi dewaran (bergîr yan jî qantir). Di dema îro de, ew hemî geriyane ser kehrevê (êlêktirîkê). Li herêma Efrîn, niha gelek mekbesên zeytûnan yên nûjen hatine avakirin. Ji bilî van, kargeha tenekan, ya pelûş (keşmûn, bêrîn) ya sabûnê û ya cilan (mehfûran) heye. Kanên keviran û yên çêkirina hewcedariyên avakirina xaniyan û malan jî gelek peyda dibin.

Kirîn, firoştin û Bazirganî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di warê bazirganiyê de, kurdên vê herêmê ne gelek jîr in. Tevî dewlemendiya Efînê, xêr û bêrên wan ji wan re namînin. Pir kes berhema xwe pêşde, bi erzanî, difiroşin bazirganên Helebê û ew bi vî awayî, her sal, her deyndar in. Ew peran bi kar û nirxên biha deyndikin û wisa, xêr û bêrên wan, ji wan re namînin. Li nawenda bajarê Efrîn û hin navçeyan, di hefteyê de, rojekê bazar çêdibe. Wek nimûne: Li Efrîn roja çarşemê, li Cindirêsê roja duşemê û hwd. Li bazarê, bi awayekî giştî, ji bo hewcedariya malê, kirîn û firoştin pêktê.

Navên gund û bajerokan li Kurdaxê, herêma (mentiqa) Efrînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navên gund û bajerokan li herêma (mentiqa) Efrînê (Kurdaxê) bi kurdî û 'arabî bi tev hejmara niştîvanan (sala 2007) û navên deverên (naĥiyayên) wana. [2]

1. Alemdara (’Elemdaran) علمدار 823 Reco (Rajo)

2. Abû Keb أبو كعب 235 Cindirês (Jindires)

3. Altaniya ('Eltaniya) Reco (Rajo)

4. Anqelê أنقلة 2085 Şiyê (Shiye)

5. Aqîbê ('Eqîbe) عقيبة 5300 Afrin (Efrîn)

6. Arindê أرندة / المزينة 2544 Şiyê (Shiye)

7. Aşkê Şerqî (Aşkan Rohatî) أشكان شرقي 1235 Cindirês (Jindires)

8. Aşkê Xerbî (Aşkan Rovayî) اشكان غربي 1148 Cindirês (Jindires)

9. Atmana (Atemana, 'Etmana) عطمانلي 2085 Reco (Rajo)

10. Avrezê (Afrazê, Avrazê) أبرز 823 Mobetan (Me’betlî)

11. Axcelê آغجلة / البياضة 1045 Cindirês (Jindires)

12. Bablîtê بابليت 164 Afrin (Efrîn)

13. Baflorê بافللور / الزهرة 1589 Cindirês (Jindires)

14. Baliya (Baylan Bilbilê) بالي كوي / بالي 1075 Bilbilê (Bulbul)

15. Banîkê (Banîkan) بانيك / بان 418 Reco (Rajo)

16. Basilê باصلحايا 512 Afrin (Efrîn)

17. Basûfanê (Paswanê) باصوفان 901 Afrin (Efrîn)

18. Basûtê (Basote) باسوطه 2389 Afrin (Efrîn)

19. Baziyê (Baziyan) بازيانلي /البازية 171 Şiyê (Shiye)

20. Bedina (Behdînan, Be'dinlî) بعدنلي 5384 Reco (Rajo)

21. Bêlê (Bêlanê) بيلان كوي / بيلان 1517 Bilbilê (Bulbul)

22. Bênê أبين 1142 Afrin (Efrîn)

23. Beradê براد 1229 Afrin (Efrîn)

24. Berbenê (Berdendê) بربند 1615 Reco (Rajo)

25. Berkaşê بركشلي / بركشة 436 Bilbilê (Bulbul)

26. Bêxçe باقجة قوناق / قوناق 739 Bilbilê (Bulbul)

27. Biiyê باعي 626 Afrin (Efrîn)

28. Bîbeka (Bîbekan) بيبك أوشاغي / الطفلة 1312 Bilbilê (Bulbul)

29. Bilbilê (Bulbul) بلبل 4815 Bilbilê (Bulbul)

30. Bilêlko بلاليكو / بلاليه 2048 Reco (Rajo)

31. Bircê Abd-Allo برج عبدالو 1224 Afrin (Efrîn)

32. Bircê Hêdrê برج حيدر 616 Afrin (Efrîn)

33. Bircikê (Bircê Kemoşê) كموش برج / برج كوش 647 Cindirês (Jindires)

34. Bitêtê بتيته ( مزرعة ) 54 Afrin (Efrîn)

35. Brîmce برمجه / برماجه 2052 Mobetan (Me’betlî)

36. Cela (Celalan) جيلانلي / الغزلان 947 Reco (Rajo)

37. Celemê جلمه 3705 Cindirês (Jindires)

38. Çençeylan جنجلي 1369 Reco (Rajo)

39. Çeqela Jêrîn جقاللي تحتاني / وادي الثعالب 694 Şiyê (Shiye)

40. Çeqelê Cûmê جقللي جوم/ جوم 1225 Cindirês (Jindires)

41. Çêqilme جلقمه 258 Reco (Rajo)

42. Çeqmaqê Piçok (Çeqmaqan) جقمق صغير/ صوان صغير 714 Reco (Rajo)

43. Çeqmaqê Mezin (Çeqmaqan) جقحق كبير/ صوان كبير 3360 Reco (Rajo)

44. Çerxûta (Çerxûtan) جرختلي 373 Reco (Rajo)

45. Çetelê (Zaretê) جتل زيارة/الزيارة 1009 Afrin (Efrîn)

46. Cidêdê جديدة ( مزرعة ) 122 Afrin (Efrîn)

47. Cilbirê جلبل 461 Afrin (Efrîn)

48. Cindirês (Cindrêsê; Jindires) جنديرس 11054 Cindirês (Jindires)

49. Çobana (Çobana Cindrêsê) جوبانلي 474 Cindirês (Jindires)

50. Çobana Reco(Çobana Reco) جوبانلي / الراعي 577 Reco (Rajo)

51. Çolaqa (Çolaqan) جولقان / جلق 1557 Cindirês (Jindires)

52. Çomazne (Çomaznê, Comaznê) جومازانلي / البلوطيه 244 Mobetan (Me’betlî)

53. Coqê (Ciwêqê) جويق / الخضراء 1131 Afrin (Efrîn)

54. Cûmkê (Cûmê) جومكه / الجميله 28 Afrin (Efrîn)

55. Dargirê داركير / دار كبير 3199 Mobetan (Me’betlî)

56. Dela داليانلي / الداليه 437 Mobetan (Me’betlî)

57. Dêrbelûtê دير بلوط 771 Cindirês (Jindires)

58. Dêwê Jêrin (Dêwê Ĥoko) ديوان تحتاني 410 Cindirês (Jindires)

59. Dêwê Jorîn ديوان فوقاني 604 Cindirês (Jindires)

60. Dêwrîş (Derwîşan) درويش أوبه سي /الدرويشية 1071 Reco (Rajo)

61. Dîkê (Dîkan) ديك أوبه سي / الديك 942 Bilbilê (Bulbul)

62. Dodo ضوضو 1751 Reco (Rajo)

63. Dumilia (Dumbilê) دومبللي / الأمسية 2183 Reco (Rajo)

64. 'Ebûdanê عبودان 615 Bilbilê (Bulbul)

65. 'Edema ('Ademan) أده مانلي / اده 1159 Reco (Rajo)

66. 'Efrîn (Afrin) عفرين 36562 Afrin (Efrîn)

67. 'Elî Bîskê علي بسكي / العلياء 573 Reco (Rajo)

68. 'Elî Kera عليكار / علي الأطرش 731 Bilbilê (Bulbul)

69. 'Emara (Anbaran) أنبارلي / أنبار 663 Mobetan (Me’betlî)

70. 'Ên Darê (Ain Dara, Ayin Darê) عيندارة 248 Afrin (Efrîn)

71. 'Enabkê ('Inabkê, Anabkê) أناب 879 Afrin (Efrîn)

72. Ên-Hecerê Şerqê (Ayin Ĥecer Rohat) عين الحجر 1375 Mobetan (Me’betlî)

73. Ên-Hecerê Xerbî (Ayin Ĥecer Rova) عين الحجر Mobetan (Me’betlî)

74. 'Ereb Şêxo عرب شيخو / شيخ العرب 393 Mobetan (Me’betlî)

75. 'Ereba ('Ereb Uşaxî, 'Ereban) عرب أوشاغي / أولاد العرب 3409 Mobetan (Me’betlî)

76. 'Eşqîbarê (Qîbarê) عرش قيبار / الهوى 743 Afrin (Efrîn)

77. 'Eşûnê ('Eşûn) عشونة /عشاني 645 Bilbilê (Bulbul)

78. Fafirtînê فافرتين 507 Afrin (Efrîn)

79. Feqîran (Qerebaş) فقيران/قره باش/ الرأس الأسود 1726 Cindirês (Jindires)

80. Firêriyê (Firêrkê, Firêrkan) فريرية 1594 Cindirês (Jindires)

81. Gazê (Gazê) تبه كوي / تليلة 735 Reco (Rajo)

82. Gazê (Gezê) غازي تبه / تل غازي 51 Afrin (Efrîn)

83. Gemrûkê (Gemrok) كمروك / الجمركية 2860 Mobetan (Me’betlî)

84. Gewenda (Gawinda) كاونده / البتراء 2704 Reco (Rajo)

85. Gewrika (Gewrikan) كاوركان / الفسحة 2417 Cindirês (Jindires)

86. Gobekê Gulîka الصرة 1433 Mobetan (Me’betlî)

87. Goliyê Jêrîn كوليان تحتاني / ضحاك ت 549 Reco (Rajo)

88. Goliyê Jorîn كوليان فوقاني / ضحاك ف 739 Reco (Rajo)

89. Gorda (Gordan) كوردانلي / كوردان 1370 Cindirês (Jindires)

90. Gundê Çiyê طاغ أوبه سي / الجبليه 895 Reco (Rajo)

91. Gundê Hesen حسن كلكاوي / الحسنية 560 Reco (Rajo)

92. Gundê Heyatê الحياة 526 Mobetan (Me’betlî)

93. Gundê Kerê صاغر أوبه سي / صاغر 1170 Bilbilê (Bulbul)

94. Gundê Kurdo هاي أوغلي / العالية 570 Bilbilê (Bulbul)

95. Gundê Mehê Reco (Rajo)

96. Gundê Selo سلو / سليمانية ( مزرعة ) 499 Mobetan (Me’betlî)

97. Gundê Şêx شيخلر أوبه سي / الشيوخ 593 Reco (Rajo)

98. Gundê Mezin ﮔندي مازن / الكبيرة / بيوك أوبة /ذوق الكبير 109 Afrin (Efrîn)

99. Hec Bila حاج بلال 569 Şiyê (Shiye)

100. Hec Hesena حاج حسنلي / حاج حسن 1399 Cindirês (Jindires)

101. Hec Îskenderê حاج اسكتدر 1176 Cindirês (Jindires)

102. Hec Qasma حاج قاسملي / حاج قاسم 580 Mobetan (Me’betlî)

103. Hec Xelîl حاج خليل 4156 Reco (Rajo)

104. Hecîka (Ĥecîkan) حجيكانلي / الحجيج 414 Reco (Rajo)

105. Hecilerê حاجيلر / الحجاج 1429 Cindirês (Jindires)

106. Hêkiçê هيكجه / بدر 1110 Cindirês (Jindires)

107. Hemamê حمام 3175 Cindirês (Jindires)

108. Hemêlkê جميلك / جميل 550 Cindirês (Jindires)

109. Hemlorik (Gundê Ĥebo) حملورك / الدفلة / حبو 824 Mobetan (Me’betlî)

110. Hemo Reco (Rajo) حمو راجو 673 Mobetan (Me’betlî)

111. Hesen Dêra حسن ديرلي / دير حسن 1986 Bilbilê (Bulbul)

112. Heyama هياملي / النور 939 Bilbilê (Bulbul)

113. Holîlê (Holîlkan) هوليلو / هليل 801 Reco (Rajo)

114. Hopka (Hopkan) هوبكانلي / القادرية 685 Reco (Rajo)

115. Hucmala (Ĥeceman) حجمانلي / حوجمان 767 Reco (Rajo)

116. Îska (Îskan) إسكان 1116 Afrin (Efrîn)

117. Kaxrê (Kaxirê) إيكي آخور / ياخور 4163 Mobetan (Me’betlî)

118. Kefer Betrê كفر بطرة 63 Afrin (Efrîn)

119. Kefer Mizê كفر مز 466 Afrin (Efrîn)

120. Kefer Nebo كفر نبو ( مزرعة ) 140 Afrin (Efrîn)

121. Kefer Sefrê كفر صفرة 4234 Cindirês (Jindires)

122. Kefer Şîlê كفر شيل 271 Afrin (Efrîn)

123. Kefer Zîtê كغر زيت 727 Afrin (Efrîn)

124. Keferdelê Jêrîn كفردلي تحتاني1 282 Afrin (Efrîn)

125. Keferdelê Jorîn كفردلي فوقاني2 198 Afrin (Efrîn)

126. Kêl Îbo كيل إيبو / الأقرع 343 Mobetan (Me’betlî)

127. Kêla (Kêlanê) كيلانلي /السمحة 1256 Bilbilê (Bulbul)

128. Kenê Gewrkê شيخ عبدالرحمن 1059 Cindirês (Jindires)

129. Kersanê كرسنطاش 148 Afrin (Efrîn)

130. Kîbaşînê كباشين 583 Afrin (Efrîn)

131. Kifêrê كفير 213 Afrin (Efrîn)

132. Kîlana كيلانلي / الملساء 227 Şiyê (Shiye)

133. Kîmarê كيمار 660 Afrin (Efrîn)

134. Kokana Jorîn كوكان / الجزرونية 2141 Mobetan (Me’betlî)

135. Kokebê كوكبة 173 Afrin (Efrîn)

136. Kora (Koran) كوران 1911 Cindirês (Jindires)

137. Kosa (Kûsan) كوسانلي 1105 Reco (Rajo)

138. Kotana (Kutana, Kitana) كوتانلي / المدلله 2409 Bilbilê (Bulbul)

139. Kum Reşê كمرش / الطاقية 706 Reco (Rajo)

140. Kûra (Kûran) كوران 986 Reco (Rajo)

141. Kurê (Kirrê, Kurrê) كري / النصر ( مزرعة ) 502 Reco (Rajo)

142. Kurkê Jêrin (Kurrkan Jêrîn) كوركان تحتاني/ الظاهرة الدنيا 970 Mobetan (Me’betlî)

143. Kurkê Jorin (Kurrkan Jorîn) ) كوركان فوقاني / الظاهرة العليا 1446 Mobetan (Me’betlî)

144. Kurzêlê قرزيحل 1548 Afrin (Efrîn)

145. Kurzêlê كورزيل / السعيدة 765 Bilbilê (Bulbul)

146. Mabeta (Mobetan, Me'betlî) المعبطلي 7757 Mobetan (Me’betlî)

147. Maratê معراته 1134 Afrin (Efrîn)

148. Maseka (Mosekan) ماسكانلي/ ماسيكان 2107 Reco (Rajo)

149. Memila (Mamilan, Ma'mila Uşaxî) معمل اوشاغي 3601 Reco (Rajo)

150. Medaya مدايا 40 Cindirês (Jindires)

151. Mehmediyê محمدية 327 Cindirês (Jindires)

152. Memalê Mezin (Memalan Mezin) ماملي Reco (Rajo)

153. Memalê Pçok (Memalan Piçok) ماملي / الثدي 1833 Reco (Rajo)

154. Mêremînê مريمين 810 Afrin (Efrîn)

155. Meriskê معرسة الخطيب 655 Afrin (Efrîn)

156. Merîwanê Jêrîn مرونة تحتاني 750 Cindirês (Jindires)

157. Merîwanê Jorîn مرونة فوقاني 594 Cindirês (Jindires)

158. Meserkê (Me'sarkê) معصرجق / المعصرة 1003 Mobetan (Me’betlî)

159. Meydan Ekbez (Meydan Akpas, Stasûnê) ميدان اكبس 1275 Reco (Rajo)

160. Mile Xelîla (Dukanê) منلا خليل / دوكان /شيخ خليل 571 Cindirês (Jindires)

161. Mîrkan (Gundê Ĥusê, Ĥemtato, Mîrka) ميركان / الأميرية 3142 Mobetan (Me’betlî)

162. Miskê مسكة 1452 Cindirês (Jindires)

163. Mist Eşûra مستو عاشور/ عاشور 513 Mobetan (Me’betlî)

164. Mistikan مستكانلي / مستكان 583 Şiyê (Shiye)

165. Mixarciqê مغارجق / مغار 928 Şiyê (Shiye)

166. Mûskê (Mûskan) موسيك اوبه سي / موسيه 2660 Reco (Rajo)

167. Nisriyê نسرية 1012 Cindirês (Jindires)

168. Obê (Obê Baliya, Obekan) بك أوبة سي / أوبة 1180 Bilbilê (Bulbul)

169. Penêreka Reco (Penêrekan Reco) بندرك / القلم 77 Reco (Rajo)

170. Penêreka (Penêrekan) بندرك /بنيرك /القلم 786 Bilbilê (Bulbul)

171. Qarşiqa قارشق 215 Bilbilê (Bulbul)

172. Qaşa قاش أوغلي / الحاجب 705 Bilbilê (Bulbul)

173. Qenterê (Qentarê) قنطرة 2065 Mobetan (Me’betlî)

174. Qere Baba (Qara Baba) قره بابا / السوده 967 Reco (Rajo)

175. Qermîliqê (Qermîliqan) قرة متلق / الخزفية 2775 Şiyê (Shiye)

176. Qêsim (Gundê Qêsim) جتال قويو / البئرين 1749 Reco (Rajo)

177. Qestelê قسطل مقداد / شرقانلي / المشرقة 402 Bilbilê (Bulbul)

178. Qîlê قيلة 557 Cindirês (Jindires)

179. Qiri Golê (Qirî Golê) قوري كول / اليابسة 2377 Bilbilê (Bulbul)

180. Qitraniyê قطرانلي / قطران 131 Mobetan (Me’betlî)

181. Qizil Başê (Kumsorê) قزلباش / الرأس الأحمر 872 Bilbilê (Bulbul)

182. Qopê (Ĥemşelek) حمشلك / حمشو 1652 Reco (Rajo)

183. Qornê قورنة 1467 Bilbilê (Bulbul)

184. Qorta (Qortan; Qortan Uşaxî) قورت أوشاغي / هوزان 1361 Bilbilê (Bulbul)

185. Qota (Qotan) قوطانلي / قوطان 2194 Bilbilê (Bulbul)

186. Qude (Kude) قوده كوي / المرتفعة 1824 Reco (Rajo)

187. Qujûma (Qucemana) قوجه مان / الضخم 1229 Cindirês (Jindires)

188. Qurbê قوربة 298 Cindirês (Jindires)

189. Reco (Rajo) راجو 4231 Reco (Rajo)

190. Remedena رمضانلي / رمضان 707 Cindirês (Jindires)

191. Remediyê رماديه 829 Cindirês (Jindires)

192. Rotenk روتنك 10 Afrin (Efrîn)

193. Ruta (Rutan, Rûtkan) روطانلي / المعزولة 768 Mobetan (Me’betlî)

194. Şadêrê شيح الدير 714 Afrin (Efrîn)

195. Sariya صاري أوشاغي / الصفراء 1200 Mobetan (Me’betlî)

196. Satê ساتي أوشاغي / الصاتي 1390 Şiyê (Shiye)

197. Satya صاتيان / العطية 1008 Mobetan (Me’betlî)

198. Şediya (Şediyan) شديانلي 446 Reco (Rajo)

199. Seholcikê سعولجك / السهلية 1062 Şiyê (Shiye)

200. Sêmala (Sêmalkan) سيمالك / الئلائية 2661 Reco (Rajo)

201. Sêmalka سه مالك / السمال 964 Mobetan (Me’betlî)

202. Senarê سنارة 2753 Şiyê (Shiye)

203. Şerenlê (Şehranê) شهرانلي 72 Afrin (Efrîn)

204. Şêrqiya شرقانلي / شرقان 1144 Bilbilê (Bulbul)

205. Şewarxa شوارغة الأرز 383 Afrin (Efrîn)

206. Şewarxa Gûzan شوارغة الجوز 1095 Afrin (Efrîn)

207. Sêwiya أوكسزلي / اليتيمه 813 Mobetan (Me’betlî)

208. Şêx Bila شيخ بلال (مزرعة) 447 Reco (Rajo)

209. Şêx Çeqelî شيخ جقاللي(جقاللي) تل الثعالب 1603 Şiyê (Shiye)

210. Şêx Kêlê شيخ كيلو / الشيخ الأقرع 752 Mobetan (Me’betlî)

211. Şêx Mihemed شيخ محمدلي 1033 Reco (Rajo)

212. Şêx Ûtka (Hîtkan) شيخ هيتكو / الشيخاني 1013 Mobetan (Me’betlî)

213. Şêxorzê (Cyrrhus, Sêxorzê, Nebî Horî) شيخ خروز / ( خوروس) 2854 Bilbilê (Bulbul)

214. Şeytana (Rehmana) رحمانيه 1030 Mobetan (Me’betlî)

215. Şiyê (Shiye) شيخ الحديد 10098 Şiyê (Shiye)

216. Sifriyê سفرية 364 Cindirês (Jindires)

217. Siiriya (Sihriyan) سعريانلي / السعرة 820 Bilbilê (Bulbul)

218. Sindiyankê سنديانكي/ زندة كان / زندة 584 Cindirês (Jindires)

219. Şingêlê (Şinkêlê) شنكيل / شنكل 719 Bilbilê (Bulbul)

220. Şîtka (Şîtkan, Şîrkan) شيركانلي / شيركان 1407 Mobetan (Me’betlî)

221. Şorbe شوربة أوغلي / الشوربة 1167 Mobetan (Me’betlî)

222. Sorkê (Sorkan) سورك / سور 96 Reco (Rajo)

223. Soxĝanekê صوغانة / البصليه 311 Afrin (Efrîn)

224. Til Hemo تل حمو 268 Cindirês (Jindires)

225. Til Silorê تل سلور 750 Cindirês (Jindires)

226. Til Tawîlê تل طويل 211 Afrin (Efrîn)

227. Tilifê تلف 200 Afrin (Efrîn)

228. Tirmîşa (Tirmûşan, Tirmişkan ) درمشكانلي / درمش 2230 Şiyê (Shiye)

229. Topel Mehmûd محمود أوبه سي / المحمودية 177 Bilbilê (Bulbul)

230. Turindê (Tirindê) طرندة / الظريفه 706 Afrin (Efrîn)

231. Ubila أبل أوشاغي / آبل 915 Bilbilê (Bulbul)

232. Uga ('Ukan) عوكانلي / عوكان 2561 Bilbilê (Bulbul)

233. 'Umera ('Omeran) عمر اوشاغي 1054 Reco (Rajo)

234. Welîklî واليكلي / الولي ( مزرعة ) 425 Reco (Rajo)

235. Xalta (Xaltan) خالتان / خالديه 26 Afrin (Efrîn)

236. Xaziyana Jêrîn خازيان تحتاني 896 Mobetan (Me’betlî)

237. Xaziyana Jorîn خازيان فوقاني 679 Mobetan (Me’betlî)

238. Xelîlaka (Xelîlankan) خليلاك أوشاغي / الخليل 2147 Bilbilê (Bulbul)

239. Xelîlê Kalko خليل كولكو / الوردية 1486 Şiyê (Shiye)

240. Xelnêrê خلنير / النيرة 122 Afrin (Efrîn)

241. Xeltê Şerqî خالطان شرقي 1221 Cindirês (Jindires)

242. Xeltê Xerbî خالطان غربي 997 Cindirês (Jindires)

243. Xerza (Xerzan) خرزان 712 Cindirês (Jindires)

244. Xezîwê (Xezewiyê) غزاويه 1413 Afrin (Efrîn)

245. Xidiriya (Xidiran) خضريانلي / خضر 2708 Bilbilê (Bulbul)

246. Xilalka (Xilalkan) صولاقلي / المروية 3491 Bilbilê (Bulbul)

247. Xurêbkê (Xirabkê) خربة الحياة 654 Afrin (Efrîn)

248. Yalanqozê (Reyhanê) ) يلانقوز / الريحان 1763 Cindirês (Jindires)

249. Zêdiyê زيادية 444 Afrin (Efrîn)

250. Zelaqê زلاقة 36 Cindirês (Jindires)

251. Zerê (Za'rê) زعرة 1650 Bilbilê (Bulbul)

252. Zerka (Zerkan) زركانلي / المطله 804 Reco (Rajo)

253. Zivingê عشونة / زفنك 397 Bilbilê (Bulbul)

Dagirkirina Efrînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Berxwedana Efrînê

20ê çileya 2018ê de dewleta Tirkî bi hinceta PKKê, dest bi dagirkirina Efrînê kir.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ M. Ali Ertaş, Bajarê Çiyayê Kurmênc: Efrîn. Azadiya Welat, jm. 1279, 27 cotmeh 2010.
  2. ^ 2001-2009 Abdallah Osman, weşanvan, Berlin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malperên li ser Efrînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]