Kovan Sindî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kovan Sindî
Jidayikbûn1965
Zaxo
PîşeRomannivîs , helbestvan
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
Tevgera wejêyî 
Berhemên navdar
biguhêreBelge

Kovan Sindî nivîskarekî kurd e ku li sala 1965ê li devera Zaxo hatiye dinyayê û xwendina amadeyî li wê derê qetandiye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kovan Sindî Li salaLi sala 1984ê dibe endamê rêxistinên nihênî yên PDK. Li çiriya pêşîn, li 1987ê rêxistina wan keşf bû û gelek ji hevalên wî ji aliyê rijêma Bees ve hatin sêdare dan. Kovan qurtal dibe, derdikeve nav rêzên şoreşê û li komîteya devera Zaxo dibe pêşmerge. Pişikdarî di gelek şerên mezin de kiriye, wek dastana Dêrelok, Şeraniş, Dêmka û gelek cihên din. Piştî enfalên 1988ê koçberî Bakurê Kurdistanê dibe, li kampa penaberan li Amedê, di bin barûdoxên dijwar de jiyana xwe derbaz dike.

Li sala 1991ê diçe Asîna, piştî salekê ji wê derê derbazî Elmaniya dibe û li bajêrokê Ahrensburg li eyaleta Schleswig Holstein akincî dibe. Salekê li zanîngeha Hamburg (Welt Universitet) zimanê elmanî dixwîne, lê ji ber barûdoxên jiyana wî ya bi zehmet neçar dimîne ku destan ji xwendinê berde. Li 1998ê li welatê Denmarkê akincî dibe. Li 2001ê, li zanîngeha Aarhus, beşa derûnnasiyê tê wergirtin.

Hinek ji gotin û pendên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ga di nav golikan de pispore, di nav pisporan de golike.
  • Keştîvanî bi deryan re nehengên sînggoşad divên, karê her kêvjalekê nîne bijenîtin bi çengalan.
  • Mirov pir diêşe dema winda dike, lê êşa ji hemiyan girantir dema bi xwe winda dibe.
  • Ji wî bawer neke yê bi gotinan barê te helgire, lê ji wî bawer bike yê tu barê xwe li piştê dibînê.
  • Pir asane aferînişan bibînî, welê pir sexte ku mirovan ji nêv peyda bikî.
  • Tawanên reş li bin tîrêjên xorê jî spî nabin.
  • Yê serê wî li ser kevirên wî rehet nebe, li ser pembûyê xelkê jî rehet nabe.
  • Mejiyê nikane rêyekê ji bînahiyên xwe re rûşen bike, dê serê wî li ber dîwarên xelkî be.
  • Bimire kafirek azad, ne bijî bawermendek kole.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]