Ehmedê Nalbend

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ehmedê Nalbend
Jidayikbûn1891
Gundê Bamernê (qeza Amêdî, Dihok)
Mirinîlona 1963
gundê Xişxaşa/devera Berwarî/Başûrê Kurdistanê
EsilKurd
Navê dinEhmedê Muxlis
Pîşehelbestvan
biguhêreBelge

Ehmedê Nalbend an jî Ehmedê Muxlis (1891 – 1963)[1] helbestvanekî kurd e. Di sedsala 20'an de li Başûrê Kurdistanê jiyaye.

Ehmedê Nalbend an Ehmedê Muxlis helbesvanekî li devera Behdînan pir bi nav û deng bû. Ew kurê Emînê Nalbend bû û li gundê Bamernê li başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Bavê wî karê nalbendiyê li Amêdiyê dikir û wî mala xwe bir Bamernê. Nalbend hêj şeş salî bû demê dest bi xwendina Quranê li cem dayika xwe Fatmayê kir û paşî dersên olî û şerîetê li Bamernê hilda û ji bo pitir xwendinê çu Amêdiyê, Zaxoyê, Dihokê û Bêduhê. Ew paşî dibe melayekê gerok û melatiya wî ji gundê Bêduhê dest pê dike û li gelek cihan dom dike, mîna Çelê, Rwîsê, Xişxaşa, Bêgova, Keşanê, Marînê.

Jina wî ya yekê Fehîmaya Xişxaşî bû û ji wê pênc zarok hebûn û piştî ew mirî Safyaya Xişxaşî mehir kir û ji wê keçek hebû û ew jin jî mir.

Herçend helbestên wî di serdemê jiyana wî de nehatibûn belav kirin, lê gelek ji wan di nav xelkê deverê de, ji zardevekî bo zardevekî belav bûbûn. Wî gelek helbest nivîsîn û ew di nivîsandina helbestên bi kurdiya kurmancî de ji helbestvanên herî berhemdar e. Nalbendî di helbestên xwe de hemî babetên jiyana wî serdemî, ji sofîtî, diyanet, viyan, kurdînî, henek, gazind, erotîk û hwd... livandine. Helbestine Nalbendî bûne stran û stranbêjên mîna Gulbiharê, Omer Gundî, Îsmaîl Zaxoyî gotine.

Xewna Ehmedê Nalbend çapkirina helbestên wî bû. Hewil da, ji bo cemandina mesrefa çapkirina berhemên xwe li gundên deverê li dû zekatê bigerhe, lê ew jî bê hûde bû. Piştî gelek bizavan, ew ji çapkirina helbestên xwe bê hêvî dibe û hewil dide wan helbestên xwe yên li ser kaxezan, li gelek gundan belav bûyî xirveke serêk û wî ew, yên karî bide ser hev, li cem mela Tahayê Mayî hiştin. Ji ber ku Nalbend kesekê gerok bû û çi maleka wî ya binecih nebû, wî helbestên xwe li ser kaxezan dinivîsandin û li nik kesên ku cihê baweriya wî bûn û dostên wî bûn dihêlan; wek mela Tahayê Mayî, Mesûd Kitanî, Zeynilabidînê Çemseydî, mela Sidîqê Benavî, Mostefayê Bamernî û gelekên din.

Ji wan kesan mela Tahayî her ji destpêka salên heftêyan hewla çapkirina hemî berhemên Ehmedê Nalbend da û Mela Mistefa Barzanî xwest jê re çap bike, lê rewşa wî demî ya şoreşa kurdan tê de derbas dibû rê neda bicihhatina wi karî. Mela Tahayî di dawiyê de armanca xwe û Ehmedê Nalbend pêkand û helbestên Nalbendî, bi alîkariya Mesûd Barzanî, di sala 1997ê û 1998ê de, bi navê Baxê Kurdî, di pênc cildan de belav kirin.

Ji bilî çapkirina hemî berhemên Nalbendî ji aliyê mela Taha Mayî ve, kesine din helbestine Nalbendî cemandin û wek pirtûk gehandin çapê û ji wan:

- Xalid Husên, Dîwana Ehmedê Nalbend (Muxlis), çapa yekê 1972, çapa duyê 1981, çapa dawiyê 1989.

- Sadiq Behaedîn Amêdî, Hozanvanêt Kurd, 1980. (Di wê pirtûkê de behsê 19 helbestvanên kurd tên kirin li gel nimûneyan ji berhemên wan û Ehmedê Nalbend jî yek ji wan e).

Ehmedê Nalbend çeqokek hebû û ew her pê re bû û gelek caran xwe pê ve mijûl dikir û ew vedihusî û wextê kesekê pirsiyar jê dikir ka ew çima devê wê çeqoyê tuj dike, wî di bersiva xwe de ji wan re digot dê hûn bizanibin. Wî di îlona 1963yê de, li gundê Xişxaşa, li ser tehtekê, bi wê çeqoyê zikê xwe şeq kir û li wê derê mir.

Parçeyine ji hunera Ehmedê Nalbend:

1. Duhî Spêdê li ser banî

Me dît canek ji xew rabû

Dema derket derê xanî

Me texmîn kir Zuleyxa bû

2. Ez nizanim bo cemala te çi bêjim Dilberê

Sorgula weqtê seher hîna ji bircê têy derê

Wek ji qesrê têye banî sorgulî yan reşrihanî

Fexra ehlê vî zemanî kesk û sor û esmerê

3. Ax û fîxan evroke ne

Umrê me borî bteşqela

Êş û elem pişka me ne

Daîm bi ‘işqê mubtela

Daîm bi ‘işqa dilberê

keftîne çerxa cencerê

Nê j muhbeta rengesmerê

Dîn bûn dused şêx û mela

4.Eceb ev şi’re pirr me’na û baş in

Belê çi bkem ku bê qedr û belaş in

5. Ezê çûm û me sed kovan hêlan

Birîn û kul birin, derman hêlan

Nedît min zerreka rehmê j dosta

du çav wa b rundik û giryan hêlan

6.Ez im şa’ir Îmadî me, mela me

Ez im baran l Kurdistanê barî

Belê min nîne qedrek ax û sed ax

Dilê min behr e pirr durr û mirarî

L kulana digerhim her bo nanî

Hemî kes têr in û zik wek xirarî

Ku van şi’ra tebi’ keyn û belav keyn

ezê xalib şev û roja l beyarî

7.Ez im şa’ir Îmadî me, mela me

Ez im baran li Kurdistanê barî


— Ehmedê Nalbend

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Baxê Kurda Pênc bergên pirtûka helbestên Ehmedê Nalbendî ne, sala 1998 li Bajarê Dohukê Çap kirîne, mela tiha Mayî...

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ehmedê Nalbend yan [[Ehmedê Muxlis]] (1891 – 1963), ji orîjînalê di 3 hezîran 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2012

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mahir Berwarî li ser Ehmedê Nalbend (www.hekarnet.com)