Xalid Axayê Zêbarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Xalid Axayê Zêbarî helbestvanekî kurd e.[1]

Xalid Axayê Zêbarî
biguhêreBelge

Xalid Axa yê Zêbarî/Zîbarî di 1827an de li Gundê Şêniyê hatiye dinyayê û di dawiya salên sedsala 18an de jî çûye dilovaniya xwe.

Gundê wî dikeve deşta Zê, li nav eşîra Zêbariyan, ku dikeve Rojhelata Amêdiyê. Xalid, kurê Şêx Hiseyn e. Bapîrê wî Şêx Xalid kurê Şêx Hiseynê Zîbarî ye. Xalid Axa li Cizîra Botan, xwendiye. Herweha wî li hin xwendegehên herêmê yên din jî xwendiye û li gelek şûnewarên şên yên li çiyayên Botan geriya ye. Piştre ew şûnde vereriyaye qeza Amêdiyê û li wir jiyana xwe domandiye, ta ku çûye ber dilovaniya Xwedê.

Xalid Axayê Zêbarî ji binemala axan e, ku bi navê Axazade di berê da bi nav dikirin. Ew ji gundê şîniyê ye li Rojhelata Amêdiyê li Deşta Ziyê ye. Her wekî tête gotin li ser çax û demê Mele Mensûrê Girgaşî û Bateyî yan paşî wan bi heyamekî, bi çend sala jiya ye, ku li dûmahiya sedê panzdê û Sedê şanzdê, ku di hinde berperêt niviştêt feqan da wekî Enwarê dikevine Namexana Mele Yehyayê Mizûrî (Minzûrî) li Amêdiyê, li navbera (905-974)ê Mişextê jiya ye.

Helbestek Zêbarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Felek naket digel min yarê qet
Xilas nabim ji ah û jarê qet
Xemîra min ji muhra muhrê Xan e
Neşêm êdî bikem înkariyê qet
Dilê sûzek ji işqê tê nebîtin
Bi kêr nahêt biket serdayê qet
Qewî nabim ji mehrûyan te´eceb
Neken perwarê bê îqrarê qet

Di işqê lewme nîne û nabit munker
Nehin ageh ji mewta cariyê qet
Tewafa gerdenê carek mi kiribû
Jibîr nakem ewê yekcarê qet
Çi sir bîtin ji werdan ger dinasî
Nebûn aciz ji dama xariyê qet
Bi heft avan bişoyî Laxerî xwo
Meger de´wa xwo tu li Zêbarî qet.


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Abdurrahman Adak, Mexles di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de.