Ertoşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ertûşî hat beralîkirin)
Eşîra Ertoşî
Agahiyên gelemperî
Hoz Gewdan
Hacan
Zewki
Mamxuran
Qeşûrî
Şerefan
Şîdan
Xawiştan
Xelîlan
Zêdik
Ziman Kurdî (kurmancî,
Herêmên dîrokî Colemêrg,Wan ,Şirnex Agiri,Bedlîs û Muş
Demografî
Gelhe ~ 7 milyon[çavkanî hewce ye]
Bawerî
Dîn Îslam (sunîtî)

Ertoşî, yek ji eşîrên mezinên kurda ye ku li gelek deverên Kurdistanê belav bûne. Endamên eşîra Ertoşiyan li bajar û bajarokên wek Colemêrg, Çelê, Wan, Elbak, Elkê, Şax, Payîzava, Gever, Dihok, Zaxo, Sêmêl, Şirnex, Şêxan Panos,Melezgirt, Elcewaz, Xelat belav bûne.[1]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi dûçûna çavkaniyên herêmî bingeha vê eşîr-konfederasyonê li gundê Ertoşa girêdayî Çelê ye. Li vir belavî deverên din bûye. Bi dûçûna Martin van Bruinessen di dema mîrektiya Hekarî de du baskên civakê hebû, yek baska çep yek jî baska rast bû. Baska çepê aligiriya Mîrê Hekarî dikir û Pinyanişî bûn. Baskê rastê jî mixalifên Mîrê Hekarî bûn û Ertoşî bûn.

Dabeşkirina Ertoşiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Konfederasyona Ertoşiyan ji du baska pêk tê. Ji her du baskan re jî bi giştî 12 bab derketine. Baskê yekemîn Mendkan e kû ji eşîrên Alan, Êzdînan, Xelîlan pêk tê. Baska duyemîn Hacîmendane ku ji eşîrên Şîdan, Şerefan, Hacan, Gewdan, Mamxuran, Jirkî, Qeşûrî, Zêdikan pêk tê.

Ji van eşîran Gewda îdîa dikin bingeha wan digehe Xelîfeyê 2yê yê Îslamê Emer [2]

Siyaseta Kurdistanî û helwesta eşîrên Ertoşî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Endamên Konfederasyona Ertoşî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Şarman, Nurdan (2015). Beytüşşebap Ve Molla Hüseyin Batevî Sempozyum Bildirileri (PDF). Stanbol: Rektoriya Zanîngeha Şirnexê. rr. 251–255. ISBN 978-605-88496-5-5. Ji orîjînalê (PDF) di 12 tîrmeh 2018 de hat arşîvkirin.
  2. ^ Ağa,Şeyh,Devlet-Martin van Bruinessen, r:308

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]