Kelhûrî (Kirmaşanî)
Kurdiya Jêrîn | ||
---|---|---|
Kirmaşanî, Gûranî, Kelhûrî, Feylî, Lekî, Şêxbizinî | ||
Welatên lê tê axaftin | Îran Îraq | |
Herêm | Kirmaşan Îlam Xaneqîn Luristan Hamedan Bîcar Qurwe | |
Axiverên zimanê zikmakî | 3.000.000 | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Awayên kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | sdh |
Kurdiya jêrîn/başûrî (Kirmaşanî) bi Kurmancî û Soranî ve yek ji serzaravayên zimanê Kurdî ye. Kurdiya Başûrî herêmên Kirmanşan, Luristan, Gûran û Îlamê û li hindek herêmên Başûrê Kurdistanê wek Xaneqîn, Mendelî, Cesan tê axavtin. Binavkirina vê zaravayê wek 'Kurdiya Başûr' nebesî ye. Birastî Kurdiya Başûr dibin hemî zarava û devokên Kurdî yên ji tîpên devokên Kirmaşanî û Lekî. Ev serzarava nêzîkê hev in. Ev dûrayiya navbera xwe ya îroyî ji bandora Lûrî û Farisî ya li ser lekî re deyndar in.
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdên Kirmaşanî ji zaravaya xwe re gûranî an tênê kurdî dibêjin. Gelek zimannas vê zaravayê wek 'zarava kurdiya jêrîn' an jî kurmanciya jêrîn bi navkirine.
Tîpolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zaravaye Kirmaşanî wek zaravayen Kurdî yên dinê li başûrê welat, bi tîpen Erebî tê nivîsandin. Wan salan dawîn de alfabeyeke alternatîf a Latînî ji bo Kirmaşanî li ser înternetê û di çend kovaran de tê bikaranîn.
Devokên kirmaşanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Feylî: Li Îraqê ji aliyê kurdên feylî û li mintika Pahlayê, Bedreyê û li Loristane, Kurdên Şiî pê diaxavin. Ki wanan re Lurên biçûk jî tê gotin. Gerek ev devok bi devoka Lurî ya bi hemnavî re neye litevîhevxistin.
- Gûranî: Ev devok li herêma Gûran, bi girsî ji aliyê kurdên Yarsan tê axavtin.
- Xaneqînî: Li derdorê bajarê Xaneqînê tê axavtin. Li Xaneqînê ji devoka Soranî ya bajêrî re jî 'Xaneqînî' tê gotin.
- Gerrusî: Li girtûperê (derdorê) Bîcarê tê axaftin.
- Sincawî: Ev bi taybetî devoka êlên Sencabî û Babacanî ye, ev êl li herêmê Hewraman û Gûran dijîn.
- Zengeneyî, devoka êla Zengene.
- Kûranî
Kirmaşanî li gel zaraveyên kurdî yên din
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kirmaşanî | Soranî | Lekî | Kurmancî | Zazakî |
---|---|---|---|---|
men, me | min, emin | mi, min | ez, min | ez, mi/min |
tû, te | to, eto | tu | tu, ti, te | ti, to |
men/me kem | min/emin ekem/dekem | min/mi mekem | ez dikim | ez kena |
men/me çim | min/emin eçim/deçim | min/mi meçim | ez diçim | ez şina |
fera | zor, fire | fira | pir, gelek | zaf, gelek |
wet, wit | wût, wit | wit, vit, got | got, bêj*/bêt* | vat |
êrênge, êse | êste, henûke | îske, îse | nûha, nika | nika, enka |
hat- | hat- | het- | hat- | ame- |
hêna, deng | deng, bang | hina, deng | deng | veng |
kelin, gewra | gewre, ket | kelin(-g) | gir, girs, mezin | gird, girs, pîl |
wa | ba | wa, va | ba | va |
waran | baran, waran, werişt | waran, varan, veşt | baran | varan, variş |
gen, xêraw | gen, xirap | gen, xiraw | xirab, genî | xirab |
Hindek peyvên kirmaşanî li gel danberheva peyvên kurmancî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kirmaşanî | Kurmancî |
---|---|
Jin | Jin |
Piya | Mirov, peya |
Bawig | Bab, bav |
Dalig | Dayik, da, dê |
Bira | Bira |
Xweşig, xweşk | Xwûşk |
Bapîr | Bapîr |
Nenig, dapîr | Dapîr |
Memû | Mam,Ap |
Mîmig | Met |
Xalû | Xal |
Mîmig | Xalet,Xaltî |
Zawa | Zava |
Vîv(ڤیڤ) | Bûk |
Memûjin | Jinmam, amojin |
Xalûjin | Jinxal, xalojin |
Şümîmig | Mêrê metê |
Şümîmig | Mêrê xaletê |
Birajin | Jinbira |
Diş | Diş |
Haw vîv | Hewî |
Hawzawa | Hevling |
Amûza | Kurmam, pismam |
Amûza | Keçmam, dotmam, amoza |
Xalûza | Kurxal |
Mîmeza | Keçxalet |
Mîmeza | Kurxalet |
Mîmeza | Keçmet |
Mîmeza | Kurmet |
Birarza | Biraza |
Xwarza | Xwarza |
Girêdanên dêrve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kurdî-Kelhûrî (Kelhûrî) Girêdana arşîvê 2007-03-03 li ser Wayback Machine
- Kirmaşan.com Girêdana arşîvê 2011-03-16 li ser Wayback Machine
- Kelhûrî (Elmanî) Girêdana arşîvê 2020-11-10 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |