Şêx Muhemmedê Xazînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şêx Muhemmedê Xazînî
Jidayikbûn1816
Mirin1892
EsilKurd
HevwelatîBakurê Kurdistanê
DestûrnameŞêx Mahmudê Bahdînî, Şêx Heyderê Soranî
PîşeFîlozof û Alim
SerdemSedsala 19'an
DînÎslam
Dê û bav
biguhêreBelge

Şêx Muhemmedê Xazînî di 1816-1892'wan de jîn bûye. alim û fîlozofeke kurd bû.[1]

Pir bi zane û bi qadr bûye. Di deme xwe de pir bandora wî hebû ya. Li ser hizir pir kur bû. Lê biqasî ku tê gotin ji aliyê wêje ve pir mazin bûya. Gelek qasîden wî yên ji demên bişavtinê xilas bûne gahana deme me. Gelek ji wan ji di destê nurciyan de hatina bişavtin. Ew bi xwe ji Sêrtê ji tilo bûya. Bavê wî Şêx Musa, perwerde wî ya bingihin dayê de. Lê ew piştî ku li cem bavê bi perwerde xwe digihe deme xwe ya ciwaniyê, êdî diçê Başûrê Kurdistanê Bahdînan. Li wir li cem Şêx Mahmudê Bahdînî demeke dimene û hinekî ji wî ji perwerde dibîne. Piştre tê gotin ji cem wî, bi destûre wî diçê cem Şêx Heyderê Soranî û li cem wî ji demekê dimene û perwerdeyeke pir mazin li cem wî ji dibînê. Berî ku herê Başûrê Kurdistanê diçê Cizîra Botan û piştre diçê Mêrdînê li wir ji li cem Şêx Qasimê Omerî hinekî dimenê û li wir ji hinekî perwerde dimene. Şêx Qasimê omerê mirovekî ku mezin bûya. Bi navê xwe tê gotin ku medreseyeke pir mezin ji çêkiriye û gelek faqayên wî hene. Hizre wî mezin û dîwanan wî ji heye. Deme ku bahsa wî tê kirin, pir mezin û bi zanistî behsa wî tê kirin. Behsa wî û hinek ku li ser dîrokê nivîsandinê ji tê kirin. Li Sêrtê ku weke wî şêxin û li wir dimênin bi Şêx Evdilhakim, Şêx Xatabê Mazin, Şêx Muhemmed, Şêx Camaledîn, Şêx Derwîş re maya. Ev hemû ji bi tasawufa kurdî re navdarin.

Li ser hizre wî ji ku mirov sê çar gotina bêje, mirov dikarê bêje. Ew li ser felsefe rasttqîniyê bi hizir bû. Li ser hertimî di rawastaha. Hizre wî ya perwerde kirinê pir mezin bû. Wî pir girîngî dide perwerde û perwerdekirinê. Ji ber vê yekê, piştî ku demekê li cem Heyderê Soranî dimenê, êdî piştre divegerihê Sêrtê û bi navê xwe bavê xwe medreseyeke diveke. Car bi car bi navê wî ji tê tê binavkirin. Bi vê yekê, ew weke qandacekî kurdan tê naskirin. Dengê wî ji, tê gotin ku pir xweş bûya. Hertimî di nav faqa û sofiyên li dore xwe de qasîde digotin. Seîdê Kurdî ji pir li ser wî di sekinî Pişt wî re Seidê Kurdî tê gotin ku xwestiya ku di deme xwe de zanistgaha kurdî veke. Tê gotin ku deme ku saidê kurdî li ser vê yekê bi mirovên li dore xwe re diaxift, hertimî ku bahsa zanistgaha ku xwest ku veke dikir û li ser diaxift, behsa wî Şêx Muhemmedê Xazînî ji dikir. Digot ´meyîzenên, wî ji bo ku mirovan perwer bike, bixwe medrese vekir. Îro em ji emê weke wî bikin û zanistgehakê vekirin. Bi vê yekê re, tê gotin ku Saidê Kurdî bidest nivîsandina pirtûkne ji bo zanistgehê ji dike. Tê gotin ku li ser matematîkê pirtûkeke mezin nivîsandiya. Li ser gelek beşên din ji nivîsandiya. Lê belê ew berhemên wî yên ku ji bo zanistgehê nivîsandina yan ji aliyê nurciyan ve hatina şawitandin û yan ji haya roje me, veşartî hatina hiştin.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Muhemmed Emîn Zekî, Meşahirê Kurd û Kurdistan
  2. ^ http://www.enfal.de/ecdad152.htm