Wîkîpediya:Gotara hefteyê/2020

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gotara hefteyê • Pêvek • Arşîv


201120122013201420152016
201720182019202020212022


Hefteya 17an, 2024 (UTC) – nûkirin

Gotarên hefteyan (2020)
Hefte: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53

Hefte: 1

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 2

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 3

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 4

Fyodor Mîxaylovîç Dostoyevsk
Fyodor Mîxaylovîç Dostoyevsk

Fyodor Mîxaylovîç Dostoyevskî (bi rûsî: Фёдор Миха́йлович Достое́вский, Fёdor Mihajlovič Dosto'evskij) (11ê çiriya paşîn a 1821an li Moskow - 9ê sibata 1881an) nivîskarekî rûsî ye. Di wêjeya cîhanê de wek kevirekî bingehîn hatiye pejarandin.

Fyodor Dostoyevskî di 11ê çiriya paşîn sala 1821an de li Moskowê ji dayîk dibe. Di vê demê de bavê wî li vir di nexweşxaneya hejaran de bijîşk e. Li hêleke hewşa vê nexweşxaneyê xaniyekî biçûk ji bo malbata Dostoyevskiyan amade dibe. Dostoyevskî ji xwe mezintir birayekî xwe î bi navê Mîxayîl heye û wek xwişk û birayên malê, heft kes in. Dayika Dostoyevskî ji malbateke dewlemend e, biaqil, dilovan û xwînşêrîn e. Lê bavê wî merivekî hişk, çikûs û bi cireke nexweş e. Di malê de her tiştî bi ya xwe dike û daxwaza dilê wî her li ser wê yekê ye ku bibe zengînekî malmezin û xwediyê erd û wargehan. Heta derekê vê daxwaza xwe bi cih tîne û li rojhilata Moskowê, tev du gundan bi qasî du sed koleyan bi dest xwe dixîne. Bi alîkariya vê hebûna bavê xwe Dostoyevskî di duwanzdeh saliya xwe de dest bi xwendingeha dewletê dike û piştî wê jî li Petersburgê dest bi xwendingeha avahîzaniya leşkerî dike. (dûmahîk…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 5

Linux
Linux

Linux (wekî Lînuks tê gotin) pergala xebatê ya kompûterê ye. Sembola Linuxê pengûenek bi navê Tux e.

Linux (an jî GNU/Linux) pergaleke xebitandina kompûterê ya bê xwedî û bê pere ye. Xwediyekî Lînuxê tune ye. Ev bername ji bo her kesî vekirî ye. Cara yekem xwendekarekî fînlendî bi navê Linus Torvalds di sala 1990î de sûde ji Minixê wergirt û bi pêş xist. Ji dendika vê pergala xebatê û guhertoyên wê yên hatine belavkirin re bi tevahî linux tê gotin. Torvalds, ji bo dersa xwe ya mastirê sêwirandiye û li ser vê malperê xebitiye û pişt re xwestiye ku vê bernameyê mezin bike. Bi vê baweriyê bernameya xwe ji her kesê ku xwestiye re şandiye û alîkarî xwestiye. Di demek kin de bi alîkariya gelek kesan bûye bernameyek ku îro hevrikiya Windowsê dike.

Pergaleke ji her kesî re vekirî ye, ango her kes dikare ji bo mezinkirina wê beşdarî xebatan bibe. Ji ber vê yekê jî wekî bernameyeke azad û bê sînor tê binavkirin. Kesên ku di hêla teknîka kompûterê de jêhatî bin, dikarin hin tiştan lê zêde bikin û wê bi pêşdetir bixin. Ev pergal bi awayekî kolektîf derketiye holê. Bi lîsansa GPL tê belavkirin.

Gelek belavkirinên ku dendika "GNU/Linux" (GNU + Linux) wekî bingeh girtine hene. Yên herî girîng Debian, Slackware, Gentoo, Mandriva, Redhat, SuSE û Ubuntu ye. (dûmahîk...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 6

Beirut
Beirut

Beirut komek amerîkî ye ku bi eslê xwe projeya muzîka solo ya Zach Condonê Santa Feyî bû. Muzîka Beirut hêmanên indie-rock û muzîka cîhanî li hev tîne. Performansa pêşîn a komê di gulana 2006an de li New Yorkê pêk hat, ji bo piştgiriya albûma xwe ya pêşîn, Gulag Orkestar.

Condon navê komê ji paytexta Libnanê wergirtiye, ji ber dîroka bajêr a pevçûnê û çandên wê yên cuda. Beirut, konsera xwe ya yekem a li Lubnanê di sala 2014an de li Festîvala Navneteweyî Byblosê pêk anî.

Zach Condon di 13ê Sibata 1986an de, li Albuquerqueya New Mexicoyê hat dinê. Ew li Newport News, Virginia û Santa Feyê mezin bû. Condon di xortaniya xwe de bi komeke cazê re li borîjenê da û caz bandorek mezin li ser wî kir.

Condon beşdarî Xwendingeha Bilind a Santa Feyê bû, heya 17 saliya xwe tê de domand. Li saloneke sînemayê xebitî a ku fîlmên navnetewî dida temaşekirin û ev baldariya wî kişand li ser Fellini, stranên Sîcîlyayî û muzîka Balkanî.

Condon ji bo demek kurt beşdarî zanîngehê bû, berî ku di 17 saliya xwe de ligel birayê xwe yê mezin Ryan biçe Ewropayê. Lêgerîn û naskirina Condon a muzîka cîhanê dengê melodîk a Beirut pêş ve bir. Birayê biçûk a Zach, Ross Condon di koma Total Slacker a Brooklynî de lê da. (dûmahîk...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 7

Harry Potter
Harry Potter

Harry Potter rêzeromana fantazî ye ku ji hêla nivîskara brîtanî J. K. Rowling ve hatine nivîsandin. Roman jiyana ciwanê sêrbaz ê bi navê Harry Potter û hevalên wî Hermione Granger û Ron Weasley wekî kronîkî vedibêje ku hemû li Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwartsê xwendekar in. Çîroka sereke bi tekoşîna Harryyî re têkildar e ku wî li ber Lord Voldemortê sêrbazê tariyê radibe ku dixwaze nemiriyê dest bixe, desthilatdariya sêrbaziyê ku wekî Wezareta Sêrbaziyê tê binavkirin, hilbiweşîne û hemû sêrbaz û Mugglean (mirovên ne-sêrbaz) li bin hêza xwe stûxwar bike.

Di 26ê hezîrana 1997an de ji weşandina romana yekem Harry Potter and the Philosopher's Stoneê vir ve, rêzeroman li seranserê cîhanê populerbûnek berbiçav pêk anî û pesnê rexnegir û serkeftinek bazirganî dest xist. Rêzepirtûk him bala xwendevanên mezin û him jî ya xwendevanên biçûk kişand ser xwe û êdî yek ji kevirên kevneşopî yên wêjeya mezinên ciwan tê hesibandin. Heta sibata 2018an, ji zêdetirî 500 mîlyon kopiya rêzeroman li çar aliyê cîhanê hate firotin û ketiye nav lîsteya pirtûkên ku di dîrokê de herî pir hatine firotin û li heştê zimanan hatine wergerandin. Çar pirtûkên dawî yên rêzeromanê li DYAyê di nav bîst û çar demjimêran a çapkirina xwe de nêzî yanzdeh mîlyon kopî firotin ku bi vê taybetiyê bûye yekemîn a lîsteya pîrtûkên ku zûtirîn hatine firotin.

Pirtûk di destpêkê de bi zimanê îngilîzî ji hêla du weşanxaneyên mezin ve hat weşandin, Bloomsbury li Keyaniya Yekbûyî û Scholastic Press li Dewletên Yekbûyî. Şanoya Harry Potter and the Cursed Child, li ser bingeha çîrokek e ku ji hêla Rowling ve hatibû nivîsandin, li Londonê di 30yê tîrmeha 2016an de li Palace Theaterê hat pêşandan, berhem ji hêla Little, Brown ve hate çapkirin. Fîlmên heft pirtûkên xwemalî di nav heşt beşan de bi heman navê ji hêla Warner Bros. Pictures ve hatin çêkirin, ku heta Sibata 2018an bûye sêyemîn rêzefîlma ku herî zêde dahatê dest xistiye. Di sala 2016an de, nirxa giştî ya takemafa Harry Potter wekî $25 mîlyar hatiye texmîn kirin ku bi vê jî Harry Potter dibe yek ji takemafên medyayê yên herî bilindtirîn yên hemî deman. (dûmahîk...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 8

Şehriyar Cemşîdî
Şehriyar Cemşîdî

Şehriyar Cemşîdî (bi farisî: شهریار جمشیدی‎, bi soranî: شەهریار جەمشیدی‎) (z. 1971) lêder û bestekarê ribabê yê kurdê Îranê ye. Pêwendiya wî piranî li ser muzîka kurdî û Îranê ye .

Şehriyar di malbata kurdî de li Kirmanşanê ji dayîk bûye. Ji ber sînorkirinên Şoreşa Îranê ya 1978ê, nepêkan bû ku heta 17 saliya xwe muzîkê bixwîne. Berî ku li Zanîngeha Tehranê ya Hunerê bixwîne li bin çavdêriya Mehmûd Merati du sal waneyên muzîkê yên taybet xwendine. Di Tehranê de, wî ji mamosteyên cuda, mîna Ehmed Pejman, Houshang Kamkar, Ardeshir Kamkar û Taghi Binesh waneyên xwe xwendin û xebatên muzîkê berdewam kir. Herî wekî din wî li bin çavdêriya ribabjenê kurd ê navdar Mucteba Mîrzadeî jî xebitî.

Cemşîdî di nav 2000 de li Farabi Hallê bi Bahman Rajabi re -komên mîna Chakad Ensemble têde ne-, bi rêberiya Alireza Javaheri re xebitî. Wî di 2003 de Dilan Ensemble ava kir, di 2015an de li çend bajarên Îranî û welatên din performansa xwe pêşkeş kir, wekî Hall Roudaki Tehran, Festîvala Tirgan, High-Fest Festival li Êrîvanê, û di 2018an de li Zanîngeha McMasterê.

Weke ribabjenekî tenê, beşdarî "Konferansa Ewlekariya Navneteweyî ji bo Muzîka Jixweberî" bû, li Château-d'Œxê, Swîsreyê û Zanîngeha Wilfrid Laurier li Kanadayê; Konferansa Pêwendiyê ya Ontario, di sala 2018 de Konferansa 33em a Civaka Navneteweyî bo Perwerdehiya Muzîkê ya li Baku, Azerbaycanê. (dûmahîk...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 9

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 10

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 11

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 12

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 13

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 14

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 15

Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî (z. 1650 gundê Xanê, Colemêrgm. 1707 Bazîd, Agirî), helbestvan, dîroknas, astronom, erdnas û fîlozofê mezin ê kurd e.

Ehmedê Xanî di sala 1650 an jî 1651ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê. Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e û ji eşîra Xaniyan e. Di derbarê zewaca wî de agahî tuneye lê tê gotin ku bi xwe qet nezewiciye.

Jiyana Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye. Xanî perwerdehiya xwe ya pêşîn Quran û fiqihê li cem bavê xwe Şêx Îlyas digire, piştî xwendina li cem bavê diçe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de dixwîne, xwendina xwe li Bexda, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêş ve dixe. Di medreseyên Îranê de hînê felsefeya îslamê, astronomî û fîlolojiyê dibe.

Di medreseyên Sûriyê de jî hînî felsefeya yewnanê dibe. Xanî piştî demekî diçe bajarê Mekeyê heca xwe dike, ji wê şûn de diçe Misirê jî digere û dizivire Bazîdê. Xanî bi xwe di bin bandora fîlozofên weke Aristoteles, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek fîlozofên din de dimîne û bi fikr û ramanên xwe ve rê li pêşiya fîlozofên dû xwe vekiriye. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 16

Beirut (kom)
Beirut (kom)

Beirut komeke amerîkî ye ku bi eslê xwe projeya muzîka solo ya Zach Condonê Santa Feyî bû. Muzîka Beirut hêmanên indie-rock û muzîka cîhanî li hev tîne. Performansa pêşîn a komê di gulana 2006an de li New Yorkê pêk hat, ji bo piştgiriya albûma xwe ya pêşîn, Gulag Orkestar. Condon navê komê ji paytexta Libnanê wergirtiye, ji ber dîroka bajêr a pevçûnê û çandên wê yên cuda. Beirut, konsera xwe ya yekem a li Libnanê di sala 2014 an de li Festîvala Navneteweyî Byblosê pêk anî.

Zach Condon di 13ê sibata 1986an de, li Albuquerqueya New Mexicoyê hat dinê. Ew li Newport News, Virginia û Santa Feyê mezin bû. Condon di xortaniya xwe de bi komeke cazê re li borîjenê da û caz bandorek mezin li ser wî kir. Condon beşdarî Xwendingeha Bilind a Santa Feyê bû, heya 17 saliya xwe tê de domand. Li saloneke sînemayê xebitî a ku fîlmên navnetewî dida temaşekirin û ev baldariya wî kişand li ser Fellini, stranên sîcîlyayî û muzîka Balkanî. Condon ji bo demek kurt beşdarî zanîngehê bû, berî ku di 17 saliya xwe de ligel birayê xwe yê mezin Ryan biçe Ewropayê. Lêgerîn û naskirina Condon a muzîka cîhanê dengê melodîk a Beirût pêş ve bir. Birayê biçûk a Zach, Ross Condon di koma Total Slacker a Brooklynî de lê da. Bi vegerîna ji Ewrûpayê, Condon qeyda xwe li Zanîngeha New Mexicoyê kir û wî li wir beşên zimanê portûgalî û wênekêşiyê xwendi. Condon piraniya materyalên xwe yên Gulag Orkestar bi tenê di odeya xwe ya nivînê de tomar kir, albûmê bi alîkariya Jeremy Barnes (Neutral Milk Hotel, A Hawk û Hacksaw) û Heather Trost (A Hawk û Hacksaw) li stûdyoyê temam kir ku ew her du bûn beşdarên destpêkê yên komê.

Tomarên Ba Da Bing! hêza îmzeyên Condon hilgirtin. Condon ji bo yekem pêşandana xwe ya zindî hevalên xwe hev da û Gulag Orkestarê li New Yorkê di gulana 2006an de lê da.

Vîdyoya muzîkê ya yekem a Beirutê ji bo "Elephant Gun" bi derhêneriya Alma Har'el hat girtin ku wê di heman demê de derhêneriya vîdyoya duyem a komê, "Postcards from Italy", jî kir. Lon Gisland EP yekem reşaneya komê bû di 2007an de.

(dûmahîk...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 17

Mîrê Xerza, Xerzan, Bakurê Kurdistanê îro li vê erdnîgariyê yên Komara Tirkiyeyê li Başûrê Rojhilatê Anatolyayê bi navê a navçeya dîrokî li nav sînorên e. Navê kevnare yê bajarokê Yanarsu yê navçeya Kurtalan a girêdayî parêzgeha Sêrtê wekî Xerzan tê zanîn. Di derheqê demên kevin de li herêma Xerzan agahiyên me zehf tune. Ev nav belkî ji bajarê kevnare yê Erzenê tê, ku li perava başûrê çemê Beşîr, 20 km dûrî navçeya Kurtalan, parêzgeha Sêrtê ya îroyîn, hatî damezrandin.

Lêkolîn nîşan didin ku dîrokên Kurdên Xerza de, du Mîrektiyê Xerzan hatiye avakirin. Yek ji van pismamê Mîrê Bedlîsê ne û têkiliya xwe ya bi fermanan û navenda Hezo rawestandin '. Ev Mîrektî li Qabilcewz û Hezo cih digire û em ê bi kurtasî agahdariya xwe bidin wan der ku ew Xerzan di destên xwe de digirtine. Lê Mîrektiya Xerzanê ya duyem û duyemîn nijadên Mîrê Hekariya ne. Belgeyên Osmanî de ji bo Mîrê Xerzayê yekemîn "Ferwerdarên Hezo" gotine û Mîrê Xerza yê yekemîn wusa hatine nas kirin. Lê belê ji bo Mîrê Xerza yê duyem re gotine Begê Zoqê yan ji Mîrê Zoqê, ku gelê Xerza ew nas dikirin û piraniya navendên navdar ji bo gelê Xerza Mîrê Zoqê hatine dîtin.

Mîrê Zoqê, neviya Mîrê Hekariya ne. XVII. Di dawiya sedsalê de, serokatiya Seîd Beg de Mîrektiya Hekariya hiştin û li başûrê Xerzanê bicîh bûn, ku gelek serdema koçberên wê serdemê bûn. Dema Seîd Beg tê Xerzan ku li ser rêzgirtina ji ber ku wî, bi cih girtina wî re gelê xerza gotin Bêgkendê. Seîd Beg pêşî başûrê Xerzanê de Mîrîtiya xwe demezrand. Paşê dema keleha Zoqê girtin Seîd Beg û Begê Bêgkendê Mîrektiya Xerza yê duyem damezrandin.

(dûmahîk...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 18

Misilmanbûyina kurdan
Misilmanbûyina kurdan

Belavbûna îslamê li Kurdistanê an jî Misilmanbûyina kurdan, piraniya kurdan berî îslamiyetê li ser dînê zerdeştîtiyê bûn. Dinê Zerdeştî ji aliyê Zerdeşt pêxember ve hatiye belakirin û heta dema şerê di navbera Sasaniyan û artêşa îslamê de ku çêbû pirraniya kurdan li ser vî dînê bûn.

Îslamiyet di sedsala 7an de derket, wê demê kurd di navbera Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî bûn, ji ber vê yekê hertim axa kurdan ji Sasanî û ji Bîzansê re bûbû qada şer. Hevnasbûna kurdan bi îslamiyetê ve digîhîje dema Muhemmed pêxember, Herwiha du kurdên sehabe hene ku di dema Muhemmed pêxember de bûne misilman, evan kesan Cabanê Kurdî û kurê wî Meymûnê Kurdî ne.

Ji bilî van sehabeyan gelek tabîûnê kurd jî hebûne ji vana yê herî navdar Şêx Xelîlê Kurdî ye ku di sala 750î de wefat kiriye. Şêx Xelîlê Kurdî bi xwe zanyarê îslamê û mutesewifê kurd ê herî pêşîn e.Pêşiya fetihkirina Kurdistanê jî hinekî bazirganên kurd ji herêma Cizîrê çûne herêma Mekeyê bajarê Taîfê û li wê derê bûne misilman û zivirîne Cizîrê misilmantiyê belakirine.

Wexta ku Artêşa îslamê di serdema xelifetiya Omer de di navbera salên 637-642an de îslamiyetê li Kurdistanê belavkirin pirraniya kurdan îslamiyetê pejirandin û bûne misilman. Lê hinek kurd jî di dema Elî de bûne misilman, Bi vî awayî kurd li dû ereban ve bûn gelên misilman ên pêşîn.


(dûmahîk...)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 19

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 20

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 21

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 22

Dilê mirov
Dilê mirov

Dil ango dilê mirov, bi eslê xwe dişibe pompeyekê ku ji masûlkeyan pêk tê.

Ji boy berdewamiya jiyanê, divê xurek, hormon û oksîjen, bigihîje hemû şane û xaneyên laş. Madeyên paşmayî yên wekî karbona dîoksîd, ure, av, xwêy jî divê ji xaneyan bên dûrxistin. Ango ji boy bicihanina erka xwe divê xwîn li her aliyê laş de bigere. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike, lê xwîn bi tena serê xwe nikare biherike, pêdivî bi pompeyek heye. Pompeya laş dil e. Dil pesta xwînê berz dike bi vî awayê xwîn di nav lûleyên xwînê de bi lez diherike û belavê laş dibe. Ji boy gera xwînê, hêza sereke ji dil peyda dibe. Pêwendiya peyvên wekî, kardiyolojî, kardiyolog, eloktrokardiyografî, perîkardiyum, miyokardiyum, bi dil ve heye. Di zimanê Yewnanî de ji boy tiştên bi dil ve tekîldarin peyva “kardia” tê bikaranîn. Kardiyolojî: Beşek ji zanista bijîşkî ye, lêgerînên kardiyolojiyê li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e.

Bijîşkên pisporiya wan li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e, wekî kardiyolog bi nav dibin.

Dil bi eslê xwe dişibe pompeyek, lê ev pompe ne ji hesin û plastîk, lê ji masûlkeyan pêk tê. Berevajiyê pompeyên mekanîk, dil pir dişixule û zûbizû xera nabe. Di rewşa asayî de dilê mirov di xulekek(deqe) de bi qasî 70 -75 car lê dide. Dilê mirov rojê 108000, salê ji 39 milyonê zêdetir lê dide. Di tevahiya jiyana 75 salî de dilê mirov 3.000.000.000 car lê dide. Bi her lêdanê, dil bi qasî 70mL xwîn pompe dike. Ango di xulekek de 5.25 lître, di rojek de 14 000 lître, di salê de 10 000 000 lître xwîn pompeyê lûleyên xwînê dike (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 23

Simko
Simko

Simkoyê Şikak an Smayîl Aẍayê Şikak an jî Simko (jdb. 1887 Kela Çariyê - m. 30ê hezîrana 1930an Şino) serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû. ‎ Smayîl Aẍayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava ‎kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê ‎Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê ‎meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora ‎hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin ‎nîrê aẍatiyê de bû, pêkhat.

Piştî şoreşa Şêx Ubeydelayê Nehrî (sala 1880an), serhildana Smayîl Axayê Şikak di ‎rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê ‎şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û ‎hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn. (dûmahîk…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 24

Xelfetiya Kevn
Xelfetiya Kevn

Xelfêtî (bi Tirkî: Halfeti) yek ji navçeyên Rihayê ye. Navçeya Xelfetiya Rihayê di nava axa Mezopotamya da xwedî xweserî û mîmariyek taybet e. Navçe bi dîrok û erdnîgariya xwe wekî bihûştek biçûk tê binavkirin. Piştî çêkirina Bendava Bêrecûgê gelek gund û piraniya bermahiyên dîrokî di bin avê de man. Herwiha, ev navçeya wekî bihûşta gula reş jî tê nasîn.

Niviyê axa bajarê ku 120 km li Bakurê Rojava dikeve, piştî projeya GAP'ê di bin bendavê de ma.

Rûniştvanên herêmê dibêjin ku bajar û navçe navên xwe ji efsaneyeke stendine. Ew efsaneya xemgîn behsa du ciwanên ku berê evîndara hev bûne dike.

Berî demeke kevn du ciwanên bi navê « Xel » û « Fatê » gelek ji hev hezkirine, lê malbata herduyan nehîştine ew du evîndar bigihêjin hev. « Xel » û « Fatê » jî ji ber vê yekê xwe çekirine ava Ferat û bi wî awayî di mirinê de gihîştine hev. Ji wê demê bi şundê bajar wek warê « Xel » û « Fatê » tê nasîn û bi derbasbuna demê bûye « Xelfetî » (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 25

Mozaîka herî navdar a Zeugmayê: "Keça qerecî"
Mozaîka herî navdar a Zeugmayê: "Keça qerecî"

Zeugma (bi yewnanî: Ζεύγμα, "bajarê pir") bajarekî kevnar ê helenî ye ku pistre ket destê împeratoriya Romayê. Li hemberî Zeugmayê, dîsa li ber çemê Ferêt bajarê din ê kevnar Seleukia Apamea an jî Seleukeia peyda bû. Zeugma li nêzika gundê Belkis li ber çiyayê Belkisê hatiye avakirin (ku nêzika navçeya Bêrecûkê ye) û îro dikeve nav sînorên navçeya Belqîz (Nizib) a parêzgeha Dîlok. Ji ber ku Zeugma û Seleukeia di dema rêya îpekê navendeke girîng a herêmê bû, her du herêm ji ber aboriya xûrt bû bajarekî vîlayên antîk ku bi gelek mozaîkên bêhempa xemilandî bû. Zeugma di çiriya pêşîn a sala 2000an de bi qedandina avakirina Bendava Bêrecûkê ji nû ve hate kisfkirin, lê pirraniya bajarê antîk kete bin avê.

Zeugma di 3'mîn sedsala berî zayînê ji aliyê Seleukos I Nikator (Seleukos yekê serfiraz) li ew dera ku yekemîn pira Ferêt avakiribû hate damezirandin. Bi derbasbûyîna demê ev bajar her ku çû pêşket û wergeriya yek ji navendên herî girîng ên aborî û rêvebiriyê. Di bajarê ku ji aliyê lejyona romayî dihate parastin de nêzî 70.000 rûniştvan dijiyan. (dûmahîk…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 26

Qelaşînk
Qelaşînk

Qelaşînk an qelaşînkê Ewropayê (Coracias garrulus), cureyekî masîgiran e. Du binecureyên qelaşînkan hatine danasîn ta niha:

  • Coracias garrulus semenowi
  • Coracias garrulous garrulus

Qelaşînk çûkekî qelew e ku dirêjiya wî di navbera 29–32 cm de ye û tevî baskan dirêjiya wî di navbera 52–58 cm de ye. Giraniya qelaşînkê nêr di navbera 127 – 160 graman de û yê mê di navbera 130 – 154 graman de ye. Rengê wî şîn û rengê paşiya wî pirteqalî-qeheweyî ye.
Hinek komên qelaşînkan bi riya Hindistanê ber bi aliyê Afrîkayê ve koçber dibin. Qelaşînk li balafirekî dehimî bû gor ku hatibû tomarkirin jor deryaya Erebistanê. Qelaşînk li ser daran, dîreg an têlan dilîse. Dengê wî wekî qirikan e ku sext e. Qelaşînk li xijendeyên biçûk wek qirtîş û marên biçûk, çûkên jar, pîrê, kojerên biçûk, beq, mêş û mûr wekî çirçirk, kulî, sedpî û kêzikan digere û dixwe. Qelaşînk nêzî şeş hêkan dike.
Binecureyê qelaşînkê (C. g. garrulous) li bakur-rojavayê Afrîkayê, başûr-rojava û başûr-navîna Ewropayê, Asyaya biçûk (Tirkiye û Bakurê Kurdistanê) ta bakur-rojavayê Îranê (rojhilatê Kurdistanê) û başûr-rojavayê Sîbîryayê li Rûsyayê belav dibe. (dûmahîk…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 27

Ebdulrehman Qasimlo (z. 22'ê berfanbarê 1930 li Ûrmiyeyê – m. 13'ê tîrmehê 1989 li Viyanayê), siyasetmedar û rêberê Kurdistana Rojhilat bû. Qasimlo serokê PDK-Îran bû û li Viyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hat şehîdkirin.

Ebdulrehman Qasimlo 22ê berfanbarê sala 1930an li bajarê Ûrmiyê di malbateke dewlemend û navdar de ji dayik bû. Wî xwendina xwe ya serete û navendî li bajarê Ûrmiyê kir û pişt re ji bo dewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdulrehman Qasimlo ji zarokatiyê de, bi hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pê hesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de dijî. Herçend bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin bû li herêma Ûrmiyê, wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reş û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexşî. Çalakiyên wî yên siyasî sala 1945'an, dema ku hê 15 salî bû, bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê) li bajarê Ûrmiyê dest pê kir.

Piştî ku Komara canemerga Kurdistanê (Mehabad, 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta (Sovyetistana berê) têk çû, Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fêrmî yê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û manewî hevkariya HDK-I û ciwanên kurd dikir.

Ebdulrehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû welatê Fransayê. Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakya û piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî - civakî de stand, sala 1952'an di çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq de vegeriya Îranê. Li wir di xebata dijî emperyalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê de li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Reza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû, lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatî ye. Yanî wî bi prensîp û terza xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 28

Mîrgehên Kurd di 1885an de (navên nexşeyê bi îngilîzî ne)
Mîrgehên Kurd di 1885an de (navên nexşeyê bi îngilîzî ne)

Mîrektîya Botan yek ji mezintirîn Mîrên Kurd e ku di navbera salên 1338-1855 de Mîrîtî kirine û di nav axa Bakurê Kurdistanê de hatî ye nas kirin . Navçeya îdarî ku navçe Dih navçeyên Cizîr, Şirnex û Sêrtê digire navê wê herêmê Botan e . Kurdên Bûhtî , ku navê wî Mîrektîyê ne, di navbera parêzgeha Hekarî ya nûjen û Mûsilê de dijîn . Jî Bûhtî Kurdan, li ber çavên hin dîrokzanên ku bi eslê xwe Merwanî damezrînerê ji xanedana Kurdên Humeydî bi têkildarî dîbinîn. Di xebata xwe ya bi navê Şerefname ku ji hêla dîrokzanê Kurd Şerefxanê Bedlîsî ve ku di sedsala 16-an de jiyaye nivîsandiye; "Ew diyar dike ku Mîrektîya Botan navê xwe ji eşîra Bûhtî girtî ye, ku ew aşîr bi cesaret û şerê xwe tê zanîn". Lê Mîrektîya Botan tenê ne li ser eşîra Bûhtîya bû. Digel eşîra Bohtî, eşîretên Dumbılî, Nûkî, Mehmûdî, Şêx Taranî, Masakî, Raşkî, Pînkan, Dalam, Bîasturaî, Şîruyan, Dûdêran di nav êlên eşîrên Botan de bûn. Herêma Botan li 14 deveran hate dabeş kirin, ku her yek ji navenda xwe û qesra xwe ve girêdayî bû. Fermanên Botan, bi navê Mîrê Azîzan an Begîtîya Azîziye jî tête zanîn, dibe ku xwe li bingeha Xalid bin Welîd binasin da ku di serdemên xwe yên klasîk de ji eşîrên di nav herêmê de sererast bibin. Di heman demê de, sedemên fermanên Botanê ku bi navê Mîrê Azîzan têne zanîn ji ber navê Îzzeddînê Bûhtî, damezrênerê vê mîrîtî ye. Di dema Şerê Çardiran de di navbera hêzên Osmanî û Safewî di 1514 de, Mîrektîya Botan li tenişta Osmanî bû. Mîrektîya Botanê ji vê dîrokê heya niha hebûna xwe wekî banek hukumeta Împeratoriya Osmanî domand. Mîrektîya Botan, ku di heyama Bedirxan Beg de serdema herî geş bû, paşê 19. ss Reformên navendîparêz û siyasetên çewt ên ku di sedsala 18-an de di Împeratoriya Osmanî de pêk hatin, di 1855-an de jî di dema serhildana Bedirxan Beg de serhildana dijî ÎMîrektîya Osmanî di serdema Êzdînşêr Beg de hate qewirandin.

(bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 29

Nexşe nîşanî serdestên Kardox û Adiabene di sedsalên dawî BC. Xeta şîn rêwîtiya û vekişîna bi hezaran kesî ji Kardox di 401 B.Z.
Nexşe nîşanî serdestên Kardox û Adiabene di sedsalên dawî BC. Xeta şîn rêwîtiya û vekişîna bi hezaran kesî ji Kardox di 401 B.Z.

Jêdera kurdan an Eslê kurdan, pirsgirêkek e ku bi dîroka Rojhilata Navîn re têkildar e. Akademî ji bo orîjînala peyva Kurd teoriyên cûda pêşve xistin. Li gorî Orîntalîstê Ingilîz Godfrey Rolles Driver, termê kurdî bi neteweya ku jê re Kardox Sumer tê te nasîn re têkildar bû, di tabletên mêjiyê Sumeriyan de di hezarsala 3-an B.Z de hate dîtin. Li gorî yek teoriyê, ew pêşniyazkiriye ku peyva "nomadic; konê firotanê" di Farisiya Navendî de wekî "kwrt-" tê bikar anîn.Dûv re hat encamdan ku ev term ji navê toponîmek an eşîra kevnare ya Cyrtii / Kurtii an Corduene / Karduya derketiye. Karda-ka, ku forma kevnare ya peyva "Kurd" e, di tabloyên Sumeriyan de (hezarsala 3-an B.Z.) hat bikar anîn û ji bo eşkerekirina gel û dewletekê jî hate bikar anîn.Peyva kurdî di formên cûda yên dîroka dîrokê de û ji hêla neteweyên cûda di zimanên wekhev de lê beşek jî di wateyên cuda de xuya dike. Li gorî yek teoriyê, fikirîn ku ew ji peyva 𐭪𐭥𐭫𐭲 kwrt- hatî, ku di Farisiya Navendî de termê "nomadic; konê firotanê" ye.Dûv re, di serpêhatiyên Islamicslamî de, piştî dagîrkirina Iranê, ev term bi heman awayî bi Erebî hate pejirandin û bi taybetî ji bo eşîrên nomranî yên ranî hate bikar anîn.Gorê Şerefxanê Bidlîsî di sedsala 16-an de, Kurd ji çar koman pêk tê: Kurmanç, Lur, Kelhor û Goran jî bi zaravayek an cûdahiyek zimanî diaxivin. Ludwig Paul (2008) amaje dike ku karanîna sedsala 16-an, wekî ku ji hêla zimanê kurdî ve ji hêla Şerefxan ve hatî tomarkirin, hîn jî dibe ku nasnameya etnîkî "kurd" a bakurê rojavayê Iranê, ya ku bêyî Kurmanç, Lur, Kelhor û Goranê tevdigere, berbiçav bike.Wekî ku ji peyva farisî ya navendî ya kwrt, kwrt, diyar bûye ku ev yek toponîmek serdema Bronzê, Kardu an Kar-da nîşan dide. Di Erebî de, ev nav li erdnîgariya ku Kurd lê dijîn, bi Çiyayê Cûdî re têkildar bûye, ku di Quranê de jî tête behs kirin, û ev teorî hîn xurttir bûye ku ji bav û kalên Kardox re tê gotin Gutî. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 30

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 30

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 31

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 32

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 33

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 34

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 35

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 36

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 37

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 38

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 39

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 40

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 41

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 42

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 43

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 44

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 45

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 46

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 47

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 48

Bergê çapa yekem ê pirtûkê, 1859
Bergê çapa yekem ê pirtûkê, 1859

Çîroka du Bajaran, romanek e ku ji aliyê Charles Dickens ve di sala 1859an de hatiye nivîsandin. Mijara wê li ser ew bûyeran e ku di gav û beriya Şoreşa Fransayê de li Parîsê qewimîne. Bi hejmara firotina wê ya li ser 200 milyonê ve ew di nava berhemên wêjeyî yên herî navdar ên hemû deman de ye.

Roman, qala rewşa gundiyên fransî yên ku pêşengiya şoreşê kirine û bi salane ji aliyê torinan ve tehde dîtine, û li hemberî vê jî di salên nêzîk ên şoreşê de havîtiya ber bi torinan ve û manendiyên di navbera civakademê de ne, dike. Ligel van bûyeran, ew jiyana çend karakteran jî qal dike. Charles Darnay û Sydney Carton karakterên herî girîng in. Darnay her çiqas zadeganekî(arîstokrat) fransî be jî xwediyê kesayetiyeke dilpak e û ew li ber bindestan e belam ew rastî xişma şoreşê tê. Îcar Carton jî parêzer e û ji jina Darnayê re evîndar e lê ev evîn yekalî ye. Di heman katî de jî ew xwediyê kesayetiyeke xerab e.

Nivîskar armanc kiribû ku behsa êşa hezar mirovên ku bi giyotînê serê wan hatibûn jêkirin û rêzikên monarşiyê ku li derdora welatê kiribûn gola xwîn, bikira. Li hemberî vê jî xelk bi zagonên derew biryara îdamê didan arîstokratan. Yanê yên ku dikuştin, ji vê pê ve dihatin kuştin. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 49

Balafira Kamîkazeyê
Balafira Kamîkazeyê

Kamîkaze, peyveke japonî ye ku ji bo balafirvanên xwekujî yên Împeratoriya Japonê tê bikaranîn. Navê xwe ji teyfûnekî girtiye ku ev teyfûn di sedsala 13em de keştiyên mongoliyan wêran kiriye û Japonê ji dakirkeriyê xelas kiriye. Di salên dawî yên Şerê Cîhanî yê Duyem de, balafirvanên kamîkazeyê armanc kiribûn ku bi balafirên xwe yên bi teqemenî, bombe û sotemeniyeke gelek zêde ve barkirî, êrîşê keştiyên Hêzên Hevpeymaniyê bikin û bi vî awayî jî ziyaneke mezin bigihînin wan.

Di 7ê kanûna pêşîn a 1941ê de piştî êrîşê Pearl Harbor', Hezên Deryayî û Asmanî yên Japonê di şerên Midway û deryaya Fîlîpînê de têk çûn. Ew gelek keştî û bi sedan balafirên şerî yên xwe winda kirin û piraniya balafirvanên herî baş ên Hêzên Esmanî jî jiyana xwe winda kirin. Digel vê yekê çavkaniyên pîşesaziya Japonê kêm bûn û li gorî endustriya Amerîkayê jî pir hêjar bû. Bi vî awayî Dewletên Yekbûyî keştî û balafirên xwe nû kirin. Di salên navbera 1943 û 1944an de Hêzên Hevpeymanî ber bi Japonê ve dikişiyan. Di şerê Deryaya Fîlîpînê de, di 19-20ê pûşpera 1944an de, hêzên japonî ber bi Fûlîpînê ve vekişiyan.

Di 15ê tîrmehê de herêma Saipanê ji aliyê hêzen Hevpeymaniyê ve hate bidestxistin. Piştî ketina Saipanê, fermandarên Japonê xweş dizanibûn ku piştî Saipanê armanca hevpeymaniyan Fîlîpîn bû. Fîlîpîn, ji ber ku xwediyê kanên petrolê bûn, herêmeke pir girîng bûn. Eger Japon kontrola xwe ya li ser Fîlîpînê winda bikira, dê ji keştiyên wî re sotemenî pir kêm bimaya. Di 17ê kewçêrê de, Hevpeymaniyan di Şerê Kendava Leyteyê de dest pê erîşê li ser Fîlîpînê kirin.

Nîvamîral Takijiro Onishi, ji Hêzên Asmanî yên Japonê berpirsiyar bû. Ew fam kiribû ku bi balafirvanên kêmhêvoyî û bi çend balafir ve şer nayê qezenckirin. Ji ber vê yekê ew biryar da ku tîmeke xwekujî ya bi navê Yekeya Palemarî ya Taybet damezirîne. Ji bo vê erkê, 24 balafirvanê xwendekar minêkar bûn. Ev hêz di bin çar koman de rêxistî bûn: Yekîneya Shikishima, Yekîneya Yamato, Yekîneya Asahi û Yekîneya Yamazakura. Ev navên yekîneyan ji helbesteke welatparêzî hatiye girtin ku ev berhem ji aliyê helbestvanê klasîk a Japonê Motoori Norinaga ve hatiye nivîsandin. (bêhtir…)

nîşan bide - biguhêre - dîrokê bibîne

Hefte: 50

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 51

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 52

Nehatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 53

Nehatiye çêkirin.

çêke