Here naverokê

Îran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Komara Îslamiya Îranê hat beralîkirin)
Komara Îslamî ya Îranê
جمهوری اسلامی ايران
Jomhuri-ye Islāmi-ye Irān
Ala Mertal
Dirûşm:  استقلال. آزادی. جمهوری اسلامی  (farisî)
Esteqlāl, Āzādi, Jomhuri-ye Eslāmi
("Serbixwebûn, Azadî, Komara Îslamî")
Sirûd: "سرود ملی جمهوری اسلامی ایران" (farisî)
Sorud-e Melli-ye Jomhuri-ye Eslāmi-ye Irān

Paytext
û bajarê mezin
Tehran
35°41′Bk 51°25′Ra / 35.683°Bk 51.417°Ra / 35.683; -51.417
Zimanên fermî Farisî
Komên etnîkî (2015)
Rêveberî Komara îslamî
 •  Serokê dînî Elî Xaminêyî (سید علی خامنه‌ای)
 •  Serkomar Mesûd Pezeşkiyan (مسعود پزشکیان)
Avakirin
 •  Sazkirina Komara Îslamî 1ê nîsana 1979an 
Rûerd
 •  Giştî 1.873.959 km2
 •  Av (%) 0,7
Gelhe
 •  2017 Texmînkirin 79.966.230
 •  Tîrbûn 48/km2}
Dirav Riyal
Koda telefonê 0098
Înternet TLD .ir

Îran an jî Komara Îslamî ya Îranê (bi farisî: جمهوری اسلامی ایران‎, lat. Jomhuri-ye Islāmi-ye Irān) welatekî rojavayê Asyayê e. Îran ji aliyê bakurê rojava ve bi sinorên dewletên wekê Tirkiye û Iraq li aliyê rojava ve Azerbaycan, Ermenistan, Deryaya Qezwînê û Tirkmenistan ji aliyê bakur ve Efxanistan, li aliyê rojhilat ve Pakistan, li aliyê başûrê rojhilat ve bi Kendava Omanê û bi Kendava Farsê re sinorê welêt parvedike. Ji aliyê etnîkî ve welat bi rêjeyeke zêde ji farsan pêk tê û bi nifûsekî nezîkî 90 milyon kesan li ser rûerdekî bi qasî 1.648.195 kîlometre çargoşe dijîn. Îran di asta nifûs û rûerdê de yek ji welatên herî mezinê cîhanê ye ku 17em welatê herî mezinê cîhanê ye. Herwiha, Îran şeşemîn welatê herî mezinê parzemîna Asyayê e û yek ji welatan e ku ku gelek çiya û rêzçiyayayan vedihewîne. Îran bi fermî komarekê îslamî ye ku nifûsa Îranê bi piranî ji misilmanê şiî pêk tê. Welat ji 5 herêman û ji 31 parêzgehan pêk tê. Bajarê Tehranê paytexta welat e û bajarê herî mezin ê welat e.

Mezhebê fermî yê Îranê şîî û zimanê fermî jî farisî ye.

Bi dirêjahiya dîrokê rola jeostratejîka Îranê giring bûye. Sedema vê giringiyê jî cihê wê li navenda Ewrasyayê ye. Îran yek ji damezrêner û endamên Neteweyên Yekgirtî, Welatên Alînegir û Rêxistina Welatên hilberînerê Petrolê (OPEC) ye.

Peyva Îranê bi koka xwe ji peyva Aryanê re nêzîk e û ramana wê welatê Aryanan e. Hêjayê gotinê ye ku peyva Îraq anko Îrak a cîranê Îranê ye jî, bi koka xwe ve bi heman peyvê re têkildar e.

Di dîrokê da navê Aryanan û Parsiyan bi giştî ji bo wan herêman li kar bû ku niha Banî a Îranê pêktînin. Lê bikaranîna peyvên mîna Arî, Arya û Aryanayê li Îranê ji bo demên berî pêxemberê îranî Zerdeşt tê gotin. Lê Zerdeşt bi eslê xwe kurde. Ev nav di Avestayê da (xeyîn ji parên ku dibêjinê Gat) hatine misogerkirin. Rengê ramana Ayîryaê tiştekê nêzîkî necîb, paqij an bilind e. Ayîrya daînhava bi ramana welatê Ariyan û Ayîryan Vaç bi raman welatê kok ê Ariyan ve girêdayî ye, ji wê hatiye.

Heta 1934ê jî Îran wek Persia dihate nas kirin. Reza Şah Pehlewî ev nav ji bo ku Qacarî û dîroka reş ya herêmê tîne hizra mirov, guherand û bi fermanekê navê nû wek Îran da pejirandin.

 Gotara bingehîn: Dîroka Îranê

Devera dîrokî ya ku Îrana îroyîn pêk tîne ji serdemeke pir kevn ve bûye qada jîngeheke mirovan. Her çend di derheqê demên pêşdîrokî yên Îranê de agahî kêm bin jî, tê zanîn ku li Başûrê Îranê di Paleolîtîkê de mirov dijiyan.[1]

Heyama Med, ku piştî bêdengiya şaristaniya Elam dest pê kir, bû sedem ku Iran di dîroka cîhanê de derkeve pêş. Med qebîleyek naskirî ya hind û ewropî ya Serdema hesinî ne. Ne diyar e ku ew îro ji ku hatine, û ew ne kesek xwedan xwendin bûn ji ber ku wan nivîs bikar neanî.[2]

Împeratoriya Medî li Rojhilata Navîn
Medî li gor wêneyekî almanî (li dora 1860-80)

Medî, yên ku êlên li intoranê anîn yekbûnek siyasî ya xurt û kirin ku ew di jîyana sîyasî ya herêmê de rol bilîzin, dibe ku di dawîya sedsala 13-an ya Berî Zayînê de bi Qefqasya ketine erdnîgariya Iranê û li başûrê Deryaya Qezwînê. Mediyên ku piştre dest bi belavbûnê kirin, hebûna xwe li Rojavaya Başûr û bi piranî li navenda bajare Ektabat domandin.[3][4]

Siwarê zirxî şêr nêçîr dike (British Museum, London)

Têkilîya med û kurd

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êl û hozên Medan yekemcar di deverên di navbera Hemadan û Kirmanşaha îroyîn li başûrê rojhilata Kurdistanê -ku dilê Medya bû- bi cîh bûn. Di tomarên Asûrî de ev dever bî "Medaya" dihat nav kirin. Medan komeke koçber bûn. Wek gelên namzed din yên hind û ewropî; faris, ermen û efxanî di Rojhilata Navîn dijiyan.

Medan di serî de, ji başûrê welatê xwe ve, li başûrê rojhilatê Kurdistanê û paytexta wan, Hemedan (Ekbatana kevnar) welatê xwe berfireh kirin, pîşt re, ber çiyayên Zagros û deverên rojavayê zozanên Îran û rojhilatê Anatoliya'yê çûn.

Kurdên îroyîn bi zimanek wek zimanê medî, ango, bi zimanek hind û ewropî ya şaxê îranî diaxivin. Bi têgihînek bêtir sînordar, zimanê kurdên hevdem zimanek ji şaxa zimanên îranî yê bakûr-rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye ku medan jî di nav vî şaxê de ye. Lê herwiha gilakî, mazenderanî, tat, talîş û belûç hemû dikevin şaxa zîmanê medan.[çavkanî hewce ye]

Heya nêzîkê heşt sedsalan berê, wê deverê li başûrê rojhilatê Kurdistanê hîn wekî Mah (ango, Medya) dihata binav kirin.

Di rastiyê de, hê jî hin êl û eşîrên kurdên hevdem bi şêwazên pêşkeftî yên navê Med an jî Mad digirin hene. Wek Meywandlu, Meymand, Mamand, û Mafi. Bestên herî mezin a li wê tevahiya herêmê hîn jî bi nav "Mahî Deşt" bi wateya "Deşta Medan" tê gazîkirin.

Nexşeya dewleta Medan

Împeratoriya Hexamenişî Di dîroka kevin da ew emperatorî mezintirîn, xurttirîn û berfirehtirîn emperatorî bûye. Li deman demekê, desthilata wê li aliyê rojhilatê digehişt Efxanistan û Pakistana niha, li aliyê Bakurê rojhilatê digehişt Asyaya Navîn, li aliyê Bakurê Rojhilat digehişt peravên Deryaya Reş, li rojava digehişt tevaya Anatolî û parek ji nîvgizirta Balkanê, tevaya welatên rojhilata navîn mîna Îraq, Sûrî, Ordin, Libnan, Felestîn, Israîl, nîvgizirta Erebî, Misir û parek ji welatê Lîbyayê. Rûberê emperatorî ya Hexamenişiyan nêzî 7.5 - 8.5 milyon kîlometirên çargoşe bû.

Ev împeratorî wekî serhildanekê dijberî împeratorî ya Mîdiyan hat avakirin û bi qasekî xurt û bihêz bû ko du caran nêzîk bû tevaya Yewnanistana Kevn bigirt. Li dawiyê jî liser destê Îskenderê Mezin herifya. Leşkirê Îskender paytextê Hexamenişiyan, Persepolîs anko Parse şewitand.

Împeratoriya Hexamenişî 490 BZ

Heyama Helenîstîk û Selevkîdî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Împeratoriya Hexamenişî, ku serweriya xwe heya Hindistanê saz kir, dema ku Padîşahê Makedonyayê Îskenderê Mezin dewleta xwe li herêma ku heya Hindistanê dirêj dibe ava kir. Îskender, Pers dawîd di navdar de Empiremparatoriya Faris ji dîrokê wêran kir. Hingê Îskender ji herêmê vekişiya, rêveberiya axên Axa ji fermandarên xweyên mezin re hişt. Îskender jî çanda Helenîst anî broughtranê. Bi Împeratoriya Romê serweriya li ser Rojhilata Navîn bi hevra Anatolya di salên paş-Mesîhî de, hem çanda Helenîst û hem jî bandorên ji Farisan dê li van herêman biqedin.

Artêşa partan

Piştî Îskender, herêma Iran, yek ji fermandarên wî Seleukos I Nikator. Gava Seleukos paytexta xwe bar kirâ Sûrî, be Şam kir. Di encama imparatoriya seleukos de hemî hêza xwe li ser tixûbên rojava derbas kir û rojhilat paşguh kir, parêzgehên rojhilat dest bi tevgera serbixwe ji navendê kirin, û ji van parêzgehan, serokê Eşkanî eşîr li dewleta Eşkanîyan Asacres piştî ku li dijî Selevkiyan serî hilda û êlên din di bin serokatiya wî de kir yek, Împeratoriya Eşkanî ava kir.

Piştî îslamê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dewleta biweyhiyan (955-1062)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gava ku sê Mîrîtiyên Buwayhid-ê yên yekbûyî bûn yek, dewlet xurttir bû. Gava Adudüddevle, yê ku dewlet yek kir, mir, di 983-an de dîsa tevlihevî çêbû. Wî di sala 1029 de Mehmûdê Gaznî yek ji Büveyhoğulları, ku bû du şax, veqetand. Di dema Adud al-Daula de, gelek mizgeft û nexweşxane li welêt hatin avakirin. Vana di encama Mongolî de hatin rûxandin. Fermandarên Tirk ên Buveyhiogullari li Bexda carinan li dijî Buveyhogullari serî hildan.

Lêskerekî Buweyhi

Ji ber vê sedemê, şaxê din ê Buveyhioğulları dest bi lawazbûnê kir. Xelîfeyê Abbasî Kaim Abassi, ku dixwest ji bin zordariya Buveyhiogullari xelas bibe, ji Siltanê Mezin ê Selçûqî Tuğrul Bey alîkarî xwest. Tuğrul Bey di dema gera xwe ya Bexda di 1055-an de şerê Buveyhiogullari kir û têkçûnek giran li wan kir. Tuğrul Bey, ku hukumdarê Büveyhioğulları dîl girt, dawî li vê dewletê anî. Di dema Büveyihoğulları de gelek xebatên mîmarî jî hatine çêkirin. Büveyhioğulları xanedaniyek e ku li beşek diyarkirî ya erdên Îran, Iraq, Azerbaycan û Tirkiye serdest bû.

Xanedana Anûştigîniyan (1077-1220/31)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Aramgeha xwarezmşah Îl Arslan

Li vê parêzgehê, ku ji hêla parêzgarên ku ji navendê di bin Dewleta Selcûqîya Mezin de li herêma Xwarezmîyan hatine tayîn kirin de, jiyana azad di dema Anuş Tekin de dest pê kir. Ew di serdema de, ku di 1128an de wekî parêzgarê Xwarezmê hate tayîn kirin, nîv-serxwebûnê bi dest xist.[5][6]

Kurê Aladîn Celaleddîn Rumî li Mongol li Efxanistan şer kir û ber bi başûr ve vekişiya û bi derbasbûna ket Hindistan. Piştî ku Cengîz Xan vegeriya Mongolya, Celaledîn vegeriya Îran û ji Iraq kete Azerbaycan û Atabeylikên Îldenizî di 1225 de hilweşand. Wî bir Tebrîz.[7]

Armanca mirovên ku ji Mongol direvin û giregirên Harzem penaber bûn li Anatoliya bû. Lêbelê, berjewendiyên siyasî bûn sedema hilweşandina serdestiya Khwarezm. Herweha, tê fikirîn ku kes û giregirên ku bi xanedaniyê re hatine bi Selçûqiyan re tevlihev bûne.[8]

Împeratoriya Mongolan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Îlxanî
Ala Îlxaniyan

Îlxanî xanedaneke mongolî bû, wekî sedsala 13an de bûne Misilman. Împeratoriya wan ji navbera salan 1256–1335, ku carinan tevahiya Îran, Mezopotamya û perçeyên mezin ên Asya Navîn û Anatolya ketine detê împeratoriyê. Îlxanî bi paytext xwe Tebrîz ji hêla generalên Hulegû, neviyek Cengîz Xan ve hate damezrandin.

Desthilata Sefewiyan(1501-1736)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Dewleta Sefewiyan
Şah Smayîl

Li 1473yê di navbera Osmanîyan û Aqqoyunîyan şerek li Erzîncanê rûda. Di encama wî şerî de Aqqoyunî ji rojhilatê Anatolyayê hatin derxistin. Her wisa ev yekem car jî bû ku kurd bûn du parçe ku yek parçe li nav Osmanîyan ma, yek parçe jî li nav Îranê ma. Bingeha parçebûna welatê kurdan li vî şerê bi navê Otluqbelî destpê dike.

Piştî Aqqoyunî ji Anatolyayê hatin derxistin hêza xwe gelek winda kir. Wî wextî jî li bajarê Erdebîlê terîqeta Sefewîyan mezintir dibû. Serokê vê terîqetê Şêx Sefîyudîn bû. Şêx Sefîyudîn nevîyê Fîruz Şahe ku Fîruz Şah bi eslê xwe kurdekê ji Yemenê ye, koçî Azerbaycanê kiribû û malbata wî entegre bibû çanda azerîyan[9],[10].

Li sala 1501ê de şerek di navbera Aqqoyuniyan û Siltan Îsmaîl de qewimî. Di encama wî şerî de desthilata Aqqoyunî ya li Tebrîzê hate xerab kirin. Îsmaîl şûna emîrên Aqqoyunî hikûmraniya xwe da dest pê kirin. Xwe wek Şahê Îranê da binav kirin û şahitiya xwe li gor çar bingehan damezrand:

  1. Siyaset: Îsmaîl li gor şecerekê ku ji aliyê bapîrên wî ve hatiye amade kirin, xwe wek neviyê Îmam Elî dihesiband
  2. Terîqet: Îsmaîl xwe wek Murşidê Kamil yê terîqeta Sefewî dihesiband. Hêjayî gotinê ye ku damezrînerê vê terîqetê Şêx Sefyeddînê Erdebîlî bû
  3. Teşeyyû(şîekirin): Îsmaîl di yekem roja ragihandina şahitiya xwe de Şîetî kir mezhebê fermî yê dewletê. Ferman da ku êdî di xutbeyan de navê 12 îmamên Şîe bên xwendin û lenet li 3 xelîfeyên berî Elî bê kirin
  4. Îranîbûn: Îsmaîl dixwast li axa qedîm ya Îranê de dewleteke yekgirtî ava bike û çanda Îranê zindî bike[11]

Şah Îsmaîl kesek Tirkê Azerî bû ku gelek caran helbestên xwe bi tirkî dinivîsand. Şah Îsmaîl di rêvebirina dewletê de alîkarî ji heft êlên Tirkan werdigirt; Şamlo, Rûmlo, Tekelo, Ustaclo, Qacar, Efşar û Zulqedîr. Hêjayî gotinê ye ku piştî binemala Sefewiyan, desthilata Îranê ket di bin destê binemalên Efşarî û Qacariyan de. Şah Îsmaîl mirovekê şîeperest bû, ji ber vê jî dijîtîya wî li dijî sunîyan pir xurt bû. Bi taybetî li wê demê Dewleta Osmanî hebû ku dewleteke sunî bû, her wisa di navbera dewleta Osmaniyan û Sefewî de jî eşîretên Kurdan hebûn ku pirraniyan wan sunî bûn. Ji ber vê sedema sunîbûna Kurdan Şah Îsmaîl gelek zordarî li Kurdan dikir û polîtikayên taybet ji herêmên Kurdan dimeşand. Em dikarin li ser sê xalan siyaseta Şah Îsmaîl a dijî Kurdan aşkere bikin:

  1. Nehiştina desthilata serdarên xwecih ên Kurd, di cihê wan de danîna serdarên Qizilbaş bi eşîretên wan ve
  2. Naçarkirina xelkê navöeyên dagirkirî yên Kurdistanê ji mezhebê sunî û çûyîna wan a li ser mezhebê caferî Şieya Danzdeh Îmaman
  3. Ji bo tirsandina xelkê bikaranîna şîdeteke hişk û bêdengkirina bêmerhemetî ya her awa berxwedan û serhildanê[12]

Ev helwestên Şah Îsmaîl di nav du komên mezin ên rojhilata navîn de tovên dijminiyê çand. Di navbera dinyaya Sunnî û Şîe de, her wisa di navbera Kurd û Eceman(Tirkên Şîe-Azerî) de dijminiya bi sedsalan destpê kir. Zilm û zordariya Şah Îsmaîl li ser gelên sunî bi taybetî jî Kurdan bû sedema şer di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de. Li deşta Çaldiranê hêzên Osmaniyan û Sefewiyan şer kir û di encamê de heta Tebrîzê welatê Kurdan ket bin destê Osmaniyan. Hêjayî gotinê ye ku her çend gelek eşîrên Kurd li gel Osmaniyan bin jî, hejmareke zêde ya eşîrên Kurdan jî li gel Sefewiyan bûn.

Şah Îsmaîl bo kurdan mirovekê durist nebû. 11 serokeşîrên kurd hatibûn cem wî ku dilsoziya xwe nîşanî wî bidin lê wî ev serokeşîr hemû zindanî kirin. Runiştecihên kurdan kir bin destê hikûmdarên azeriyan de. Bi vî şeklî dijminî hêdî hêdî di navbera kurd û eceman de berdewam kir[13]

Li aliyê rojava Osmaniyan tehdît li desthilata Sefewiyan dikir, her wisa li rojhilatê Îranê jî Ozbekan ku bixwe sunî ne, tehdît li desthilata Sefewiyan dikir. Şah Îsmaîl ji bo ku rojhilatê welat biparêze, eşîra Kurd a bi navê Qeremanlo li Xorasanê bicîh kir. Her wisa Şah Tehmasbê kurê Şah Îsmaîl jî gelek hozên Kurd ê bi navên Zengene, Çegnî, Zeyg û Kelhurî veguhestin sinorên Ozbekan yanî li Xorasanê.[14]

Di navbera salên 1533 û 1553ê de 20 salan Osmaniyan û Sefewiyan şer kir. Di van şeran de Osmaniyan bi alikariya Kurdan gelek herêmên Sefewiyan jê standin. Di dawiya vî şerî de Hevpeymana Amasyayê hate destnîşan kirin. Aliyên vê hevpeymanê Siltan Silêmanê Qanûnî û Şah Tehmasb bûn.

Piştî Şah Tehmasb gelek şah bi wextekê kin hatin guhertin. Di dawiyê de Şah Ebbas bû şahê nû. Di dema desthilata Şah Ebbas de gelek guherînên demografîk li Kurdistanê hatin kirin. Gelek zordarî li hoz û êlên Kurdan hatin. Ji bo mînak serhildana Emîrxan Lepzêrîn di dewra Şah Ebbas de rûda bû. Bi taybetî li herêma Urmiyê guherînên gelek girîng hatin kirin. Hoza mezin ya Eceman Efşar li Urmiyê hatin bicîh kirin. Êlên Efşarî yên li Urmiyê hatin bicîhkirin ev in; êla Kunduzlo li melbenda Dolê, Êla Qerqelo li melbenda Rewzeyê, êla Kuhkelo li melbenda Nazloyê, eşîra Îmanlo li derdora bajarê Urmiyê, êla Arşlo li Şino û Seldozê, eşîra Qasimlo li Sayînqelayê hatin bi cîh kirin[15].

Desthilata Efşaran(1736-1747)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nadir Şahê Efşarî

Li sala 1736ê dewleta Sefewiyan hate rûxandin û binemala Efşariyan bi rêberiya Nadir Şah desthilata xwe daxuyand. Ev binemal bi eslê xwe tirk in û her wekî sefewiyan vê binemalê jî gelek zilm û zordarî li kurdan kir. Nadir Şah ji ber tirsa ozbekên sunî, gelek kurd şandin rojhilatê îranê ku îranê biparêzin[16]

Desthilata Zendan(1747-1779)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî mirina Nadir Şah li sala 1747ê li Îranê kaos peyda bû. Di nav vê kaosê de kurdekê bi navê Kerîm Xan Zend, desthilata xwe îlan kir. Ji sala 1750 heta 1779ê desthilata wî berdewam kir. Bi xiyanetekê desthilata wî jî hate rûxandin.

Desthilata Qacariyan(1779-1925)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Dewleta Qacariyan

Desthilata Qacariyan li sala 1780 heta sala 1921ê bi derbeya leşkerî dewam kir. Li sala 1921ê de ji aliyê Riza Şah ve darbeyek li Îranê çêbû û desthilata Îranê ket bin destê Riza Şah.Li sala 1925ê jî desthilata malbata Qacariyan bi dawî anî. Şahê dawiyê yê Qacariyan Ehmed Şahê Qacar çû Parîsê.

Ehmed Şahê Qacar

Axa Mihemed Xan(1779-1797)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Desthilata Qacariyan bi rêberiya Axa Mihemed Xan ve hate ava kirin û gelek kes ji eşîra Zendan û têkildarî vê eşîrê kuştin [16]

Qacarî ji çend eşîran pêk tê. Di navbera salên 1780 û 1790an de bajêrên Îranê yek yek bidest xistin. Li sala 1786an de bajarê Tehranê dagir kirin û ew der wek paytextê xwe îlan kirin. Li sala 1796an de jî Malbata Qacariyan ava kirin. Êdî li Îranê desthilata malbata Qacariyan destpê dike.

Piştî mirina Axa Mihemed Xan Dewleta Qacariyan ji aliyê Nesredîn Şah ve dihate rêve birin. Dewlet xwediyê 9 wezaretan bû. 5 wezaret li ser kaxezê hebûn û 4 wezaret jî her çend bi aktîf kar kiribin jî burokrasîya zêde mezin di dewleta Qacariyan da nebû. 4 wezaretên aktîf; Wezareta Şer, Wezareta Darayî, Wezareta Dadê û Wezareta Karên Derve bû.

Mîrektiyên kurd Erdelan û Mukrî di dema Nesredîn Şah de hatin rûxandin

Wezareta Karên Derve li çend dewletên derve berpirsiyar hebûn, di nav wan de Îstanbul, Parîs, Washington hebû

Wezareta Darayî dema destpêka dewleta Qacariyan welat wek 38 herêmên bacê parve kiribû lê li salên 1910an de ev herêmên bacê kiribûn 18. Ji bo bac komkirinê li her herêmê mustavfiyek dihate hilbijartin. Mustavfî bi alikariya serokeşîrên herêmê bacên herêmê kom dikir û dibir Tahranê.

Wezareta şer 8 hezar peyadeyan bû 5 hezar ji wan topavêj bûn û xwedî 4 topan bûn. 3 hezar jî ji Lîwaya Qazaxan bû. Fermandeyê Liwaya Qazaxan ji Rusî bû. Leşkerên Liwaya Qazaxan hindek ji eşîra Şahseven bûn, hindek jî penaberên Tirk bûn ku ji Rusî revîbûn û hatbûn Erîvanê[17]. Lê bi dûçûna wezareta şer ew xwedî 200 hezar leşkeran bûn. Lê 200 hezar leşker, leşkerên eşîrî bûn û her yêk xwedî serokeşîrekî bûn. Ji bo ji biryarên Hikûmeta Qacariyan bêhtir biryarên serokeşîran girîngtir bûn[18].

Wezareta Dadê bêhtir li ser sûcên dijî dewletê kar dikir. Wek din gelek kar û barên têkiliyê edaletê li her herêmekê ji aliyê eşîran ve çareser dibû.

Ulemayên dewra Qaacariyan xweser bûn. Bacek bi navê Hums ji xwe re kom dikirin. Her wisa zekat jî kom dikirin.

Avabûna dînê Bahaî di dewra Qacaryan de ye. Ticarekê Şîrazî li sala 1840an de xwe wek derekî dide nasîn ku di wî derî de Îmam Mehdî dê borît. Piştî vê ev ticar tê darve kirin. Mirîdên wî li sala 1852an de sûîkastekê li dijî Nesredîn Şah pêk tînin. Lê hemû tên girtin, wek zindiq tên binav kirin û ceza dikin. Gelek zanayên vî dînî direvin nav Osmaniyan.

Li sala 1880ê de li Şemzînanê Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî ber bi axa Qacariyan ve rû da. Qacariyan bi alikariya dewleta Osmaniyan Şêx Ubeydela bêdeng kir.

Xwepêşandana Tûtinê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1891ê, ji ber rêvebirina xerab ya Nesredîn Şah bû sedema serhildaneke mezin. Şahê Îranê gelek maf dabûn şirketên İngilîzan ku tûtina Îranê çê bikin û ticareta wê bikin. Li dijî vê xelkê Îranê rabûn ser xwe. Her wisa melayên Şîeyan jî bi fetwayan piştgiriya gelê xwe kirin. Li ser van bûyeran Şah naçar ma û li sala 1892yê ev mafê daye ingilîzan betal kir.

Mizeferedîn Şah

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 28ê gulana 1901ê de di navbera ticarekê ingilîz bi navê William Knox D'Arcy û Muzaffereddîn Şah de hevpeymaniyeke bi navê Hevpeymana Îmtiyazê ya D'Arcy îmze kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê ;

  1. Ji bilî 5 parêzgehên bakurê Îranê, li Îranê heqê petrolê 60 sal e
  2. Di avabûna yekemîn tesîsa şîrketê de 20 hezar sterlîn pare û bihayê 20 hezar sterlîna jî pişk dê were dayîn bo hikumeta Îranê. Her wisa salane %16e ji qezencê şîrketê dê were dayîn
  3. Dema hevpeymana 60 salî xelas dibe, hemû materyal û tesîsên şîrketê dê bibin malê dewletê [19].

Her wisa di dema lêgerîna petrolê de diz û çeteyên herêmê şîrketa petrolê gelek caran aciz dikir. Ji ber vê jî şîrketê li gel eşîrên herême bi taybetî Bextiyariyan pêkhatin. Ji bo ku ev eşîr ewlehiya herêmê biparêzin %3 pişka qezenca şîrket distandin. Lê ev pişk jî dema Şah Reza de bû malê dewletê. Hevpeymana D'Arcy heta şoreşa Îslamî di navbera Îran û Ingîlîzan de dibe sedema pirsgirêkan. Piştî lêgerînên şîrketê, petrol li sala 1908ê de li Mescîda Silêman hate peyda kirin. 14ê nîsana 1909ê de jî Anglo-Persian Oil Company hate damezrandin. Lê ji ber girîngiya petrolê ji bo artêşa Îngîlîzan, Îngîlîzan dest dana ser şîrketê û %55 pişk ji şîrketê kir malê dewleta Îngîlîzan. Li sala 1912ê de jî di gemiyan de şûna komirê, berhemekê petrolê fuel oil hate bikaranîn. Ev pêngav ji bo îngîlîzan, petrola Îranê binirxtir kir. Êdî Îran ji Îngîlîzan wek Hindistanê dibe welateke girîng.

Berî ku Şoreşa Makezagonî were îlam kirin sê aliyên Îranê hatibûn dagir kirin. Li aliyê Başûr Brîtanya, aliyê bakur Rûsî, aliyê rojava ve jî Osmaniyan Îran dagir kiribûn. Li zivistana 1905ê hêzên Osmaniyan fersend ji kaosa di nav Îranê de dît û ji Makû, Urmiye heta Seqizê xistin bin kontrola xwe de. Brîtanya û Rûsî ji van pêngavên Osmaniyan gelek aciz bûn û givaşeke mezin li ser Osmaniyan çêkirin ku Osmanî vekêşin. Li sala 1908ê de Osmaniyan bi alîkariya eşîrên kurd heta Mehabadê dagir kirin. Lê li sala 1911ê de bi givaşa rûsan, Osmanî ji ji herêmên kurdî yên Îranê derket.

Şoreşa Makezagonî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Parlamena Îranê ya yekem

Di hezîrana 1906ê de bi rêberiya Seyîd Evdilla Behbehanî û Seyîd Muhemmed Tabatabayî hezar xwendavanên medreseyan protestoyek lidarxistin. Dixwastin ku li Îranê maf û hiquqa bidad were bicîh kirin. Eger gotina wan neyê cîh, dê xizmetên dînî werin rawestandin. Her wisa ticar û esnafên Îranê jî grevek giştî dan destpê kirin. Ev her du rûdan hêdî hêdî ber bi şoreşekê ve diçû. Bi hêza ticar, dînzana û rewşenbîrên Îranî di tebaxa 1906an de ji aliyê Muzeffereddîn Şah li Îranê şoreşa makezagonî hate kirin. Dû vê jî çiriya pêşîn a 1906ê de meclîsa Îranê hate vekirin. Di meclîsê de ji 60an bêhtir ticar û esnaf, 25 dînzana û nêzî 50 kesan ji axa, rewşenbîr û karmend hebûn. Ev endam bi du fraksiyonan dihatin temsîl kirin; Mutedîlî û Lîberal. Bi vê şoreşê zimanê Îranê yê fermî bû Farisî û Şîîtî jî li Îranê bû dînê fermî. Di civata wezîran de wezaretî tenê ji bo şîîyan hate destnîşan kirin. Piştî Muzeffereddîn Şah, kurê wî Muhemmed Elî Şah bû serokê dewletê. Bi serokatiya xwe mecbûr ma û makezagon pejirand. Di heman salê de Îngîlîzan û Rûsan hevpeymanek destnîşan kir û bi dûçûna vê hevpeymanê Îranê kirin sê parçe.Bakurê Îranê ket bin desthilata Rûsan, başûrê Îranê ket bin destê Îngîlîzan de û navenda îranê jî wek herêmeke bêalî hat qebûl kirin. Bi vê hevpeymanê hebûna meclîsê hate binpê kirin, tenê Şah hate nasîn, ev jî bû sedema krîzê. Muhemmed Elî Şah bi vê rûdanê bi alikariya liwaya Qazakan derbeya leşkerî kir. Meclîs hate girtin, parlamenter hatin binçav kirin. Piştî van bûyeran şerekê navxweyî li Îranê derket. Şah bi alikariya liwaya Qazakan her der dixist bin destê xwe. Mixalifan jî bi alikariya partiya taşnak ya ermeniyan, bextiyariyan û karsazên mazenderanê berevaniya xwe kir. Di encamê de mixalifan dest dana ser îdareyê. Şûna Muhemmed Elî Şah, kurê wî yê 12 salî bû Ehmed Şahê Qacar bû şahê nû. Liwaya Qazakan her wekî xwe ma. Meclîsa duyem di mijdara 1910an de hate vekirin. Lê her çend meclîsa duyem û piştî vê jî meclîsa sêyem vebe jî, rêvebirin di kaosekê de bû. Her kesekê bihêz li herêmekê hikûm dikir. Di vê kaosê de Dewleta Rusî notayek li dijî hikûmdariya Qacariyan weşand ku 3 daxwazên wan hebûn;derkirina nûnerên amerîkî, erêkirina Rûsan dema nûnerek ji dewletek din bê Îranê û xwestina mesrefên leşkerên Rusî ên li Îranê. Piştî vê meclîsa Îranê kom bû. Parlementerê Azerbaycanê Şêx Mihemed Xiyabanî li dijî vê notayê li meclîsê axiftineke kir. Bi tesîra vê axiftinê meclîsê notaya Rûsan nepejirand. 24ê mijdara 1914ê parlamena Îranê ji aliyê Şah ve hate girtin. Jixwe paşî şerê cîhanê yê yekem destpê kir. Osmanî heta Tebrîzê hatin û ev der xistin bin hikûmê xwe de.Osmaniyan li Hekarîyê bi alikariya hindek eşîrên Kurdan Nasturî ji Hekariyê derxistin û çûn bo aliyê Urmiyê û Selmasê. Wan navberan Împeretoriya Rusî bi fermî Îranê dagir dike. Bi alikariya Rûsan Nasturiyên Cîloyê herêma Urmiyê heta Selmasê dagir dikin. Lê kuştina serokê Nasturiyan ji aliyê Simkoyê Şikak ve hêza Nasturiyan dişkê û cardîn dikeve bin destê Îranê. Bi dûçûna dîroknasê Ermenî Ervand Abrahamian Osmaniyan alikariya Simkoyê Şikak dikir da ku şer li dijî ermenî, siryanî û leşkerên Îranê bikin[20]. Hêjayî gotinê ye ku di vî wextî de fraksiyonên meclîsê mutedîlî û demokratan li Kirmanşanê hikûmeteke netewî ava kiribûn. Her wisa Yeprem Xanê serokê partiya taşnakê ku ermenî ne, li vir hate kuştin. Lê hikûmeta netewî bi dagirkirina İngilîzan li sala 1916ê de ket.

Her çend li nava Îranê ev rûdan çêdibin li nav dewletên wek Rûs û Brîtanyayê de jî parvekirina Îranê bi hindek peymanan sînorên wan tên bellî kirin. Li 31ê tebaxa sala 1907ê de di navbera İngilîz û Rûsan de hevpeymanek hate destnîşan kirin. Bi dûçûna wê hevpeymanê Îran wiha parve dikin; Îran bi dê bibe sê parçe parçeyek cihê rûsan, yek y3e ingilîzan ê di nava herduyan de jî wek bêteref dê bimîne. Rûsya dê li navçeyên hemî Azerbaycan, Xorasan, Gurgan, Mazenderan, Gîlan, Erak, Qûm, Sawe, Yezd, Naîn, Îsfehan, Birûcerd, Tehran, Qezwîn, Zencan, Hemedan, Kirmaşan, Kurdistan û Qesrê Şîrîn xwedî nifûz be. Brîtanya dê li navçeyên; Kirman, Bîrcend, Sîstan, Belûcistan, qeraxên Gewriya Hirmûz, Çahbehar û Benderê Ebbas xwedî nifûz be. Herêmên bêteref jî Qaynat, Xuzistan, Fars, Loristan, Çarmehalê Bextiyarî û Buşehr. Wekî tê dîtin li Îranê êdî nifûza Osmaniyan dişikê û nifûza İngilîz û Rûsan destpê dike. Jixwe heta salên 1950an jî ev welatên han li ser siyaseta Îranê de dibin xwediyê nifûzeke mezin. Her wisa tê dîtin ku li Rojhilata Kurdistanê de dagirkerî û nifûza Rûsyayê dibe xwedî tesîreke mezin. Jixwe Komara Kurdistanê di bin vê nifûzê de şîn dibe. Di temamê Îranê de hêzbûna Rûsyayê xuya ye. Her wisa Brîtanya jî hem ji bo ewlehiya Hindistanê hem jî ji ber cewherên binerd yên Îranê li başûrê Îranê dibe xwedî bandor. Ev peyman di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem hate pêkhate kirin û ev herêm ji aliyan van dewletan ve hatin dagir kirin. Lê li sala 1917ê de li Rûsyayê ji aliê Bolşevîkan ve Şoreşa Cotmehê pêkhat û Sovyetan dagirgirina xwe ya li Îranê û Rojhilata Navîn sekinandin. Di vê navberê de li Rojhilatê Kurdistanê Serhildana Simkoyê Şikak destpê kir. Simko Axa bajarên Urmiyê, Selmas û Mehabad rizgar kir û li vir hikûmraniya xwe da destpê kirin. Lê piştî berdewamiya 2-3 salên desthilatiyê Simko Axa ber bi axa Osmaniyan ve revî. Heta ku 1929ê vegerî welat û li Şinoyê tê kuştin.

Di vê kaosê de Îranê hewceyî bi hizûr û rêvebirineke nû heye, deng û nerazîbûn zêde dibin hem di nav gel de hem jî di nav bûrokratan de. 21ê sibata 1921ê de Liwaya Qazaxan bi serdariya Reza Xan ji Qazvîn çûn Tahranê. Tahran dagir kirin û dest danî ser rêvebiriya Îranê.Serkeftînên Reza Pehlewî popûlarîteya wî li Îranê zêde dikir. Di dawîyê de dawîya Serhildana Şêx Xezal anî. Heta sala 1925ê rêvebirina hikûmetê dikir. Desthilata malbata Qacariyan destpê dikir lê sala 1926ê de ev desthilata malbata Qacariyan bi dawî anî û xwe wek Şahê Îranê îlan kir.

Desthilata Reza Şah dawî li desthilata malbatên Tirk tîne û desthilata fars-netew destpê dike. Nivîskarê tirk ê Azerbaycanê Cemîl Hasanlu vê bûyerê bi vî awayî neqil dike; Desthilata Tirkan a hezar salî li Îranê bi awayeke xerab bi dawî dibe[21]

Desthilata Pehlewiyan(1925-1979)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Xanedana Pehlewiyan

Reza Şah Pehlewî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Reza Şah Pehlewî

Reza Şah dema hatiye ser rêvebirina dewletê, dewlet di halekê ne-navendî de bû. Hkûmeteke merkezî tune bû û li her derê kesekê bihêz ew der birêve dibir. Li Kurdistanê rêvebirin û nerazîbûna Simkoyê Şikak hebû li dijî desthilata Qacariyan, li Tebrîzê serhildanên Xiyabanî, li Gîlanê Xanê Biçûk û cengeliyan hwd. hebûn. Reza Şah ji ber van sedeman, artêşa xwe bihêz kir û ev rêvebirin û serhildanên herêmî jinav birin. Reza Şah Pehlewî dewleta xwe ber bi modernîzasyonekê ve dibir. Navên Erebî hemû kirine Farisî, navê dewletê guherand, her wisa paşnavê xwe jî ku îrana kevn tîne bîra mirov, wek pehlewî binav kir. Leşkeriya mecbûr ragihand û bi vê hêza dewletê mezintir lêhat.

Di encama şoreşa cotmehê ya li rûsî, sala 1921ê Partiya Komûnîst a Îran hate avakirin. Vê partiyê heta sala 1931ê xebatên xwe dewam kirin û ji aliyê Reza Şah ve hate girtin[22]

Di dema Qacariyan de ji bilî pişka hikûmeta Îranê, şîrketa petrolê ji ewlehiya herêmê %3 pişk jî da bû eşîrên Bextiyarî û hindek eşîrên Ereban. Şah Reza ev pişka petrolê jî kir malê dewletê. Her wisa li sala 1932an de pişka Îranê ya petrolê her çend %16 be jî, li vê salê li gor salên din kêm pare hate dayîn bo Îranê. Ev jî bû sedema pirsgirêkê di navbera Şah Reza û Îngîlîzan de. Ji ber vê 28ê gulana 1933ê de hevpeymaneke nû di navbera wan de hate destnîşan kirin. Bi vê hevpeymanê pişka Îranê bû %20 û her wisa hevpeyman ji 60 salên din jî hate dirêj kirin [19]. Her wisa navê şîrketê jî wek "Anglo-Iranian Oil Company" hate guherandin. Piştî dahatên dewletê zêde bûn; Reza Şah rê çêkirin, artêşa hewayî bi firokeyan bihêztir kir. Reza Şah ewqas ber bi modernîzasyonê ve çû ku heta peçe û cilûbergên dînî hemî qedexe kirin û kulavê fotr mecbûr kir.

Di desthilata Reza Pehlewî de reformên neteweyî jî dihatin kirin. Bo mînak li sala 1935ê de Ferhengîstan, akademiyeke zimanê Farisî hate vekirin ku armanca wê ew bû ku zimanê farisî ji zimanê erebî û biyanî were paqij kirin ji layê peyvan ve. Lê ev siyaset her çend destpê kiribe jî dewam nekir.

Mihemed Reza Pehlewî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Mihemed Reza Pehlewî û malbata wî

Li sala 1935ê li Meşhedê Mollayekê Şîî li dijî Şahê Îranê weezek da û rûdanên bixwîn li vir derketin ji sed kesan bêhtir mirov li vî bajêrî dînî ji aliyê leşkerên şahî ve hatin kuştin. Van kuştina li dijî desthilata Îranê pirsgirêkên mezin ava kiribûn. Paşî Şerê Cîhanî yê Duyem jî destpê kiribû. Her çend Îran di vî şerî da bêteref xwe îlan kiribe jî, ji ber erdnigariya îranê ya stratejîk ji welatên şerker, Îran jî bû cihê hêznîşandanê. Li sala 1941ê İngilîzan başûrê Îranê, Sovyetan jî bakurê Îranê dagir kir. Dagirkirina Sovyetan bi alikariya Azerbaycana Sovyet re hatiye kirin. Bûrayê Heyder Eliyevê serokkomarê kevn yê Azerbaycanê Ezîz Eliyev serokê mîsyona Sovyetan bû ku wê çawan Azerbaycanê Îranê dagir bikin[23]. Jixwe ev bûyer ta niha jî tesîrê li têkiliyên Îran û Azerbaycanê dike. Wek dema Qacariyan, Îran dîsa bû sê parçe. Parçeyê navendî jî ji bo dewleta Îranê ma. Bi vê dagirkirinê Reza Şah ji kar hate dûrxistin.Hate sirgûnkirin li welatê Afrîkaya Başûr û li wir jî mir. Şûna wî, kurê wî Muhemmed Reza Pehlewî bû desthilatê nû yê Îranê. Lê di dema Muhemmed Reza da dewleta Îranê di bin tesîrên dewletên İngîlîzan û Sovyetan de bû. Tesîra Şah li ser hikûmetê kêm mabû. Rêvebirina dewletê ji bo hikûmet û meclîsê hêla bû.

Li sala 1941ê de meclîsa 14emîn hate ava kirin. Di vê meclîsê de çar fraksiyonên sereke hebûn; Fraksiyona Azadî,fraksiyona eşaîrî, fraksiyona îtîhadî millî û fraksiyona mîhan. Hêjayî gotinê ye ku serokê fraksiyona eşaîrî serokeşîrê kelhûran Ebbas Qubadiyan(Emîr Mexsûs) bû. Serkêşên îttîhadî millî jî Seyîd Muhemmed Tabatabayî û Seyîd Ehmed Behbehanî bûn. Hêjayî gotinê ye ku kesek jî hebû di meclîsê de girêdayi ti fraksiyonan nebû; Muhemmed Museddiq.[24]. Her wisa bi rêberiya Îrec Îskenderî partiyeke komûnîst hate ava kirin; Hizba Tudeh. Di dewra Reza Şah de kesên komûnîst dihatin zîndankirin. Îrec Îskenderî jî yek ji wan bû. Gelek partî û rêxistinên din jî hatin vekirin. Destilata Muhemmed Reza Şah di bin van şert û mercan da destpê kir.

3yê gulana 1943ê DYAyê bi awayeke fermî yekitiya axa Îranê daxuyand[25]. Evê pêngavê destê Îranê li dijî mixalifan û Sovyetan bihêz kir.

Avakirina dewletên Kurdistan û Azerbaycanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Komara Kurdistan

Di şerê cîhanî yê duyem de di gulana 1945ê de Almanyayê xwe teslîmî kir û şerê li gel Almanyayê xelas. Tu hêceta İngilîzan, Amerîkiyan û Sovyetan nema ku li Îranê bimînin. Ji ber vê sedemê Sovyeta bi taybetî li Azerbaycanê û Kurdistanê xebatên siyasî kirin ku li van deran bimîne.Jixwe tîrmeha 1945ê de serokê Amerikayê Truman da xuya kirin ku ew hairin hêzên xwe ji Îranê vekêşe. Li sala 1945ê Sovyetan wek Îngîlîzan, li bakurê Îranê îmtiyaz ji hikûmeta Îranê xwast, her çend partiya Tudeh dijatiya xwe nîşanî Sovyetan da be jî, parastina wê yekê dikir ku dê Sovyet ji Îngîlîzan bêhtir pişkê bide Îranê. Her wisa bi piştgiriya Sovyetan li Azerbaycanê û Kurdistanê du herêmên xweser bi navên Komara Kurdistan û Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê hatin ava kirin. Tudehê piştgiriya van partiyan jî dikir ku herêmên xweser ava kirin.Li nîsana 1946ê Îranê û Sovyetan peymanek destnîşan kir ku di encamê de di gulana 1946an de Sovyet ji herêm vekişiyan û Îranê ev her du herêmên xweser serûbin kirin.

Dagirkirina Sovyetan bû sedema netewperestiya Îraniya û piştgiriya Tudehê bo Sovyetan jî bû sedema qedexekirina Tudehê di reşemeha 1949an de. Piştî qedexekirina Tudehê bayekê netewperestî li nav rêvebir û parlamenterên Îranê de derket.

Li sala 1947ê de hilbijartinên giştî hatin kirin; Ehmed Qavam bû serokwezîrê nû. Lê ji ber dijatiya parlamenteran ji bo hevpeymana wî û Sovyetan, îstîfa kir. Şûna wî Îbrahîm Hakîmî bû serokwezîr. Li sala 1949ê de hilbijartineke din ya giştî hate kirin. General Razmara bû serokwezîrê nû. Cepheya Millî jî di vê hilbijartinê bihêztir bû.

Her wisa hêza Fedaiyên Îslamê jî her roja diçû zêdetir dibû. Ayetulah Seyîd Ebdulqasim Qaşanî jî têkildarî vê rêxistinê bû. Vê rêxistinê navê xwe bi sûîkastan anî rojevê. Dîroknas Ehmed Kesrewî Tebrîzî bi kêran ji aliyê terefdarên wan hate kuştin. Gelek bûrokrat û zanayên din jî kuştin. Di dawiyê de serokwezîr Razmara jî bi hinceta piştgiriya imtiyazên Îngîlîzan bi sûîkastekê jiyana xwe ji dest da. Armanca Fedaiyên Îslamê dewleteke şerî bû. Her wisa dixwastin gelek burokrat ji wan bin. Bi vê mebestê gelek caran Museddiq jî tehdîd dikirin.

Reforma petrolê û operasyona Ajaxê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Mihemed Musediq

Piştî van bûyeran Muhemmed Museddiq derket sehneya siyasî ya Îranê de. Museddiq dijî Îngîlîzan bû. Li sala 1952ê de petrola Îranê ya ku Îngîlîzan derdixist bi rêya meclîsê kir malê dewletê. Piştî vê pêngavê ji aliyê Şah ve wek serokwezîr hate tayîn kirin. Piştî vê hemleya wî derbeyeke leşkerî bi alikariya DYA û İngîlîzan çêbû û Museddiq ji kar hate dûr xistin. Ev buyer di dîrokê de wek Operasyon AJax tê binavkirin. Ev rûdane destpêka têkiliyên Îran û DYAyê ye jî. DYAyê îdîa dikir ku Museddiq piştgirê Sovyetan e û alikariya Tudehê dike. Lê ev tenê hêcet bû. Piştî vê derbeya leşkerî qedemên tevgerên netewperest û komûnist şikest. Hêdî hêdî tevgerên Îslamî zêde dibûn.

Piştî rêvebirinên meclîsê, bi vê derbeya leşkerî rêvebirin ket destê Şahê îranê. Şah Muhemmed Reza êdî bi dilê xwe reform kirin. Li sala 1957ê de bi alikariya Mossad û CIAyê Savak hate ava kirin. Şoreşa Sipî da destpê kirin. Reforma axê kir. Hindî reform hatibin kirin jî ji bo ferqa tebeqeyên civakê nebû çareserî. Di navbera feqîr û zengînan de gelek ferq hebûn.

 Gotara bingehîn: Şoreşa Sipî

Li sala 1963yê Şahê Îranê paketeke reformê îlan kir. Bi dûçûna wê paketê ax û zevîyên di bin kontrola mollayên Şîî de xist nav malên dewletê.

Di navbera tevgerên Îslamî de jî hêdî hêdî cûdabîn zêde bûn. Piştî salên 1960an du fraksitonên serekê yên Îslamî navdar bûn. Fikrên Elî Şerîetî di navbera zana û rewşenbîrên ciwan de her roja diçû zêde dibû. Şerîetî wek îslamparêzên din ne dijê sosyalîzmê bû; bilakis fikrên wî têkeliya Îslama şîî û sosyalîzm bû. Yekemîn pirtuka wî li ser Ebû Zer bû. Di pirtukê de Ebû Zerî wek mislimanekê sosyalîst dide nasîn.Her wisa ulema û dîndarên Îranê her rexne dikir ku mislimanan pê dîn bêhiş dikin. Hetta dijberê bikaranîna peyvên Ayetulah û Huccetul Îslam jî bû. Hêjayî gotinê ye ku gelek terefdar û piştgirên wî bi navê Micahîdên Gel rêxistineke gerîla ava kirin. Berî şoreşa Îslamê li sala 1977ê li Brîtanya bi awayeke gumanbar mir. Li aliyê din di navbera ulema û dîndarên Îranê de fikrên Ayetula Xumênî dibişkivîn. Bi nêrîna Xumênî divêt heta Mehdî tê dewlet di destê muctehîdan de be. Ev fikrên xwe jî bi pirtuka bi navê Velâyeti Fakih yâ Hukûmeti İslamî weşand.

Li sala 1971ê de ji aligirên partiya Tudeh û Cepheya Millî rêxistineke bi navê Fedaiyên Gel hate ava kirin. Micahidên Gel û Fedaiyên Gel gelek caran bi hevra çalakî li dijî malbata Şah û burokratên Şah re lidardixist.

Di adara 1975ê de du partiyên sereke yên meclîsê bi fermana Şah Muhemmed Reza hatin girtin. Şûna van her du partiyan; Hizbi Ristehîz (Hizba Vejîn) hate damezrandin. Bi vê partiyê Şah dixwast Îraniyan bike yekdeng. Lê ev bi dilê Şah birêve neçû. Li gelek cihan nerazîbûnên dijî vê partiyê li kolanan peyda bû. Bi taybetî di nav molla û xwendevanên wan de nerazîbûn zêde bûn. Li gelek cihan şer derketin. Kuştî û brîndar peyda bûn. Li Abadanê jî agir bi saloneke sînemayê ket û di encamê de nêzîkî 400 karkeran jiyana xwe ji dest da. Ev jî bû sebeba nerazîbûnên mezin. Çepgir û dîndarên Îranê bi hevra çalakî lidarxistin, şerên aktîf di navbera wan û leşkerên Şahî de derketin. Di van çalakiyan de rola Ayetulahê Mezin Şerîetedarî gelek mezin bû. Piştî van bûyeran 1ê reşemeha 1979ê Ayetula Xumênî vegeriya welat. Mixalifan derbeya mezin li meydana Jale li leşkerên Îranê da. Fedaiyên Gel û Micahîdên Gel li vê meydanê li gel mihafizên qesra Şah şer kir. Di encamê de leşker binketin û vegeriyan[26]. Şah Muhemmed Reza ji welat reviya û di radyoya Tehranê da ev deng belav bû: Ev der dengê Îranê ye, dengê Îrana rasteqîn, dengê Şoreşa Îslamî...[27].

Desthilata Şoreşa Îslamî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Şoreşa Îslamî ya Îranê

Piştî şoreşa îslamî desthilata şahê îranê hate rûxandin û desthilata îslamîyan hate destpê kirin. Di rêvebirina Komara Îslamî ya Îranê de li ser her tiştî Rêberê Dînî heye. Di bin kontrola rêberê dînî de jî serokkomarê Îranê, îdareya welat dike.

Bi dûçûna dîroknasê îranî Hamid Dabashi, piştî ruxandina seltenata Pehlewiyan sê pirsgirêkên mezin li ber Xûmênî man [28];

  1. Daxwazên çekdar ji bo rêvebirina Îranê
  2. Serhildana kurdan li rojavayê Îranê
  3. Çûna Şah Mihemed Reza bo New Yorkê

Pêvajoya damezrandina Komara Îslamî ya Îran

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Vegera Xûmênî û giştpirsîya adara 1979ê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dema Îmam Xûmênî piştî şoreşê vedigere welat

Piştî nerazîbûn û xwepêşandanên miletê Îranê Şah ji welêt revî. Ayetula Xûmênî ji sirgûnê vegerî welat û li adara 1979ê giştpirsî hat lidar xistin. Di encama giştpirsiyê de Komara Îslamî ya Îranê hate damezrandin.

Piştî îlankirina şoreşê ji hemû aliyan hikûmeteke demkî hate ava kirin. Serokwezîrê hikûmetê endamê Cepheya Millî, Mehdî Bezirgan bû. Ji Tudehê, ji mollayan ji hemû aliyên dijî Şah Muhemmed Reza di hikûmetê de hebûn. Lê belê her çend hikumetek hebe jî bi rêberiya Xûmênî dewleteke paralel dihate ava kirin. Gelek tişt bi biryara Xûmênî dihate kirin. Hêjayê gotinê ye ku şoreşa Îslamî ji aliyê hemû fraksiyonan dihate pejirandin lê aliyên Tudeh, Cepheya Millî dixwast wek îslama demokratîk bê binav kirin. Ev jî ji aliyê Xumênî nehate pejirandin. Di vê van navberan de Xûmênî teşkîlatên xwe bihêztir dikir. Di warê leşkerî de projeyên xwe bicîh dianî. Di navbera aliyên şoreşger de niqaş derketin ku aliyê Xûmênî dixwaze rêjimeke axûnd(rûspî, molla) ava bike.

Mixalifên Xûmênî ne tenê sosyalîst û netewperest bûn. Her wisa di nav Şîeyan de jî hebûn. Yek ji wan Hesen Şerîetmedarî bû. Şerîetmedarî dixwast ji hemû aliyan dewletek bê ava kirin û xwe dûr ji Velayetî Fiqh didît. Jixwe esasê fikrên Xûmênî Velayetî Fiqh e. Di nîsana 1979ê de Xûmênî Partiya Komara Îslamî ava kir. Şerîetmedarî jî li dijî vê Partiya Gel ya Cumhuriya Îslamî ava kir.

Di nav van gengeşî û kaosa siyasî de serokê DYAyê Jimmy Carter rê da Muhemmed Şah ku were li DYAyê tedawiya kanserê bibîne. Ev sedema pirgirêkeke mezin di navbera Îran û DYAyê de. 400 xwendevan ên bi navê Xwendevanên Misliman ên di Rêya Îmam de derûdorên balyozxaneya DYA ya Tehranê girtin û çûn hundir. Êdî piştî vê 444 rojan Qeyrana Rehîneyan destpê dike. Di encama vê qeyranê de serokwezîrê Îranê Bezirgan îstîfa kir. Di vê navberê de makezagona Xûmênî amade kirî çû giştpirsiyê. Micahîdên Gel, Fedaiyên Gel û Cepheya Millî ev giştpirsî boykot kirin. Her wisa di vê giştpirsiyê de li Kurdistanê, Belûçistanê û li memleketê Ayetulahê Mezin Şerîetmedarî Azerbaycanê boykoteke berbiçav hebû[29]. Hêjayî gotinê ye ku li adara 1979ê de jî giştpirsiyek hatibû kirin û gel xwedî li vê giştpirsiyê derketi bû. Lê di vê giştpirsiya makezagonê de gelên sunî Kurd û Belûçan boykotek nîşan da ku ew naxwazin dewleteke axûnd, molla were ava kirin. Em dikarin bibêjin ku mixalifên niha yên rêjima îslamî ev fraksiyon in. Jimmy Carter ji ber têkçûna wî ya di qeyrana rehîneyan de hilbijartinên DYAyê winda kirin. Hêj serokê nû yê DYAyê dest bi kar nekirî, Xûmênî rehîneyên balyozxaneya DYAyê berdan. Ev jî wisa tê şirove kirin ku Xûmênî nexwast ev qeyran ji serokê DYAyê yê nû Ronald Reagan nebe serkeftin.

Giştpirsiya kanûna pêşîn 1979ê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo rêvebirina Komara Îslamî ya Îranê giştpirsiyeke din hate kirin û di encamê de Ayetula Xûmênî bû rêberê dînî.

Rêberê Dînî Ayetula Xûmênî(kanûna pêşîn, 1979-1989)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Serokkomar Ebulhesen Benîsedr(25 çile 1980-20 xizîran 1981)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

22yê îlona 1980ê de artêşa Îraqê ji hidûdê Îranê borî û bi fermî şer li dijî Îranê da destpê kirin. Ev şer di çi hesabên avakerên şoreşa Îslamî de nebû. Sedam Huseyn ji ber vê şoreşê ditirsî ku li welatê wî jî şoreşeke Şîîyan çêbe û her wisa li Şetelereb hêj jî pirsgirêkên hidûdî hebûn. Bi vî şerî gelên Îranê piştgiriya hikûmet û dewleta xwe kirin. Ji bo Xûmênî ev nîmetek bû ku cihê xwe saxlemtir bike. Bi vî şerî Artêşa Parastina ên Şoreşa Îslamî hate ava kirin ku şoreş û dewleta Îranê biparêze. Her wisa ji bo ku rêber û rêbazên şoreşa Îslamî biparêze ji Supaya Pasdaran de 2-3 hezar kes hatin hilbijartin û ji wan jî Hêza Qudsê hate ava kirin. Her wisa ji bilî van hêzan, hêzek din jî hebû ku ew ji dilxwazên Îraniyan pêkhatibû. Kesên bi dilxwazî beşdarî şer bûn bi navê rêxistina Besîc ava kirin. Şerê Îran û Iraqê 8 salan berdewam kir û di xizîrana 1988ê de bi agirbestekê bidawî bû.

Serokkomar Ebulhesen Benisedr 20ê xizîrana 1981ê ji aliyê meclîsa Îranê ve ji kar hate dûrxistin. Xûmênî dixwast dewlet hemû bikeve bin destê wî. Di encamê de rê li ber gelek rêxistin û partiyan hate girtin. Van partî û rêxistinan jî dijî Xûmênî dest bi çalakiyan kir.

Serokkomar Mihemed Elî Recaî(2 tebax 1981-30 tebax 1981)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêj şerê Îran û Iraqê berdewam dike Micahîdên Gel li tebaxa 1981ê de li dijî hikûmeta ji aliyê Xûmênî ve hate avakirin re derbeyek pêk anî. Gelek wezîr, parlamenter, bûrokrat û rêvebirên pîlebilind yên aligirên Xûmênî di van çalakiyan de hatin kuştin. Hetta serokkomarê paşerojê were tayîn kirin Ekber Haşimî Refsencanî û rêberê paşerojê yê şoreşa îslamê Elî Xameney jî di van çalakiyan de brîndar bibûn. Lê ev derbeya Micahidên Gel ên Îranê negihişt armanca xwe û Xûmênî li dijî mixalifan bihêztir lêhat.

Serokkomar Mihemed Elî Recaî jî di encama van suîkasten de jiyana xwe wenda kir.

Serokkomar Elî Xamaney (9 cotmeh 1981-4 xizîran 1989)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

5ê gulana 1983yê hemû endam û parlamenterên Tudehê bi hêceta casûsiya Sovyetan hatin girtin û Tudeh hate qedexe kirin.

Xûmênî gelek endamên Micahidên Gel, Kurd, Behayî bidarve kirin. Her wisa fetwaya kuştina Selman Ruşdî jî da. Di dema rêberiya Xûmênî de serokkomarê dewletê jî Elî Xameney bû. Lê di vî dewrî de gelek biryarên têkildarî rêvebirina dewletê ji aliyê Xûmênî ve dihatin dan. Piştî dewrê Xûmênî di dewletê de duserî destpê dike. Rêvebirin dikeve destê serokkomar. Lê rêberê şoreşê bixwaze dikare hemû tiştan betal bike.

Hêj Xûmênî di sekeratê de konseyeke nû tayîn kir ku wezîfeya wan ew bû rêberê nû tayîn bikin û kontrol bikin.

Rêberê Dînî Elî Xamaney(4 xizîran 1989-...)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Serokkomar Ekber Haşimî Refsencanî(16 tebax 1989-3 tebax 1997)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di xizîrana 1989ê de Xûmênî mir û şûna wî Ayetula Elî Xaminêyî wek rêberê nû, Ekber Haşimî Refsencanî jî wek serokkomarê nû hate hilbijartin. Refsencanî ji tîrmeha 1989ê heta gulana 1997ê serokkomarê dewletê bû. Di rêvebirina Refsencanî de gelek kesayetên mixalif û Kurd bi sûîkastan hatin. Serokên PDK-Î; Ebdulrehman Qasimlo û Mihemed Sadiq Şerefkendî, rêvebirên Micahîdên Gel Muhemmed Huseyîn Nexdî, Muhemmed Hesen Erbab û gelek mixalifên din li derveyî welat bi sûîkastan hatin kuştin.

Serokkomar Mihemed Xatemî(3 tebax 1997-3 tebax 2005)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di hilbijartinên gulana 1997ê de namzetê lîberal lê ew jî ji pola dînzana de ye Mihemed Xatemî bû serokkomarê nû. Xatemî bi taybetî di polîtîkaya derve de pêngavên nû avêtin. Dixwast li gel dewletên rojava têkiliyên nû ava bike. Heta cihekî jî serkeft. Politîkayên lîberal sepandin, givaşa li ser gelê Îranê kêm kir. Ji ber Qeyrana Rehîneyan poşmaniya xwe anî ziman, her wisa rêvebirên DYAyê jî ji derbeya dijî Museddiq poşmaniyên xwe anîn ziman. Ji bo nekuştina Selman Ruşdî garantî da hikûmeta İngilîzan. Ji ber vê jî İngilîzan mîsyonên xwe yên di sala 1979ê de qut bûn, cardîn geş kirin. Dest bi têkiliyan kirin. Wek tê zanîn gelek mixalif bi sûîkasta hatibûn kuştin di dewra Refsencanî de. dihate îdîa kirin ku klîkek heye di wezareta Îstîxbaratê de ew van karûbarên kuştina dikin. Ew klîkên kujer ji wezaretê hatin derxistin. Wek tê dîtin di dewra Xatemî de sistbûneke îdeolojîk jî tê dîtin, nermbûnek jî li dijî mixalifan tê dîtin.

Di îlona 2001ê de li dijî DYAyê Êrîşên 11 Îlonê pêk hatin. Di encama vê êrîşê de polîtîkaya derve ya DYAyê tûjtir lêhat. George W. Bush di axiftineke xwe de Îran, Koreya Bakur û Iraq wek Xetên Xerabiyê binav kirin. Piştî vê axiftinê dîngirên Îranê li dijî reformgirên Îranê bûn xwedî hêzeke psîkolojîk. Vê jî tesîra xwe li hilbijartinên tîrmeha 2005ê kir û di encamê de Mehmûd Ehmedînejadê namzetê dîngiran bû serokkomarê nû.

Serokkomar Mehmûd Ehmedînecad(3 tebax 2005-3 tebax 2013)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Serokkomar Hesen Rohanî(3 tebax 2013-...)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siyaset û rêvebirin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Siyaseta Îranê

Makezagona Komara Îslamî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkaniya girîngtirîn ya makezagona Komara Îslamî ya Îranê fşkr û ramanên Ayetullah Xûmênî ne. Hindek madeyên girîng di makezagona Komara Îslamî ya Îranê de[30];

  1. Madeya 19(derheqê ferqûcudahî û nebûna ferqûcudahiyê)

Her ji kîjan koma etnîk bin, hemû kesên girêdayî gelê Îranê wekhev in; reng, nijad, ziman an jî hêmanên wek van nabin sedema ferqûcudahiyê.

  1. Madeya 15(zimanê fermî)

Zimanê Îranê yê fermî û zimanê hevpar yê gelê Îranê farisî ye. Dokûmentên fermî, hevnivîsîn, nivîsar û pirtûkên xwendingehan de bi vî zimanê tê nivîsîn. Lê zimanên herêmî û eşîrî di weşanan de û di medyayê de û di fêrkirina wêjeya xwe de dikarin li xwendingehan de li gel zimanê farisî were bikaranîn

  1. Madeya 12(dînê fermî)

Dînê fermî yê dewleta Îranê Şiîtiya Danzdeh Îmamane, ev made nayê guherandin

Maf û Jiyana Jinan li Îranê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka tevger û lîvên jinên Îranê dûr û dirêje. Di dema Şoreşa Makezagonî ya di sala 1906ê de rûdayî jinên Îranê wekî her welatiyên Îranî li kolana bûn. Lê piştî îlankirina makezagonê de mafê jinan zêde nebûn. Jinan çi feydeya makezagonê nedît.

Piştî desthilat ketiye destê malbata Pehlewîyan hindek projeyên modernîzasyonê hatin kirin lê ne xwestina gel û jinên Îranê, bi zordarî ew modernîzasyon li ser gel hate sepandin. Jinan jî bahra xwe ya vê modernîzasyonê wergirt. Ji aliyê Şah Reza Pehlewî ve li dijî liberkirina dersokan givaş li ser jinan hate sepandin. Bi zorê dersoka serê jinan jêkirin. Modernîzasyona di dema Şah Reza Pehlewî de gelek dişibe modernîzasyona li Tirkiyeyê. Li sala 1935ê de ji bo jinên Îranê modern bikin cemiyeta Qanunî Banûvanî Îran hate ava kirin. Ev cemiyet bi rêberiya keçên Şah Reza Pehlewî rêve diçû.

Li îranê mafê bijêrîn û hilbijêrin di sala 1946ê de ji aliyê Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê hate pejirandin. Lê ev maf dema ev hikûmet piştî salek hatiye rûxandin, ji jinan hate standin.

Li sala 1963yê jinên Îranê mafên bijêrin û hilbijêrînê wergirt.

Li sala 1979ê de Şoreşa Îslamî pêkhat. Piştî vê şoreşê li sala 1983yê de dersok,serpoş bi qanûnekê bû zarûrî. Êdî jinên Îranê mecbûr man ku serê xwe bi dersokan bipêçin.

Rêvebirina Komara Îslama

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Makezagon-Doktrîna Velayetî Feqîh

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komara Îslamî ya Îranê bi makezagonê ve tê birêve birin. Ev makezagon rehên xwe ji şoreşa makezagonî ya di sala 1906ê de di dema Qacariyan de hatiye kirin werdigire. Piştî makezagona 1906ê, di desthilata Pehlewiyan de jî hindek guherandin hatin kirin. Lê guherandinên esas piştî şoreşa Îslamî hate kirin. Makezagona şoreşa îslamî bi dûçûna rê û rêbazên Velayetî Feqih hatiye hûnandin. Ev doktrîna Îslamî ji aliyê Ayetula Xumênî li salên 1960an de dema li Necefê di sirgûnê de bû hate nivîsandin. Qanûnên Komara Îslamî hemî di makezagonê hene lê makezagon li ser bingehên Velayetî Feqîh hatiye amade kirin.

Rêberê dînî-Rêvebirê Velayetî Feqîh

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêberê dînî n jî rêvebirê Velayetî Feqîh serê dewletê ye. Di Komara Îslamî de kesê bilindtirîn xwedîhêz e. Gelek rojnameyên welat girêdayî wî ne wek Kayhan, Etleet, Cumhurî Îslamî. Melayên di mizgeftan de jî hemû girêdayî wî ne. Li Îranê weezên eyniyê xwedî hêzeke mezin e ji bo layê propagandayê, weezên eyniyan jî ji aliyê rêberê dînî tê amade kirin. Her wisa gelek weqif û rêxistin jî girêdayî rêberê dînî ne ku xwedî %40ê aboriya Îranê ne[31]. Ev rêxistin ji aliyê erkên darazaiyê ve nayên kontrol kirin ev in; Weqfa Feqîr û Mustezefan(Bonyadî Canbazan ve Mostezefîn), Weqfa Şehîdan(Bonyadî Şehîd), Komiteya Harikariyê(Komiteyî Emdad), Weqfa 15ê Xordad(Bonyadî Panzdehî Xordad).

Bi dûçûna madeya 110ê ya makezagona Komara Îslamî, erkên rêberê dînî:

  1. Diyarkirina siyaseta giştî ya Komara Îslamî li gel Konseya Teşxîsa Meslehetên Pergalê
  2. Kontrolkirina siyasetên giştî yên dewletê
  3. Biryardana giştpirsiyê
  4. Îlankirina şer û aşitiyê
  5. Tayînkirin, ji kar dûrxistin û pejirandina îstifayan; endamên Konseya Parastina Makezagonê, Hakimên herî bilind yên Darazî, Gerinendeyê radyoya Komara Îslamî ya Îranê, Serleşkerê Arteşê, serleşkerê Artêşa Parastina ên Şoreşa Îslamî, serleşkerên pîlebilind yên artêş û asayişê.
  6. Îxtîlafen di navbera sê hêzan de çareser kirin; qanûnçêkirin, rêvebirin û darazî
  7. Pejirandina serokkomarê komara Îslamî
  8. Efûkirin û sivikkirina cezayên girtiyan[32]
  • Rêberên dînî:
  1. Ruhullah Xûmênî(1979-1989)
  2. Seyîd Elî Xamaney(1989-...)

Rêxistin û dezgehên rasterast girêdayî rêberê dînî;

  1. Melayên Xutbeyan
  2. Rêxistina Rasyo û Televîsyonê ya Îranê

Bi dûçûna makezagona Komara Îslamî, piştî rêberê dînî kesê qedirbilindtir serokkomarê Komara Îslamî ye. Erkên Serokkomariya Komara Îslamî piştî sala 1989ê de hatin berfireh kirin û serokwezîrî hate betal kirin. Jixwe di navbera salên 1979ê heta 1989ê de gelek erk di bin destê serokwezîr de bû. Hêjayî gotinê ye ku serokwezîrê wî wextî Mîr Huseyn Musevî bû ku li sala 2009ê de ji ber nerazîbûna wî li dijî hilbijartinê hate zindanî kirin di mala xwe de.

Rêvebirina serokkomarî 4 sale, her çal sala carekê hilbijartin tên kirin û dihêt hilbijartin. Tenê du serdeman dikare bibe serokkomar. Serokkomarê Îranê desteya wezîran ava dike û rêvebirina dewletê bireve dibe. Pejirandina endamtiya kesê ku dibe serokkomar ji aliyê Konseya Parastina Makezagonê ve tê kontrol kirin. Pesendkirina dawî ji aliyê Rêberî dînî ve tê kirin û ew kes dibe serokkomar.

  • Serokkomarên Komara Îslamî
  1. Ebdul Hesen Benî Sadr(1979-1981)
  2. Muhemmed Elî Recayî(1981-1981) (ji aliyê rêxistina Micahîdên Gel ve hate kuştin)
  3. Seyîd Elî Xamaney(1981-1989)
  4. Elî Ekber Refsencanî(1989-1997)
  5. Muhemmed Hetemî(1997-2005)
  6. Mehmûd Ehmedînecad(2005-2013)
  7. Hesen Rûhanî(2013-...)

Meclîsa Şuraya Îslamî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erkên meclîsê qanûnçêkirin, pesendkirina desteya wezîran, kontrolkirin û ji kar dûrxistina serokkomar û desteya wezîran e. Her çend meclîs qanûna çêbike jî, divêt ev qanûn ji layê Konseya Parastina Makezagonê ve bên pejirandin. Her wisa ew kesên dibin parlamenter jî divêt ji aliyê Konseya Parastina Makezagonê ve bên pejirandin. Betalkirina qanûna ne tenê di destê konseyê de ye, her wisa rêberê dînî jî dikare qanûnan betal bike.

Di meclîsa Komara Îslamî de heta sala 1999ê 270 parlamenter hebûn, piştî wê salê ev hate zêdekirin. Niha hejmara parlamenteran 285 e û ji bilî van yek Zerdeştî, yek Kelimî, yek Fele û du jî Ermenî bi giştî 5 parlamenterên kêmaniyan jî hene. Bi giştî 290 in. Hilbijartina parlamenteran çar salan carekê tê kirin û sîstema herêma teng tê bikaranîn. Yanî li her herêmeke biçûk tu dikarî yek kes dibe parlamenter. Sîstema partiyan tune ye. Li gor amarên 2011ê nifûs û jimarên parlamenterên parêzgehên Îranê

Parêzgeh Gelhe Jimara Parlamenteran
Welat bi giştî 75149669 285
Azerbaycana Rojhilat 3724620 19
Azerbaycana Rojava 3080576 12
Erdebîl 1248488 7
Îsfahan 4879312 19
Elburz 2412513 3
Îlam 557599 3
Buşehr 1032949 4
Tahran 12183391 35
Çaharmahal û Bextiyarî 895263 4
Xorasana Başûr 662534 4
Xorasana Rezevî 5994402 18
Xorasana Bakur 867727 4
Xuzistan 4531720 18
Zencan 1015734 5
Semnan 631218 4
Sîstan û Belûcîstan 2534327 8
Fars 4596658 18
Qazwên 1201565 4
Qûm 1151672 3
Kurdistan 1493645 6
Kirman 2938988 10
Kirmaşan 1945227 8
Kûgîluyî û Buwêr Ehmed 658629 3
Gulistan 1777014 7
Gîlan 2480874 13
Luristan 1754243 9
Mazenderan 3073943 12
Merkezî 1413959 7
Hurmizgan 1578183 5
Hemedan 1758268 9
Yezd 1074428 4

Konseya Parastina Makezagonê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev konsey di makezagona 1906ê de ketiye nav sîstema Îranê de. Bi dûçûna makezagona 1906ê de ev konsey ji aliyê 5 mictehîdan(zanayên dînî) ve tê rêvebirin û erkê van kesan ew e ku kontrolkirina qanûnçêkirinê bikin ku ev qanûn bi dûçûna dînê Îslamê ve guncaw e an na. Piştî şoreşa 1979ê de erkên vê konseyê hatin berfirehtir kirin. Rêvebirina wê jî xistin destê 12 kesan de. 6 ji wan zanayên dînî ne, 6ên din jî dadnas in. Zanayên dînî ji aliyê Rêberê Dînî ve, dadnas jî bi teklîfa darêzgerî ve ji aliyê Meclîsa Şuraya Îslamî ve tên tayîn kirin.

Sekreterên giştî yên konseyê:

  1. Ayetula Ehmed Cennetî(1992-..)

Ev konsey tespîtkirina kesên dixwazin bibin hilbijêr dike. Parlamenter bêyî vê konseyê nikarin bibin namzet

Konseya Teşxîsa Meslehetên Pergalê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev konsey li sala 1988ê de ji aliyê Ruhullah Xûmênî ve hatiye ava kirin. Piştî şoreşa Îslamî gelek pirsgirêk di navbera Meclîsa Şuraya Îslamî û Konseya Parastina Makezagonê de çêdibûn. Ev konsey ji ber çareserkirina van pirsgirêkan hate ava kirin. Her wisa erkê vê konseyê ew e ku têkiliyên rêxistinên dewletê çareser bike. Bi kurtî çareserkirina pirsgirêkên di navbera rêvebirina Komara Îslamî de yekem erka vê konseyê ye.Wek hakemekî di siyaseta Îranê de cihê xwe digire. Bi dûçûna raportên vê konseyê pirsgirêk t3en çareser kirin. Endamên vê konseyê ji aliyê Rêberê Dînî ve tên tayîn kirin û hejmara tê guherîn.

  • Serokên Konseya Teşxîsa Meslehetên Pergalê
  1. Seyîd Elî Xamaney(1988-1989)(hem serokkomar hem serokê konseyê)
  2. Elî Ekber Refsencanî(1989-1997)(hem serokkomar hem serokê konseyê)
  3. Elî Ekber Refsencanî(1997-2017)(tenê serokê konseyê)
  4. Mehmûd Haşimî Şahrudî(2017-2018)
  5. Sadiq Larîcanî(2018-...)

Meclîsa Pisporan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erkê Meclîsa Pisporan hilbijartina Rêberê Dînî ye. Her wisa dema kontrolkirina Rêberê Dînî, hewce hebe jikar dûrxistina Rêberî dînî jî erkê wan e. Li sala 1989ê de piştî mirina Ruhullah Xûmênî, Seyîd Elî Xameneyî ji aliyê Meclîsa Pisporan ve hate hilbijartin. Her wisa makezagona di sala 1979ê de jî ji aliyê vê meclîsê ve hatiye çêkirin. Endamên Meclîsa Pisporan ji aliyên dînzanayên Şîe ve ji bo 8 salan tên hilbijartin.

Konseya Bilind ya Ewlehiya Netewî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Armanca avakirina vê koseyê ew e ku parastina Şoreşa Îslamî,destînana menfietên neteweyî, parastina yekbûna axa welat û parastina desthilata Komara Îslamî ye. Lê her çend ewqas erk hebin jî, nikare li ser biryara rêberê dînî biryarekê werbigire.

Erkê Daraziyê ji aliyê serokê Daraziyê ve tê rêvebirin. Bi dûçûna doktrîna Velayetî Feqîh pêkhatiye. Serokê Daraziyê ji aliyê rêberê dînî ve tê tayîn kirin.

Di nav sîstema daraziyê de mehkemeyeka taybet heye ku tenê darizandina dînzanayan dike. Navê wê mehkemeyê Mehkemeya Taybet ya Ruhaniyet e. Lê ev mehkeme girêdayî erkê Darêzgerî nîne, rasterast girêdayî Rêberê Dînî ye. Dozger û hakimên wê ji aliyê rêberê dînî ve tên tayîn kirin. Li çar aliyê Îranê de 22 mehkemeyên wiha hene

Hêzên çekdarî yên Îranê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêzên çekdarî yên Îranê çar pêkhateyan dihundirîne. Hêzên çekdarî yên Îranê di bin rêvebirina Serkanê Giştî ya Hêzên Komara Îslamî ya Îranê de ye. Hêzên çekdarî yên Îranê girêdayî serokkomariyê ye. Lê biryarên girîng an jî qanûnên giring yên bi têkildarî hêzên çekdarî ji aliyê Rêberê Dînî ve tên dayîn.

  • Serkanên giştî
  1. Mîr Huseyn Musavî (1988-1989
  2. Hesen Fîruzabadî (26ê îlona 1989an-28 pûşber 2016)
  3. Muhemed Baqirî (28 pûşber 2016-...)

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Artêşa Komara Îslamî

Bi kurtî wek arteş jî tê nasîn. Artêş xwedî çar beşa ye;

  1. Hêzên Bejahî
  2. Hêzên Hewayî
  3. Hêzên Deryayî
  4. Hêzên Parastina Hewayî

Hêzên Întîzamî yên Komara Îslamî ya Îranê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wek hêza polîsa tê zanîn. Li sala 1992yê bi yekkirina Şehrban, Cenderme û Hêzên Şoreşî ve hate ava kirin. Ji çar beşan pêk tê;

  1. Cenderme
  2. Polîsên sîvîl
  3. Polîsên nepenî
  4. Polîsên dînî

Artêşa Pasdaran ên Şoreşa Îslamî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Artêşa Pasdaran ên Şoreşa Îslamî bi kurtî sepahê pasdaran jî tê nasîn. 22 nîsana 1979ê de ji aliyê Ayetula Xûmênî ve hate damezirandin. Ji 5 beşan pêk tê.

  1. Hêzên bejahî
  2. Hêzên hewafezayî
  3. Hêzên deryayî
  4. Hêza Qudsê
  5. Hêza Besîc

Wezareta Parastin û Alîkarkirina Hêzên Çekdarî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wezareta Parastin û Alîkarkirina Hêzên Çekdarî di bin rêveberiya serokkomarê Îranê de ye. Lê hilbijartina wezîrê vê wezaretê di bin kontrola Rêberê Dînî de ye.

Têkiliyên derve yên Komara Îslamî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têkiliyên derve yên Komara Îslamî ya Îranê bi rêya Wezareta Têkiliyên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê birêve diçe.

Tevgerên dijrêjimî û etnopolîtîk li Îranê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî şoreşa îslamî ya Îranê gelek rêxistin û fraksiyonên polîtîk hebûn ku li dijî Şah Muhemed Reza têkoşîn dikirin. Bi giştî em dikarin van fraksiyon û tevgeran bi awayî tasnîf bikin:

  1. Rêxistinên dînî: Ev rêxistin û fraksiyonên dînî bi giştî ji sê koman pêk dihat; grûbek bi serkêşiya Ayetulahê Mezin Şerîetmedarî çalakî dikirin, grûbek di bin tesîra fikrên Elî Şerîetî de bû, grûba dawiyê jî di bin tesîra Ayetula Xûmênî de bû û jixwe ev grûb piştî xistina Şahê Îranê ji text bûn desthilatên nû yên Îranê. Fikrên Elî Şerîetî gelek tesîr li mislimanên çepgir kiribû.
  2. Fraksiyonên têkildarî Eniya Neteweyî: Ev fraksyiyonên wiha bingeha xwe ji Mihemed Museddiq werdigirn ku sala 1953ê de petrola Îranê kiribû malê dewletê. Piştî ketina şahê Îranê serkêşê wan Mehdî Bazergan serokwezîr bû lê paşî Ayetula Xûmênî ev hikûmet hilweşand û ya xwe ava kir.
  3. Partiya Tudeh: Ev partî li sala 1920ê de bi daxuyandina Komara Îranê ya Sosyalîst dengê xwe bi navê Partiya Komûnîst ya Îranê belav kiribû. Li Gîlan bi alikariya gerîlayên xwe û alikariya Sovyetan ev xebat kiribûn. Lê ev komar hate hilweşandin û li sala 1931ê Partiya Komûnîst ya Îranê hate qedexe kirin. Piştî dagirkirina Sovyet û Ingilîzan li sala 1941ê de vê partiyê bi navê TUDEHê xwe aşkera kir û dest bi xebatan kir. Lê ji ber piştgiriya wan bo Sovyetan li sala 1953ê de ev rêxistin jî hate qedexe kirin. Ev rêxistin bi temamî çepgir e.
  4. Gerîlayên dijî rêjima monarşîk: Yek ji wan Fedaiyên Gel bûn ku her çend xwe sosyalîst bibînin jî gelek endamên wan ji Eniya Neteweyî bûn. Ya din Micahîdên Gel bû. Micahîdên Gel rêxistineke sosyalîst-îslamî bûn. Li gel Fedaiyên Gel li dijî hêzên şah şer dikirin. Micahîdên Gel piştî şoreşa Îslamî li dijî rêjima îslamî jî şerê gerîlayî berdewam kir û ta niha jî xebatên xwe berdewam dike.
  5. Tevgerên etnopolîtîk: Her çend azerî li Îranê piştî farsan duyem neteweyê qelebalix bin jî çi xebatên wan dijî rêjima şah tunebûn. Bi giştî di nav tevgerên îslamî de bûn. Kurdên Îranê bi rêya PDK-Î li dijî rêjimê şerê çekdarî dikir. Erebên Îranê bi rêxistinên Eniya Rizgariya Ahwazê û Ji Bo Rizgariya Erebîstanê Tevgera Şoreşgerî ya Demokratîk xebat û çalakî dikirin. Belûçên Îranê bi rêya Yekitiya Gelê Belûç xebat dikir. Piştî şoreşa îslamî jî ev hereketên neteweyî dîsa berdewamiya şerê çekdarî kirin li dijî rêjima Îranê

Piştî şoreşa îslamî gelek ji van fraksiyonan ji holê rabûn. Terefdarên şahê ji text ketî, niha li dijî rêjima îslamî xebatan dikin. Her wisa Micahîdên Gel jî niha li dijî rêjima îslamî xebatan dike.

Tevgerên dijrejîmî piştî şoreşa Îslamî ya di sala 1979ê de li Îranê û hatin qedexe kirin û bi awayekî dijrêjimî li derveyî welat û bi veşartî li nav welat xebat dikin. Em dikarin tevgerên dijrêjimî wek sê baskan bidin nasîn. Baska yekemîn piştgirên monarşiyê ne ku dixwazin dîsa malbata Pehlewiyan bibin desthilatdar li Îranê. Baskê duyem çepgirên Îslamî ne, ev kom jî dixwaze li Îranê dewleteke demokratîk û îslamî bê ava kirin. Baska sêyemîn jî tevgerên etnopolîtîk in ku ji aliyê gelên azadîxwazên Îranê tê qebûl kirin. Tevgerên etnopolîtîk ji modernîzma Îranê heta niha berdewam dikin. Li Îranî di dawiya sedsala 19emîn ta niha di serî de netewê Kurd û di sedsala 20ê de jî tevgerên Azerî, Ereb, Belûcî derketin nav siyaseta Îranê de. Her du baskên pêşiyê çareseriyê di guhertina sîstema Îranê de dibînin lê tevgerên etnopolîtîk çend demokratîze kirina Îranê û federalîzmê bixwazin jî carna ber bi serxwebûnxwaziyê ve diçe. Wek tê zanîn li sala 1946ê de Komara Kurdistan û Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê ber bi serxwebûnê ve diçûn.

Ev partî û rêxistinên monarşîxwaz bi giştî dixwazin malbata Pehlewî bibe desthilatdar û hemû li derveyî welat dijîn.

  1. Şûraya Netewî ya Îranê
  2. Encûmena Padîşahî ya Îranê
  3. Hizba Meşrutî ya Îranê-Lîberal Demokrat
  1. Micahîdên Gel-Şûraya Netewî ya Berxwedana Îranê

Micahîdên Gel berî şoreşa îslamî hat damezrandin û piştî pêvçûna wan di gel îslamîstên Îranê de li dijî vê rêjimê têkoşîna çekdarî li sala 1980ê de da destpê kirin. Li sala 1984ê de jî ji Îranê hatin derxistin û li Iraqê binecih bûn. Ji ber şerê Îran û Iraqê yê li sala 1980ê heta 1988ê Micahîdên Gel gelek alîkarî ji Sedam Hiseyn wergirt.

Piştî dagirkirina Iraqê Îranê gelek hewl da ku Iraq baregehên Micahîdên gel bigire lê ji ber DYAyê nekarî bide girtin. Li sala 2016ê Micahîdên Gel bi awayek fermî ji Iraqê hate derxistin[33].

Tevgerên etnopolîtîk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî derbeya leşkerî ya Reza Pehlewî, Îran ber bi modernîzmekê ve diçû. Bi dûçûna fikrên netewe-dewlet jinûve li Îranê jiyan, civak, siyaset, dîrok hwd. hatin şirove kirin. Her çend zimanê farisî li Îranê pêşketî û serdest bibe jî, neteweperestiya fars li Îranê bi desthilata Reza Pehlewî destpê kir. Neteweyê fars li Îranê di navenda her siyasetê de ye. Piştî Şoreşa Îslamî her çend fikrên Îranîbûn hebin jî, van fikran rê li ber gelên dî negirt ku neteweperestiyê nekin.

Her çend li Îranê nifûsa bi milyonan nêzî 10 gelan nifûs hebe jî, bi giştî li Îranê li dijî Îranê 4 gel bi awayekî aktîf xebatan dikin. Tevgerên etnopolîtîk bi giştî di bin sîwana Kongreya Netewan ji bo Îrana Federal de kombûn e. Lê hindek jî serbixwe tevgera xwe dikin.

Tevgerên kurdan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Dîroka Rojhilatê Kurdistanê
 Gotara bingehîn: Şoreşa Rojhilata Kurdistanê

Serhildanên kurdan li Rojhilata Kurdistanê bi navûdeng in. Pêşiyê li sala 1880ê de li Şemzînanê ber bi Urmiyê û Mehabadê ve ji aliyê Şêx Ubeydelayê Nehrî ve serhildan hate destpêkirin. Gelek axa Rojhilata Kurdistanê ket bin destê Şêx Ubeydela de. Lê bi alikariya osmaniyan, qacariyan dawî li vê hereketê anî. Li sala 1919ê de jî ji aliyê Simkoyê Şikak ve rizgarkirina Rojhilata Kurdistanê hate destpêkirin. Simkoyê Şikak bajarên wek Selmas, Urmiye, Xoy, Mehabad, Şino kirin bin desthilata xwe. Lê ev herekete jî li sala 1929ê de bi kuştina Simkoyê Şikak a hovane hate vemirandin. Piştî vê bûyerê li Kurdên Rojhilata Kurdistanê, di nava rewşenbîr û serokeşîrên kurd de hestên neteweyî zêde bûn. Bi rêberiya Qazî Muhemmed sala 1946ê de bi alikariya Sovyetan Komara Kurdistanê hate avakirin. Lê ev komar 11 mehan jiya û hate rûxandin. Vê komarê ji bo Rojhilata Kurdistanê PDK-Î hêla bû û piştî rûxandina komarê ji aliyê PDKÎyê ve û paşî ji aliyên gelek partî û rêxistinên kurdî ve têkoşîna Rojhilata Kurdistanê heta niha dewam dike.

Kurdên Îranê ji ber cûdabûna mezhebê wan, têkiliyeke xurt nikarin dijî dewleta Îranê rêk bixin. Jixwe herdu tevgerên sereke Komala û PDKî ji herêma Mukriyan derketî ne ku herêma Mukriyan Sunî mezheb in. Li Kirmaşan, Îlam û Loristanê bi taybetî kurdên şîî, yaresan djîn. Ev kurdên şîî xwedî têkiliyên baş in li gel Komara Îslamî. Lêkolîner Robert Olson di vê mijarê de dibêje ku;

Tevgerên belûçan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelê belûç li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dijîn. Her wisa hejmareke mezintir jî li Pakistanê dijîn. Ev gel di navbera Îran û Pakistanê û Efxanistanê de dijîn. Ji layê mezhebî ve sunî ne û nijadeke aryanî ye. Di navbera van her du welatan de welatê wan heye û li vir gelek caran ticaretê dikin, hatinçûnan dikin. Ev jî dibe sedema binpêkirina qanûnên Îranê û Pakistanê. Ji ber vê jî pirsgirêkên mezin li navbera van dewletan û gelê belûç de heye. Bi vî alî dişibin kurdan. Ji aliyê din ji mezhebê sunî ne, ev jî ji bo rêjîma şîe ya Îranê wek tehdît tê dîtin. Ji ber van sedeman ji aliyê gelê belûç têkoşîna rizgarkirina welatê wan heye.

Tevgerên ereban
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Têkoşîna ereban li Îranê
 Gotara bingehîn: Têkiliyên Îran û Iraqê

Erebên li Îranê dijîn bi giştî ji mezheba şîî ne, her çend nêzîkatiyek bi vî awayî li gel rêjima Îranê çêbike jî, ji aliyê netewe jî xwe nêzîkî welatên ereb dibînin û dixwazin di herêmên xwe de xweser bin. Bi giştî li Xûzistanê û li Parêzgeha Bûşêhrê dijîn. Li herêma Xûzistanê petrol derdikeve û ji bo aboriya Îranê ciheke girîng e.

Piştî derbeya leşkerî 1958ê li Îraqê, Evdilkerîm Qasim li ser Ervendrûd (Şetelereb) û Xorremşehr mafê dewleta xwe îlan kir ku ev der axa ereban e, ji ber vê jî Cepheya Azadî ya Ahwazê ava kir.[34]

Piştî şerê Îran û Iraqê yê di sala 1980ê de qewimî, herêmên erebên Îranê di nava şer de man. Tê îdîakirin ku Sedam Huseyn gelek alîkarî dida ereban ku li Îranê krîzê derxînin.

Li sala 1999ê de ji aliyê neteweperestên ereban ve Tevgera Xebata Erebî ji bo Azadiya Ahwazê hate damezrandin. Piştî vê avakirina vê rêxistinê gelek çalakî bi navê vê tevgerê hatin kirin.

Di 22yê îlona 2018ê de li bajarê Ehwaza girêdayî parêzgeha Xûzistanê li dijî leşkeên Îranê êrîşek pêkhat. Di encama êrîşê de gelek leşkerên îranî hatin kuştin. Hereketûl Nidal an jî hereketa El Ehwazê li ser navê Artêşa Berxwedana Neteweyî ya Ehwazê ev êrîş girt ser xwe.

Tevgerên tirkên Azerbaycanê (azerî)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Têkoşîna azeriyan li Îranê
 Gotara bingehîn: Têkiliyên Îran û Rûsyayê

Tirkên Azerbaycanê bi sedsalan e li Îranê bi rêya binemalên sefewiyan, qacaran, efşeran hikûm li Îranê dikir. Piştî derbeya leşkerî ya Reza Şah Pehlewî tesîra tirkan li Îranê li kêmê da. Piştê vê rûdanê li hîsên neteweyî li nav tirkan de mezin bûn. Li sala 1908ê de Îran ber bi mirina desthilata qacariyan de diçû. Wê demê Settar Xan li dijî hikûmraniya Şah û Liwaya Qazaxan li Azerbaycanê serhildan da destpê kirin. Lê ev hereket zû hate vemirandin. 24ê hezîrana 1920an de li Tebrîzê ji aliyê Şêx Mihemed Xiyabanî ve dewleta tirkan a bi navê Azadîstan hate damezirandin.[çavkanî hewce ye] Lê 12ê îlona 1920an de ev desthilat ji aliyê hêzên Şah ve hate mirandin. 20 sal piştî van bûyeran li Tebrîzê bi alikariya Sovyetan Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê hate damezirandin. Lê ev jî 12 mehan jiya, paşî hate rûxandin.

Nexşeya topografiya Îranê.

Welatê Îran li navberî welatên Îraq li rojava, Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycan li bakurê rojava, Pakistan û Efxanistan li rojhilatê, Tirkmenistan li bakurê rojhilatê ye. Herwisa li bakurê Îranê gola Kaspiyen an jî Derya Mazenderan heye. Li başûrê Îranê jî Kendava Farisî û deryaya Omanê hene.

Dabeşkirina Îranê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bingeha dabeşkirina Îranê digehe Dewleta Sefewiyan. Hemû Kurdistana modern di wê demê de di bin kontrola Safawiyan û di dewra Şah Ebbas de bû. Bi dûçûna sîstema Safawiyan dabeşkirina Îranê ya siyasî xwedî 22 parêzgehan bû. Parêzgehên Safawiyan :

  1. Şîrvan
  2. Qerebax
  3. Çoxir Seed(erîvan9
  4. Azerbaycan(tebrîz)
  5. Erzîncan
  6. Elî Şeker(Hemedan)
  7. Îraqa Ecem
  8. Kirmanşan
  9. Fars(şîraz)
  10. Îraqa Ereb
  11. Diyarbekir
  12. Behbehan
  13. Kirman
  14. Qendehar
  15. Belh
  16. Merv
  17. Meşhed
  18. Herat
  19. Esterabad
  20. Xuzîstan
  21. Kurdistan
  22. Loristan[35][36]

Li Îranê di dewra Qacariyan de 8 parêzgeh hebûn, piştî Reza Şah dest dana ser desthilata Îranê hindek reform pêkanîn; parêzgehên Îranê ji 7 zêde kirin û bûn 15. Tehran, Azerbaycan, Fars, Gîlan, Mazenderan, Hemedan, Îsfahan, Kîrman, Kirmanşan, Xorasan, Erebîstan, Kurdistan, Loristan, Belucîstan û Benderên Kendavê

Bi dûçûna amarên dawî li Îranê 31 parêzgeh hene, 392 wilayet, 986 navçe hene û ji 1144 bajêr û ji 2513 gundan pêk tê. Hêjayî gotinê ye ku Parêzgeha Elburzê li sala 2010ê de unwana parêzgehê wergirt.

Bi dûçûna sîstema dabeşkirina Îranê de; Îran ji parêzgehan pêk tê, îranî jê re dibêjin ostan. Ev parêzgeh jî wek şaristan dabeş dibin. Di wan şaristanan de jî herêmên cuda hene.

  1. Parêzgeha Tehran
  2. Parêzgeha Qom
  3. Parêzgeha Merkezî
  4. Parêzgeha Qazwên
  5. Parêzgeha Gîlan
  6. Parêzgeha Erdebîl
  7. Parêzgeha Zencan
  8. Azerbaycana Rojhilat
  9. Azerbaycana Rojava
  10. Parêzgeha Kurdistan
  11. Parêzgeha Hemedan
  12. Parêzgeha Kirmaşan
  13. Parêzgeha Îlam
  14. Luristan
  15. Xûzistan
  1. Çarmihal û Bextiyarî
  2. Kûgîluyî û Buwêr Ehmed
  3. Parêzgeha Bûşêhr
  4. Parêzgeha Fars
  5. Hormozgan
  6. Sîstan û Belûçistan
  7. Parêzgeha Kirman
  8. Parêzgeha Yezd
  9. Parêzgeha Îsfehan
  10. Parêzgeha Simnan
  11. Mazenderan
  12. Gulistan
  13. Xorasana Bakûr
  14. Xorasana Rezewî
  15. Xorasana Başûr
  16. Elborz

Parêzgehên kurdnişîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Cihên kurd lê dijîn

Rêvebirina îdarî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi dûçûna rêvebirina îdarî ya Îranê, navên parçeyên dabeşkirî û rêvebirên parçeyan wiha ye[37] :

Rêveberina îdarî ya Îranê
Cûreyên dabeşê Ostan (parêzgeh) Şehristan (şaristan, qeza, navçe) Bexş (nahiye) Dehistan (gundistan) Şehr (bajar) Rusta (gund)
Rêvebirê îdarî Ostandar (parêzgar) Fermandar (qeymeqam) Bexşdar (rêveberê nahiyê) Bexşdar (rêveberê gundistanê) Şehrdar (şaredar) Dehyar (muxtar)
Navê rêvebirinê Ostandarî (parêzgarî) Fermandarî (qeymeqamî) Bexşdarî (rêveberiya nahiyê) Bexşdarî (rêveberiya gundistanê) Şehrdarî (şaredarî) Dehyarî (muxtarî)

98% ji akinciyên îranî misilman in; 89% şiî û 9% sunî ne. 2% mesihî, êzîdî, bahaî, yahudî û zerdeştî ne.[38].

Mezheba fermî ya dewleta Îranê baskê Caferî Şieya Danzdeh Îmamane. Ev mezheb nayê guherandin[39]

  1. Şîî
  2. Sunî
  3. Yaresanî
  1. Keldanî
  2. Asûrî
  3. Ermen
 Gotara bingehîn: Demografiya Îranê

Bi dûçûna amarên sala 2017ê gelheya Îranê 79,926,270 kes in[40] Zimanê fermî yê Îranê farisî ye, lê kurdî, azerî, beluçî, erebî, turkmen û gelek zimanên din jî lê tên peyivîn.

  1. Fars
  2. Kurd
    1. Kurmanc
    2. Soran
    3. Lurê Mezin
      1. Bextiyarî
      2. Mamesenî
      3. Kuhgîlu
    4. Lurî Piçûk
      1. Feylî
      2. Lek
      3. Kelhurî
  3. Belûç
  4. Talişî
  5. Gîlekî
  6. Mazenderanî
  7. Tatî
  1. Azerî
  2. Tirkmen
  3. Qaşqayî
  1. Ereb
  2. Cihû

Gelên Qefqasî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Ermen
  2. Gurcî

Li Îranê şeş herêmên serbest yên ticaretê hene;

  1. Herêma Serbest ya Kîşê: Kîş navê hemû giravên li Kendava Besrayê ye. Li vê derê ticaret di navbera Dubaîyê û Îranê tê kirin.
  2. Herêma Serbest ya Geşmê :Geşm li astengiya Hûrmûzê ye. Ticaret li gel Dubaiyê d-ye li vir.
  3. Herêma Serbest ya Çabahar: Li okyanûsa Hindê ye.
  4. Herêma Serbest ya Anzalî :Li behra Hezarê ye. Têkiliya ticaretê di navbera dewletên cîran ên Hezarê de ye.
  5. Herêma Serbest ya Arasê: Di navbera Îran, Ermenîstan, Azerbaycan û Nahcîvanê da ye.
  6. Herêma Serbest ya Ervendê: Li kendava Besrayê ye, nêzîkî Kuwêt û Iraqê ye.

Cewherên binerd

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kirman, Yezd û Xorasana Rezewî ji aliyê hesin ve zengîn e. Her wisa li Serçeşme û Çehar Gonbeda girêdayî Kirmanê ji aliyê mis,sifirê ve zengîn e. Risas û kalay li Yezd, Îsfahan û li herêmên Elburzê peyda dibe. Li Kirman û li Xorasana Başûr komira bisûd heye.[41]

  • Son Devrimci Ayetullah Humeyni, Baqer Moin
  1. ^ Özçelik 2002.
  2. ^ Kaya 2015, r. 167.
  3. ^ Özçelik 2002, r. 130.
  4. ^ Kaya 2015, r. 168.
  5. ^ Buniyatov, Z. The State of Khwarazmshah-Anushteginids. 1097—1231 М., 1986. pages 41-75
  6. ^ Biran, Michel, The Empire of the Qara Khitai in Eurasian History, Cambridge University Press, 2005, 44.
  7. ^ John Man, "Genghis Khan: Life, Death, and Resurrection", 6 Feb. 2007. Page 180.
  8. ^ C.E. Bosworth, The Ghaznavids: 994-1040, Edinburgh University Press, 1963, page 237
  9. ^ Fernand Grenard, Asya'nın Yükselişi ve Düşüşü, Çev;Orhan Yüksel,İstanbul, Milli Eğitim Bakanlığı,1992,r:1
  10. ^ Walther Hinz, Uzun Hasan ve Şeyh Cüneyd, çev:Tevfik Bıyıklıoğlu, 2.Baskı, Ankara, Türk Tarih Kurumu, 1992, r:5
  11. ^ Kurd û Ecem, Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê, Salih Mihemed Emîn,r:36
  12. ^ Kurd û Ecem, Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê, Salih Mihemed Emîn,r:39
  13. ^ Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi, Kökeni ve Gelişimi-Wadie Jwaideh-r:50
  14. ^ Kurd û Ecem, Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê, Salih Mihemed Emîn,r:42
  15. ^ Kurd û Ecem, Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê, Salih Mihemed Emîn,r:52
  16. ^ a b Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi, Gelişimi ve Kökeni, Wadie Jwaideh, r:51
  17. ^ M.Mirzayi, Tarihe Berigard ve Diviziyune Kazak
  18. ^ Military Attache, Memorandum on the Persian Army
  19. ^ a b http://www.academia.edu/8891882/Anglo_Persian_Oil_Companyden_British_Petroleuma_İngilterenin_İrandaki_Petrol_Macerası
  20. ^ Ervand Abrahamian, The Modern History Of Iran, r:79
  21. ^ Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r:34
  22. ^ İran:Ketlenmiş Halk, Hamid Dabashi, Metis Yyaınları, r:133
  23. ^ Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r:40
  24. ^ Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:138
  25. ^ Soğuk savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r:65
  26. ^ Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:211
  27. ^ Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:212
  28. ^ İran:Ketlenmiş Halk, Hamid Dabashi, Metis Yyaınları, r:180
  29. ^ Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:220
  30. ^ "Kopîkirina arşîvê" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 14 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 sibat 2019.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  31. ^ Kovara Maduniyet, r:7
  32. ^ http://www.servat.unibe.ch/icl/ir00000_.html
  33. ^ https://www.aa.com.tr/tr/dunya/irak-halkin-mucahitleri-orgutunun-varligina-son-verdi/644530
  34. ^ Muhammed R. Hafiziniya, İran Jeopolitiği ve Siyasi Coğrafyası, r:269
  35. ^ Muhemmed Purkemal, Teqsimatî Siyasiyî Îdarîyî Îran, r:7
  36. ^ Ezîzullah Beyat, Kulliyati Coxrafyayî Tabiî ve Tarixiyî Îran, r:106
  37. ^ https://www.amar.org.ir/%D8%A7%D8%B1%D8%AA%D8%A8%D8%A7%D8%B7-%D8%A8%D8%A7-%D9%85%D8%A7/%D8%AA%D9%82%D8%B3%DB%8C%D9%85%D8%A7%D8%AA-%DA%A9%D8%B4%D9%88%D8%B1%DB%8C
  38. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 3 sibat 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 2 tîrmeh 2012{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  39. ^ Makezagona Cumhuriya Îslam ya Îranê, r:64
  40. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 17 gulan 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 gulan 2019{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  41. ^ İran Jeopolitiği, Muhammed R. Hafeziniye,r:89

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Îran de hene