Redkî (eşîr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Bekirî hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search

Redkî, eşîrek Kurdistanê ye. Li herêma Serhedê li Mûş, Agirî, Îdir, Qers, Erdêxan, Erzirom, Wan, û hinek jî li rojhilatê Kurdistanê, Xorasanê dijîn. [1] Yên li bakur bi giştî li 337 gundan belav bûne.[2] Her wusa li gelek welatên sovyeta berê belav bûne. Nivîskar û lêkolîner Pîttard dibêje "kurd bi piranî bejn bilind in. Hin ji wan jî ji kurdên din jî bilintir in. Wek mînak Redkî" [3]

Antropologên Zanîngeha Harvard ê di sala 1890an de di nava kurdan de lêkolîn kirine. Di sala 1895an de xebat û lêkolînên xwe wek pirtûk çapkirine. Ji bo eşîra Redkî wuha gotine:

"Redkî di mehên havînê de derdikevine zozanên xwe yên bilindahiya wan 2925 mêtre. Zivistanan jî diçine gundên Sirmeliyê (Îdir). Herêma di destê wan de, herêma herî xweş e. Serokên wan em vexwendin xwarinê. Konên wan gelekî mezin, kincên jin û mêrên wan yên gelekî baş hebûn. Cil û xalîçeyên wan ên gelekî biha hebûn. Ev eşîra kurdan, dişibiya Ewropiyan. Sêpa, çetel, kevçî û kêr bikar dianîn. Wexta ku me ev dîtin, em gelekî bi matmayî man. Di malên ermeniyan de çi hebûya, di malên vê eşîrê de jî hebû. Ji xeynî şerabê." [4]

Eşîra Redkî (Redkan) bi konfederasyona Zîlan ve girêdayî ye. Vê êla kurdan di dîrokê xwe de, navê xwe ji jîrektî û mêrxasiyê hildaye.

Wateya peyva redka xelasker an jî dawî lê hanîn e. Redkî, redkirin xelaskirin e. Êla Redka di dema Osmaniyan de di sala 1918an de ji Rewanê hatiye Serhedê. Çîroka hildana navê Redkî; Berê navê vê eşîrê Zîllî bû (konfederasyona Zîlan na). Dora hezar sal berê, Mîrê Merwan, eşîra Zîlla ya li Farqînê li gundê Kelê dimîne daxwaz dike ku keçika bi navê Newal şevekê bişînine konê wî. Eşîra Zîlla vê daxwazîya mîr qebûl nake. Mîrê Merwan bi tevî çil merivên (çil şervan) xwe êrîşê dibe ser Zîlla û Zîlla wan hemûyan dikujin. Wan red (xelas) dikin. Ji wê rojê bi şûn da, ji wan re dibêjin "Redkî". Cîyê ku Redkî, Mîrê Merwan û çil merivên wî ve dikujin re îro jî Girê Serîya dibêjin (li gundê Kelê).

Piştî wê eşîra Redkî ji wir re diçe Qûma Îranê. Ji wir re jî diçe Rewanê.

Zozanên eşîrê[biguherîne]

Eşîra Redkî berê li Rewanê, derdikete zozanên li Elegezê, yên bi navê Axmaxan, Egrîce, Heçe û Çekema. Li piştî ku di sala 1918an de ermeniyan ew ji axa wan qewitandin, neçûne wan zozanan.

Berekên (bav) eşîra Redkî[biguherîne]

  1. Kumkî
  2. Memkî
  3. Çekemî
  4. Heciya
  5. Katêyî
  6. Silêmanî (Hesepêxas)
  7. Torîna Qewîşa (Elesorî)
  8. Torîna Malbatê
  9. Torîna Mala Kose
  10. Koseyî
  11. Sîsoya
  12. Qerkî (Qerka Redka)
  13. Bekirî

Bereka Bekirî di nava eşîra Redkî de[biguherîne]

Navê bavekî (berek) eşîra Redkî, Bekirî ye. Bekirîyên Redkî, navê kalikê xwe Melle Bekir hildane. Ji ber navê Bekirî, gelek kes hew dizanin eşîra Redkî û eşîra Bekiran yek in. Lê ev ne raste. Di nava eşîra Pîrebadî de jî Bekirî heye, di nava sipkiyên Rewanê de jî berekeke bi navê Şêxûbekira heye. Her wusa eşîreke ereban a bi bavê Bakran heye. [5]

Serokên eşîrê[biguherîne]

Di nava vê eşîrê de axa na, beg hebûne. Dema ku Rewan di destê Safeviyan de bûye, Hecî Cibîrê Kal mezintiya eşîrê kiriye. Bi dû wî re Şemdîn Axa, Hiseyîn Axayê Çongdeve, Gulî Cewer Axa û Eleşref Beg. Piştî koça ji Rewanê jî Hecî Ûsiv, Esê Beko, Hecî Eme Topal û Miheme Şerîfê Sirdo mezintiya êlê kirine.

Navdarên eşîrê[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Malpera eşîra Redkî

Stranên li ser eşîra Redkî

Di serhildana Agiriyê de eşîra Redkî[biguherîne]

Hemû gundên eşîra Redkî yên li dora çiyayên Agiriyê di serhildanê de hatine valakirin, herêma wan bûye herêma qedexe. Gundên Hesepêxas, Gomika Redka û Êretan bi balefiran ve hatine bomberankirin, gelek qurbanî çêbûne. Li Îdirê li gundê Panîg ji Mala Axê Qecer Ûsivê Redkî û du pismamên wî şehîd ketine. Emîn Karaca di pirtûka xwe ya li ser serhildanê de qala wî dike. Ji Dîgor gundê Başko, Eliyê Keleş (Elî Axa) û kurên wî bi hinceta piştgirî dane serhildanê davêjine hepsê û di wir de bi awayekî şikber dimire. Ji Îdirê gundên Millo û Evcî ji Mala Şero çend kes beşdarî serhildanê dibin û heya dawiyê bi tevî Şêx Evdirehman têdikoşin. Ji gundê Xelfeliyê Mala Kiloç bi giştî beşdarî serhildanê dibe. Ji vê malbatê yekî bi navê Elî tê kuştin, serê wî jê dikin û dibine Qersê. Fermandarekî tirk di bîranînên xwe da qala wî dike. Wexta ku serhildan têk diçe, ji vê malbatê gelek direvine aliyê Rûsyayê û li wir gundan ava dikin.

Ol û ziman[biguherîne]

Bi piranî Kurmancî diaxivin û sunî ne. Lê, yên li Rewanê li gundên Elegez, Senger û Nalbandê mane ji tirsa ermeniyan xwe wek êzdî dane nasandin û bûne êzdî. Yên li gundên Senger û Nalbantê bi xizmên xwe yên li Îdir û Agiriyê re diaxivin û guh nadine cudatiya olan a di navbera hevudu de. Redkiyên ku sala 1918an de li Rewanê û devdora Kurdistana Sor mabûm, di sala 1988an de di şerê ecem (azerî) û ermeniyan de hatibûne sirgûnkirin. Yên ku çûne devdora paytexta Azerbaycanê, Bakûyê bi piranî bûne şîe. Mixabin piraniya wan zimanê xwe ji bîr kirine. Redkiyên li Gurcistanê gundê Karakilîsa jî li wir di nava azeriyan de mane û bûne şîe. Redkiyên li Îdirê gundê Emînce ji Kurdistana Sor hatine. Kalikê wan di nava azeriyan de maye. Îro xwe wek azerî-şîe didine nasandin, lê dizanin Kurd-Redkî ne û Redkiyan re dibêjine pismam. Dema ku Rewan di destê Sefewîyan bû, Sefeviyiwan ji eşîrên Redkî û Şadilî gelek malbat sirgûnî Xorasanê kirine. [6] Îro li wir gelek Redkî hene, lê em nizanin ew şîe ne yan sûnî.

Hin gundên eşîra Redkî yên li Rewanê[biguherîne]

Piraniya van gundan beriya 1918an gundên Redkiyan bûn. Hin ji wan hatine xerakirin, hin jî navê wan guhirandine, em nizanin navên wan yên niha çine. Hin ji van gundan jî heya 1988an Redkî li wan gundan hebûn. Di sala 1988an de ermeniyan ew ji gundên wan qewirandin.

  • Mistekalo,
  • Cantap (gundekî biçûk bû li pêşberî Mistekalo),
  • Camûşvan (niha Elegez),
  • Kapirtçî,
  • Qatirvan,
  • Seetilî,
  • Sûkar,
  • Qecerevat,
  • Hebilkend,
  • Varankso,
  • Kelekût,
  • Vang,
  • Beyremelî,
  • Camûşvana Mezin,
  • Xalîsa,
  • Devexirabe,
  • Şîrazlî (niha Vosketap),
  • Çimenliya Jêrîn,
  • Çîmenliya Jorîn,
  • Qantrevat,
  • Qerka,
  • Gîlanlar,
  • Goma Redka,
  • Xirbelî,
  • Şorexav,
  • Kotaklî,
  • Ervart,
  • Ûca (nija Ûja),
  • Îlmezlî,
  • Eleferec,
  • Elehaco,
  • Okizlî,
  • Şamîran
  • Xerbeglî,
  • Neciliya Jêrîn (niha Seyadnova),
  • Boqetîn, [7]

Çavkanî[biguherîne]

  1. [B.Roşeng, Kurd li Xorasanê, 2005.]
  2. Lîsteya gundên eşîra Redkî.
  3. [Pittard, Race & History: An Ethnological Introduction to History (History of Civilization), 2013.]
  4. [Archives museum d'histoire naturelle, De lyon, Tome Sixiême, 1895]
  5. [1][Lîsteya eşîr û berekên ku navên wan eynî û ne xizm.]
  6. [2][M.Îzady, Kürtler.]
  7. [Hin gundên Redkiyan yên li Rewanê https://redkani.blogspot.com/2019/06/redki-asiretinin-rewandaki-baz-koyleri.html]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)