Ebdulsemedê Babek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ebdulsemedê Babek
Navê rastî
Ebdulsemedê kurê Babekê kurê Ebdulqasimê kurê Mensûr
Jidayikbûn972
Mirin1019
Bexda ?
EsilKurd
Hevwelatî Dewleta Ebasî
PîşeHelbestvan, Alim û Nivîskar
BandorkerÎbn Xelikan, Sadiq Behaedîn Amêdî
Dê û bav
  • Babek (bav)
biguhêreBelge

Ebdulsemedê Babek (b. 972 an 951, Colemêrg - m. 1019, Bexda ?) helbestvan û nivîskarê kurd e ku herî pêşîn bi zimanê kurdî bi zaravayê kurmancî helbest nivîsandiye.

Kunya wî bi temamî Ebdulsemedê kurê Babekê kurê Ebdulqasimê kurê Mensûrê hozanvan e.
Leqeba wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran cîhên wek; Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û geriyaye.

Gorî Îbn Xelikan di pirtûka xweya Wefat el-Eyan de dinivîse ku Ew di sala 972'an li Colemêrgê tê dinê û di 1019'an de jî wefat dike. Lê gorî hin çavkaniyên din ew navbera salên 938 û 995'an de jiyabûye. Ebdulsemedê Babek di dewra xwe de jî navdar bû û ji hêlê xelk de jî pir dihat hesibandin û xwendin.

Sadiq Behaedîn Amêdî wî wek helbestvanê kurdê pêşin bû ku ji Îslamê şunda pêşde der ketibû. Dîsa Amêdî dibêje ku bixwe sê dîwana Babek ditiye. Wî helbestên xwe bi piranî li ser mijarên olî û xweristî nivisîne.

Helbestek wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

"Besna Biharê"

Dila! Şadî be, xweş dem hat bihar e,

Reşemeh çûn terazîn bûn diyar e.

Nîhal der bûn, xweşa hat av û cobar, Befir kerker bûbû keftî nezar e

Kulîlk û gul bi ken derçûn ji kaşan, Sivik hat nêrgîza mest kofî xwar e

Bilalîz, lûleper çend kep bilind in, Di şahenşîn da wek Xûsrev bi kar e

Binevş û golşelîl û sûnbilên terr, Di lat û berbanan bestin cîwar e

Helez qewşen veda wek koçerê boş, Silav kir çevr û kerkol û sînar e

Bi ken bû gelgel û kavil yê baz e, Zinar û siwiyê ji xwe ra kire sitar e

Li ser tayê kevotê bûye mest e, Kevok û xendelîs bade vexwar e

Ji hemiyan bilbilê dîn dil bi xwîn e, Gula min kanî, li min sed car hewar e

Li min xweş tête dengê berx û karan, Li êvarê dema dibit kare kare

Werê pêşbêriya sûkre di dest da, Dihejînin parzuna li ber war e

Bi sema çûn, distêrin ev şox û şeng e, Xurmîn û zimzima keftî guhar e

Bimêze van çiyan tev xemilî ne, Bi hezar rengan xwiya nexş û nîgar e

Li Kurdistan binêre ey perîxan, Li ser dil dê biçit jeng û temar e

Li min xweş nesîme vê sibê zû, Hejandî şengê pê leyizî çinar e

Her ro Newroz e, ey dil sed tebarek, Were geştê, sema ye li çarkenar e

Peşîmanim ji emrê çû perîşan, Bi satorî me bir bê dost û yar e.[1]


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]