Elî Berdeşanî
Elî Berdeşanî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1771 ![]() |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Elî Berdeşanî di sala 1771'an de li gundê Berdeşanê ku nêzikê Pîşderê ye hate dinê. Ji zarokatiya xwe de dest bi perwerdehiya dînî kir û di gelek medreseyan de perwerde bû. Xwendin û perwerdehiya xwe li Silêmaniyeyê xilas kir. Ew helbestvanekî kurd bû.
Elî Berdeşanî ji 18 saliya xwe pê de li Qesra Babanê jiyana xwe dewam kiriye û ketiye bin hîmayê Osman Paşa yê Mîrê Babanê. Di nav gel de dihate bawerkirin ku Elî Berdeşanî bi cînan re diaxive û zimanê wan dizane. Di sala 1813an de li Silêmanîyê çû ser dilovaniya xwe. [1]
Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Dîwanî Elî Berdeşanî (Helbest, Silêmaniye, 2006; ji aliyê Zîyad Muhemed Emîn ve hatiye amadekirin.)
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ Sağniç, “Elî Berdeşanî” r. 234