Bekir Begê Erizî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bekir Begê Erizî
Jidayikbûn1767 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bekir Begê Erizî helbestvan û peykertraşê kurdan e, bi taybetî li deverên Behdînan, Hekarî û Botan navdar e. Bekir Beg kurê Behder Begê ye, ji gundê Erizê ye, ku dikeve ser Çiyayê Metînan. Li rojavayê Bamernê Bekir Beg ji malbateke navdar bûye û li herêma Behdînan, ji ber navê gundê wî, paşnavê wî bûye Erizî.

Bekir Beg li sala 1767 hatiye dinê û li gor rewiştên malbat û malmezinan xwedî bûye. Ji ber ku malbata wî dewlemend bûye, di jiyaneke xweş de mezin bûye, her ji zarotiyê de li ba mirovên zana û şarezayên wî çaxî ketiye ber xwandinê, ta ku fêrî xwendina qoran û nivîsînê bûye. Paşan li dibistanên Amêdî, Bamernê û Mayê li ba mamoste û zanayên navdar xwendiye. Lê ta niha nehatiye zanîn, ka bawernameya zanatî wergirtiye yan na. Weke tê gotin, Bekir Beg ji şagirtên herî zîrek, bîr tûj û dûrbîn bûye; mîna ku mamostayên wî pesna wî didin. Ew di nav heval û kesûkaran de xweşewîst bûye. Dibêjin, hêşta Bekir Beg di jiyekî biçûk de bû, dema peyv li hevdianîn û rêkdixistin û mîna helbestan digotin. Ev yeke jî guman têde nîne, ji ber ku cihê jiyana wî li Berwarî Bala û bi taybet gundê wî Erizê li ser çiyayê metîna bûye, ku dîmenên pir ciwan û spehî têde hene; weke kanî, robar û hemû cureyên gulçîçekan, awazên kew, şalûl û bilbilan li ser zinaran, li derdora gundê wî. Vê yekê bala helbestvanê me kişandiye, ku afirandinê ji van dîmenên ciwan û spehî bike. Ji vê yekê xuya dibe, ku Bekir Beg çiqas aşiqê Kurdistanê bûye û bedewiya wê çiqas bandor li nivîsên wî kiriye. Mamostayê nemir Enwer Mayî di pirtûka xwe de, ya bi navê „Kurdên Behdîna“ de qala wî dike.[çavkanî hewce ye]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]