Mele Xelîlê Sêrtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mele Xelîlê Sêrtî
Navê rastî
Xelîl bîn Huseyîn es-Sêrtî el-Omerî el-Kurdî
Jidayikbûn1754
Mirin1843
Sêrt
EsilKurd
BernavXelîlê Kurdî
Hevwelatî Kurdistan
DestûrnameŞêx Ehmed Reşîd û Mele Mehmûdê Behdînî
PîşeNivîskar, fîlozof û alim
SerdemSedsala 18an û 19an
BandorkerMele Ebdurehmanê Melakendî
DînÎslam
Dê û bav
  • Mele Huseyn (bav)
biguhêreBelge

Mele Xelîlê Sêrtî an jî Xelîl bîn Huseyîn es-Sêrtî el-Omerî el-Kurdî (jdb. 1754 Bidlîs – m. 1843 Sêrt) fîlozof, wêjevan û alimekî kurd bû.[1][2]

Jiyana Mele Xelîlê Sêrtî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mele Xelîl di sala 1754an li Xîzanê hatibû dinê. Ew endamê malbateka ku gelek alim û zana derxistibûn. Bavê wî Mele Huseyn û kalê wî Mele Xalîd jî zanayên dînê Îslamê bûn.

Di salên xweyên biçûk de li cem bavê xwe dest bi hînbûna, Qur'anê kiriye. Li bavê xwe şunda li medreseyên din jî ders helgirt û îcazeta xwe ji medreseya Îmadiyê ji Mele Mehmûdê Bahdînî girt. Ji pê re wî meyl û şop da sofîtiyê kir û êntîsaba yek ji şêxên qediriyê Şêx Ehmed Reşîd kir û di terîqetê de derbaza mertebeyên terîqetêyê pêşin bû. Ew li ser fiqih, hedîs û tefsîrê pêşve çû û li medreseyê Meydanê penc salan ders dan. Pê re koça hêlê Sêrtê kir. Wî dest bi nivisîna helbestan ji pê der xistina fermanekê bo birayî xwe Mele Îsmaîlê Hîzanî re dike. Wî di sala 1843an de wefat kir. Wî di jiyana xwe de gelek pirtûkên ku di medreseyên kurdan de dihatinî xwendin nivisîbûn.[3][4]

Pirsên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ku di mirovan de hezkirina mal pir be, xwîn rijandin û xirabî jî têde pir dibe.

Ger ku Tu xwestinê nefsa xwe bi cihneynî, ji helakbûnê jî xilas dibî.

Ji xizaniyê netirse, timatiyê bi comertiyê ve rake.

Hin berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xelîlê Sêrtî 24 an jî 25 pirtûk nivîsandine, 8 ji wan bi kurdî ne yên bi erebî ne.

  1. Tebsîret-ul-Qulûb
  2. Tefsîretu Axir Îla Sûretî-l-Kehf
  3. Mînhacû Sittet
  4. Tesîsu Qewa'îd-ul-'Eqaîdî Kurdîye
  5. Dîyau Qelbî-l-'Urûfî (menzûm)
  6. Şerhu Ela Menzûmetî-l-şattîbiyyetî Fît'tecwîd
  7. Mehsûl-ul Mewahîbî
  8. Muxlis- Kîtabu Fî Usûlî-l-Fiqhî
  9. Kîtabu Fî Usûlî-l Hedîs
  10. Zubdetu Ma Fîl Fetawa El-Hedîsiyye
  11. Muxteser
  12. Nebzetu Mîn-el-Mewahîb-îl-Medeniye
  13. Nehculenam Fîl 'Eqaîdî (menzûm)
  14. Nehc-ul Enam (menzûm)
  15. Şerhu Elel Qesîdet-îl-Mehzîye
  16. Rîsaletu Sexîr
  17. Îzhar-ul Usûn
  18. El Qamûs-ul Sanî
  19. Îsaxocî
  20. Rîsaletu Fîl-Mecazî Wel-Îstî'are
  21. Rîsaletu Fîl-Adab-îl Behsî Wel-Munazere (menzûm)
  22. Rîsaletu Fîl-We'zî
  23. El Mentûq-ul-Zumrûdiye (menzûm)
  24. Mewlûd (menzûm)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 8 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 1 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ http://www.dogruhaber.com.tr/mobil/Haber.php?id=22004
  4. ^ http://www.kitapavrupa.com/yazar/mele-xelile-serti/700303.html