Here naverokê

Zeynelabidîn Zinar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zeynelabidin Zinar hat beralîkirin)
Zeynelabidin Zinar
Jidayikbûn1953
Gundê Hedhedk, Qubîn
PîşeNivîskar, Lêkolîner û Werger
Zimanê nivîsinêZimanê Kurdî
NeteweKurd
Tevgera wejêyîWêjeya kurdî
BandorbarEliyê Teremaxî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Şêx Hesenê Nûranî, Ebdurehmanê Axtepî, Şêx Fethullahê Werqanisî,
biguhêreBelge

Zeynelabidîn Zinar nivîskar, werger û lêkolînerê kurd e, ji Bakûrê Kurdistanê ye, di 1953an de li gundê Hedhedkê girêdayê bi qeza Qubînê ve hatiye dinyayê. Yazdeh sal medreseya kurdî, piştre Îmam-Xetîb û lîse xwendiye. Piştî kurtedemeke leşkeriyê, Zinar yazdeh sal li belediya Êlihê de şixuliye.

Ji 12ê îlona 1980yî ve ku cunta leşkerî hatiye, hetanî sibata 1984'an, Zinar heşt caran hatiye girtin û gelek îşkence lê hatine kirin, sezayê girtîgehê û sirgûn lê hatine birrîn. Ew îşkenceyên ku dîtine, bi pirtûka xwe ya bi navê di İşkencede 178 Gün [1] diyar kiriye. Zinar, di dawiya 1984an de jî çûye Swêdê. Piştî ku Zinar li Swêdê bi cih bûye, di sibata 1985an de li nexweşxana Xaça Sor beşa îşkencedîtan a Stockholmê hetanî 1995an tedawi bûye.

Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê kurdî, çendî ku di salên 1963-64an de pêşî bi tîpên erebî çêbûye, lê di 1985an de li Swêdê bi awayekî rêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina klasikên kurmancî kiriye û lêkolîn li folklora kurdî kiriye. Heta niha (2016) 123 pirtûkên wî hatine weşandin, herweha Zinar xwedî û berpirsê Weşanxaneya Pencînar ye.

Saziyên ku tê de Zeynelabidîn Zinar endam e[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûkên Zeynelabidîn Zinar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xwençe Cild I
  • Xwençe Cild II
  • Xwençe Cild III
  • Xwençe Cild VI
  • Xwençe Cild V
  • Xwençe Cild VI
  • Xwençe Cild VII
  • Xwençe Cild VIII
  • Xwençe Cild IX
  • Xwençe Cild X
  • Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî
  • Işkencede 178 Gun (Tirkî)
  • Siyabend û Xecê
  • Xwendina Medresê
  • Kadîna Mişkan
  • Balafira Jînê
  • Xweşber
  • Mîrate
  • Çarmix
  • Hemdîn û şemdîn
  • Bingeha Çîroka Kurdî
  • Çivîka Bilûrvan
  • Bawermendî -I
  • Bawermendî -II
  • Pîra Kût û Dîkê Derpîkurt
  • Hecî Rovî
  • Kurdistana Xwedê jî şewitî
  • Nêçîra Çiyayê Reş
  • Keywan Paşa û Keçelok
  • Beranê Sêr
  • Abidê şikeftê
  • Zira Kerê û Lota Devê
  • Çîm Beg
  • Qîza Paşayê Çîn û Maçînê û Hesenê Sênî
  • Ji heftan çar şaxên çîroka Gûl û Sînem
  • Hevberdana Qijik û Kevokê)
  • Kalê Merivxwir
  • Kewê Çîrokbêj
  • Kerkerokê Bayê
  • Sînelmasî û Mîr Mihê
  • Sêva Sêrê
  • Gurê Selikê
  • Mele Kulî
  • Pêxemberê Derewîn
  • Mîrê Cîzîra Botan û Siltanê Stenbolê
  • Xwişkebiratiya Teyr û Rovî
  • Kurê Paşê û Mişkê Qut
  • Cihê û Çil Kose
  • Bablîcan
  • Miriyê Li Ser Bîrê
  • Serpêhatiya Wezîr û Paşê
  • Mado Paşa û Keça Dêwê
  • Mîr Mihê û Gulîzar
  • Zerdeşt Pêxember
  • Şatirxane

Pirtûkên ku ji alfabeya erebî veguhaztine alfabeya latînî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûkên werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûkên veguhaztina ji destnivîsan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî, Mele Nûriyê Hesarî] (rêziman, pexşan- kurmancî)
  • Çanda Warê Talankirî, Ebas Alkan] (folklor, pexşan û kêşan- kurmancî)
  • Mamikên Kurdî, M. Xalid Sadînî] (folklor, pexşan- kurmancî)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]