Seyfiyê Şoşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Seyfiyê Şoşî, nasnavê helbestvanekî Kurdê Badînî ye, di sedsala 18'an de jiyaye. navê wî yê rastî Ebdilletîf e, navê bavê wî Şêx Yûnisê Şoşî ye.

Wisa ji destnivîsa wî dihête zanîn,û ji ber ku ew di hindek malikên xwe yên şi'rî da dide nasîn ku ew ji binemala pêxember-silav lê bine, li nik me misoger dibe ku ew ji binemala şêxên Şoşê yên ku heta îro jî li deverê di navdar in.

Binemala wî[biguherîne]

Wesa ya navdar e ko binemala şêxên Şoşê di binyatê xwe de digihine binemala mamê pêxemberî-silav lê bin-`Ebbasê kurê `Ebdilmutelebê Haşimî yê Qureyşî, lew bi nasnavê `Ebbasî dihête nasînê. Rehmetî şêx Tahirê Şoşî –ku yek ji zana û navdarên vê binemalê ye–dibêjit: wesa ya hatiye gotin û belavkirin ku em digihine Fedlê kurê Ebbasê kurê Ebdulmutelebî, mamê pêxember-silav lê bin- û zincîra navên binemala heta bapîrê me zanayê rebanî şêx (Şemsedîn) ê kurê şêx (Izedîn) ê Şoşî yê Quseyrî yê Ebbasî ya nasiyar e, û di gel zêde pêkol û lêgerînan min neşiya zincîra binemala wî bi dest xwe bêxim.. Ji vê dête zanîn ku binemala şêxên Şoşê di zincîra neseba xwe de dighête şêx (Şemsedîn) û di ser şêx (Şemsedîn) re û hetta Fedlê kurrê Ebbasî zincîr bi dirustî nehatiye zanîn! Her çawa bit vê binemalê hijmareka zana û edîb û şairan pêşkêşî milletê Kurd kirîne yên ku roleka wan ya baş heye di pêşvebirina karwanê zanîn û rewşenbîriyê li kurdistanê de ji wana: Şêx Şemsedîn bi xwe ku zanayekî navdar bû, û şêx Islam kurê şêx Ebdilrehman ê ku yek ji xelîfên şêx Nûredînê Birîvkî bû û xwedanê kitêba (Rahetul Fûad)û(Milhemelekbad)e,û şêx Tahir (1917-1962z) helbestvan û zanayê dehsehel xudanê vehînoka kurmancî(Gulzar)ewa ji 13 hezar malikan pêkhatî…û helbestvanê me Seyfî jî.

Dema jiyana wî[biguherîne]

Ji destnivîsa Seyfî diyar dibe ku jîna Seyfî dikefte nîva dûyê ji sedsala (Beranberê sedsala 18 û 19), Çunkî ev destnivîse di navbera salên (1780-1786z):hatibû nivîsîn. Piştî me zanî ku Seyfî nasnavê şêx (Ebdulletîf) ê kurê Şêx (Yûnis) ê Şoşî ye ku li dîroka berî delîvekê hatî ye diyarkirin jiyabû, lê çawa be jî ev nav ne di jêderan de hatiye û ne li nik şarezayên vê binemalê jî naskirî ye û di ti jêderên edeba kurdî de jî nehatiye ku şairekê Kurd bi navê Seyfî heye. Di encamê lêgerînan de, em bi ser navê du şêx (Yûnis) ên Şoşî ve hatin: Yek:şêx Yûnis ewê dîroknivîs (Mihemmed Emîn el-Omerî) di kitêba xwe de (Menhel el-Ewliyaa);:ewa li sala (1786z)hatiye danan, behs jê dike û bi başî pesinên wî didet û dibêjit::li sala Hîcrî 1181k min ew dîtibû, û piştî hingê bi demekê çû ber dilovaniya Xwedê, û birayê wî Şêx (Ebdullah) li şûna wî bû şêx. Dido: Şêx Yûnis pismamê şêx (Islam) ê xelîfê şêx (Nûredîn), ewê şêx Nûredîn kexezek bo hinartî û herçende sala hinartina kaxezê ne diyare lêbelê her çawa be dê piştî sala 1240-k be. Û piştî daneberheva salan eşkere dibe ku Seyfî pitir yê nêzîkî şêx Yûnisê yekê ye, ewê nêzîkî 14 salan berî Seyfî destnivîsa xwe binvîsît , mirî.

Jîn û serpêhatiya Seyfî[biguherîne]

Eger hat û ew Şêx Yûnisê (El-Omerî) behs jê kirî babê Seyfî be dê bo me eşkere bit ku Seyfî di maleka têr zanîn de hatiye perwerdekirin, çunkî ev Şêx Yûnisê wekî (El-Omerî) şahidiyê bo dide mirovekî zana û şareza bû di zaniyarên şer`î de... Em çu ji jîn û serpêhatiya Seyfî nizanin belê ji destnivîsa wî diyar dibe ku ew mirovekî zêde şareza bû di edebiyatên kurdî û erebî û farisî de, û nivîsîna wî bo helbestên Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran û Mela Hesenê Bateyî nîşana hindê ye ku agahdariya wî bi şi'r û edebê kurdî gelek bûye. Eger bavê Seyfî şêx Yûnis li dorên sala (1777) miribe, wate her çi nebe sala bûna wî dê bo berî hingê bi çend salan zivirt, û kêm kêm jî yê wî li demê destnivîsa xwe nivîsî li sala (1780z) divêt ji bîstê pitir bit, çunkî ew hingî şairekî desehel bû. Tiştekê dî di derheqa Seyfî da em dişên bêjin: Destnivîseka berkeftî heye niha li Bexda ji layê şairê kurd (Xerîb) ve hatiye nivîsîn li sala (1821z), têda du helbestên Seyfî yek bi kurdî û yek bi farisî hatine nivîsîn. Û ya eşkeraye ku (Xerîb) nasnavê mîrê badînî (Mihemmed Teyar) paşayê kurê (Îsmail) paşa ye ewê li sala (1798z) bo demeke kurt bûye mîrê Amêdiyê paşî birayê wî (Murad Paşa) ew ji mîratiyê êxist û li cihê wî bû mîr û ew hinarte Akrê da bibite hakimê kela wê, Mihemmed Teyar Paşa li wir ma û dûr nîn e hetta mirî jî her li wir mabe, û li sala (1824) kurê wî (Îsmaîl Paşa) hakimê Akrê bû. Tiştê me divêt bêjin ewe:dibêt Mihemmed Teyar Paşayî li Akrê helbestên Seyfî dîtibin û bo xwe nivîsî bin, tiştê hindê dighînit ku li sala (1821) Seyfî şairekî navdar bûye li deverê û dûr nîn e hingî mirbit jî!

Helbestvanî û helbestên Seyfî[biguherîne]

Dema ku mirov helbestên Seyfî dixwîne mirov hest bi hindê dike ku ew helbestvanekî şareza ye, xudan hestekî nazik û zanîneka berfireh e, û guman têde nîn e zanîna wî bo sê zimanan:kurdî, erebî û farisî û agahdariya wî bi berhemên hindê şairan karekî baş di rewşenbîriya wî de kiriye…û kartêkirina hindek şairên Kurd wekî:Melayê Cizîrî û Melayê Bateyî di şî`ra Seyfî da tiştekî eşkere û berçav e bo her kesekê şiirên Seyfî bixwîne. Heta niha hemû helbestên Seyfî ne hatine bidestxistin ji bilî yên ku di destnivîsa wî de hatîn û em nabêjin wî çu helbestên dî ji bilî van nînin, nexêr..belkî di paşerojê da hêşta helbestên wî bo me diyar bibin. Zimanê Seyfî yê şi`irî jî zimanekî sivik û rehwan e, û Farisiya wî jî gelek caran ya tamdaye bi peyivên kurmancî kanê çawa kurmanciya wî ya tamdaye bi peyivên farisî, û berî ku em xwendevanan bihêline di gel helbestên Seyfî, me divêt pêdaçûneka kurt li ser destnivîsa wî bikin.


Destnivîsa Seyfî[biguherîne]

Helbestvanê me Seyfiyê Şoşî destnivîseke mezin bo xwe bi xwe nivîsî bû, têde hijmareke mezin ji helbestên cuda cuda yên kurdî û farisî û erebî nivîsîbûn, û her di vê destnivîsê jî hijmareke helbestên xwe jî nivîsîbûn.. Li vir me divêt wê destnivîsa bo me bûye jêderê serekî bi rengekî berfireh bo xwendevanên hêja salox bidin: Kaxezên destnivîsê di diyar in ku di kevin in û ji qebara (23x16sm) ye, û mixabin li hindek cihan keftin heye eger ne, dibe hêşta helbestên Seyfî bi dest me keftiban..Berperên mayî ji destnivîsê (243)berper in, û tiştê têda hatiye nivîsîn bi vî rengî ye:

  1. ji r 1-2 soreta (elmuzemmel) ji Quranê hatiye nivîsîn.
  2. ji r3-108 dîwaneka helbestên Farisî ye ya Qasimê Tebrîzî.
  3. ji r109-126 hindek helbestên cuda cuda ne yên kurdî û erebî û farisî, ji yên: Cizîrî,Teyran,Bateyî,Seyfî,Şems Tebrîzî,Xisroyê Pehlewî…htd.
  4. hindek berperên keftî hene, em nizanin çend in.
  5. vehînoka (Seyfulmulûk û Bedî`î elcemal) bi farisî ji r127-183 vedigirt û di nav re hindek berper dikeftîne jî.
  6. ji r184-186(Mentiqelteyr) e ya şêx `Ettarî bi farisî
  7. ji r 187-201 vehînoka (hikayet şêx Sen`an) ya farisî hatiye nivîsîn.
  8. ji 202-212 hindek helbestên farisî ne yên (Celaledîn Rûmî).
  9. hindek helbestên cuda cuda yên farisî li r213-243 hatine nivîsîn ji yên Camî.
  10. paşî keftin heye…û dûmahiya destnivîsê jî nîn e

Bi tenê çar li cihan dîroka nivîsînê hatiye nivîsîn, ew jî bi vî rengî ye:

  1. li dûmahiya dîwana Qasimî, nivîsiye :”fî senet-di sala 1195”ku dikeve beramber sala 1780z.
  2. li dûmahiya vehînoka (Seyfulmulûk û Bedî`î elcemal) ku roja çarşembê bû 13 zûlhucce1201k beramber1786z.
  3. li dûmahiya (şêx Sen`an) ku roja çarşembê bû zûlhucce1201k.
  4. li dûmahiya helbestên(Celaledîn Rûmî)ku roja duşembê bû 25 zûlhucce ji sala

1201 k.û li vî cihî navê xwe yê dirust nivîsiye: ”bi dest heqîr `Ebdulletîf bin şêx Yûnis elşoşî” û li teniştê bi erebî nivîsiye:”qed weqefe `Ebdulletîf haza elkîtab weqen `amen `ala almuhtacîn alawla felawla” Hêjayî gotinê ye bibêjin: berperên vê destnivîsê nehatine reqemkirin û li çu cihan nenivîsiye kanê wî ev destnivîse li kûdê nivîsiye li Şoşê?yan li Akrê yan li cihekê dî?


Helbest[biguherîne]

Ji bextê min reşî têkel

Ji bextê min reşî têkel
Seher bangî bi hawar hat
Ke mîr û begler in wêt gel
Xulamin şahê xundkar hat
Çi xundkar e we şêrîn e
Çi sultan e bi temkîn e
Bibexşim çîn û maçîne
Hilo rabe bi xo yar hat
Hilo yar hat wekî horî
Zuleyxa bit bi xo gorî
Enî gul bû gula jorî
Bi zeryok û bi guhar hat
Bi zeryok û bi tîtik bû
Bi nîşan û bi netrik bû
Siyeh û kala nazik bû
Gulav zêra guher war hat
Guher pêkve cewaher bûn
Li ser dêmê di zahir bûn
Pişt borî we hazir bûn
Bi belbîk û kulavxwar hat
Be belbîk bû bi hessabe
Reşandî ji misk û gullabe
Ji çeng û zenga şerabe
Bi dol û saz û neqqar hat
Şerab û heyzeran berda
Xizêm û ney kirî serda
Gula sor qet nema perda
Wekî gul weqtê sehhar hat
Wekî gul weqtê dilxwazin
Heme zêr pişkoj û bazin
Li ser singê bi awaz in
Te nav baxî da bihar hat
Di baxî da sing û derzî ne
Zilîfe zêr mirarî ne
Qewî berben bi rîşî ne
Her ev sale wekî par hat
Wekî par tewqe zerrî bû
Heme têk befreke sipî bû
Bejn selwaye ristî bû
Bi cêrî û xizmet û kar hat
Heme kar `enber û misk in
Li rex dêmê hemî bisk in
Mirarî û durr di ber bisk in
Bi elmasê di muxtar hat
Hemî elmas û zemrûd in
Ji sêlan û ji ye`qûd in
Di dêmê da di mewcûd in
Enî gul bû di gulzar hat
Di gulzarê gula sor e
Bi `etrîşan û kafûr e
Dikir `enber eser dûr e
Wekî bayê di bulxar hat
Wekî bayê dikir seyran
Cih û doşmek perêt teyran
Her çi zanî bibû heyran
Li hîr dîn bû ji wê har hat
Ji wê har hate hadirî
Kem û zerrîna şatirî
Xeml wal bejnê karkirî
Bi bêhna miskê tatar hat
Bi bihna `ûd û sunbul tê
Qehwa bi hêl û qurunful tê
Her ji wan lêvêt şil û mil tê
Tutin kêşa qelûn nar hat
Qelûna baskê asmîne
Ji zeddê lewmê modîne
Mutella pêkve zerrîne
`emel karê ji Qendhar hat
Ji Qendhar xercê sultane
Bi bo Seyfî dua xuane
Hindî mabim rih û giyane
Li min bîr têt ku hercar hat.
Îro di dêmê fukkirîm
Îro di dêmê fukkirîm
(Fîlhal) li min sotî ceger
Der tore werbûm hilfirîm
Qet saxî jê nayême der
Qet saxt bit bê serkirî
Hestî hemî kerker kirî
Mêtî du dar lê firkirî
(Fîlhal) î hey ma tête ser?
Ma hey dibêt ê tîr di dil
Cerg û hinav têk bûne kul
Qet ew çira nabête hil
Bê nazika zerrîn kemer
Bê nazikê û dêm durrê
Xeşm û xezeb heybet pirrê
Ez kirime teyrê mij firrê
Şev tariye rojkir keser
Şev tariye ez bê xew im
Paşî vê carê jîn hewim
Ew bazî ye ez wek kew im
Ji mexleba min çû mefer
Lê min mefer qet nîn e kes
Ciz dilbera firyad res
Xozî reqîb min dîba bes
Ji pê û serî ba ker bi ker
Kerker biya jêk hatiba der
Seh û tûliya ser bikira şer
Qet zerriyek ne hişt ji ber
Telbîse ew lenete fer
Lê min fere terka dinê
Keşkûlekî her kirime tinê
Bim sayil û kim xwastinê
Hetta bigihim eswed hecer
Hetta bigihim wê riwûyetê
Anca neşînim mewdetê
Ez dê du`a bikim ji hezretê
Weqte mezîd(rîhulseher)
Weqte duua der subh û şam
Ji bo dilbera ez bi xo xulam
Ji eşqa wê ez sotim temam
Wek agir û pêt û şerer
Ji agirî ji muhbetê
Ji eşqê û ji zehmetê
Ma qet heyatek der tê
Ê meşûqî bûyî ba xeber?
Ê ba xeber qet nalivit
Ji agirî ew narevit
Bê riwûyetê ma dihewit
Hek zereyek tê kir eser?
Min dî eser bê hed gelek
Ew nazika nisbet melek
Xwndîd û gotî: ya welek
Nê li nik minî tu bihere der!
Ji behreyê sorgul di geş
Sunbul û reyhan bihn xweş
Lê ez çikim bextê min reş
Binyatê kûr e her qeder
Seyfî tu xo xemgîn meke
Ji ber xebera dilxûn meke
Xo ji `arîza rengîn meke
Da ji xunçe û gul key nezer
Binyatê kûr e bê hîsab
Bê saqî wê da min şerab
Mexmûr kirim dilkir kebab
Avêtime nîva seqer
Avêtime nav agirî
Ney ez sax im ney wek mirî
Bo min bima huzn û girî
Seyfî bizan dûr e sefer.
Bi husna dilberê mest im
Bi husna dilberê mest im
Du çeşman dît û heyran im
Ezim sukranê (alest) im
Ji `ehdê ney peşîman im
Peşîman nabim ez îro
Li ser textê giha mîro
Hemî `alem me kir bîro
Me dêm mexmûr û sukran im
Ez im sukran ji wan lêvan
Ji xunça wan gul û sêvan
Hemî roj û hemî şêvan
Ez im pabendê zulfan im
Ji zulfa reş wekî `enber
Ji miskê xoştir û enwer
Li kê xorşîd li kê xawer
Li ser textême sultan im
Li ser textî bû Belqîsa
Vejî heykir wekî Îsa
Li vî dewrî giha dîsa
Sebaseb hat û ferhan im
Fereh min bû muferreh dil
Wekî baxê tijî dergul
Bihar bêt û gihî bilbil
Bi derd û ah û afxan im
Di ah û cizbe her pirr tê
Ji wê bezma ku ew sirr tê
Mû`lla her wekî durr tê
Ji şû`lla wê perîşan im
Perîşan im şeva tarî
Ji wan zulfêt reşemarî
Bejn selwa li rûbarî
Li bin sayê bi xwaban im
Çu xew nayê ji ber dînê
Tsojêt dil ji êtûnê
Wekî Ferhad û Şêrînê
Bi xo find e û perwan im
Bi xo find e wekî meş`el
Ji rojî xoştir e her hil
Heme aşiq mirin têkel
Ez im kuştî ji `eynan im
Ji `eynan û ji wan rûya
Ji biskêt hûr û xemriya
Ji `eşwe û naz û ebrûya
Çu bide abê lerzan im
Di lerzim cezbeya dil da
Ji `eşqê cuzeyekî hil da
Vema peykan dilê kul da
Bi êş û derd û pir jan im
Ji ber janê ezê mest im
Du reşmara bi xo geztim
Bi zulfa qeydkirim bestim
Ez im yeqsîr di zindan im
Di zindana di misrê me
Ez im dayim di `esrê me
Necarek qet li yusrê me
Bi huzn im pîrê Ken`an im
Gehît Yûsif bi kenanê
Esîr derket ji zindanê
Ezîzê bûyî der anê
Ezê bê çare bê anim
Ez im bê an ji tehsîlê
Çi cayê şerh û tefsîlê
Disojim şubhî qendîlê
Ji ber qurbê û hîcran im
Ji ber hucrê tekem hucret
Xurabê da me kir rihlet
Birro Seyfî xilas zehmet
Bi zêrê lutfê Yezdan im.
Ji derdê eºqê bedhal im
Ji derdê eşqê bedhal im
Ji hubba rengê re`nayê
Şev û rojan hemê nalim
Tebîb rabe bike rayê
Bike rayê li `ebdalî
Ji derd û êşa wî nalî
Hilo carek bibîn halî
Çi derd ya reb xudê dayê
Çi derd e û çi mecrûh e
Çi melûlim û meshûhe
Ezim dildayê meqrûhe
Wekî mecnûnê Leylayê
Wekî mecnûnê sermest e
Li pêşî mehmel raweste
Bi coz dîdar nebû qeste
Ewî lew naqe bercayê
Bire cawer me iqrar ne
Wîsala dost me dîdar ne
Çira kuştin bi yek car ne
Ruha ji qelbê min kêşayê
Ruha ji qelbê min der îna
Bilinda `ewliya şîne
Nezerkir min bi dûrbîna
`Eyûnan berrqî vedayê
Eyûn û berq û birûsin
Mehbûb û taze erûsin
Aşiqê pê xwes û rûsin
Wekî kelbê ve westayê
Wekî kelbê intîzarê
Bînim ku dê bînim yarê
Qet têr nabim ji dîdarê
Ekes dabû Zuleyxayê
Ekes dabû mihr û mahê
Sehergeh dê biçim rahê
Belkû ew bişnod ahê
Da bet vê çend ruha mayê
Da bet vê çend ruhê qatî
Da qurban kem li wî zatî
Da xilas bim ji emanatî
Da rahet bim ji xewxayê
Da rahet bim di vê dinê
Feraxet çû nik mirinê
Da bisojim ez bi tinê
Ji ferqeta dulrubayê
Ji ferqeta nazenînê
Bibin çi kiriye evînê
Dure ney firşî kelînê
Têk bû kesel ji germayê
Ji germayê ji agirî
Disojit qelbê zakirî
Heke saxim hekey mirî
Qet bîr nakim aşinayê
Qet bîr nakim mehebbetê
Hindî bidet ber min zehmetê
Min hisab kir bi rehemtê
(inî `ebdek)çi fermayê
Çi fermayê tuyî sultan
Min im derwîşê sergerdan
Hero carek tu min meyxwan
Bikêşim ez temennayê
Temannayê bi çehvan kim
Di medehekê ji dil û can kim
Serê xo xakê payan kim
Desta rakim ber d`uayê
D`uayê Seyfî xûnit
Bi `ehed û wefa her te dibînit
Desta li wecha da tênit
Amîn ya reb ji fatîhayê.


Çavkanî:

  • Helbestvan Seyfiyê Şoşî û berhemê wî, komkirin û veoklîna Tehsîn ibrahîm Doskî û

Muhsin Ibrahîm Doskî, ji weşanên Kovara Metîn 1999.

Çavkanî[biguherîne]