Mele Zahirê Tendûrekî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mele Zahirê Tendûrekî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mele Zahirê Tendûrekî (jdb. 1882 - m. 1966) yek ji alimên îslamê û nivîskarê kurd e.

Di dîwana Mele Zahirê Tendûrekî de nod û neh helbest hene. Ji vana şêst û şeş bi zimanê kurdî, şanzdeh bi zimanê erebî û bîst û yek jî bi zimanê farisî hatine nivîsandin.

Gelek alim li ber destê wî îcaze wergirtine. Ji helbestên Mele Zahir tê fêhmkirin ku ew di îlmên îslamî pir kûr çûye, her wiha di helbestên xwe de jî xwediyê hunerekî mezin e. Di helbestên xwe de li ser rêya wêjeya kurdî ya klasîk çûye.

Mele Zahirê Tendûrekî usûl û rêbaza edebî û helbesta klasîk jî baş dizanî. Her wekî ku ji vê Dîwanê jî têye zanîn ew gelek baş perwerde ditiye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]