Mele Ehmedê Namî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Mele Ehmedê Namî li gundê Erbetê qeza Nisêbînê, Bakurê Kurdistana hati bû dinyayê. Heft salî bû dema di hicrika feqehan de dest bi xwendina Nûbihara biçûkan ya seydayê mezin Ehmedê Xanî, xwendina olî, Qurana pîroz û şerîetê kir û di hicrikên Êstilê, Kercosê, Dara, Hicrika Seyda Mele Ubeydulahê Cengîrî (yê bi navê Mamostê Gewr e dihat nask irin) li Amûdê, Xizna, Girê siwêr û Tilşeîra Aşîta. li van hicrikan xwendina xwe berdewam dikir û li hicrika Seydayê Şêx Brahîmê Sofî Evdo li Gundê Tilşeîrê " îcaza Intîhayê" wergirt û bû melayê wî gundî.

Mele Ehmedê Namî li gundê Tilşeîrê jiyana xwe ya civakî, torevanî û kurdewarî berdewam dike. Rola rewşenbîrekî Kurd bi giranî di dema xwe de dileyize, têkiliyên rewşenbîrî bi kovarên Hawar û Ronahî re girêdide yên ko Celadet Alî Bedirxan û Dr. Kamîran Bedir- Xan li Şamê û Bêrûtê diweşandin, helbest û nivîsandinên xwe di nav rûpelên zêrîn yên wan kovaran de diweşandin û dibû yek ji dostên nêzîk ji rewşenbîrên dema xwe re û di nav wan de Mîr Celadet Bedir-Xan. Wilo jî dikeve kom û komelên kurdewariyê de û di wan de dikeve nava desteka berpirsiyariyê de wek:

   Civata Xoybûnê, Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan, Civata Arîkariyê Ji Bona Belengazên Kurd Li Cizîrê û Nadiya Ciwan Kurd Li Amûdê.
   Malika gundê Tilşeîrê Aşîta ya Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan ko Namî berpirsiyariya wê dikir, bû bû xeleka dan û standinê û bi hevgirêdanê di nav bera Civatê û Partiya Demukrata Kurdistana Îraqê de.
   Namî yek ji şagirtên Mîr Celadet Bedir-Xan bû yên ko fêrkirina zimanê Kurdî danîbûn ser milên xwe. Namî dibistanek e şevê li gundê xwe Tilşeîrê û di odekê ji odên dibistana fermî de vekir bû, xort û kalên gund her şev bi terz û edeb di hundirê oda dersdanê de rûdiniştin û Namî mamostayê zimanê kurdî ew fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dikirin.
   Mele Ehmedê Namî ne tenê xwe berpirsiyarê hînkirin û fêrkirina zimanê Kurdî didît, lê her weha wî bi her awayî şerê kewdeniyê jî dikir û doza rêkirina zarokan bo dibistanê ji dê û bavan dikir, nemaza ewên ko zarokên xwe rê ne dikirin dibistanan.
   Namî li gor wan bîr û baweriyan û ji bo bicîanîna armancên xwe, piştî vekirina dibistana fermî a kuran li gundê Tilşeîrê, êdî bi karekî bêwestan radibû, bi têkilî , dan û standin û doza bi xurtî ji berpirsiyarên birêvebiriya perwerdeya parêzgeha Hisiçe-Cizîrê-  dikir. Biryara vekirina dibistanek e keçan li gundê Tilşeîra Aşîta wergirt.
   Di sala 1951 an de, mamoste dibistanê, keçek e Kurd bû, şagirtên dibistanê her roj di civîna sibehê de, sirûda niştîmanî a Sûriya û helbesta Namî ya bi navê "Neşîd û Gaziya Keçan" digotin:
   "Birayê delal hûn werin xortino
   Buhuşt e welat da´m herin merdino
   Eger hûn neyên vane keç em meşîn 
   Besin koletî serfiraz da´m bijîn
   Welat çav li rê bendewarê me ye
   Ciwan herne pêş dewr û dem ya we ye...."
                                                       Namî
   Paşî roja xwendinê dest pê dikir.
   Berhemên Namî yên çapkirî:
   1-Dîwana helbestan ya bi navê "Daxwazname". Çapa yekemîn, ji weşanên "Roja Nû",  di sala 1986 an de li Swêd, hatiye şapkirin. Çapa duwemîn di sala 1998 an de li Bêrûtê, Liban, hatiye çapkirin.
   2- Agirê Sînema Amûdê, pirtûk, ji weşanên "Jîna Nû 12", çapa yekemîn, di êlûna sala 1987 an de li Upsala, Swêd hetiye çapkirin.
   Pirtûkên neçapkirî:
   1- Ferhenga Kurdî û Erbî ya bi vavê "KOZAR", li benda çapkirinê ye.
   2- Rêzimana Kurdî û Erbî.
   3- Çiko Li Bîr Im, hin ji bîranînên Namî ne.
   Namî bi sedema van karên xwe yên siyasî, civakî û rewşenbîrî gelek caran dihat zîndankirin.
   Di roja 11.12.1975 an de, piştî nexweşiyek dirêj, Namî çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana Qudûr Beg li bajarê Qamişlo hate veşartin.
   1- Di roja 11.12.1995 an de li bajarê Qamişlo şevek rewşenbîrî di bin navnîşanê "Bila Bîranîna M. E. Namî Bibe Sîmbola Rewşenbîriyê" hat lidarxistin. Ev şev bi mebesta bîranîna bîstsaliya wexirkirina Mele Ehmedê Namî pêk hatibû. Pêkhatina wê jî kar û barê rewşenbîran  û kovarên kurdî yên ko di wê demê de dihatin weşandin wek: Gulîstan, Pirs, Zanîn, Gelawêj, El-Museqef El-Teqedumî, El-Hîwar û Bihar hat lidarxistin.
   2- Di roja 11.12. 2000 an de, li bajarê Qamişlo şeveke rewşenbîrî ji aliyê rewşenbîrên Kurd ve û bi alîkariya "Komîta Zîvîn (25 salî) ya Bîranîna Koçkirina Seyda Mele Ehmedê Namî" hat li darxistin.
       Têbînî:
   Xwendevanên hêja.
   Di van çend rojên dawî de û bi mebesta bîranîna 50 salîya "Agirê Sînema Amûdê, hejmarek ji gotaran di melperên enternêtê de û bi pênûsên nivîskaran hatibûn weşandin. Ciyê mixabiniyê ye, ko kesekî ji van nivîskaran ji kerema xwe re ne gotin yan ne anîn bîra xwendevanan ko di wê demê de berî 50 salî, nivîskarekî Kurd bi navê Mele Ehmedê Namî pirtûkek derbarî vê bûyera xemgîn ya bi navê "Agirê Sînema Amûdê" nivîsî bû û hatibû weşandin.
   Gelo ma qey ne hêja bû ko hinek ji wan nivîskaran vê pirtûkê û nivîskarê wê Namî di wan gotarên xwe de bi bîr bînin? Yan Na!!!?.
   Namî di pêşberiya pirtûkê de dibêje:
   (Dema min dît ko çîroka Agirê Sînema Amûdê yek ji serpêhatiyên mezin ên ko di welatê me de çêbûne tê hejmartin, min nexwest ew jî winda; bê ser û şop here.
   Her wekî ko bi hezaran çîrok û serpêhatî di welatê me de çêbûn û nehatin nivîsandin . Mamoste û pêzanên welatê me guh ne dane tiştekî ji wan, çi mezin û çi biçûk.....Paşî min got: Divê li gor zanîn û dîtina xwe çend rûpelan reş bikim û wê reşbeleka biçûk bi navê "Agirê Sînema Amûdê" pêşkêşî xwîşk û birayên xwe yên xwendevan û xoşewîst û xîretşinas bikim.

Çavkanî[biguherîne]