Mele Perîşan
Xuyakirin
Mele Perîşan | |
---|---|
Jidayikbûn | 1356 |
Mirin | 1421 |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Mele Perîşan yan jî Perîşan Dînewerî (jdb. 1356, Kirmaşan, Rojhilata Kurdistanê - m. 1416) helbestvanekî kurd[1] e. Mele Perîşan ji Herêma Dînewerê ye ku bi ser Kirmanşanê ve ji dayik bûye. Ew bi Perîşanê Dînewerî jî tê nas kirşn. Ew heta niha bi helbestvanê yekê yê ku bi kurdiya goranî pesna mezhebê şiî daye tê nasîn.
Dîwana wî ya bi sernavê "Dîwana Mela Perîşanê Kurdî" di sala 1916-yê de li Kirmanşanê hatibû çap kirin. Pênasname û Saqîname du berhemên wî yên hêj neçapkirî ne. Kartêkirina rêbaza sofîtiyê »Elhirûfiye« ya şîî ya wî wextî li ser helbestên wî diyar e. Ji helbestên wî xwiya ye ku wî hem zimanê erebî û hem zimanê farisî jî baş zanîbûye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Mehrdad Izady, Kurd r. 176
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |