Mela Xelîlê Mişextî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mela Xelîlê Mişextî
مه‌لا خه‌لیل مشه‌ختی
Navê rastî
Xelîl Silêman Xabur
Jidayikbûn1888
Mirin01.01.2007
EsilKurd
Hevwelatî Kurdistan
PîşeŞair û lêkoler
DînÎslam
Dê û bav
  • Xelîl Silêman (bav)
biguhêreBelge

Mela Xelîlê Mişextî an jî Mela Xelîlê Silêman (jdb. 1888, gundê Belawat, Mûsil, Parêzgeha Neynewayê, m. 01.01.2007) lêkoler û helbestvanê kurd ê ji Başûr e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mela Xelîlê Mişextî li gundê Belawetê yê girêdayî bajarê Mûsil hatiye dinê. Wextê wî yê bûnê ne zelal e. Wek 1888, 1890 an 1892 tê texmînkirin. Navê wî yê eslî Xelîl Silêman Xabûr e. Ji ber ku malbata wan neçar e Silêmanê bavê Mela Xelîl bi gavantiya gundan debara xwe kiriye ku yek ji wan gundan gundê Bazîce ye. Bavê wî di zaroktiya wî de li gundê Bazîce wefat dike. Dû re Mela Xelîl dibe golikvanê gundê Bazîcê. Mela Xelîl dest bi feqîtiyê dike. Wexta ku diya wî wefat dike êdî Mela Xelîl temamê jiyana xwe bo xwendinê terxan dike û li gelek gundan li cem gelek seydayan dixwîne.

Mela Xelîl xwendina xwe ya medreseyê di bîst salan de temam dike, îcaza melatiyê werdigire û dibe mela. Mela Xelîl li çendîn gundên Kurdistanê melatiyê dike. Di vê navberê de sê caran dizewice. Zewaca wî ne wek pirjinî ye. Jinek wî miriye dû re wî ya din aniye.

Ji sala 1956an pê de, ew ji karê Melatiyê qeraye û berê xwe daye têkoşîna neteweyî. Mela Xelîl di warê siyasetê de li Kurdistana Başûr bi ḥereketa Kurdistanî ya Mela Mustefayê Berzanî re têkilî daniye û bo tevî wê hereketê tevgeriyaye. Ew dikeve nav xebata Partiya Demokrat a Kurdistanê û dibe endamekî çalak. Piştî sala 1958an, dema general Ebdulkerîm Qasim destheladariya şahinşahî li Îraqê rûdixîne û komarê di şûnê de datîne, jixwe di wê salê de, Mela Mistefa Berzanî, tevî hevalên xwe ên şoreşger, piştî diwazde salan ji koçberiyê vedigerin Kurdistanê. Ew ji sala 1947an ve, piştî hilweşîna Komara Kurdistanê li Mehabadê, bi 500 têkoşerî re, berê xwe dabû Yekîtiya Sovyetê. Wan şer dikir bi artêşa sê dewletên dijmin re û ji nû ve çemê Arasê birî û ketin sînorê dewleta komunîst.[1]

Vegera Mistefa Berzanî hêzeka mezintir dike di dilê Mela Xelîl de. Hingê ew bi hinek hevalên xwe re, şaxê Partiya Demokrat a Kurdistanê li devera Şêxanê dadimezrînin û Mela berpirsiyariyê dike. Hingê pêwendiyên Mela bi Ibrahîm Ehmed re çêdibin. Herwiha Celal Talabanî jî dinase, lê ew hîna şagirtê zankoyê bû û li Bexdayê xwendina xwe dikir.

Di dema desthelatiya serokê komara Îraqê Ebdulkerîm Qasim de, Mela sê caran tê binçavkirin. Wisa demên dirêj di zindanê de diborîne. Çaxê nemir Mistefa Berzanî dest bi şoreşê kir, Mela Xelîl dibe pêşmerge. Dema bi sedemê peymana Cezayirê di sala 1975an de şoreş têk diçe û milet perîşan dibe, hingê Mela Xelîl bi pêşmergeyan re koçberî Îranê dibe û bi salan li wir dimîne. Lê piştî temenê wî mezin dibe, dîsa vedigere Başûrê Kurdistanê û li komelgeha Çireyê niştecîh dibe.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûkên Mela Xelîlê Mişextî gelek in, lê pir kêm ji wan hatine çapkirin. Mexlesa "Mişextî" bi kar aniye.[2]

  • Dîwan, cilda yekem bi navê Dîwana Mela Xelîlê Mişextî çap bûye. Ber. Newzad Mela Xelîl Mişextî û Kameran Îbrahîm Mişextî, Dihok, Spîrêz. Tê de helbestên wî hene, lê çendîn cildên wê winda bûne.[3]
  • Ferhenga Merg û Jî, Dezgay Çap u Biławkirdinewey Aras, Hewlêr, 2006.
  • Ferhenga Şikeftan, Ev ferheng di salên 60an de hatiye berhevkirin.
  • Çarînên Xeyam ji farisî wergerandiye kurdî û hatiye çapkirin.
  • Çarînên Faîzê Deştistanî ji farisî wergerandiye kurdî, hêj nehatiye çapkirin.
  • Çarînên Baba Tahirê Hemedanî veguhastin ji zaravaya lorî bo zarava kurmancî.
  • Bihara Dila, ji nav weşanên Dezgeha Spîrêzê li Dihokê hatiye çapkirin.
  • Beis el `Ebes, `Ebes el Beis, helbest, nehatiye çapkirin.
  • Tefsîra Quranê, nehatiye çapkirin.
  • Fiqhê Mihemedî, werger ji zimanê farisî, nehatiye çapkirin.
  • El `Ewamil el Menzûme, nehatiye çapkirin (bi zimanê Erebî ye)
  • Rîsalet el Nîfaq an Çaplusname, nehatiye çapkirin.
  • Mewlûdname, Metn û Lêkolîn: Xoşnaw, Hêmin Omar, destnûsxaneya Zankoya Soran, 2018.
  • Mentiq el Teyr, werger ji farisî, (Amadekirin: Xoşnaw, Hêmin Omar, destnûsxaneya Zankoya Soran, 2018.[4] Temamê kitêbê tercume nekiriye, wek puxte hin qismên jê tercume kiriye.[5]
  • Erebname, nehatiye çapkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ MURAD, Welîd (24 hezîran 2005). "Mela Xelîlê Mişextî – rewşenbîrê ko ji sed salî de li ser çanda kurdî pasevan e". Nefel. Roja gihiştinê 18 gulan 2020.
  2. ^ Adak, Abdurrahman (2018). "Mexles di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de". Nûbihar Akademî. 10: 20.
  3. ^ Mistefa, Besam (27 adar 2020). "Mela Xelîlê Mişextî: Serpêhatiya pênûs û jiyanekê (5) û dawî". Rûdaw. Roja gihiştinê 18 gulan 2020.
  4. ^ "Xebatên Akademîk ên Hêmin Omar Ahmad". Malpera Zanîngeha Bîngolê. Roja gihiştinê 19 gulan 2020.
  5. ^ "Bernameya Dawiya Heftê ya TRT Kurdî, li gel Hêmin Omar Ahmad". 1 hezîran 2019. Roja gihiştinê 19 gulan 2020.