Here naverokê

Xelîl Xeyalî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xelîl Xeyalî
Jidayikbûn1876
Mutkî
Mirin1926
Enqere
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
Berhemên navdar
  • Elifbayê Kurmancî
biguhêreBelge

Xelîl Xeyalî (jdb. 1864 - m. 1946) zanyar û nivîskarekî kurd bû ku di sala 1876an de li Modkayê ji dayik bûye, ji êla mûdan e.

Li cem Seîdê Nûrsî (1876-1960) ders girtiye û gelek di bin bandora wî de maye. Di dawiya sedsala 19an de çûye Stembolê û li wê derê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî xebat kiriye. Di sala 1908an de li Stembolê di damezirandina komeleyên bi navên “Kurd Teavun û Teraqî” û “Kurd Neşrê Mearif” de cih girtiye. Ji bo perwerdekirina zarokên kurdan bi zimanê kurdî di sala 1910an de ji aliyê komeleya “Kurd Neşrê Mearif” ve li Çemberlîtaşê dibistana pêşî ya kurdî bi navê “Kurd Nimûne İbtidaîsi-Meşrutiyet” hatiye vekirin. Xelîl Xeyalî di vekirina vê dibistanê de rolek mezin lîstiye. Di vê dibistanê de li gor elfabeya wî ya ku em ê jê behs bikin, perwerdeyî bi zimanê kurdî hatiye kirin.

Di sala 1912an de li Stembolê ji aliyê hinek xwendevanên kurd ve komeleya “Hêvî” hatiye damezirandin û heta Şerê Cîhanê yê Yekem dewam kiriye. Xelîl Xeyalî di damezirandina vê komeleyê de jî roleke girîng lîstiye. Armanca herî girîng ya vê komeleyê ji bo hêsankirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî amadekirina elfabeyeke kurdî bû. Xelîl Xeyalî di kovara bi navê “Rojî Kurd” de, ku organa weşanê ya vê komeleyê bû, li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û standardkirina elfabeyek ku ji bo temamê zaravayên kurdî bi kar bê, çend gotar nivîsandine. Bo nimûne di hejmara sisêyan de di gotara xwe ya bi sernavê “Ziman” de pirsek wiha kiriye: “kurd îro muhtacê çi ne? Em ewan bêjin”. Paşê jî tiştên ku îhtiyaciya kurdan bi wan heye di 10 madeyan de rêz kiriye.

Di sala 1909an de li Stembolê elîfbeke kurdî ya bi tîpên erebî çêkiriye û navê wê daniye “Elifbayê Kurmancî”. Seîdê Nûrsî (Kurdî) bi zimanê tirkî ê osmanî [a] derbarê wî û elfabeya wî de wiha dibêje (tercime ji kovarabir.com): “Ez mînakek neteweperwerî ji we re pêşkêş dikim ku ew jî Xelîl Xeyaliyê Motkî ye. Mîna her beşek miletperweriyê di beşa ziman de jî xelata pêşbaziyê a wî ye. Wî elfabe û serf û nehv (rêziman) a ku bingehê zimanê me ye çêkiriye. ... ... Vî zatê han nimûneyek miletperweriyê nîşan daye û ji bo zimanê me yê ku mihtacê temamkirinê ye bingehek daniye. Ez ji ehlê hemiyetê (ji miletperweran) re tewsiye dikim ku li pey rêça wî herin û zimanê me li ser wê bingehê ava bikin”.[2] Çawa ku ji gotinên Seîdê Nûrsî tê fêmkirin wekî niha di wê demê de jî rewşenbîrên kurdan ji bo standardkirina zimanê kurdî li ser elfabeyek standard nîqaş kirine. Di nîqaşên di vî warî de Se‘îdê Nûrsî xwestiye ku elfabeya Xelîl Xeyalî wekî bingeh bê qebûlkirin.

Di rûpela dawîn a vê alfabeyê de di bin serenavê “Rica“ de wiha hatiye nivîsandin: “Behayê vê [elfabeyê] ji bo tebikirina (çapkirina) kutubê (kitêbên) kurmacan e. Li pey vê, qiraet (xwendin) û serf (morfolojî/peyvsazî) û nehva (rêzimana) zimanê kurmancî jî dê tebi bibe. Feqet em muhtacê arîkirinê ne. Bê arîkirin tiştik nabe. Hêviya me xeyret û cuwamêriya kurmacan e. Meqseda me ji zarokê kurmacan ra nîşandana rêya ‘ilm û hunerê ye”.

  1. ^ Bi zimanê tirkî ê osman: "İşte hamiyet-i millînin bir misalini size takdim ediyorum ki; o da Motki’li Halil Hayâlî Efendidir ki; hamiyet-i millînin her şûbesinde olduğu gibi; bu şube-i lisan meydanında kasabus-sebaki ihraz eylemiş.. Ve lisanımızın esası olan Elifba ve Sarf ve Nahvini vücûda getirmiş. Ve hatta diyebilirim ki; asr-ı hamiyet ve gayret ve fedakârlık ve himayet-i zuafâ imtizac ederek, vücûd-u manevisini teşkil etmiştir. Hakikaten Kürdistan madeninden böyle bir cevher-i hamiyete rast geldiğinden bizim istikbalimizi, onun gibi (ümîdinden) birçok cevahir ışıklandıracaktır. İşte bu zat şâyân-ı iktida bir numune-i hamiyet göstermiş. Ve muhtac-ı tekemmül olan lisan-ı millimize dair bir temel atmış. Onun isrine gitmeyi ve temeli üzerine bina etmeyi ehl-i hamiyete tavsiye ediyorum."[1]
  1. ^ (PDF) https://s7a2dcd961cee2d9f.jimcontent.com/download/version/1412035658/module/10272749599/name/AsarEnvarHD.pdf. Roja gihiştinê 13 hezîran 2025. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  2. ^ "Mamosote Qedrî/ Alfabeya Xelîl Xeyalî". 17 kanûna paşîn 2018. Ji orîjînalê di 14 hezîran 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 hezîran 2025.